|
|
Qedexe
û Pêþveçûna Ziman û Wêjeyê
Goran Candan
- Wêjeya geþ a kurdî, ji bo kurdên
li çar aliyên Kurdistanê, ji demên berê ve, kaniya dilgeþî, rindî
û ciwaniyê bû. Ehmedê
Xanî li sedsala 16’emîn çîroka du evîndarên bêmiraz, çîroka
Mem û Zîn’î bi hunera
destanî, bi radeyek wêjeyî ya herî berz honand û her bi vê yekê jî
bingeha dîwarê ku tevaya wêjeya kurdî li ser pal dide dahêna.
-
- Bêguman ne tenê Ehmedê Xanî, le
belê ji rojgariyên kevin ên mêjûyî ta nuha, gelek nivîsevan û wêjevanên
payeberz ên kurdan hebûn. Lê belê Ehmedê Xanî ji nav van hemû nivîsevan
û wêjevanan yê herî naskirî û hezkirî ye ji ber destana millî ya
kurd, Destana Mem û Zînê.
-
- Yekemîn wêjevanê kurd ê navdar
ku berhema wî ya naverok li ser fîlozofiya sûfîtiyê ya bi navê Dîwan ta nuha maye, Melayê
Cizîrî (1407-81) ye. Melayê Cizîrî bi berhema xwe ya bi navê Gulzar
ya ku ferhengek ji ristan honandî ya kurdî-farisî-erebî hat
naskirinê.
-
- Yekemîn nivîsevanê pexþanê yê
kurd bi berhema xwe ya antropoljîkî ya
Li Ser Adet û Dan û Standinên Kurdan nivîsî bû, wêjevan û
nivîsevan Mela Mehmûd-ê Beyazidî (1867-1799) bû.
-
- Berhema li ser mêjûyê kurdan ya
herî girîng a bi navê Þerefname,
bi pênûsa zanayê esilzadeyê kurd, Þerefxanê
Bitlîsî ve, di sedsala 1500’î de hat nivîsînê.
-
- Parek mazin ji wêjevan û hozanvanên
mazin ên kurdan, ku li bakurê Kurdistanê jiyane û berhemên xwe li
bakurê Kurdistanê nivîsîne, lê belê ta van salên dawiyê jî, li
bakurê Kurdistanê, derxistin û belavkirina berhemên kurdî li hêlek
bihêlin, peyivtin û nivîsîna bi zimanê kurdî jî hîna qedexe bû.
-
- Ta van salên dawiyê jî, ewrûpî
komîte dadimezirandin daku çavdêriyê ji bo serbestiya derxistina
berhemên nivîsevanên kurdan li bakurê Kurdistanê bikin. Yek ji van
komîteyên navdar, Komîteya Swêdiyan bû.
-
- Heger gava mirov li dîroka hêriþkariyên
dewleta tirkiyê dimeyzîne, ev bûyer ji bo me ne ev çend biyanî ye.
Heger mirov bibêje ji sala 1923 ku Komara Tirk hatiye damezirandin ta
van deh salên dawîn çi berhemên kurdî li bakurê Kurdistanê û
Tirkiyê ne weþiyane, hema bêje ev gotin pirr nêzî rastiyê ne. Ji
sala 1923 vir ve ziman û wêjeya kurdî hatiye qedexe-
û krîmînalîzekirin. Wek di navbera 70 salên dirêj de, bi çendî
20 pirtûkên kurdî li Tirkiyê derketine. Ji sala 1925 ta 1980
hejimara wan pirtêkên kurdî kul i Tirkiyê derketine, na gihîjin
20’î jî.
-
- Piþtî cûntaya leþkerî sala
1980’yî, bi nêzîkê 10 salan pirtûkek kurdî jî ne weþiya. Piþtî
gorîkariyên bê tixûb, piþtî xwînrijandinan, li destpêka sala
1990’î çend weþan û pirtûkên bi kurdî derketin. Lê belê
dawiya revandina nivîsevanan, zindankirin û kuþtina wêjevan û
rojnamevanên kurdan bi dawî ne dihat. Di navbera salên 1990 ta
1998’an, kurd bi nêzîkê 100 pirtûk û weþanên kurdî derxistin,
lê belê ji bo vê jî lîsteya cangoriyên wêjevan û rojnamevanên
kurd jî çend qat dirêjtir bû.
-
- Piþtî sala 1999’ê piþtî þikandina
pêla berz a rabûna kurdan, dewleta tirk, kontrol, çewsandin, zor û
zexta xwe ya li ser wêjevaniya kurdî êdî girantir û tundtir kir.
-
- Ew Tirkiya ku î roj dixwaze bibe
endamê Yekîtiya Ewrûpayê,
xwedî van qanûnên ibretnameyî yên wanî nek u dibêjin: ’Li
hevberî wan kesên ku dixwazin bi riya damezirandina înstîtu û kursên
zimanî, li nav civakê zimanê kurdî belav bikin û hewlê bidin da ku
zimanê kurdî bibe zimanê xwandin û nivîsînê, cezayê qanûnî
hene’
-
- Her çend Tirkiye dixwaze xwe bike
hevdem, bibe endamê Yekîtiya Ewrûpaya demokrat, dîsan jî li Tirkiyê,
li hevberî mafê herî bingehîn ê miroviyê, li hevberî serbestiya
hizrî, qanûn li dar in.
-
- Her çend Tirkiye dixwaze xwe bike
hevdem, bibe endamê Yekîtiya Ewrûpaya demokrat, dîsan jî li Tirkiyê,
rê nîn e ku wêjeya kurdî bi serbestî bijî.
-
- Wan welatên ku ta nuha li ber
serbestiya wêjeya kurdî astengên mazin ne derxistine, Ermenistan, Îran
û Iraq a Baasî ya Seddam Husênî bûye. Li salên 1970-80’yî li
van welatan wêjeya kurdî çap û belav bûye. Li salên 1980’yî
derketina bi sedan govar û rojname û weþanên cihêreng ên kurdî,
Swêd pêþengê wêjeya kurdî bû li cîhanê.
Nivîsevanên kurd bi destê serokdewletê swêdî dihatin
xelatkirin. Ji bo nimûnê, sala 1989’ê,
hozan Þêrko Bêkes bi destê serokdewletê swêdî Îngvar
Karlsson’î ve bi xelata Tukholsky ve hat xelatkirin.
-
- Li Swêdê, nifþa nugihayî ya weþangêr
û wêjevanên kurdî, bi hezaran roman, çîrok, dîwan, govar û
rojnameyên xwe, bi sedan nivîsevan û weþanxaneyên xwe, bersivek baþ
didan ji ramyariya asîmîlekirinê
ya ku Tirkiye li ser kurdan dikir.
-
- Her wisan jî ev yek dibû kelemek
û dipekiya nav çavê Tirkiyê. Loma Tirkiye bi helwêstek dîplomatîk
û lobîzan, berê xwe da Swêdê. Loma kurdên Swêdê bi van hewildanên
xwe yên kurdîzan, bûn amanca herî pêþî ya dewleta Tirkiyê.
Tirkiye her ku dihere li þûna sistkirina qedexeyên li hevberî ziman
û wêjeyê, van qedexeyan tundtir dike.
-
- Cih û warê vê nifþa nuh a weþanger
û wêjezan ji bo têkoþîna bi destvehanîna azadî û mafên mirovan
bêhevpa ye. Ew biryardarî û nebeziya van wêjevanên, nivîsevan,
hozanvan, rojnamevan û weþangêran hêjayê piþtgiriyê ye. Piraniya
mijar û babeta van berhemên van wêjevanên têkoþer, li ser mêjû,
serbestî û pêþveçûna wêjeya kurdî, li ser azadî û mafê
mirovane yên kurdan in. Mijara li ser têkoþîna li hevberî zext û
zora neyarane yên 80 salan û li ser serbestî azadiyê ne.
-
- Van nivîsevanên ji vê nifþa
nuh, li ser rewþa van gelên li welatên li hawîrdorên Firat û Dîclê
dinvîsin. Li ser ew rewþa diltezînî ya kurdan. Bi sedan sal in ku ew
di bin zext û zorê de mane. Welatê wan ji destê wan hatiye standin
û dewlemendiya wan tev hatiye talankirin. Azadî û mafê wan ê herî
bingehîn hatiye binpê kirin. Çanda wan hatiye dizîn û herifandin.
Ta ku zimanê wan jî hatiye qedexekirin.
-
- Loma berhemên van nivîsevanên nûhatî,
gaziyek e ji cerga van milletên bindestkirî li dergûþa þaristaniyê.
Ew þaristaniya ku wek du ruyê medalyayê ye. Ruyek geþ û ruyê din jî
kirêt e. Ev wêjevan ew ruyê geþ ê medalyê û zext, zor, talana û
þikencekariya tirkan jî ew ruyê kirêt ê medalyê ye.
-
- Gava van wêjevanên nifþê nuhatî
ji bo çalakiyên xwe yên çandî, ji hêla welatên ewrûpî ve dihêne
xelatkirin, nijadperestên tirkan yekcar çavsor dibin. Gava van wêjevanên
nûhatî, piþtgiriyek biçûk jî diwergirin, yekser çerxa dezgeh û
lobîzanên Tirkiyê dest bi gerê dike û dixwaze bi vebirî pêþî li
ber pêþketinek çandî yan ramyariya kurdan bigre.
-
- Kurd bi ew toreya xwe ya tund a
devkî, wêje û çanda xwe zindî girtiye. Dengbêjên wan ji bo toreya
devkî zindî li ser pê bigirin, xwedî ciyek taybetmend in. Van çîrokbêjên
hezkirî, berhemên xwe yên devkî bi helbestkî dihonin.
-
- Têkoþîna ji bo parastin û
jiyandina zimanê kurdî piþtî ku dewleta tirk sala 1923 kurdî qedexe
kir, xurttir bûye. Hîna li destpêka sala 1930’yî, her du kurên
naskirî yê Mîr Bedir Xan, Kamûran û Celadet, bi xebatek pêþengane,
ji bo parastin û geþkirina zimanê kurdî çalakiyên wêjevaniyê
kirin. Van her du têkoþerên wêjevan, mixabin ku xebatên xwe li
derveyî welêt, li Ewrûpa û Rohilata Navîn dikirin û loma berhemên
wan pirr kêm digeha nav xelkê. Ev jî ji ber vê yekê bû ku qedexeya
li ser bi karhanîna zimanê kurdî cezayê kuþtinê bi xwe re dihanî.
Qedexeyên dewleta tirk a li ser pêþveçûna ziman û wêjeya kurdî
encamek welê xirap derhanî li ser kurdên bakur.
Ev yek bû sedema derengmayina derhatina zimanek standard a kurdî.
-
- Piraniya kurdan perwerdeya bi zimanê
dayikê ne wergirtine. Di encama vê de, jiyana rojane de jî zimanê
tirkî serdestiyê kiriye. Parek mazin ji kurdan bûn tirkîaxêv
(turkofon). Ev yek ta roja
îroyîn jî gelþek mazin a civaka kurdan e. Gelek nivîsevan û rewþenbîrên
kurdan bi zimanê serdest diaxifin û berhemên wêjeyî bi van zimanan
diafirînin.
-
- Ev ne pirsek welê hêsan e. Ji lew
re bêyî perwerdebûnek bingehîn a bi zimanê zikmakî, nivîsevan yan
rewþenbîr çendîn bi kûrahî jî rewþenbîr be, çendîn wêjevanê
zîrek jî be, ni kare van gelþên zimanevanî bi hêsanî çareser
bike. Ji lew re ev gelþ, xwedî reh û kokek kûr a ji domana asîmîlebûnê
ye. Domana asîmîlebûna civakî-siyasî, çandî-mêjûyî ye. Roja ku
ew nifþa rewþenbîr ku xwedî perwerdeya bi zimanê zikmakî ye were
qadê, ew roj ev êþa zimanevanî ji binî çareser dibe.
-
-
- Li hevber van dijwariyan, dîsan jî
li warê zimanê kurdî nûbûnek xwe nîþanê me dide. Bervacîyê vê
axiftin, nemafiyek mazin e. Di warê wêjeya kurdî de ev nûbûn xwe êdî
xurtir nîþanî me dide. Kurdiyek dewlemend û spehî raberî
xwendevanan dibe û xwendevan jî li ber ciwanî û spehîbûna hunerî
ya zimanevanî dilgerm û sermest dibin.
-
- Ya girîng ew e ku li hevberî van
tund û tûjiyan, nivîsevanên kurd hene, ku li tevaya war û mijarên
cihêreng ên komelgehê, bi kurdî dinivisînin û tevaya komelgeha
kurdî dikarin xwe di van niviþtên rengîn de bibînin.
-
- Ji lew re kurd xwedî hêjayiyek
taybetmend in: Kurdistan - dergûþa þaristaniyê.
-
- Tebînî:
Goran Candan rêvebirê Sazendeya (weqfa) Pirtûkxane &
Muzexaneya Kurdî ye.
-
- Zarathustra
News – zarathustra_news@comhem.se
-
|
|
|