Heyiva
Adarê, di Gotinêt Mezinan da
Heci
Cefer
Dema Heyiva Þwatê bi sir
û serma xove wexerdiket, Heyiva Adara pîroz dibîte Mêvaneka Gîyan
sivik û bi qedir û biha. Her duwasde Heyivêt Salê Gotin û Çirok
û Serhatêt taybetî hene, çonkî jîn û jara Xelkî bivan
Heyivanve heye, milmilaneyek dinavbera Mirovî û ser û berê van
Heyiva heye, lewma her Heyivekê ji Heyivêt Salê cihê xo dinav
Çirok û Serhatî û Gotinêt Mezinan da kiriye û boye Serbûr
û Serpêhatî bo Jiyana Mirovan.
Heyiva Adarê jî cihekê taybeti divan Çirok û Gotina da heye,
çonkî li vê Heyivê Jiyan Nûjen di bît û hemî tiþtê li
bin Erdî, bi Giyan di kevît û dête Meydana Jînê.
Li vê Heyivê Bihar destpêdiket û Xelk di girnijît û
(Melkejat) piv diket Giyayê Biharê:
(18eyi Adarê, Melkejat hate xwarê, piv kir Giyayê Biharê).
Lê Bihara Kurdistanê wekû yek û diyek demda destpênaket, dema
Bihar li Germiyana dêt, hêþta li Zozana befre, lewma gotiye:
„Adarê Meþka li Darê, ne li hêre, li beriya Þingarê“.
Yan:
„Befir li Zozana dêt rim rim, li deþtê þîn dibît Genim,
Cotiyar dibîte Hakim“.
Nek Bihar serê Adarê nahêt, belko heta 18eyi Adarê jî, hêþta
Befir di barît, di bêjin:
„Hejdeyî Adarê, ne gire ji Biharê, dûr nîne dû bihostêt
Befirê bêne xwarê“.
Hindek jî di bêjin:
„Hejdeyî Adarê, ne gire ji Biharê, heta bîst û çwarê“.
Lê hindî Befir bêt, xo nagirît û dê helîyêt di bêjin:
„Befra Adarê, bikevît heta Gohêt Darê, namînît heta êvarê“.
Herçewa bît, Xelk li vê Heyvê ji sir û serma Ziztanê rizgar
dibît û tirs dilî da namînît, hindek Dar û Giya û Germa
peyda dibît, di bêjin:
„Adarê serê Darê, xoþtire ji binê Darê“.
Yan dibêjin:
„Adarê Seh kefte ber siha Darê“.
Lê Mirov her pêtivî Agiriye, di bêjin:
„Adarê Agir xoþtire, ji Zavarê“.
Hindek Gotinêt din hene,
her çende navê Adarê li gel nîne, lê di kevne di Heyîva Adarê
da û li ser Heyîva Adarê têne jimartin wekû di bêjin:
„Pîvûk ne Bihare, Jina bi Mêr ne Yare“.
Yan di bêjin:
„Kêrat ne Bihare, Jina bi Mêr ne Yare“.
Ev (Pîvûke), li gel Dara (Kêrat)ê, li serê Adarê þyîn
dibin û bixemil di kevin, lê weku ji Gotinêt jorî dîyar dibît,
hêþta eve nîþanêt Biharê nînin.
„Newroz“ Rojeka geþedare, di Mêjuwa Milletê Kurd da, ew
roje, ya ku Kurd ji bin destê Dû Zilma rizgar boyîn û rizgar
di bin, yek Zûlim û zordariya Zistana dîr û dirêþ, dû Zûlim
û zordariya (Zihak)ê xwîn mêje.
Weku diyare Sala Kurdî li
(21) bîst û yekê Adarê destpê diket, li vê rojê Þev û Roj
hindî yek lê tên, sir û serma li vê Rojê namînin û serê
Biharê ye û serê xoþiyê ye, di bêjin:
„Newroz, xilas bun de´wa û dûz, ne dibît herî, ne dibît
Tûz“.
Heke hat û li vê rojê Xelk li Serbana binvît, ya diruste û çi
zerer bu nîne, heta Mirov dikarît Landika Zaroka jî bibete
Serbanî, di bêjin:
„Newroza Sûltanî, Landika sava bibe Serbanî, çi êþ
nagehin leþê Xodanî“.
„Zîpe“, ku heþt
Rojin, di kevne pêncî Adarê heta sêzdey Adarê, rojêt sarin
di Adarê da, di bêjin:
„Ez Zîpeme, Zîpedarim, heke bi barim, heke ne barim, ez her
yê sarim“.
Yan di bêjin:
„Heke Zîpe barî, me zûyî darê, heke ne barî Genmê di
Karê“.
„Qirîpe“ jî heþt
rojin, li dûyîv Zîpara tên, dîyare evejî bu Pîrejina di
sarin, lew gotiye:
„Bayê Zîpane, Memkêt Qirîpkane, li Kiça dermane, li Pîrejina
Þev tane“.
Heke Zîpe ji pênçê heta sêzdey Adarê bin, (Roja Gîskî) dê
kevîte Dizîpada, yan dû roj paþî Zîpa, Çîroka Roja Gîskî
eveye:
Li vê rojê Dunya Gerim di bît, Gîsik yariya di ket û di kevte
leyîzoka, kerbêt Þivanî gelek ji Gîskî vedibin, vêca dê bêjte
Adarê:
„Ya Dada Adar, bide min rojeka sar, da Gîskî pê bikem
dar“.
Dê Dunya wesa sar bît, Gîsik
dê ji serma mirît, Þivan dê Gîskî vekujît paþî dê Dunya
hind gerim bît, Þivan dê Gîskî bete ber siha Darê Gorêt.
Herweku me li serê Gotara Xo gotî, Bihar li Kurdistanê li hemî
Devera, di yek dem da destpênaken, lewma dijatiyek -tenaqith-
di navbera Gotinan da heye, çonkî her Gotinek bu Cihek
taybetî hatiye gotin.
Bila ewjî bîte Zanîn, ku 1.Adara Heyîva Hukumetî 1.3., nabîte
serê Adara Kurdî, hêþta 14 roj di mînin bu serê Adarê, lê
dîsan nîþanêt Biharê li vî demî jî diyar na bin, heta 18.
Adarê, lê dîsan nek li hemî Ciha, belku li Dûlêt Zêbarê,
ewjî ne li Erdî, belku li serê Darê, herweku ji vê Gotinê dîyar
dibît:
40 Çilene
20 Biçene
16 Cemad
8 Qirîpe
4 Hene
2 Dî linik
(Xilasbûn Zirîpk û Qirîpik, xoþbûn der û dûlik, Gayê sor berde rwîne nik, dê têr xût bê þik…. Jivêre heta Stembûl Kiçik, derket Þat û Þoto Þemender, Bes û Musa Eskendir, ji bin Zûlma Zistanê hatine der, ew li çendê?
18. Adarê, 18. Adarê,
pisyara Biharê, li vêre ne, li Dûlet Zêbarê, ewjî li Erdî
ne, li serê darê).
Têbînî:
Ev Gotare di Kovara Serhildan, li Duhok, Jimare 2, li Sala 1993 da
hatiye belav kirin.
copyright © 2002-2004 info@pen-kurd.org