Desteyeke nû ji bo birêvebirina Tayê Dihokê

Yê Yekîtiya Nivîskarên Kurd

Hekar Findî – Dihok

 

Li jêr dirûþma " Ramana azad demokrasiyê diçespînit " Yekîtiya nivîskarên Kurd – Tayê Dihok çaremîn konferansa xwe best.

Yekemîn rûniþtina konfiransê li hola hotêla Jiyan li Dihokê bi deqeyeke rawestan li ser giyanê þehîdên Kurdistanê hate destpêkirin. Piþtre parêzgerê Dihokê di peyvekê de amaje da bizav û xebata yekîtiyê di warê çanda Kurdî de, her wesa rola wê di heman biyav de da diyarkirin û got, ku yekîtiyê roleke berçav û eþkere di pêþvebirin û Parastina pareke mezin ji çanda deverê de hebû. Paþan hîvî xastin, ku Yekîtî ji bo ximzetkirina çanda deverê  xwe bêtir biwestîne.

Piþtî vê peyvê, peyva Yekîtîyê ji alîyê kek Hesen Silêvanî, serokê Tayê Dihok yê Y.N.K ve hat xwendin û têdê spasiyên xwe arastyî Hikumeta Kurdistanê kirin, ku ew her tim alîkar û piþtevanên wan bûne; her wesa rapora bizav û çalakiyên yekîtiyê jî xwend û têde amaje da berçavtirîn bizav û xebatên Yekîtiyê .

Di rûniþtina didowan de, rapora kar û bizavên "Rêveberî, Darayî , Kovara Peyv" hatin xwendin û genkeþe ji aliyê endaman ve li ser wan û hin xalên din hatin kirin .

Di rûniþtineke din de, ku bû ya sisiyan, çendîn pêþniyar û raspard ji alîyê endaman ve hatin gengeþekirin û piþtre nêzî 20 peþniyar û raspardan hatin bilindkirin .

Di rûniþtina danê evarî de, ku li baxçê yekîtiyê hat lidarxistin, dergehê xwe-hilbijratinê hat vekirin û hijmareke ji endaman xwe ji bo desteya birêveber ya Tayê Dihok yê Yekîtiyê destnîþan kirin û di encama dengdanê de ev kesên navê wan li xwarê ye ji bo desteya nû ya birevebirina Tayê Dihokê yê Yekîtiya Nivîskarên Kurd hatin hilbijartin:

 
Hesen Silêvanî  102 deng
Selam Balayî  80 deng
Fazil Omer  78 deng
Mihemed Ebdulah 74 deng
Nacî Berwarî  67 deng
Arif Hito 63 deng
Beþir Mizorî 61 deng
Mihsin Qocan 60 deng    ( cihgir )
Beyar Bavî  58 deng    ( cihgir )

 

Hejayî gotinê ye, ku desteya birêveber ya konfiransê ji van berêzan pêk hatibû " Reþîd Findî , Enwer Mihemed Tahir, Izeddîn Selîm " . 

 

çapkirin

copyright © 2002-2004 info@pen-kurd.org