Gulê Mehrûmê

 

 

Gula amûdê, gulaxane@gmail.com

 

Gulê...!

Mirovatî derewîne

Serê xwe pê re ne êþîne

Tu ne xurt be, tu qet nîne

Tew tu li paþ xwe binere

Tu nikare bi meyzîne

Li xwe binere tu ahîne

Li pêþ xwe binere,belkî tu hêviyê biçîne

Gulê..! tu ji ku hatiye..?

Dîroka te ne hevdû girtiye                                                           

kevnê te ronî tê de tune ye

Kî hatiye û bêhna te diziye

Gulê tu ji ku hatiye?

Em mirovin derewînin

Hevdû dixapînin

Li gula xwe bi kînin

Li hember guldizan mirînin

Em li xwe vedigerînin

Zanê perçê kurdistanê emin

Û em jî ji hev re zikreþ û bi kînin

Gulê ..! Rêberê te tev de derewînin

Gulê rastiya te li ku ye?

Berî vê demê sî hezar stirî di te de çandin

Nîv melyon ji pelê te weþandin

Pelên te yên mayî li bazarê rohilatê gerandin

Evîna di dilê bilbilê te de þikenandin

Hezvanên te çep û rast li hev gerandin

Gulê..!ma rengê te ji ku hatiye..?

Gulê pelê te li ber ba dibin

Di sînoran re derbas dibin

Di nav pêlên deryayên ne nas de binav dibin

Û pelên te yên rû spehî û sor

Di nav dest û nigên zinêkaran de berbat dibin

Gulê..! li xwe bipirse tu ji ku hatiye?

Avdizê te eþkere sûnd dixwe

Dibêje ezê te tune bikim

Xêr û bêra te talan bikim

Pelê te ji hev tar û mar bikim

Ji ber navê te,ezê te qaçax bikim

Gulê..! ma qey navê te çi ye ?

Mafê mirovan derewe gulê mehrûmê

A rast fen û bazare gulê rebenê

Bawer nebe vaye sed sal ev hale

Stirî, pelixandin û keleme gulê bê kenê

Gulê ma kenê te li ku ye..?

Carekê bi kene

Pelan li xwe bicivîne

Bêhna xwe li xwe vegerîne

Ava xwe ji mêþên xwe re hilîne

Gulê..! tê kengî bikene...?

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org