Li Duhokê 2 rojnamevan (sernivîserek û helbestvanek) hatine girtin

 

 

Hekar Findî–Duhok

 hekarfindi@yahoo.com

   

 
 
Dihuk- Hekar Findî
Li bajêrê Duhokê - Herêma kurdiastanê, îro (01.2.2010)an Ebdulrehman Bamernî sernivîserê heftînama Cavdêr û Hoþeng Þêx Mihemedê helbestvan, bi biryara dadwerê vekolînê hatine desteserkîrn bo demekê ne diyar kirî bi bihaneya vekolînê.
 
Piþtî ku heftînama Cavdêr di hijmara (102)an de helbesteke Hoþeng þêx mihemed weþandî ku têde sivikî û kêmkirin bi mizgeftên îslamê kiriye, melayên mizgeftan di gotarên xwe yên eyinîyê de êriþî helbestvan û rojnamê kirîn, piþtre hawlatiiyekii uu rêveberîya ewqafa duhokê sikalayek yasayî li hember wan li dadgeha duhokê tumarkirin.
Îro û li gor biryara dadwerê vekolînê biryara desteserkirina wan hate derxistin û radestî girtîgehê kirin.
 
Di vê derbarê de, serokê liqê duhok yê sendîka rojnamevanên kurdistan (Ismail Tahir) da diyarkirin, û got " desteserkirina rojnamevan Ebdulrehman Barmernî sernivîserê heftînama cavdêr û helbestvan hosheng li pê wê yekê hatine desteserkirin pishtî ku hawlatîyekî sikalayek li dijî wan tomarkirî" her wesa dirêjî bi axiftina xwe da û got "sendîka yekser têketîye vî babetî uu parêzerê xwe yê taybet rewaneyî dadgehê kirîye ji bo serbest berdana wan), lê pishtre jî sikalayeke din ji alîyê rêveberîya ewqafa Duhokê ve li ser wan hatîye tomarkirin, lewra îro parêzerê sendîkayê nikarî wan serbesberde, lê bi anehîya xwedê dê sube hemî shîyanên xwe mezêxîn ku bêne serbestkirin ta roja dadgehkirinê".
 
Her wesa rojnamevan Xidir Domilî di vê derbarê de got" me di xwest dadwerê vekoler birayra desteserkirina wan bi lez nedet, ta roja dadgehkirinê uu bila dadgehê sizayê vê tumetê diyar kirbaye li gor yasa karê rojnamevnî, ji ber ku birayara dadwerê vekoler binpêkirina azadîya derbirînê ye, bila biryara dawîyê li gor yasa karê rojnamevanî hatiba dayîn" .

 

 

 

 
 

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org