|
Ednan
Miftî, Serokê
Perlemana Kurdistanê di hevpeyvîneke taybet de: Em
alîkarîya PKKê nakeyin, lê em þer jî li dijî wan nakeyin. --------------------------------------------- Hevpeyvîn
: Hekar Findî --------------------------------------------- - Wek
aþkira hikumeta herêmê ji piranîya part û layenên siyasî yên piþikdar
di Perlemanî de tê pêk anîn, erê bi dîtina te eve wê çendê nagehîne
ku hêza berhingarîyê nebe? û Perleman bi erkê xwe yê çavdêrîyê ne
rabe? *
Perleman ji layê millet ve hatîye hilbijartin û nûneratîya wî dike,
her wesa Perleman çewa bê pêkanîn her dê karît bi erkê xwe rabibe, lê
bicihanîna erkên wê bi barudoxê siyasî ve girêdaye ku Perleman neþêt
bi erkê xwe rabibe ger delîve nebit. Lê bi
her awayî perleman rabûye bi danana yasaya û derxistina biryarên girêdayi
rêvebirina karê hikumetê û civakî. Lê çavdêrîkirin
li wezareta û çewanîya birêveçûna karên wan ku ji erkên wê yên
serekîne eve ne di wî çarçûveyî da ye ku Perleman neþêt belku di çarcûvê
demokratîya civakî de.
- Ji
gotina te wesa xweyaye ku erk û karê Perlemanî tinê bûye derxistina
yasa û biryarên girêdayi karê hikumî û ne tiþtekî din? * Nexêr,
ez nabêjim ku erkê Perlemanî ji layê çavdêrîyê ve yê lawaze belkû
ez bi rengekê giþtî dibêjim. Her wesa
Perlemanî hindek karên giring encamdayine weke danana reþnivîsa disturê
herêmê zêdebarî role siyasî û çendîn kêþên girêdyaî çarenivîsê
milletê Kursitanê, wek helwîstê me hember Iraqê û welatên hevsuy. Lê
derbareyi çavdêrîkirina karê hikumî Perlemanî birayar dabû ku bi vî
karî ranebe di demê hebûna du îdaran de, lê piþtî ku herdu îdare bûn
yeke lijnên taybet bi vî karî bi karên xwe radibin, ku seredana wezareta
diken û lidûvçûna karên wan diken. Her wek
seredana lijneka Perlemanî bo girtîxana ku li ser vê çendê raporteka
wan hate nivîsandin ku rewþa girtî û girtîxana têde hatibûn
diyarkirin, piþtre û li ser vê yekê kombûneke taybet bi cihên
taybetmend re hate girêdan û pêþinyar ji wan re hatine danan ji bo xweþkirin
û baþkirina rewþa wan.
- Çima
zaravê xwendinê li qunaxên seretayî li duhokê hat guherandin? * Divê
yek ziman û yek zarav bê xwendin, daku di paþerojê de zimanekî standart
hebe, bo nimone çend welatên erebî hene erê li her weklatekî zaravê
wan tê xwendin? nexêr. - Lê
peydakirina zimanekî standart bo xwendinê erekê korî zaniyarîye, û
biditina min ew di vî biyavî de bi baþi bi erkê xwe ne rabûne; eve ji
alîyekî ve , ji alîyekê din ve jî xwendina yek zaravî pêþîlkirina
zaravên dine? *
Derbarey korî zaniyarî raste ew bi baþî bi erkê xwe ranebûne û divê
ew bi role xwe rabibin . Derbareyi
zarevên din, peyvên Badînî yan jî em bêjîn zaravê Kurmanciya Jorî
gelek hene di xwendina seretayî de ku her kes ger li pirûkên xwendinê
binerê wê peyvên ji herdû zaravan û hin zaravên din bibîne, ankû
herdû zarav bi hevre tên xwendin.
|
copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org