Geþt û gozarê Kurdistanê li pêþangeheka navneteweyî da …. Lê … ?

 

Hekar Findî – Beyrût

 

 

Ez di otêlê de rûniþtîbûm demê biraderekê min ji mýn re gotî ka em herin pêþangeha navneteweyî ya geþt û gozarî, þandê Kurdistanê jî piþikdare divê pêþangehê da..rastî di despêkê de gelek kêfa min hat bi piþikdarîbûna Kurdistanê di vê pêþangeha navneteweyî da her wesa ji bo ku em geþt û gozarê Kurdistanê bi cîhanê re bideyîne nîyasîn û diyarkirin…

Pêxemet ez cihê taybetê Kurdistanê bibînim û bi dîmenên siroþtî û cihên geþt û gozarî dilþa bim, me qesta cihê pêþangehêkir, û bi dilekê þad min qesta jor kir û di despêkê da min nexwest li çi cihên dî binêrim û rawestim tinê min xwest ku ez herim cihê taybetê Kurdistanê û paþî li pêþangehê bigerim û li geþt û gozarê welatên dî binêrim.

Ez gehiþtim û ne gehiþtim cinîqeke bi min ket, cihekê val û bê serûber û neyê rêk û pêk her wek tu dibêjî ku yên ji xwe vekirîn û bi zorî anîne wêrê nek karê wan ev çendeye.

Min bawer nekir lê tiþtê ku min ji wan pirsî ku cihê ev tinê cihê wane yan cihekê wan yê din heye… gotin ne tinê eve.

Sererayî vê hemîyê ew kesên ku nûneratîya wezaretê dikirin zimanê wan yê erebî yê lenk bû her em behsê zimanekê dî nekyîn baþtire.

Her wesa ew kesên hatîne rewanekirin hinek ji wan her ne di amadebûn wek hevalên wan ji mere dayine diyarkirin, belku kar û geryana wan hebûn, demê wan bo karê pêþangehê nebû û nedigehiþtin berhevbibin.

Ewên berhev jî dibûn xema wan ew bû ku dê kengî demê destnîþankirî yê pêþangehê bi dawî hêt da derbikevin û li Beyrûtê bigerin.

Pêzanînên wan li ser Kurdistanê gelek di sade û lawaz bûn, gelek caran bersiva pirsên ku xelkî ji wan dikirin ne dizanîn û bê þerim ji wan re digotin "em nizanîn".

Her wesa wek hevalekê me daye diyarkirin ku wî ala Kurdistanê ji wan ra peydakir û anîye wê derê danîye, ger da dibê ala bin jî… dest xweþ.

Kelûpelên wan bixwe re anîbûn tiþtekê bêxêr bû û piranîya wan kelûpelan li ser þêwazekê nû hatibûne dirostkitin ku qet sîmayên folklorî li ser di diyarnebûn û ji bo xelkekî dane diyarkirin ku eve keleporê kurdî.

Sererayî vê yekê ew kelûpelên wan anîbûn difirutin lê tae w roja me jî seredana wan kirî tiþtek nehatibû firotin.

Ez gelek xemgîn mam û piþtre min ez seredana koþkên dî jî bikem belkî sîstemê wan wesa be ( tinê da dilê xwe xweþbikem) lê ez çendê xemgîn bûm xemgîntir lê hatim bi dîtina cihên dî.

Her çende min di despêkê de jî weke cavxiþînkeka ser pê li wan cihan nêrî bû ku diketine di rêka min da heta ku ez gehiþtîme cihê taybetê kurdistanê.

Min cihekê wekî yê kurdistanê lawaz û bê serûber qet nedît… belkû xwe cihê ko kovarên geþt û gozarî ji xwe re danabûn ew jî ji yê kurdistanê baþtir bûn.erê hikumeta kurdistanê pêcêbûn û ew kesên þareza nînin ku bikarin wekî kovarekê jî piþikdarîyê biken.

Her wesa di gelek cihan da jî þirînî dihatine pêþkêþkirin weke êk ji wan nerîtên wan welatan yan berhemê wan welatan bû.... ya me ew jî ne bû.

Her wesa ew volderên kurdistanê bi xwe re anîbûn ku geþt û gozara kurdistanê têde di dane diyarkirin bi hevre anku hemi pêk ve ne dibûne çend laperekên kêm û gelek di bê serûber bûn.

Lê berovajî yên welatên dî ku her bajêreka wan rêberek yan dû rêberên taybet bi xwe ve hebûn û li ser xelkî belavedikirin.

Her wesa cêwazî jî di diyarkirin û nîþandina cihên geþt û gozarî jî da hebû ku pûtekê êk car zor dabû hindek devera û hindek deverên dî jî qed ne dîmenekê wan û ne jî pêzanîneka wa dihate dîtin … her wesa tu bêjî ku ew ne bajêrekê kurdistanê ye.

Her wesa ger êkî bixwestibaye ku navnîþanekî bidene wan nebû, berovajî yên welatên dî ku kartên pênasekirinê yên cih û otêl û … htd li cem wan hebûn û belavedikirin.

Gelek têbînî yên me hene lê da ku gelek dirêj nebe li vir gotinên xwe bi dawî tînim.

Bi her hal pîroze kudistan di van core bizava de piþikdarîyê biket… gotinên me yên pêþîn tinê jib o wê yekê ne da ku bi rengekê baþtir û þêwazekê baþitir û ciwantir xwe di van renge bizava da diyar biken.

 

Beyrût

22-10-2008

 

Têbînî:

Li rojên (16-19.10.2008) peþangeheka navneteweyî ya geþt û gozarî bi piþikdarîya kurdistanê li paytexta libnanê hatibû vekirin.

 

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org