ROJ ROJA XÎRETÊ YE

 

FÛAD SÎPAN,  fuadsipan@yahoo.de

Almanya, 22.02.2008

 

 

Kurdistaniyên hêja!
 
Generalên Tirk qîma xwe bi êriþa hewayî neanîn û wa ye bi leþkerê xwe, bi deh hezaran  êriþ kirin û ketin axa Kurdistana Azad. Generalên Tirk bi biryara parlamen û alîkariya hukumeta Recep Tayip Erdogan xwe ji zû de ji êriþa li ser Kurdistana Azad re amade kirine. Generalên Tirk bi bihaneya terora PKK-ê heya niha bi sed hezaran leþker û sewqiyata bi çek û sîlehên þer li ser sînorê Baþûr kom kirinibûn. Nihajî bi darê zorê êriþî Kurdistana Azad kirin û axa me ya azad jî ji bo berjewendiyên xwe yên bi kirêt dadigirin.
 
Çiqas raste em nizanin, lê heger li gorî agahiyên çapemeniya Tirk be, dibêjin desthilatdarên Kurdistana Azad jî ji êriþeke bi sînor re vekirî ne. Dê rojên pêþiya me rayê me bidin ku rewþ çawa ye. Rayadarên Kurdistana Azad di êriþa hewayî de îmtihaneke xerab dan. Hêviya me ew e ku ew vê carê helwesteke durist li dijî generalên Tirk bigirin, ku gelê Kurd pê razî be û baweriya xwe bi rayadarên Kurdistana Azad bîne.
 
Em bawer in gelê Kurd li her çar perçan, li seranserê Kurdistanê û li derveyî welat amade ye piþtgiriya birayên xwe, serweriya Kurdistana Azad bi canê xwe û malê xwe ve bike, ku li dijî êriþa Tirkan bedel bide. Lê divêt rayadarên Kurdistana Azad baþ fêhm bikin, ku ew piþtgirî û amadebîna Kurdên deverî Kurdistana Azad ji bo Baþûr ne wek þeka hazir e, heger helwesta wan li hemberî generalên Tirk sist û pist be, ew berxwe nedin û durist tevnegerin.
 
Wisa tê xuyakirin ku generalên Tirk ji bo dagîrkirina Baþûrê welatê me DYA jî qismekî îqna kirine. Amerîka jî bûye þirîkê êriþa li ser Kurdistana Azad.
 
Bê guman hêsabê Amerîka ew e ku generalên Tirk di demên pêþ de di pirsa ji holê rakirina rejima Îranê de ji bo wan alîkarî bibe. Lê Amerîka dê paþê bibîne, ku ew hewldana wan ji bo alîkariya Tirkan li dijî rejima Îranê beredayî bû. Çimkî Tirk dê dîsa wek herdem wan jî bixapînin.
 
Heger agahdariyên li ser serokê rejima Îranê Ahmedînejad rast bin, ku ewê di pê serdana xwe li Bexdayê serdana Kurdistana Azad jî bike, dê DYA vê bûyerê ji bo xwe wek provokasyon bibîne. Heger rayadarên Kurdistana Azad di vê mijarê de bi berpisiyarî tevnegerin, dê zerar û ziyaneke pir mezin bidin xwe û xelkê Kurdistanê. Karê qatîlê Qasimloyê nemir li Kurdistana Azad nîne. Heger ew qatîla were Kurdistana Azad dê Kurdistanê bilewitîne û ji bo berjewendiyên rejima xwe ya bi kirêt bi kar bîne.
 
Heger desthilatdarên Kurdistana Azad bi duristî berjewendiyên xelkê Kurdistana Azad biparêzin û bi dijminan re nekevin nava hewldanên hezeyanê û sîngên xwe ji êriþan re vebikin û bibêjin, hodrî meydan ji we re, dê hemû cîhana aþtîxwez û demokrat li piþta wan be, ti kesê nikaribe tiliya xwe dirêjî Kurdistana Azad bike û mafê Kurdan di Rojhilata Navîn de bifetisîne.
 
Tirkên þerxwaz dibêjin “hidûdê sebra me nemaye” Divêt bersiva me Kurdan jî wisa be, ya rastî ew e ku hidûdê sebra me Kurdan nemaye. Tirk çiqas jî dikin zirte zirt bila ew ji bîr nekin, gelê Kurd dê rojekê ewî komara dandîk di serê wan de hilweþîne.
 
 
 

 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org