|
Rûpelek ji dîrokê…Sûrêm gundekî herêma Bedlîsê bû..!? Gula Amûdê
(xeleka dudiwan)
Xalê
min Evdirezaq digot: Safya por kurê tu zaro ye tê çilo tenê li xerîbiyê
bimîne..ev sê þev û sê rojê me em li mihemed digerin û em wî nabî
nin bajar mezine qîza min ,bê bav pirrin,tu zaro ye va gundî tev de
vedigerin zozana de ka bi me re were keça xalê xwe,em paþê dikarin
vegerin û li mihemed emînê bi tenê careke din bigerin.min ji
xalê xwe re digot Xalo..!
bê mihemed emîn ez nikarim vegerim sûrim, dîsan ezê xerîb bimînim ,çilo
ezê ruhê xwe li vir bihêlim,çawa ezê canê xwe windayî bihêlim,ezê
çawa çira mala bavê xwe bicarekê re vemirî bihêlim.
îro
neviya min dibêje:pîrê we nizanî bû kî þerê dike,we nizanî bû
þerê cîhana ê yekê ye,yan ê didwa ye,yan ê sisya ye.....,we nizanî bû
morîka stwê we di nav lingê
hespên cenga kê de winda bûye,we nizanî bû hûn êzingê agirê kêne?xelkê
çar wext govenda xwe li hewþa me li dar xistine,qirêja nava xwe li ser livîna me vala kirine,romî hatine,tazî hatine,mexûl
hatine,tirk hatine,firs hatine, þûrên xwe tevdan di qirika me de kiþan
dine,ji rojhilat,ji rojava,ji baþûr,ji bakûr,ji her çar terefên dinya yê
konên xwe li ser sînga me vegirtine.gulla tivinga xwe di malzaroka dergûþa
me de teqandine. pîrêê..emê kengî dikaribin sînga xwe biparêzin..?emê kengî sermemikên pêsîrên bejinroja xwe ji devheramoka paqij bikin…?emê kengî karibin kesk û sor,sipî û roja xwe himêz bikin. Demê
ez nizanim,çaxê ez nizanim,çîrokê ez nizanim,tenê tê bîra min siwarê
hespê,ismaîlo ez ne dibirim gundê xwe gocekê,ji min re got anha em li deþtê
cotê axê dikin,nûrê.. em pirr ji sûrêm dûrin,min bi xwe ew welat ne dîtiye,nûrê
kesî te li van deveran nemaye û tu zaroye tu nikare li vê çola bê xwedî
tenê bimîne,gera te, li birê tey zaro wek gera li serê derzyê di nav
koma qirþên pûþ de ye, a baþ ewe ku tu bi min re were deþtê,emê
bibin xwedî û mirovên te,emê bibin stara serê te. Ji
neçariyê,neçarî dihat pêþya min,ji bêhiviyê dijwariya ne xuya dibû
nîþana min,li deþtê ismail ez li xwe mehr dikirim, ez dibûm hewya
jineke nexweþ ku nedikarî bû serê xwe ji erdê rake,nexwþya wê ez gûman
dikim êþa zirav bû, piþtî demek ne dirêj hewya min emir dida hazira û
diçû wê dinya ya heq,ji êþdîtinê, ji zehmetiya sêwîbûnê,ji dilê
xwey bi kul, min herdû sêwiyên wînî hûr xwedî dikirin,evdilrehman sê
salî bû,þêxmûs du salîbû,bi zarotiya xwe ez dibûm diya zarokin gurrî
û nexweþ,ez dibûm bermalya mêrekî belengaz,feqîr û xeþîm,ez dibûm
berdestka jinbirên wînî bê rehm,nezan û sert,ji bêxwedîtiyê nabûn
li min tune bû,rûniþtin ne para min bû.
her
destê sibê û berî derketina rojê ez di nava xwe de digiriyam,min ji xwe
re digot,gelo mihemed emîn saxe,gelo xalê min ew vegerandi ye sûrêm,yan
hîna ew jî wekî min di aþê bêxwedîtiyê de tê ye hêran,gelo ezê
careke din bi çavê serê xwe sûrêm bibînim,gelo ezê herim ser tirba þêxê
xwe,û xwe bavêm hewara wî ko xwedê teala berxê bavê minî bi tenê sax
vegerîne zozana,ez çar..pênc salî bûm bavê min ji mere digot:kerametê
þêxê me pirr hene,dema xwedê nenasên turko ew hêsîr girtin û þêx
þabedînê me birin ber sêdarên bi darvekirinê deh caran werîsê
gerdena þêxê min diqetiya,erd û ezman ji hêrs û heyfa þehîdê me di
hejiya. Li
deþtê ez ji ismaîlo bi halkî dibûm,berî wexta xwe ez mezin dibûm,di
feqîrtîyê de,min di nava xwe de,kulek din,êþek din,zulmek din,bêgunehek
din,jîndarek di jiyana zor û zehmet de hildigirt,min......................ta
xeleka sisyan
|
copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org