Gotara we nehate weþandin!

 

 

Sedema neweþandina gotarê yek, yan jî ji yekê bêhtir, ji van xalên jêrîn e:

 

Nuxteþanî: We di nivîsa xwe da qeyd û rêzikên nuxteþaniyê binpê kirine, nimûne;

1)     Bihnok

(rast): Yê ku hat mala me, birayê Zînê bû.

(çewt, þaþ): Yê ku hat mala me ,birayê Zînê bû.

(çewt, þaþ): Yê ku hat mala me , birayê Zînê bû.

(çewt, þaþ): Yê ku hat mala me,birayê Zînê bû. 

 2)     Xal (nixtik)

(rast): Yê ku hat mala me, birayê Zînê bû.

(çewt, þaþ): Yê ku hat mala me, birayê zînê bû .

 3)     Xalebihnok

(rast): Wî pirsek ji min kir; ez nizanim bersiv çi ye.

(çewt, þaþ): Wî pirsek ji min kir ;ez nizanim bersiv çi ye.

(çewt, þaþ): Wî pirsek ji min kir ; ez nizanim bersiv çi ye.

 4)   Xalecot

(rast): Bersiva min da û got: Belê wisa ye.

(çewt, þaþ): Bersiva min da û got : Belê wisa ye.

(çewt, þaþ): Bersiva min da û got: belê wisa ye.

 5)   Xalepirs 

(rast): Min jê pirs kir û got: Çend zarokên te hene? Wî got: Du zarokên min hene.

(çewt, þaþ): Min jê pirs kir û got: Çend zarokên te hene?Wî got: Du zarokên min hene.

(çewt, þaþ): Min jê pirs kir û got: Çend zarokên te hene? wî got: Du zarokên min hene.

 6)   Xalebang 

(rast): Hele raweste! Tu çima wisa dinivîsînî?

(çewt, þaþ): Hele raweste! tu çima wisa dinivîsînî?

(çewt, þaþ): Hele raweste!Tu çima wisa dinivîsînî?

Destpêka hevokan: Hevok herdem bi tîpa mezin dest pêdikin. We di nivîsa xwe da ev rêzik binpê kiriye, nimûne;

(rast): Ez çûm mala Zînê, min dît kesek ne li mal e. Piþtî demekê ez careka din çûm, min   dît, ku va ye vegeriyane mal.

(çewt, þaþ): Ez çûm mala Zînê, min dît kesek ne li mal e. piþtî demekê ez careka din çûm, min dît ku va ye vegeriyane mal

 

Serenav û hevenav:

Em di Kurmancî da tîpa destpêkê ya serenavan mezin dinivîsînin û ya heve navan biçûk dinivîsînin. Heger hevenav di destpêka hevokê da be, hîngê ew rewþeka din e; her û her hevok bi tîpa mezin dest pêdikin. 

(rast): Serokê komara Îraqê birêz Celal Talebanî axaftinek kir.

(çewt, þaþ): Serokê komara Îraqê birêz celal talebanî axaftinek kir.

(rast): Axa Kurdistanê pîroz e.

(çewt, þaþ): Axa kurdistanê pîroz e.

 

 

Navê Kurdistanê:

Navê welatê me bi vî awayî tê nivîsandin: Kurdistan.

Kesê/a ku di gotara xwe da navê welatê me bi awayê Kurdîstan yan jî kurdistan binivîsîne, gotara wî(wê) nayê weþandin.

 

 

               

 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org