|
WELATEK
JI KÛ DERÊ DEST PÊ DIKE
Hêjarê Þamîl
Welatê
kurdan weke çar parçe, gund bi gund, malbat bi malbat, meriv bi meriv, dar
bi dar û kevir bi kevir hatiye parçekirin. Welatek ji kû derê dest pê dike? Ma ji wê bêriya bêpênase ya gundekî ku, bêkes maye di paþ xeyalan de dest pê nake? Yan jî ji darake biyê, ji dengê çemê quntara çiyayekî, ji bêhna kulîlkên gilyazan ku, nixumiye nav giyana me, di þiliya sibeheke biharî de dest pê nake?
Bajarokê
Maxmûra penaber ku, Nizamettîn Akkurt ji pirtûka xwe re kiriye mijar,
xaleke biçûk a Kurdistana me ye, lê ne jirêzê ye. Bajarokekî
“modern”e, ku gelek eþîr lê civiyane û bi bingehê xwe gundî ne.
Weke ku bajarokê herî nûjen ê Kurdistanê ye, cîgehê mezin ê
penaberiya hundir e jî. Yek jî di nasnameya Maxmûrê de siyasetgerî,
berxwedan, xemgînî, qehremantî…heye. Weke
encamekî þerê dawî di parçeyê Bakûrê Kurdistanê de, ku di nav sînorê
Dewleta Tirk de dimîne, 4000 gundên kurdan hatibûn valakirin. Di sala
1994’an de bi hezaran gundiyên Botanê yên welatparêz ku ji ber zilma
dewleta Dewleta Tirk di tengasiyeke mezin de bûn, bi alîkariya PKK neçar
mabûn ku, birevin Baþûrê Kurdistanê. Penaberên ku derbasî Baþûr bûbûn,
pêþî li herêma Heftanîn, li mintiqayên Bêhêrê û Þeranîþ bicih bûbûn.
Li wir jî hêzên arteþa tirk dev ji kurdan bernade û wan tengezar dike.
Penaber pêþî tên Geliyê Qiyametê, piþtî demekê bicih dibin. Paþê
derbasî Nînova, Sêmêlê û ji wir jî diçine Nehdarê û di dawiyê de
jî li Maxmûrê cîwar dibin. Maxmûr, li paþ xwe tenê ne rêyên
tengezariyê, qasî ku netewek hîn bibe û xwe topîsehev bike, dîrokeke
navdar û xemgîn dihêle. Dê paþeroj çawa bê avakirin, ma ji dîrokê pê
de kî baþ bersiva vê dizane? Nizamettîn
Akkurt çavên xwe baþ vekirine, dengê dilê xwe guhdarî kiriye û vê
pirtûkê nivîsandiye. Em ji vê pirtûkê hîn dibin ku; Li
bajarokê Maxmûra penaber ji dibistana seretayî hetanî amadeyî ji 3
hezaran zêdetir xwendekar bi zimanê kurdî perwerde dibînin. Di
gelemperiya Bakûrê Kurdistanê de jimara kesên ku xwedî xwendin û nivîsandina
kurdî ne, belkî jî ne ewqas in. Xwendekarên Maxmûrê di serî de
potansiyela kadroyên netewî yên Bakûrê Kurdistanê ne. Ev tiþtekî
erjeng e. Di salên 30’yî de nêzîkê 20 ciwanên kurd ji bo perwerde dîtinê
ji Êrîvanê diçine Rûsyayê. Paþê jî ew ciwan bingehê Kurdolojiya
Sovyetê ya bi xweseriya kurdî datînin. Ma hûn dizanin potansiyela 3000
kadroyên netewî, yên ku bi jiyana kurdî rabûne û rûniþtine û
xwendina xwe jî bi kurdî dîtine tê çi wateyê?!... Heçî
Maxmûr e, paþverûtiyên civakî “kirasî” û modernîzma “Di bixêriyê
de dikevê” bi dijwarî pev diçin û taybetmendiyên paþverû û
welatparêzî hev û din dixeniqînin. Civatek e ku, têkiliyên feodalî
netêperandine, bi çespandineke þoreþgerî û çemkeke mûhendîsiya
civakî tê xwestin ku, di nava pergala têkiliyên sosyalîst de bê meþandin.
Ger em nekevin gotûbêja kêm û zêdeyan, emê karibin bi hêsanî bibêjin,
komheviyeke girîng heye ji bo avakirina paþerojê. Lê tevî ku ev heye jî,
gengaz e ku civateke reel sosyalîst ava bike. Ji ber ku vî aliyê ku her
amade ye ji þemitandinê re li ba xwe tim peyda dike. Di Baþûrê
Kurdistanê de li ser gelê Maxmûrê polîtîkaya avakirina “parçeyekî
azad” hatiye meþandin. Ji ber vê çendê zêde polîtîze bûye. Ji ber
ezmûneyên bêjimar, ku li ser hatine meþandin, ketiye rewþeka biparçe.
Maxmûr, êdî hatiye halê prototîpeke biçûk ê wargeha reel sosyalîst.
Em ji pirtûkê vê jî hîn dibin. Pirtûk
ji çavdêriyên takekesî, ji analîzên objektîf pêk hatiyê. Di vî
aliyê de jî hewîsîner e. Di van salên dawî de çiyayên qeþayî
ketine navbera gerîlayên ku ji bo gelê xwe bûne canfîda û gelê ku gerîla
kiribû taca serê xwe. Nivîskar çavdêriya xwe wiha kurtase dike: “Pir
balkêþ bû, di havîna 2004’an de ez çûme wargehê min dît ku, ne
penaber silavê didin kadroyan, ne jî kadro silavê didin penaberan. Di
navbera kadro û gel de çiyayên qeþayî hebûn. Dîsa rewþa rêveberî
bi heman rengî bû. Kadroyên ku silavê ji penaberan werdigirtin an jî pêþwaziya
silava xwe didîtin kêm bûn, ew jî ji heman eþîretê bûn. Kadro
gava ku di rê de dimeþiyan, li penaberan nedinêrtin, penaber jî bi heman
rengî berê xwe dizivirandin. Helbet ev mesela silavnedayînê çendî ku
wisa êrî û masûm xuya bike jî, di bin re destnîþana gelek rastiyên dîtir
dikir.” Nivîskar
di bajarokekî xwedî nifûsa 10 hezarî de rewþên tên jiyandin, analîz
dike û qasî têra perspektîfa avakirina dengeya saxlem a navbera gel û hêzên
wî yên pêþeng bike nirxandinan berpêþ dike. Di vî aliyê de jî pozîsyoneke
hewîsîner xêz dike. Di
vê pirtûkê de hemû kitekitên civakî yên li Maxmûra biçûk têne
jiyandin, bi hezkirina mezin a welat û bi bingeheke rasteqînî hatine nivîsîn.
Di vê pirtûkê de gelek tiþtên hêja hene ku divê bêne zanîn û jê
ders bêne derxistin. Lê di vê pirtûkê de tenê tiþta ku tune ye;
xapandin û herifandina rastînê ye. Nizamettîn,
ji xwe re kiriye mesele ku, ji rastiyê re bibêje rast û ji çewtiyê re
bibêje çewt. Ji ber vê çendê, ji bo dîroka rojaneyî ya kurdan, pirtûkeke
hêja li ser lêkolîna civakgerî daye qezenckirin. Dê
dîroka kurdan ya rastîn wisa bê nivîsin; bajarok bi bajarok, gund bi
gund, mezra bi mezra. Kengê ku di derbarê her gundê me yê “Yekmalê”
de pirtûkeka me ronahî dît, dê emê hingê karibin bibin rast xwediyên
Diyarbekira xwe.
Hêjarê
Þamîl
|
copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org