|
|
- Çi
bêjim û çi ne bêjim?!
-
-
-
-
- Hekar
Findî / Dihok
-
-
-
-
- Rastî
gelek tiþt hene ku rastî cihê sersorman û dilgiranîyê ne ku fere
mirov carna wan bêje û bêxte bercavên cihên þulejê, lê hindî ku
pirin lewra emê hinekan bêjin da ku serê xwendevana kêj nebe û rûpel
jî pir nebe…..
-
- Zankoya
Dihok û
koliija Pizîþkî
-
- *
Her dgel damezrandina Zankoya Dihok kolîja – kolîca-piziþkî hatîbû
vekirin, her ji wê rojê û ta îro û piþtî bidehan babet û rexne
liser vî babetî hatîne nivîsandin her bê çarêbû û wekû xwe dimîne….
Rastî her çende ez gehiþtîme wê bawerîyê ku çi cara çarenabîn
lê dê careke din jî dê bibîr bînim.
- Kolîja
navbirî her tim di þûna peyva (kolîj) peyva (kolîc) dinivîse.
Sererayî zanko bi tev kolîj û piþkên xwe ve peyva (kolîj) dinivîsin
û bi kar tînin, lê kolîja navbirî her wek xwe diket û guh nade
rexneyên belavkirî û nebelavkirî zêdebarî zankoyê bi tevayî….
Erê gelo kolîja navbirî di ( guhê gayî da dijîtin) yan xwe bi
dirost tir û þarezatir dizanit? Yan xwe bi desthilateka bilindtir û
mezintir dizanît?
-
- Pertûkxanên
Zankoyê
-
- *
Ger kesekî berî (6-7) salan seredana pertûkxanên ser bi zankoyê ve
kirba û niha jî seredana wan pertûkxana biket dê heman hijmar û jêdaran
bînît weku (Melbendî, Yasa, û gelekin din)…. Sererayî salane bi
sedan jêder ji layê serokayetî û kolîjên zankoyê ve têne kirîn.
- Lê
mixabin tev jêderên têne kirîn ka çewa ji pertûkxana têne kirîn
û di kartunan da têne rewanekirin bo zankoyê wesa têne hilgirtin di
kogeha ( mexzen) a ve bi bihaneya nebûna cihî ku rastî ne bihaneyeka
di cihê xwe daye, ji ber ku piranîya avahîyên kolîjên zankoyê nû
hatîne avakirin û li pey nexþeueke berfireh û modrên …. Erê
xemsarî û kêmasî ji layê kê veye?!
-
- Malpera
Zankoyê
-
- *
Li vê dawîyê tevlîheveyeke seyir di navnîþanên malpera zankoyê
da çêbûye, ji alîyekî ve li ser salnama zankoyê û rêberê wê yê
bi zimanê ingilîzî û namên wê yên fermî navnîþaneke û li ser
kovara wê ya binavê (Peyama Zankoyê) navnîþaneke dine, sererayî
belavkirina rapirsînekê di kovara navbirî de li ser malpera zankoyê
ku têda amaje bi navnîþanê ser salnamê hatîye kirin….
- Erê
ger cihekê weke zankoyê
nikarît peyama û peyva xwe bike yek pa cihekî din çewa bike!
-
- Aarmê
Zankoyê
-
- *
Em zêde behsê vê xalê nakeyin ji ber berî demeke kêm di kovara
zankoyê da bi bi dirêjî hatîbû behiskirin, her çende ji mêj ve
min di xwest behis lê bikem… lê bi kurtî ta niha jî armê zankoyê
li her cihekê zankoyê bi rengekî ye zêdehî û kêmasî têdane anku
ne wek hevî di armê î de hene…Bo nimune nivîsîna (zankoya Duhok)
bi du sê fonta tê nivîsandin … li armê zankoyê yê li ser kovara
(Peyama zanko – hijmar 3) û ( namên zankoyê yên fermî) binêrin .
-
-
- Namên
Zankoyê
-
- *
Namên master û diktorayê…
li her derê dinê namên master û diktorayê maf û (milk) ê wê
zankoyê ne, lê li vir tine jib o wergirtina nasnavê zanistî tête
rewanekirin bo zankoyê lê weke din li bazarî çap û belave dibe….
Erê kî jî vê çendê berpirse.
-
- Mamostayên
Zankoyê
-
- *
Kar û erkê mamostayan tinê boye moçe wergirtin û ne karekî din…
erê karê wan tinê eve yan jî lêkolîn û ddîfçûna li ser buyer
û kêþe (zahîre)yên di civakî da ne biken…. Erê ta niha çend lêkolîn
ji layê mamostayên zankoyên zankoyê ve hatîne kirin li ser layê
cografî yan civakî yan her kêþeyeke din ku îro di nav civakê me de
didiyar û aþkirane… erê eve ne erkê wane ku ew hewla çareseriya
van kêþa biken?! Ji ber
zanko bilind tirîn cihê zanistî li her deverekê…. Bila li zankoyên
cîhanî binêrin ka çewa dahênan û çareserîyan ji layê mamostayên
zankoya ve têne kirin …. Yan jî mamostayê me ….
-
- Ev
xala li serî diyarkirî ne tinê zankoy dihok bi xwe ve digire belku
tev zankoyên din yên herêmê her wesa peymangehên tekniki, geþt û
gozar, huneren ciwan û… htd.
-
- Bila
bête pirsîn ka bizav û calakî û berhemê we yan rolê wan di civakî
de ..
|
|
|