|
Hinartîyê Diblomasî.... Parêzeyî û Cudahî
Hekar
Findî–Duhok Parêzeyî
(Al-Hasane) cure parastineka yasay û siyasî ye dinav bera welatanda di
çarcûvê yasayên navneteweyî da hatiye rêkxistin, parêzeyî ya
diblomasî wekî yasayeka navneteweyî hate niyasîn piþtî ku li ser rêkeftîn
di kongirê vîyena yê peywendîyên diblomasî da li sala 1961ê. Lê
parêzeyî ya diblomasî wekî zarav... bu wan kesa tête bikarînan ewên
ji layê welatekî ve dihêne hinartin bo welatekî dî anku bo
wilatekî biyanî û li wî welatê biyanî akincî dibin, ku li gor vê
parêzeyî yê ew her lijêr
desthilata yasaya welatê xwe dimînin bêy ku yasa welatê biyanî li ser
wan bête bicihînan, ev çende bo wê êkî hatiye ku da ew ew bikarît
birêk û pêkî karên xwe encam biden. Anku ew di azadin jilayê yasa wî
welatî ve anku ew lê di akncî, lê diheman dem da ev azadî ye yan parêzeyî
ye wî mafî nadete wî kesî ku serpêçiya yasayên navxoyî biket her
wekî dilê wî bixazît, belku ev parêzeyî ye li gor hindek binema û
mercan bi wî tête dan anku ya bend kiriye. Em
diþêyîn bêjîn ku hinartîyê diblomasî cudahî ya wî heye ku yê
parastîye û xwedan parêzeyî ye di gelek biyavan da wek : (Nabît ew û
xêzana wî bêne desteserkirn, Nabît mal û kelûpelên wan bêne piþiknîn
kirin, Nabît xwîk liser wan bête selmandin, Nabît bêne rewanekirin
yan gazîkirin bo dadgehê, Yê azade di hatin û çûnê da, Û gelek maf
û parêzeyên dî). Lê
her wek me berî nuke jî daye diyarkirin, ev parêzeyî ye jî ya destinîþankiriye
di çarçuvekî da anku hindek bend li ser hene, û ji layekê dî ve li
ser têkelî û rêkeftinên dû layenî radiwestît, anku dibît dû
welat li ser hindek xal û mafa rêk kevin digel welatên dî ew xal û
maf nebin. eve wê çendê digehînît ku parêzeyî ya diblomasî ji
welatekî bo welatekê dî ya cêwaze lê dihndek xalan da. ev çende jî
bo wê çendê dizvrît ku êk ji jêderên yasa navneteweyî rêkeftin
ne. Bend
û sinûrên parêzeyî ya diblomasî Sererayî
cudahî û parêzeyî ya wî fere ser wî il gor yasayên navneteweî û rêkeftinên
diblomasî ew yê pabendibît bi yasa û rênmayên wî welatî, her wek
me amaje bi bendên li ser parêzeyî ya diblomasî kirî, dê bi kurtî
hindek xala rûnkeyin ka çewa û ta çi rade ew parêzeyî ya karîgere: Bo
nimûne: li ser xala (desteserkirinê) ku nabît bi çi renga bête
desteserkirin, lê ger hat û hinartîyê diblomasî bi mebest kiriyareka
ne dirê da encam da anku serpêçiya yasayên wî welatî kir û bin pê
kirin . divî demîda welatê mêvandar çend rêk û þêwên serederîkirinê
hene ku reftarî digel vî hinartî biket wek : ( Agedarkirina wezareta
derve ya welatî wî hinartî, Her wesa kesên ziyan vê ketî bo wan heye
sikalayekê tumar biken ll wezareta derve ya welatê xwe, ta ku wezaret jî
bi rolê xwe rabibîtin, Her wesa mafê wî welatî heye ku wî hinartî
rewaneyî welatê wî biketin,Dîsan ger hat u kiriyara wî ya metirsîdar
bû mafê wî welatî heye ku wî kesî desteserbiketin Lê nabît bidete
çi dadgehên xwe belku divêt wî radestî welatî wî biket daku bidene
dadgehê. Rêkeftina
viyena ya peywendîyên diblomasî ya sala 1961î bi aþkirayî amaje bi
van xalan daye. derbareyî
xala ( Azadiya hatin û çûnê) raste ew yê azade di hatin û çûnê da
bo her devereka wî bivêt li wî welatî lê dîsan ger hindek dever yan
cih ـ
hebin ku li gor yasa û rênmayên wî welatî qedexebin, nabît ew
seredana wî cihî biketin. Dîsan
ne her welatekê ew çuwyê ew xwedan ( parêzeyî ya diblomasî) ye,
belku tinê li wî welatî lê akincî zêdebarî welatê sîyê ku têda
derbaz dibît bi mebesta qestkîrna karê xwe yan vegeriyan bo welatê
xwe, anku heke ew hinartî ber bikarî ve biçît li welatê biyanî yan
vegerîteve welatê xwe wî li wan welatan ewên ku têde derbazdibît
heman parêzeyî heye. Çi
kes xwedan parêzeyî ye ? Li
piraniya welatan kargêriya wezareta derve ya wî welatî salane yan her
þeþ mehan carekê lîstekê amade diket ka kî xwedan parêzeyî ya
diblomasî ye li dev wî, her wesa her welatek lîstekê binavê hinartî
û fermanberên xwe yên divî warî da kardiken rewaneyî wî welatî
diken ji bo karê pêtivî. Kengî
ev parêzeyî karîger dibît û bi dawî têt? Her
hinartiyekê xwedan parêzeyî li demê derbazî axa wî welatî dibît ew
parêzeyî ye garîger dibît û jê bêbar dibît demê jê derdikevît,
her wesa li demê karê wî li wî welatê bidawî têt. Li
vêrê fere bêjîn ne her kesê xwedan pasporta diblomasî yan divî warî
da kardiket ew xwedan parêzeyî ya diblomasî ye, belku her kesek diwarê
li welatekê taybet û bo demekê diyarkirî. Derbareyî
pasporta diblomasî, wekî berî niha jî me diyarkirî ew ne xwedan parêzeyî
ye heke li wî welatî karneket yan navê wî di lîsta diblomasiya da nebît
li wî welatî. *
Mafperwer
|
copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org