Gelo
Kurd Kurdistanî ne yan Îraqî ne….. ?!
Hekar Findî, Hekarfindi@yahoo.com
Dibe her kesê vî navnîþanî bibîne ecêb girtî
be, bi min bikene û bêje ev çi gotineke vala ye. Lê divê ew vê nivîsê
bixwînin, heya ku bizanin, ka çima ez wesa dibêjim?!.
Her çend babetê diyarkirî gelek ji wê yekê
mezintire, ku ez di çend rêzekan de li ser binivîsim, herwesa þareza û
pispor divê binivîsin ne ez.
Ya min jî tinê boçuneke ji alîyekî ve û ji alîyekî
din ve jî hin bûyerên rastin, ku digel min de çêbûne, ezê bersiva wan
bidim.
Weke ez fam dikim, ez Kurdim û Kuridstanî me, Kurd
jî mîna her neteweke din li ser rûyê dinê xwedî maf û xakin, lê
qedera me ew e, ku xaka me perçekirî ye û gelê me berbelave bûye.
Ez ne dîroknivîsim, da ku bi rengekî dîrokî vê
yekê xuya bikim yan jî li ser binyatê Kurdan binivîsim, her wesa heya ku
xuya bikim û bêjim kanê Kurd kî ne yan jî ew ne netewekin belkû hozeke
mezinin ji milletekî din; weke hin fam dikin!.
Lê li pey pêzanînên xwe yên sade derbareyî
Kurdan, ez Kurdan bi millet dizanim, berovajî wan kesan, yên ku min di çend
rêzên pêþî van rêzan de xuyakirin, dibînim.
Min ji mêjwere li ber bû, ku ez kurtenivîsekê li
ser vê yekê bêxim ser rûpelan, lê ji ber hin egeran min ew nexist ser rûpelan
heya roja îro.
Perçebûna Kurd û Kuristanê rastiyeke û nayê înkarkirin;
bi taybet di cîhana îro de, ku tev dizanin, Kurd û Kurdistaneke perçekirî
heye. Herçende wan pêþî niha jî dizanîn, lê xuya nedikirin û bûyerên
li cîhana îro, rastî bi wan da gotin û fêmkirin.
Desthilatdarbûn û çêbûna dewletan, belavbûna
Kurdan, ketina wan li ber sîbera hin dewletan, navê Kurdistanê
berze(wenda) bû û Kurd jî jêk cuda kirin.
Di þûna Kurdistanîbûna mirovê Kurd de ew bûn Îraqî,
Tirkî, Sûrî, Îranî, lê divê bê zanîn, ku
ew nebûne û nabin Îraqî, Tirkî, Sûrî û Îranî jî, lê tenê li jêr
sîbera wan welatan dijîn.
Zêdebarî hindê jî ku navê Kurdbûnê ji hin
Kurdan hat standin û kirin Ereb û Tirk û Faris.
Ev yek xuyaye, ku siyaseta dujminan bûye û ne tihþtekî
din. Tinê dixwestin, ku Kurdistanê ji nav bibin û berzebikin(wenda
bikin).
Ez ne bawerim, ku ew serkirde(rêber) û kesên canê
xwe kirîne qurbanî bo vî xak û mîletî, þaþ bûn û ew kesên ku îro
berovajî dîtina wan dibînin, rastin.
Ji ber sadeyiya milêtê me, ku hertim weha bûn,
lewra ta îro ne gîhane çi armancên xwe, bi þarezabûna xwe dujminan her
em bindest kirîne. Dujminan gelek rê digel me bikaranîne û em pê xapandîne,
çi bi rêya ayînî(olî) be yan jî her rêyeka biratiyê be yan jî her rêyeka
din be, ku gelê me rêz(hurmet)ê li wê yekê bigire.
Neyaran karîne hesteke netewî( Îraqî, Turkî, Îranî,
Sûrî) li ba mirovê Kurd peyda biket û hesta wî ya Kurdistanî ji bîra
wî bibet. Mixabin, ku milletê me bi gelek tiþtan hatiye xapandin û xwe
ji bîra kiriye. Em dikarîn bêjîn, berî niha rêyek hebû, ku li hevdû
biborîn û bêjîn manê ew çi nabînin û naxwînin, tinê wê dizanin ya
dujminan divê, lê niha qed ne mumkîne, ku em xeynî gotinê bikin. Ji ber
ku me di tev biwarên jiyanê de bi sedan dezgehên Kurdî yên xomalî hene
û ji gelê me re kar dikin û rastiyê bi wan didin zanîn. Cîhana îro
hebûna me dipejirîne, lê çima em bi xwe( i’tîrafê ) bi xwe nakin?!!.
Ezê hin mînakan bêjim, ku ger rojane bi serê min
nehên, her çend rojekan bi serê min tên:
Gelek mixabine, ku hêjî gelê me ne bi dîroka xwe,
ne bi zimanê xwe, ne bi mafên xwe yên rewa, ..htd dizane.
Mixabin, hesta neteweyî li cem mirovê Kurd
gelek-gelek nizime û hêjî nizane, kanê ew kî ye û xwedî çi mafe?, lê
hesta wî ya neteweyî bo wan welatan geleke- gelek pêtir(zêdetir)e ji
milletên wan welatan, ku hest bi himwelatî bûna xwe dikin.
Heya îro ji bo mirovê Kurd gelek seyire, ku di çerxê
21an de ye û hêjî nizane, kanê ew kî ye û zû bi gotinên bêwate tên
guhertin. Mîna ku ger hat û siyasetmadarekî Kurd carekê da xuyakirin, ku
ew serxwebûnê naxwazin, belkû dixazin li jêr desthilatdariya dewleta Îraqê
de bijîn û tenê hin mafên kesayetî yan jî rewþenbîrî yan jî her
mafekê hebe, dixazîn tenê serxwebûn tê nebe. Dê yekser bi van gotinan
daxabar be û bêj manê filan serkirdeyî weha gotiye û ew raste. Herwesa
dê hizir biken ku Kurd ne xwedî wî mafî ne, ku bibin Kurdistanî û
serxwebûneke wan hebe. Lê bila ew ji bîr neke, ku hêj(î) paþmayê karê
dujminan li ser mêþkê wî de maye. Herwesa bila baþ bizanîbe, ku cîhana
îro wan gotinan li ser wan zal dike û neke ew bixwe pêtir ji serxwebûnê
jî dixwazin, lê ger hat û wan ew gotin niha kirin wê ya di destê me de
jî here. Her weke ku tê gotin “ çîçkeke di destî de baþtire ji deh
çîçkên li ser darê“(1). Bila mirovê Kurd xwedî helwêst be û Kurd
perwer derkeve û nekeve dûv(pey) gotinên vala.
Derbarê ne-Kurdistanîbûna Kurdan de ez gelek
seyr(ecêb) dibînim, dema ku kesekî dibînim, dibêje ez Îraqî me, ne
Kurdistanî me!!, birastî ev gotin min gelek nerihet diken, li vir dizanim,
ku hêjî hesta neteweyî li ba wan tuneye.
Gotinên wiha gelek caran di navbera min û gelek
kesan de çêbûne, ez jî bersîva wan didim û dibêjim wan, em hemû
Kurdistanî ne û ne Îraqî ne.
Ew xwe bi þarezayiyeke mezin dibînin û pirsyarekê
ji min dikin û ku ez belkî yekser bêdeng bimînin, ku dibêjin min erê
tu nasnameya kîjan dewletê hildigirî.( Bo zanîn, ez nasnameya welatê ku
ez têde me hilnagirim ji ber ku ez xwe ji wan nizanim û ez nasnameyên cihên
ku ez lê kar dikim, bi xwe re hildigirim).
Ez bi vî rengî bersîva wan didim û dibêjim wan
bi milyonan Kurd li derveyî welatî dijîn û nasnameyên welatên bîyanî
radikin, ma qeyî ev çende wê digehîne, ku ew ji wan welatane? bêguman
nexêr, lê ew dibêjin belê!
Nansname ne tihþteke tenê ji bo nasîn û birêvebirina
karaye, bila herin tiþtekê din bêjîn, erê ew Kurd dikarin daxwaza mafên
xwe yên neteweyî li wira bikin? bêguman ne xêr!. Lê li vir tu dikarî bêjî,
min mafên xwe yên neteweyî divên, ji ber ku tu li vir xwedî welatekî
û axa te hatiye dagirkirin.
Ziman
Derbarê ziman de jî bi hizareha gotin tên gotin…
herçende jî ez ne þarezayê zimanim, lê ya ku ez dizanim û ji mirovê
Kurd yê pak dibîsim, zimanê me gelek zengîne û ji gotinên resen pire.
Ger em bixwazîn, dê bi hizareha gotinên resen bînin, ku me jî ji bîr
kirîne û peyva biyanî em di þûna wê de bi kar tînin, ev jî ji ber
reftara dujminan digel me da. Herwesa ji ber nexwedin û fêrbûn bi zimanê
dayikê, Kurdan gelek peyvên xwe ji bîra kirine û peyva biyanî li cihê
wê bikar tînin.
Peyvîn bi zimanên dagîrkeran bûye modêleke nû
an jî ji ber hez û viyana wan û hesta wan bi wan welatan re ye.
Nizanim çi pêþkevtin di wê yekê de ye, ku du kes
bi zimanê dagîrkerên Kurdistanê bipeyvin, ne ji bo gotineke nihênî jî,
belku tenê ji ber hez û viyana wan bo wî welatî ye û hestnekirina bi
ziman û welatê xwe ye û ne tiþtekî dine.
Ji bilî wê yekê, ku peyvên biyanî têxin nava
gotinên xwe, ji ber ku ew jî rewþenbîrîyeke ( nû derketiye ), zêdebarî
wê yekê, ku hertim wê bêjin ev gotine ne Kurdî ye, biyanî ye. Ji zimanê
toreyî(erebî) yan Tirkî yan Farisî hatiye … erê çima ew peyv ji me
nehatiye standin?!, çima me ji wan wergirtiye!!?.
Tiþtê ji hemiyê seyrtir ewe, dema ku xwendin li xwîndingehên
herêma Kurdistanê bûyne Kurdî, piraniya xwelkê xwe nerazîkirin û bi
sedan gotin kirin û nivîsandin.!!
Her yekî ji wan gotinek dikir, digotin: zimanê Kurdî ne zimanê
xwedin û nivîsandinê ye, ka jêder û pirtûkên taybetî?…
xwendina
bilind eve… zimanê Quranê ye!
Ezê tenê van gotinan bêjim: herçende gelek gotin
hene û ezê bersîva wan bidem û bêjim.
Çîma ne zimanê xwîndingehane? Ma zimanên xwîndingehan
çawane û yê Kurdî çewa ye?! … ma mirvo bê asteng nikare bi zimanê
Kurdî biaxive û binivîse?! .. êca ev çi gotineke vala ye?
Erê Ereb, Tirk û Farisan jêder û pirtûkên xwe yên zanistî ji kûderê
anîne? Ma ne wan ji zimanên biyanî wergerandîne ser zimanên xwe?,
pispor ji wan derketine û ji xwe re pirtûkên zansitî çêkirine. Em jî
weke wan, bila em gotina xwe ya Kurdî ji bîr nekin” Kes bi bê pile ne
çûye serê milekê”.
Ger em jî weke wan xwedî kiyanek serbixwe bûna, me
jî yê niha gelek tiþt hebûna û ji wan baþtir û mezintir jî, lê her
ji ber vê yekê û nezanîna me Kurdan em weha mayîne.
Ziman Zimanê Quranê ye!! .. raste,, lê tev welatên
îslamî bi Erebî dixwînin?, Nexêr … erê em çima bi erebî bixwînin
û binivîsin û em xwedî zimanekî serbixwe ne, bila ji bîra neken...
wana zimanê erebî jî heye li xwîndingehan û îslametî ne zimanî ye
… Herkes dikare bi zimanê xwe yê dayikê jî îslametîya xwe bike.
Lê nabe ku em (nifþê niha, berî niha, piþtî
niha) bêjin, ku zimanê me ne zimanekî temame û gelek gotinên me biyanî
ne, belkû divê em pêkul bikin, li dû peyva Kurdî ya resen bigerîn û
danîn di þûna(cihê) ya biyanî de, ger çi dezgehên taybetî bi vî karî
ranebin jî, ji ber serûberê Kurd têde ne(2), divê herkes ji alîyê xwe
kar bike û li dû peyva resena zimanê xwe bigere û berbelave bike ji ber
ku ev karê han, karekî niþtîmanî ye.
Berevanîkirin ji Dujminan!!
Dema yarîyeke tepa pê(fotbol) di navbera dû
welatan de bê pêkanîn, yek ji wan welatan, welatên dagîrekerên
Kurdistanê bin, dê bînî Kurdên ku li bin sibera rijêma wî welatî de
ne, dê bi dil û can piþtîvaniyê jê re biken, an jî ji hemiyê
mezintir ewe, ku dema du kesên Kurd heryek ji derekê ye û heryek ketibe
ber þopeke dujminan, dê sera wan welatan þerekî þer bi hevre biken û
heryek dê pesna wî welatî biket, yê ku di bin destê wî de dijît û dê(yê)
wan zulim û stemkariya ku wan welatan di gel wî kirî(bûn) ji bîra
biken. Bi hizaran birayên wî kuþtîne, eþkence dayîne, dê hemûyê ji
bîr biken û dê pesna wan ket.
Navên Kurdî tune ne!!
Herwesa derbarey binavkirina Zaroyan de bi navên
biyanî( Erebî, Tirkî, Farisî ) jî þerme ji wê xêzana(malbata) ku
zaroyên xwe bi navên biyanî bi nav bikin, ji ber ku em xwedî navên
gelek xwêþik û ciwan(bedew) û hêja ne … Erê çima em wesa dikin!!?.
Hin navên biyanî di nava me de hene, ku ew bi xwe jî
wan navan li ser zaroyên xwe nakin, ji ber ku ew hindî nexweþ û kevinin,
lê Kurd wan li zaroyên xwe dikin!!.
Hunera Kurdî kesayetiya mirovî nizim dike!!
Di aliyê hunerî de jî dê hunermendê wan welatan
bilindtir bihesibînin(teqdîr biken) li ser hunermendê Kurd, belku ne tinê
tê( tefzil kirin_ teqdîr kirin) belku guhdarê muzîk û strana Kurdî bi
nezan û kêm rewþenbîrî tê dîtin. Herwesa di hemû biyavan de jî ev
çende ji aliyê me Kurdan ve tê kirin!! … cî kuvar bin yan ....htd .
Herçend min gelek babet anîn ziman, lê dixwazim ku
hin kes û li pey pisporiya we bersiva van renge mirovan bidin û em hemû
bi tev de kar bikin ji avakirina Kurdistneke pak û dûr ji nîþanên
dujminan, ku di nava me de çêkirine.
Berî çend rojan ku bi rastî cihê mixabiniyê ye jî,
ez li cihekî runiþtîbûm, axiftin hat ser Kurdistanîbûna Kurdan û yek
ji haziran gotineke gelek nexweþ kir û ez jî pê gelek nerihet bûm:
Wî wiha got: “Ez þanaziyê bi (Îraqiyeta)!!! xwe
dikim.
Li pey gotina wî min jê daxwaz kir û jêre got: Erê
çima tu weha dibêjî?.. em hemû Kurdistanî ne û ne tiþtekî din, dûra
min jê daxwaz kir, bo min xweya biket kanê li ser çi binemayan ew dibêje
ew (Îraqî) ye?!!
Bersiveke sade û bê raman ji min re got û weha
peyivî:
(ev çend salin ez pirtûk û jêderan dixwînim, ji
nû de tû têyî xwe bi serê me de dikî zana?!).
Di ser vê gotina þikestî de, min jê xwest, ku ew
bo min xweya biket, lê bi belge, … bersiv tunebû, tenê ew gotina pêþî
bû û hew!!.
Biratsî ji min re ecêbe kesekî mina wî, ku
rojnamevan xwendewarekî Kurdistanî, ku min wesa didît, bi wî rengî
bipeyive û derkeve mirovekî ne Kurdistanî…
Gelek nimûneyên mîna vî kesî ketîne ber sînga
min û ev gengeþe di navbera me de çêbûne.
Hertim wesa ji min re tê diyarkirin, ku ez çi ji dîrokê
nizanim!!, lewra ez berevaniyê ji Kurd û Kurdistanê dikem, evca(êca)
daxwazê dikem, ku ger hin kes hebin weke xizmeteke niþtîmanî bersiva van
kesan bidin û dengê xwe bêxin digel dengê min.
Yan jî ew rastin û ez þaþim… ger ez þaþ bim
bi Kurdistanîbûna xwe bila bo min bê diyarkirn, belkî ez hêjî zû
vegerim ser rêya rast.
Ev renge gotin û rûdan gelek miþe ne(pirin) li her
çar perçên Kurdistanê û bi dîtina min ger li herêma Kurdisatnê kesên
bi vî rengî hebin, ez bawerim dê gelek pêtir ji wan li perçên din yên
Kurdistanê jî hebin. Ev ne kêmkirineke bi çi perçên Kurdistanê, lê
tinê ji ber ku ev pêtirî deh salane Kurd xwe birêve dibin, xwîndin û
nivîsandin, guhdarîkirin û temaþekirin hemû tev de Kurdî ne û hêjî
li astê navbirî ne.
Mirovê Kurdperwer dizane kanê tama jiyana Kurdewarî
çende xweþe, yê ku hest bi Kurdayetiya xwe bike, çend cane(xweþike) û
xweþe dema tiþtê Kurdî bê dîtin yan bê guhdarîkirin.
Lê wesa diyare, ev gotin raste û li ser me tê:(
Hemû dinya dujminê kewî ye û kew bi xwe jî dujminê serê xwe ye).
Hîvî ye, ku rojek bê û em bi tev de hest bi
milletbûna xwe û welatê xwe bikin û bi dil û can jêre kar bikin.
1.
“çîçkeke
di destî de baþtire ji deh çîçkên li ser darê“. Li vir çîçik tê
wateya balefirekî biçûk ku li bakur jêre dibêjin çûçik.
2.
.serûberê
Kurdistanê tê wateya rew+a Kurdistanê