|
Lubnan
3 Kurdan dide dest Îranê Berhevkirin : Hekar Findî
Rojnameya
"Awêne" di hijmara xwe ya "144" da rîportajek li dor
berzebûna (3) Kurdên rojhilatê Kurdistanê li Beyrutê belavkiriye ku ji
aliyê "Kehî Findî" hatîye nivîsandin... di vê rîportajê de
çîroka
(3) Kurdên rojhilatê Kurdistanê vedgêre û
çewanîya
derketina
wan ji îranê bo Beyrutê û desteserkirina wan ji layê hêzên ewlekarîya
lubnanî ve û pishtre kanê lubnanê ew çewa
dane dest îranê ... ji bo pêtir zanîyarîya vê rîportajê bi dirêjî
bixwînin ku têde hatîye: Kehî
Findî – Beyrut Sê
Kurdên rojhilatê Kurdistanê ku ji Kirmanþahê bûn berî çend mehekan
ji Îranê derketibûn û li Beyrûta paytexta Lubnanê akincî bibûn,
dezgehên ewlekarîya lubnanê “Emin El-‘am” ew desteserkirin û dan
destê baylozxana îranê li beyrutê. Dîtina
Êkê… Li
dûv gotinên Kurdekê rojavayê Kurdistanê ku niha akincî beyrutê ye bi
navê (Babê Yusivî) ku ne xwest navê xwe yê dirost aþkira biket ji ber
gelek sedeman ku bo me dane diyarkirin. Babê
Yusivî dibêjît berî sê meha ez li sê Kurdên rojhilatê Kurdistanê
rast bûm bi navên ( Xelîl Ebdulqadir Palanî – dayikbûyê sala 1986ê)
û (Yusif Mihened Mihemedîyanî – dayikbuyê sala 1985ê) û (Mehdî Emer
Munîr Zad – binavê Rêncber – dayikbûyê sala 1991ê) û babê Yusivî
weke Kurdekî akincî Beyrutê xwe li wan kire xwedan ji bo alîkarîkirina
wan ji ber ew cihekî nasnaken. Lêpiþtre bo wî diyardibît ku ew ji ber
rijêma îranê revîne bi sedemên siyasî wekî wan daye diyarkirin Derketin ji îranê û
xwedanedest dan bi (UN) ê re… Her heman jêder da diyarkirin ku
(Xelîl Palanî) û (Yusiv Mihemedyanî) û (Mehdî Minîrzad – binavê Rêncber)
di rêka giropên geþt û gozarî (Siyahî) re ji îranê revîne, di despêkê
de ew çûne Turkî û paþî bo Surîyê û piþtre hatîne Beyrutê, li
demê digehne Beyrutê êkser xwe ji giropî didene layekî û piþtî dû
roja xwe digehîne baregayê neteweyên êkgirtî (UN) nivêsîngeha
komisyona karubarên penaberan (UNHCR) li Beyrutê û rewþa xwe bi wan re
didene diyarkirin. Li ser vê yekê ew kesên ku wan li (UN)ê dîtibûn
jivanekî bo wan destnîþan diken ji bo ku pêtir û bidirêjî li ser kêþa
wan rûnîn û baxivin ew jivan
jî piþtî hefteyekê bû. Her wesa heman jêder dete
diyarkirin ku piþtî heftîya wan derbazbûyî wan seredana (UN) kire ve, lê
bi bihaneya nebûna wergêrê zarê suranî (Kurdî) li (UN)a lubnanê lewra
jivanekî din ji wan re destnîþankirin ku ew jî piþtî dû meha bû. Rewþa wan … berev xirabîyê… Li dor rewþa wan di van mehan de,
Babê Yusivî dibêjît “Rewþa wan pir xirab bû, ew bi rengekê ne yasayî
li beyrutê rudiniþtin û tu belgenamên yasayî ku mafê runiþtînê
biwan re bide nebûn û (UN)ê jî tiþtek ne da wan ta ku ew digel wan nerûnin
û rewþa wan bi dirostî bizanin”. Her wesa li ser rewþa wan ya aborî jî
dibêjît ” Roj bo rojê rewþa wan ji vî layî ve xirab dibû û perê
wan jî tunebû, li dûv pêzanîn min mirovên wan ji ewrupa kojmekê pareyî
bo wan þandibû û weke wan bo min daye diyarkirin lê, tinê kirêya wî
cihê ku ew têde runiþtîbûn ji wî pereyî dernediket” ku ew jî (400)
dolar bûn û kirêya þiqa wan tinê (450) dolar bûn. Her wesa Babê Yusivî çend
nimonekên dî jî li dor rewþa wan ya xirab dane diyarkirin û got”
rojekê min seredana wan kir, gotine min ku ev (4) rojin me xwarin ne xwarîye”
her wesa dibêjît “ ew
mobile ku bi wan re bû – amîr û hêla têlefonê – bihevre firotin ji
bo ku xwarnekê ji xwere peyda biken” her wesa da diyarkirin ku ew hêla têlefonê
mirovekê wan dabû wan piþtî ku ji lubnanê sefer kirî. Rewþa wan roj bi rojê xirab dibû,
bê omêdî li dev wan peyda dibû ji ber nebûna çi rengê belgenamekê û
têk çuna rewþa wan ya aborî û deronî û emnî jî ku ew ne dikarîn bi
rihetî hatin û cûna xwe biken belkû gelek bi huþdarî hatin û çuna
xwe dikirin. Ji ber van sedeman ew gelek di tirsîyan û (UN) ê jî bi
rengekê pêtivî xwe li wan xwedan bikêmasî di van mehan de. Derketina Dawîyê…. Rojekê wekî gelek rojên dî ji
bo dîtina çarekê ji kêþa xwe re ew ji (þiqa) xwe derdikevin, û
derketin dibîte derketina wan ya dawîyê ji (þiqa) wan . ew li cihekî û
li cadeka beyrutê ji layê hêzên ewlekarîya lubnanê ve têne
desteserkirin. Piþtî ku hatîne desteserkirin
“Emin El-'ama” lubnanê wan di dete destê baylozxana îranê li beyrutê
û baylozxana îranê jî têt her tiþtê wan ji cihê ew lê di akincî
diben , anku çun wê þiqa ew têde dironiþtin û cil û bergên wan û
her tiþtekê ku li wêrê bû birin. Her wesa Babê Yisivî ku di nava
çend rojên kêm da seredana wan dikir ewî pêzanînên paþ li ser wan
hebûn û dibêjît “ Xelîl endamê Partîya Demokrata Kurdistana îranê
bû, Xelîlî çapkirîyên parta xwe belavedikirin û rijêma îranê bi vê
çendê zanî bû lewra ew ji îranê revî, lê her dû kesên dî tinê
mirovên wî bûn û ji ber ne razîbuna wan li ser wê rewþa ku ew têde
ne li îranê revîne û dixwestin li welatekê dî akincî bibin û mafê
penaberîyê bistînin. Her wesa me ji Babê Yusivî pirsî
ka çima wan bi zimanê Farisî bi (UN) re ne axivtibûn her wek wî bo me
daye diyarkirin, her wesa di belgenamên wan de jî ev çende bo me diyarbû,
Babê Yusivî bo me da diyarkirin û got ”min jî ev pirs ji wan kir,
gotin ji tirsa wê yekê ku belge û gotinên me bigehin
destê sîxorên îranê li lubnanê lewra me ne xwest em bêjîn ku
em farisî dizanîn. Belgenamên wan li piþt xwe hêlayîn… Ji layekê dî ve jêderekê nêzîkî
van kesan bo me da diyarkirin ku hin belgenamên wan li cem xodanê (þiqê)
mayîne ku wî ne xwest bidete dest wan kesên ji baylozxana îranê hatîne
cem wî, belkû wî ew belgename dane layekî piþtî ku ew ne vegeryayine
ve bo þiqê û li cem xwe parastibûn. Li ser vê gotinê me xwe gehand
kesekî ku wan belgenama ji me re peyda biket. Piþtî çendîn hewla û çendîn
jivana me karî xwe bigehîne wî kesê ku hin belgenamên wan li dev bûn
weke ( nasname û nasnamên barê kesayetî û nivîsên fermî û jivanên
wan yên (UN) ê û hin belgenamên dîn) ku ew jî me di gel vê nivîsê
dayine diyarkirin. Di van belgenaman de rojên jivanî
û zimanê ku daxazker dizanin û hin tiþtê din jî têde diyardibît. Merema me ji dest xistina van
belgenaman ew bu, ku bi rêyên yasayi em bikarîn li carenivîsê wan bigerîn
û rastîya wan û (UN)ê u her wesa nav û salên dayik buna wan bizanîn…
her wesa rastîya vê çîrokê bideyîne diyarkirin nek tinê weke gotinek
dinêva xelkî de bê gotin. Peywendîkirin
bi kaes û karên wan…. Di demê berhevkirin û bidest
xistina pêzanîn û belgenaman de me bi rêya têlefonê xwe gehand xalê
êk ji wan ku li silêmanîyê akincî ye, me li çarenivîsê wan pirsî
kanê ew çi ji çarenivîsê wan dizanin, got “ ta niha em tiþtekî ji
wan nizanîn û çarenivîsê wan berzeye” her wesa daxaz kir û got” di
rêya we de daxazaê ji cihên peywendîdar dikeyin ku pirsê li çarenivîsê
wan biken, û hîvîdarim ku bêne
azadkirin”. Di dawîyê de em binavê kesûkarên
wan û dost û hevalên wan li çarenivîsê wan di pirsîn her wesa daxwazê
ji (UN)ê jî dikeyin û dibêjîn çima (UN) bi vî rengî serederî digel
wan kir û xwe li wan ne kire xwedan… fere (UN) li çarenivîsê wan
bipirsît û lêpirsînê li ser vê çendê biket li gor mafên mirovî.
|
copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org