|
Serpê
ji Libnanê… 1 Kurdê Libinanê di navbera hevrikîyên navxoyî û givaþtinên derve da
Hekar
Findî – Beyrut
Da
ku em gelek ji wan çend peyvêt me li despêkê diyarkirîn dûrnekevîn dê
vegerîne ve ser wan gotina.... sererayî bê xwedaniya wan û wêserederiya
digel wan tête kirin, kurdê libinanê bixwe jî pêk naket û her kes li
dijî yê dî kardiket. Tiþtê
seyr û intîke ewe ku ev rêkxirawên kurdî bi tiþtekî hev nagirn û bi
tevde dijî hevin, sereraî gotinên kurdên libinanê û yên li wêrê
akincî, me bi xwe ev çende dît û guhlêbû. Li
cihê wê çendê ku bihevre karbiken û xizmetekê pêþkêþî milletê
xwe biken, yan doza xwe bibene pêþ û arîþe û kêmasîyên xwe bêxne
ber behs û vekolînan, dijî hev kardken û diaxvin, belku gelek caran
hindek layen jiwan hindek piropakndên wesa dijwar li ser layenên dî
belavdken ku ziyanê lihevdû diêxin û xwe di çavê milletên dî da
nizim diken .her wesa milletê kurd jî bivê çendê mijûl dibît û paþketî
dimînît. bi
egerê van reftara û vî rengê serederîyê hindek jiwan layena tinê
binav mayne û hindekên dî jî tinê bo berjewendîyên xwe yên kesayetî
kardken û doza xwe ya rewa li piþt guhavêtiye, û yên dî jî xizmeteka
kêm pêþkêþî xelkî diken bi egerê nebûna piþtevanîyê. Hêjayî
gotinê ye ku hjimara kurdê libinanê nêzîkî (70-80)
hizar kesaye li pey amar û gotinên (komela kurdî - libinanî ya xêrxwazîyê)
her wesa ew kesên diser jîyê 18 salîyê da û dikarin dengî biden di
hlbjartinan da nêzîkî
(23) hizar kesane pey amareka komela eriz ya rewþenbîrî û
werziþî. Kurdê
libinanê bi egerê bê xwedaniya wan û nehevgirtina wan ji layekî ve û
ji layekê dî ve jî nexwedî derketin li wan ji layê kurdên parçên dî
ve ew roj bi roj ber bi nemanê ve diçin, wek nimûne piraniya kurdê
libinanê bi zimanê xwe yê kurdî nizanin baxivin, her wesa gelek jiwan
dibêjn babikalkên me kurdibûn...htd. Xwedê
alîkarê vî milletê hejar bît. 12.01.2009
|
copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org