YAÞAR KAYA

TIRAJEDIYA GOYA “RONAKBÎRÊN KURD”

 

 

FÛAD SÎPAN

fuadsipan@yahoo.de
Almanya, 15.09.2009 
 

 
 
Kurdistaniyên hêja!
 
Di çapemeniyê de eþkere bû, ku Yaþar Kaya bi nameyekê daxwaza vegera Tirkiyê ji serokwezîrê Tirk Erdogan kiriye. Yaþar Kaya di despêka nama xwe de ji Erdogan re wisa dinivîsîne, “serokwezîrê min”.
 
Ez pêwist nabînim ji gotinên wî yên din bikim nava gotara xwe. Kesên bixwezin, dikarin di çavkaniyê de him bi zimanê Kurdî û him jî bi zimanê Tirkî bixwînin.
 
Çavkanî, binêrin rojnama Tirk Star û malpera Netkurd:
 
http://www.stargazete.com/gazete/yazar/mehmet-metiner/yasar-kaya-basbakan-dan-ne-istedi-212876.htm
http://www.netkurd.com/?mod=news&option=view&id=1924
 
Bê guman mafê her Kurdekê/î ye, vegere sar axa xwe. Lê heger ronaknîr û rewþenbîrên welatekî bi sedema zordestiyê surgun bûne, divêt ji bo vegerê þert û mercên wisa amade bibin, ku ew pirensîpên, ew lê xwedî derdiketin, wan pirensîpan binpê nekin. Bi serbilindî û serfirazî vegerin.
 
Lê mixabin rewþ û helwesta “ronakbîrên Kurd” tirajedî ye. Di cîhanê de di nava ti gel û milletan de ewqas ronakbîrên erzan, ku dikarin di nava þev û rojekê de 180 pileyê (dereceyê) qilopaniyan bidine xwe, derneketine holê.
 
Dostekî min her gav dibêje min, û ez jî di wê baweriyê de me, ku heger dewleta Tirk ji Yaþar Kaya re bibêje, were emê di nava dewletê de cihekî bidine te, dê ew bê sol û þekal, pêxas heya Enqerê bi lez bibeze, da dewleta Tirk di derekê de cihekî bide wî.
 
“Ronakbîrên Kurd” hê hîn nebûne, ku li hêviya zemîneke ku her alî pê razî bibe û paþê biryara xwe bidin. Divêt mirov hinekî sebir bike, ka Tirk çi gavê diavêjin, da mirov bikare paþê bi aqilê selîm pirsgirêkê þîrove bike. Heya Tirk ji dil gavên rast û dirist neavêjin, hemû gotinên wan li ber bayê dimînin.
 
Hê Tirk li ser doza gelê Kurd nîxþan dikin, û heya niha tiþtekî wisa berbiçav jî derneketiye holê. Lê ji niha de goya hin “ronakbîrên Kurd” pêþa xwe ji Tirkan re vekirine û li wê hêviyê ne, ku Tirk erkekî, karekê di nava dewletê de bidine wan. Vêca gava Tirk gavek du gavan bibavêjin, kî çi dizane, dê ev goya “ronakbîrên Kurd” kîdera xwe li ber Tirkan vekin?
 
Bê guman rewþenbîrtiya resen ji van kesan dûr e.
 
Mûrad Ciwan demek berê bah û bahozeke wisa rakiribû, mirov digot qey Tirkan hemû mafên Kurdan dane û êdî her tiþt safî bûye, wî wisa dida xuya kirin, ku nabe Kurd daxwaza cidabûnê ji Tirkan bikin, û wisa pêda çûbû, aqilê mirovan disekinî. Mirov digot qey ew ne Kurd de û ne jî ji ber zilma Tirkan reviyaye Ewropa, wî dest pê kiribû berdevkiya “Dewleta Tirk” bike.
 
Lê Mûrad Ciwan di gotara xwe ya dawî de çerixî, dîsa çivek li xwe da û dîsa xwe di çavê xelkê me de bêbiha kir. Milletê Kurd pêwistiya wî bi mirovên wisa erzan û rizyayî tine.
 
Bi bîr û baweriya min gelek “ronakbîrên Kurd” li Swêdê ji xêncî ronakbîrî, rewþenbîrî her tiþt in.
 
Mînaka herî navdar ji wan kesan jî mixabin rehmetiyê Mehmet Ûzûn bû.
 
Mehmet Ûzûn ji bo Kurdan bextreþiya here mezin bû. Ew ji destê zilma Tirkan reviya Ewropa û li Swêdê sî salî ma. Lê di dawî de hemû pirensîpên Kurdan bin pê kirin û çû ji generalên Tirk re eskerî kir û li ber generalan di hazirolê de sekinî.
 
Mirov nikare ji rewþenbîr û nonakbîrên li welat dijîn, gazin û rexnan bike û bibêje, çima ew diherin ji Tirkan re leþkeriyê dikin. Çimkî ew rasterast di bin nîrê zordestiyê de ne, alternatîva wan ya dudiya tine û ji wan ew gazin nabe. Lê mirovekî sî salî li Ewropa bijî û ji Ewropiyan re bibêje ew ji destê zilma Tirkan reviyaye û paþê bixwe here him peran bide leþkerên Tirk û di ser de jî 30 rojî bibe pepûkê generalan, di vir de paradoksek, çewtiyek û helwesteke pir erzan heye.
 
Bê guman ne tenê Mehmet Ûzûn, ji Firat Cewerî bigire heya Keya Îzol û pir kesên din di þopa Mehmet Ûzûn de çûn û ji generalên Tirk re gotin “emr edersin komutani” (emir bike fermandarê min)
 
Îcar bextreþiya here mezin ya duduyan jî ew e, ku van mirovan niha di nava raya Kurdî de mirovên wek bi “rûmet” têne hesibandin.
 
Hingiya TRT 6 vebûye, ew goya “ronakbîrên Kurd” ji Swêdê hema hema hemû ketine rêzê, ku herin di TRT 6ê de derên û fortan biavêjin xwe.
 
Mirovên erzan ronakbîriya Kurdî jî erzan kirin.
 
Belê me jî got, baþ e, Tirkan hema ji ber derewên wan yên 90 salî be jî vebûna TRT 6ê bi zimanê Kurdî gaveke erênî ye. Lê me negot, ku goya “ronakbûrên Kurd” herin di wê derê de wisa tevbigerin, ku qet peyveke bi navê Kurdistanê tin e.
 
Nalet li rejima Tirkan û televîzyona wan be, ew televîzyona ku ez nikaribim peyva Kurdistanê tê de bibêjim, çi karê min li wê derê heye?
 
Rewþenbîr, ronakbîrê welatekî neynika-eynika wî welatî ne. Barê wan ji barê her kesî girantir e. Ew mecbûr in, rista xwe bilîzin û ji civakê re bibin mînak. Bi camêrî û bi mêrxasî xwedî li pirensîpên milletê xwe, gelê xwe derên. Nabe, ku ronakbêrên welatê ku ji aliyê zilma dagîrkeran ve têye îdarekirin, xwe biavêjin nava berjewendiyên dijminan. Wî çaxî navê wan kesana ne ronakbîr û rewþenbîr e, navê wan dirû, canbaz, keysperest û sextekar e.
 
 

 

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org