Laliþ bingehekî ronahiyê ye ji bo êzidiya û êzidiyatiyê

Helbestvan û nivîskar Mueyed Teyib:

Hebûna pitir ji olekê û neteweyekê di welatekî da dewlemendî ye nek lawazî ye ji bo êketîya niþtîmanî

Bi sedên salan þerê êzidiyatiyê hatîye kirin û bi sedên salan xebat lazime ta ku þaþî bêne rastvekirin

Tora laliþ /Hevpeyvîn / Hejar. M

 

Mueyed Teyib sala 1957 li bajarê Duhokê ji dayîk bûye derçûyê kulîja yasayê ye û berpirsê dezgeha sipîrêz ya çap û weþanê ye û endamê ekadîmya kurdî ye, ji sala 1976 heye neha wek helbestvan tê naskirn, dîsan jî karê rojnamevanî kiriye, karê wî yê serekî neha sernivîserê dezgeha sipîrêz û govara kepire, kesekî hevaldostê bingehê laliþ û ronakbîrên êzidiyaye û xemxurê kûlturê resenê kurdî ye ji lewran me xwe gehandê li baregayê karê wî li Duhokê û me ev hevpeyvîna li xwarê li gel encam da.

 

Di bersiva pirsyarekê da ka pêzanînên xelkê berî bingehê laliþ were damezirandin derbarey êzidiya û êzidiyatiyê di çawabûn? Teyibî bi peyvên xwe yên wêjey û bi zaravekî zelal bersiva vê pirsê da û got:

Li ser hindêre li Kurdistanê û Îraqê gelek ol û netewe hene lê mixabin pêzanînên durist derbarey hev û dû nebûn eve jî vedigerête sîyaseta hingê ku behis neyête kirin, wan hizrên þaþ yên ku pitir ji olekê û neteweyekê di sinorê welatekî lawazîye ji bo êketîya niþtîmaniya wî welatî, helbet eva hanê dîtineka paþverûye û paþvemaye, belku hebûna pitir ji olekê yan pitir ji neteweyekê di welatekî da dewlemendîyeka kûltûrî ye  nek gefeka li ser êketîya  wî welatî, bes li welatên paþketî û bi taybet jî li rojhilata navîn hosa bûye nerît, mixabin sîyaseta giþtî ya fermî û ne fermî bawerî bi vê yekê hebûye, ji ber hindê jî ev netewe û olên li kurdfistanê û Iraqê dijîn wekir baþ hevdû nasnekin, miletê kurd bisilman û êzidî û hinek Kirstiyan jî hene, sereray ev ola li kurdistanê heyin bes mixabin mejî ji êk û dû nedizanî, wextê mirov baþ êk û dû nasneket jî vêce mirov her tiþtekî li ser hev bawer diket, eve dê weket ku meselek heye dibêjit: Mirov dijminê wî tiþtîye yê ku nasneket, vêca eva hanê neyariyekê hindek caran li cem xelkê peyda diket, wekir ku hindek gotgotkên ne weyî û ne rast li ser êzidiyan bêne gotin û misilman bi çavekî kirêt berê xwe bidene êzidiya û êzidî jî bi çavekî tirsê berê xwe bidene bisilmana ,lê her wextê me baþ pêzanîn li ser hev zanîn hingê dê karîn dostînyeka dirust jî biken, damezirandina Bingehê Laliþ ku êzidiya destpêkiriye û bi taybetî ronakbîrên wan naveroka êzidiyatiyê bi xelkê dane naskirin eva he karek gelek pîroze, dema ku mirov gelek hevnas biket ew goman û hizir û þaþî kêmtir lêdhên û mirov dê biçavekî dî reftarê digel hev ket, ji bo hindê ku ye pêtivî ye birayên me yên kurdên êzidî  pitir derbarey kûltûr û baweryên xwe bi xelkê biden naskirin .

Her di vî biyavî da daku bizanin piþtî Bingehê Laliþ hatî damezirandin eva li serî bas lê hatî kirin çawa tê dîtin ? got:

Bingehê Laliþ piþtî hatîye damezirandin li Duhokê bûye bingehek ronahiyê ji bo êzidiya û êzidiyatiyê bi çalakiyên xwe, we kiriye ku bibte cihek ku Duhok pê bête naskirin her mêvanekî biyanî yê ku bête bajêrê Duhokê hez diket seredana baragayê Bingehê Laliþ biket û peristgeha Laliþa Nûranî jî seredan biket, rolê Bingehê Laliþ di van salên çûyî da rolekî gelekî mezin bû xizmeteka gelek baþ di vî warî da ji bo êzidiya û êzidiyatiyê ji layekî ve û ji layekî din ve derfetek baþ bû ku kurdên misilman pitir birayên xwe yên kurdên êzidî jî nasbiken .

Da biçin di nav rewþenbîriya kurdî da bi giþtî, Laliþê karîye wê valatiya di nav rewþenbîriya kurdî da heyî pir biket? Mueyed Teyib bi kurtî bersiv da û got:

Piþtî serhildana pîroz, ew azadiya gelê me pê þad bûyî, her kesek bi azadî bîr û bawerên xwe derbibrin, bi taybetî ewên hatîne çewsandin û bi dest bûn, vê azadiyê we kir ku derfetik hate pêþ ku êzidî xwe bi xelkê biden naskirn , di vî warî da Bingehê Laliþ rolekî erênî û pozitîv gêra, ku ne tinê bû bingehek ji bo êzidiyatiyê belku bû bingehekî rewþenbîrya kurdî ji xwe ji diruþmê wî ( Laliþ kaniyeka zelale dihuret di robarê rewþenbîrya kurdî da) ev diruþme wergêra di jiyana rastiyê da, eve nema diruþim belku bû kar û piraktîk kir, gelek rewþenbîrên kurda ji misliman û êzidiya çalakiyên xwe anîne di vî bingehî da û neha Bingehê Laliþ êk ji bingehên serkeftî û pêþkeftî ye û em Kurd û xelkê Duhokê þanaziyê pê dikin.

Hivde salên azadiyê rewþenbîrên êzidiya gelo karîn hevrikya rewþenbîr û nivîskarên hevçerx bikin di çarçovê êzidiyatiyê da? Helbestvanî ev pirse bi ronî bersiv da û got:

Gelek pertûk li ser êzidiyan hatîne nivîsandin, ew bîr û bawerên þaþ û çewt li ser wan dihatine gotin we kir ku êzidî di serencrakêþ bin her mirovekî biyanî hatîye vêrê derbarey êzidiyan bihîstîye vîyaye wan nasbiket , gelek pertûk bi zimanên ewropî tenanet bi zimanê erebî jî hatîne nivîsandin, wek dînek di nav cîhana îslamî de ( kirstîyanet, yehodî û hineka kêm jî zeredeþtîyet jî) tê naskirin, lê ev olên dî wek sibî û êzidî ku jimareka kêm xwe di nav misilmana da parîstîne eve bi xo dîyardeyek bû cihê serencrakêþana xelkê bû, ev mirovên ji derve hatîne xwestîne bizanin ka êzidî çi ne, bes mixabin hemi gava kes nebû bo wan biaxivit, ji ber hindê jî gelek caran wan misilmanek yan qeþek yên dîtîn û bo wan yê axiftî, gelek hizrên çewt li ser êzidiyan hatine veguhastin, ewane ne ji niyeteka xirab belku wesa bû wana dihate gotin, ji encamê wê zilm û sitema li êzidiyan dihate kirin, êzidîya zû bi zû nediaxivîn, dema êkî pirsek ji wan kiriba yan wan nedizanî bersiv nedan yan nediwêrîn, ji ber vê yekê jî wan nivîsera çi biyanî çi ereb dibêjin hevsarê xîyala xwe diberdan û li dûv dilê xwe tiþt bi êzidiyan ve diristin, nuke Bingehê Laliþ avabûye. Ronakbîrên êzidiya bi xo dinivîsin wextê êkî biyanî têt em dikarin bêjînê Bingehê Laliþ heye li wêderkê pêzanînên dirust derbarey êzidiyatiyê hene, evê çendê wekir di van salên çûyî da ew þaþiyên derheqa êzidiyan ve hatîne gotin bêne rastvekirin, rewþenbîrên êzidiyan ji wana Dr. Xelîl Cindî pertûka wî ( ji perên edebê dînê êzidiya ) mirov dikarit bi naveroka wê bi êzidiyatiyê bigehîjit, ji bo wê jî rolê rewþenbîrên êzidiya rolekî gelek pîroz bû hîvîdarin dê berdewam bin ji ber ku bi sedên salan þerê êzidiyatiyê hatîye kirin ji lewra bi sedên sala xebat û têkoþan lazime taku ew þaþ û çewtî bêne rastvekirin .

Her di çarçovê têkoþana bingehê laliþ, me xwest ku bizanin ka astê govara laliþ çawaye ku nivîsar jî êk ji xwendevanê weþanên Laliþê ye?got:

Govara Laliþ her sê meha carekê derdikevit, govareka vekolînê ye rewþenbîrîya giþtî û gelek giringe, gelek giringe cihek hebit mirov bizanit li vê derkê da tiþteka ku potepêdaneka pitir ji govarên dî bi êzidiyatiyê tête kirin, rewþenbîrê êzidiya diviya xwe ji çarçovê govara Laliþ derbêxin û berhem nivîsînin xwe di govar û rojnamên dî da jî belavbikin, lê eva hanê taybetmendiyên êzidiyatiyê di vê derkê da bêne nivîsîn ji bo wê jî rolê govara Laliþ rolekî pîroz bûye û hîvîdarin roj bo rojê pêþbikevit û bikarit lêkolînin kûrtir û zanistîtir di vê govarê da derbarey hemî layenê jiyana êzidiyatiyê.

Kesekî ku nêzîkê xebata Bingehê Laliþ boçon û raspardên wî ji bo pitir xurtkirina kar û bizavên Bingehê Laliþ di pêþerojê da giringin, di biyavê vê pirsê da berêz Teyibî anî ziman:

Erkê Bingehê Laliþe û erkê ronakbîrên êzidiya ye ku raya giþtîye kurdistanî û Iraqî pitir xwe pê bidin naskirin, divêt ji bo vê yekê jî li sê çar bereyeka kar bête kirin: 1- Di nav kurdên misilman da pitir rastiya êzidiyatiyê bidene ronkirin; eve jî bi rêka peywendiya û kor û semînar û weþanên Laliþê, 2- Gelek hewildan hatine kirin li ser demê rijêma gor be gor ya ji navçûyî ku êzidiya ji kurdan vekin û wek ereb yan neteweyeka dî bidin naskirin, mixabin hewlên hanê li êketîye Sovyetî û li Ewropa jî hatin kirin, eve gelek giringe ku êzidî kurdên resenin, wek cenabê serok Barzanî ameja pê kirîye pitirîya kurda îro bawerîyê bi vê çendê tînin, gerek ev hizrên çewt nemînin ku hinek êzidî pê hatîne xapandin, 3-Kurdên êzidî pêdivî ye îro hewilbidin xwe veder nekin ji her kesekî bila taybetmendîya wan bê parastin wek hebûna ( Bingehê Laliþ, peristgehên pîroz, govar û ... hd), lê bi dîtina min bila ronakbîrên êzidiya pitir biçin di nav xelkê da .

Peyva dawiyê ya berêz Mueyed Teyib ew bû: ku bila hemî ol û netewe di sînorê Kurdistanê û Iraqê da bi azadî bijîn û rêz û hirmet ji bo yek hebin eve jî divêt bi piraktîk bê dîtin û çespandin û spas bo we jî 

 

 

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org