Hekar
Findî
Email:hekarfindi@yahoo.com
Ne
gelek seyre ji bo min demê ez dibînim yan jî dibihîsim ku (
Ereb ) bi her awayekî be li dijî me radiwestin , lê tihstekî
min heye ku her tim ez dibêjim û ez bawerim her kesê kurd jî
weha dibêje ... erê ma em Erebin , yan xaka me ya Erebane ... ma
emê ji ereban tihstekî bistinin yan jî eme mafê xwe vegerînin
...hetmen ev mafê meye ê ku em jêre xebat dikin . Evca bi tu
awayan mafê tu milletan nîne ku bibin rêgir di rêya me de.
Berî
çend rojan hevalekî min ez agedarkirin ku nivîserê Ereb “
Xalid El-Qiþtinî“ di goþa xwe ya rojane di rojnama “ Eþerq
Elewset “ ya roja 29.9.2004 an de
li bin navê (Pirsek bo hawlatiyê Kurd : çi mifa di
serxwebûnê deye ) hin tihþt nivîsnadine ku birastî gelek
gotinê wî cihê pêkenînê ne, wî bi hizreke gelek þofînî
û vala xwe li hemberî hesta netewayetî li cem Kurdan
leyzandîye .
Emê
hin gotinê wî rexne bikin , bila bêjin emê bersiv bidin baþtire
.
Ew
tê û behsa zimanê Kurdî dike û dibêjê "
ta niha zimanê Kurdan tuneye (!!).. kesê li Helebçe dijî ji
kesê ku li Amêdîyê dijî fam nake.... Kurdên bakurî bi tîpê
latînî dinvîsin û Kurdên din bi tîpên Erebî dinivîsin
" .
Ez
jî yê bêjim wî :
Pêzanînên
te gelek kêm û sade ne , peyva ziman ne raste bo vê gotina
te bikar anîye belku te dikarî bêjî zarav ... raste em
Kurd ta niha ne xwedî zimanekî yekbûy ne . Ser gotina ku ew kesê
li wan cihên te destniþan kirîn ji hev fam nakin ew jî ne
raste , Kurd xwedî gelek zaravin, lê her ji hev fam dikin ...
tenê hin gotin nebin ku ji hev cêwazin , lê bila ji bîra neke
ku Ereban jî bi dehan zarav hene û ew bi xwe jî ji hev fam
nakin (ger em weke hizra wî fam bikin). Derbarê bikar anîna pîtan
.. ew jî her bo dagîrkirna dujminan vedigere .. ku desthilatên
dagîrker wesa kirin ku niha cêwazîya pîtan di nava me de hebin
.
Lê
bila Qiþtînîye delal kartêkirina ola îslamê jî ji bîra
neke ... kanê islamê çend xizmeta netewa ereban kiriye û ta
niha jî ereb islametîyê bo berjewendiya xwe û netewa xwe bi
kar tînin .
Dîsan
ew tê û behsa nebûna ferheng û jêder û pirtûk û inskilopîdiya
ya dike ....di ser hindê ra jî Kurdan her tim xwe ji kêmtirî
tu milletan ne dîtîye û xebat di wan kara da kiriye,
erê ma Kurdan kinga xwe serbest dîtine ... derfet bo wan
cêbune û wan ev yek ji xwe re nekirine ... erê ma ereban çewa
ev tihst ji xwe re peyda kirine ... ger serxwebûn û azadiya
ereban ne baye .. niha ereb yê xwedî ev tihste bane? .....erê
ma her ne dujminên Kurdan ev rê li hemberî me Kurdan girtine .
Xalid El-Qiþtinî bila here ji Seddam Hûsênê xwe yê
cinayetkar bipirse ka wî çi bi sere Kurd û Kurdistanê dianî.
Piþtire
nivîskar tê û xwe þaþ dike û ereban bi milletekê xwedî dîrokek
dûr u dirêj û pêþkeftineke þarsitanî dibînê , lê ew nabêje
ku dîroka wan pirî tiþtê nizim û paþketîye,
çima dab û nerîtên xwe yên ne mirovatî û þaristanî
li pêþ cav nabîne ... ew cawa dîrokeke pirî karên hovane bi
dîrokeke þaristanî û pêþketî dibîne . Bila ew bi xwe
careke din baþ li dîroka xwe mêze bike .
Ew
bi serxwebûna me ketina barekê giran li ser millên me dibîne
... ew dibêje " Dema Kurd
ji laþe niþtîmanê Erebî veqetiyan wê demê ewê
bikevin astenga, ji ber niha gelek Kurd di nava ereban de kar
dikin ji ber zanîna wan bi zimanê ereba ".
Em
jî dibêjin:” em ne ji niþtîmanê erebane ta jê veqetîn, em
neteweyeke serbixwene û kawdanên cihanê weha li me kir
ku niþtîmanê me perçe bibe û niþtîmanê me ne tenê bi
welatên ereban ve hatiye girêdan .
Ger
milyoneke (bila gelek bi zêdehî em bêjin )
Kurdan di nava erban de kardikin ji ber zanîbûna wan bi
zimanê Erebî , ez dibêjimê ku niha bi cend milyona Kurd di
nava welatên Ewropa yê de hene û zimanê wan jî dizanin û bi
wan re kar dikin ... ev dibe ku em bêjîn em ji Ewropayê ne?!
Ew
fêrkirin û xwendina Kurdî bi guneheke mezin dibîne û dibêje:”
ger ez di cihê Kurdan de bame minê zarokên xwe ne rêkirbane
xwendingehên Kurdî , ji ber ew tu mifayî jê na sitînin û sibê
yê bibin nezan, ew nikarin bi wî zimanî kar bikin“,
Ez
dibêjim cima niha tev welatên ereban yên xwedî ( þaristanîi
û dîrokeke geþ ) zaroyên xwe bi zimanê Erebi fêrdikin, yan
welatên pêþketî cima bi zimanê xwe dixwînin û dinivîsin?
Û çima em Kurd karekî wiha nekin?.
Çima
ew nikarin pê kar bikin ....çawa Ereb yan Tirk yan Faris yan her
milletekê din bi zimanê xwe yê zikmakî kardikin em jî yê
wesa kar bikin .
Raste
zanîbûna zimanan mifayê xwe heye ... ger zaro , law u her kesê
Kurd bi ingilîzî yan her zimanekeî Ewrupî bizane, emê bêjin
baþe. Ji ber zanîbûn û hebûna jêder û pirtuk û hwd her tiþtên
wan hene, lê bila ne bêje ku zanîbuna zimanê Erebî mifayê
xwe heye û bila Kurd
bi Erebî bixwînin û binvîsin, ma ereban çi dahênan hene , ma
ereban ci tihstê nu derxistîye , ka zansitê wan yê pêþketî?.
Ew
navê hin edîbên Kurdan tîne ziman ku wan bi zimanê Erebî nivîsandîne
û di nava ereban de hatine naskirin û dibêje "
Ger wan ne bi erebi nivîsandibane ew ne dihatin nas kirin"
, lê ew nabêje ku ereb ji ber ne zanîna xwe ya her û her ew ji
zimanê xwe pêtir tihstekî nizanin, ger wan Kurdî bizaîbaye
wane gelek tihstê din bizanîbaye, erê ma ereb wekîlên xwedê
ne ta em neçarbin xwe di nava wan de binasînin?, milletê Kurd jî
xwedî edeb û toreye. Me bivê nevê emê di nava rûpelên xwe
de nivîsinê bikin, lê bila em di hinek alîyên din de jî bi
zimanên din binvîsînîn ji bo gelek tihstên din. Ez bêjim her
milletekê bi kultûr û edebê xwe tê nasîn, ne bi kultur û
edbê milletên din . Niha di cîhanê de zimanê ingilîzî li ba
her kesî balkêþe ku bizane ji ber pêtivîyayetî her kesî pê
bê kirin. Li vêre emê bêjin:“pa çend ereb hene ku ew bi
ingilîzî dinivîsînin û xwe di nava edebê ingilizî de dane
naskirin“?. Ez
bawerim tunene .
Xalid
El-Qiþtinî dibêje" Ger wan kesan bi Kurdî nivîsandibaye
keskî ew nas ne dikirin".
Ez
jî dibêjim ew tenê di nava ereban de hatine naskirin neke di
nava cihanê de, her wesa tihstekî din yê herî giring heye bêjim
ku ew kesê xizmeta edebê Ereban kirbe ew li ba Kurdan ne hatîye
nas kirin, tenê ew li ba çîna edîban yên ku bi zimanê Erebî
dizanin hatine naskirin, lê ew edîbê bi Kurdî nivîsandiye ew
li ba tev Kurdan hatîye nas kirin, giring ewe ku mirov xizmeta
gelê xwe bike .
Bila
Qiþtînî bizanîbe ku kesên wî ji xwe re kirine mînak ew kes
li ba Kurdan nayên pîrozkirin .
Em
jî dibêjin cima tev ereb jî bi zimanekî din nanivîsin û
dest ji zimanê xwe bernadin .
Xalid
El-Qiþtinî careke din tê û xwe têxîne nava þaþîtîyan de,
û dibêje "Aborîya Kurdistanê
bi pir feqîre dide nasîn , cihê Kurdistanê ciheke feqîre, cihê
Kurdan tev ciyayî ye, gaza Kurdan wê xelas bibe . lê
cihê ereban pir zengîne.“
Lê
ew nebûna geþepêdanê
li Kurdistanê nabîne ku dujminan weha kirine, lê her vedigerîne
ve bo serûberê Kurdistanê yê pir feqîr, ew bajarên ereban
berawrid dike digel bajarên Kurdistanê û dibêje "
lê binêre çawa em pêþketîne, bila Kurd nebêjin cima bajarên
me ne peþketîne " .
Birastî
ev gotineke gelek seyre ... nizanim çewa devereke bitevde biyaban
be ew zengîn tir ji devereke ciyayî dibîne, nizanim cihê
ereban ci tê deye, erê ma ne ereban xwe bi gazê kirin mirov ,
erê çima gaza Kurdan wê xelas bibe û gaza ereban xelas nabe?,
ger gaza Kurdan jî tunebe cihê Kurdan pir zengîne.
Her
wesa ew xebata leþkirî ya Kurd
li dijî Seddamê dîktator bi tawan dibîne ...
her wesa dibêje "
Ger xebata wan nebaye .. ev þer jî li dijî wan ne dibûn "
.
Seyre
an ne… ez jî dibêjim çima erban xebat kir ... bila ew jî bê
deng bimabane, niha ew yê xwedî
ziman û kultur û welatên xwe ne bane, ev çewa dibe ....
çima ji bo wan pîroze û ji bo
me tawane?.
Bila
em dûr ne cin û xebata felestîniyan li hemberî Israîlîyan bêxîn
ber cavê wî .
Xalid
El-Qiþtinî girêdana kesekî bi netewa xwe ve mîna lawekî demê
evîndarê kiçekê dibe ku her tiþt li hemberî wî nayê ditin,
tinê yara wî nebe, lê ew ji bîra dike ku Qurana wî dibêje ku
xwedê mezin millet dane çêkirin ji bo nasandinê. Li pey gotina
wî ez jî dibêjim bila ew jî nebe evndareke 14 salî. Bila bi
zimane xwe ne nivîsîne, bila xwe bi ereb nebîne piþtre bila bê
û bi xelkê re biaxive ….( mîna wî kesê cigara dikêþe û
ji xelkê re dibêje nekêþin ev ziyane ) .
Çima
ta niha ew bi Erebî dixwîne û dinivîse .. erê ew ne li
Ewropayê dijî .
Di
dawîyê de jî ew ve nivîsa xwe weke namekê dide nasîn û ji
himwlatîyê Kurd re dibêje : hîvîdikim
ku tu vê nama min ji xwe re hilbigire û
bo zaroyên xwe bi cî bihêlî“.
Xalid
El-Qiþtinî xwe weke bab yan jî rêberê Kurdan dibîne, lê ez
bêjim bila here cem milletê xwe û ji wna re bibe bab û rêya
baþ ji wan re diyar bike, em ne pêtivîyên kesên mîna te ne .
gelek
tiþtên din jî hebûn ku bersiv bidim, lê min nexwest ku gelek
serê xwendevana gêj bikim .Her wesa min gelek bi kurtî jî ew
bersiv dane û min nexwest ez gelek herim nava her bersivekê ,
her ji ber dirêjîya babetî .
ev
jii navniþhanê nivîsara Xalid El-Qiþtinî ye bi zimanê Erebî
:
copyright © 2002-2004 info@pen-kurd.org