Nameyek vekirî ji Birêveberê Malpera Amûde re

 Hekar Findî

 

Silav

 Wek xweya min ji despêka sala 2002 an de u ta îro bi malperê re karkirye û te jî navê min li du beþên( Kurdî û Erebî.) mîna niwênerê malperê li Dihokê di nasnama malpera xwe de nivêsîye. Min di despêka wê de karkiriye ku hêjî malper di despêka xebata xwe de bû û ta iro, min got karkirin bi her cihekê kurdî re xizmete bo xak û milletê me .

Min wesa hizir dikir ku karê min karekê niþtîmanîye, xizmeta bo peyva resena kurdî, xizmeta çanda Kurdîye, zêdebarî xizmeta devera me, her çende ew karê min dikir ne wesa karekî mezin bû jî, lê li du þiyanên xwe min jî texsîrî nekir bû .

Roj bi roj hizrên min yên rast yên despêka karê min bi tere, xweya bûn ku xeletin(þaþin) .

Çendîn karên min yên ragehandinê ji bo malperê nehatine berçavkirin, ji aliyê te ve hatine piþguh havêtin û te qet qîmet neda xebat û zehmeta min... lê min mîna mirovekî bi exlaq û heya radeyekê nasyar bi karê rojnamegerîyê ve got çi nîne. Ev karên te nebû carek û ne didu … û zêdetir jî lê hatin, heta ku min xebata xwe rawestand, ji ber ku min dît weþana karan maye ser mezacê þexsê te!!. Karê ku di nav sîstema Besîyên Sedamî de jî li dijî Kurdan hebû, te bi bîra me dianîn...

Karê malperê roj bi roj ber bi paþ ve diçîtin û karê malperê nemaye weke ku te di despekê de armancên malpera xwe bo xelkê diyar dikirin .

Karê wê bûye têkvedan û gehandina nûçeya þaþ û nerast bi xwendevanan re, ku ev yek jî min zor nerihet dike. Ji ber ku ez jî yek ji xebtkarên malperê me( herçende tu malperê bi malpera xwe ya þexsî dizanî ), tu ( rêveberê malperê ) biryaran didî û nûça li duv heza û daxaza xwe ya þexsî û ya dilê te dixaze tu diweþini û belavedikî û tev karmendên xwe jî di agirê xwe de disojînî, ku ev yek jî nabe û ev isloba te yeinî xweperestî heta sînorê nexweþiyek deronî.

Herkes xwedî bîr û bawerên cudaye û nabe kes bîr û bawerên xwe li ser tu kesî qayîm(ferz) bike, lê mixabin çendîn cara(belku dikarim bêjim hema tev caran) te li duv heza xwe û bîr û bawerên xwe êriþî xelkê kiriye û nuçe li duv zanîna û viyan û armacên xwe weþandine!! .

Malpera Sîrwan Hecî Berko( Malpera Amûdê) roj bi roj xwe berovajî wan diroþmên serincrakêþ diyardiket.

Mixabin malpereke wesa ku navê bajarekê kurdistanê bi xwe ve digire û keskî mina te xwe dike niwîner û gotubêjê bajarekî, divê malpera amude durî bîr û bawerên te yên þexsî bin … û gelek divê(yên) din …..

 

çend diroþimên vala

ji aliyê birêveberê malpera amudê

 

  1.  
    Malpera Amûde ….. Malpera tev Kuridstanê ye

Malpera Amûde ….. Malpera tev Kuridstanê ye …Ev gotina birêvebirê malperê ye ku çendîn cara ji min re gotiye, lê wesa nîne ku karê malperê berovajî wê gotinê diyar dike. Min çendîn caran nûçe û berhem û pirtûk û karên hunerî û .. htd ji devera xwe Duhokê jêre þandine, lê neweþnadine ji ber ku dilê te ew yek nedixwest. Ev nexeme lê tiþtên ji wan ast nizimtir hatine weþandin ji ber hin sedeman(ji ber dilê te ew xwestin bûn) , malper bûye malpera te ya þexsî û ne ya bajarê te jî .

  1.  
    Jiyan Tariye bêyi malpera Amûde

Ev jî hin ji wan diroþmanin yên ku xwedîyê malpera amude di berî heyamekê de weþandîn, di dema birayra bi dawîanîna xebata malperê kirî, lê ev yek jî neraste, ji ber ku inyeta xwediye wê ne xizmete û ne karekê piroze, ew tinê ximzeta þexsê wîye û ne tiþtekî din .

Derbarey nûçeyan … bo nimone, te çendîn cara ji min re gotîye ev nûçe û berhemên belaþin, here nûçên ku pare tînin bîne, rêklamên bazirganî bîne!!. Lê min ev daxaza te û ew karê te nekir û nakim jî. Wê demê jî min gotibû te ku bo zanîn ev nekarê mine .

Herwesa derbarey pençereya kulîlkan …. Ku tu têde her heftî wêneyekê zaroyeke kurd têde diweþinî, bo vê yekê jî te gotiye min here ba dewlemenda û bêjê wênên zaroyên we emê biweþînin û peran jê bistîne. Min ew jî nekirîye û ez ne ji malbateke wisa kêm hurmetim ku karên wiha bo kesekî bikem.

Ev yek bo sedema hindê ku dilê min ji karên malperê yên wiha bêxêr û kêm ast sar bibe, ji ber ku xweya dike ku tu tenê ji bo berjewedniya xwe ya þexsî û bilindkirina navê xwe kar dikî û te fêde divê, pere divên û ne xizmeta peyva kurdî.

Ez ne (Werecim) ta biçim peran ji xelkê bixazim ….

malpera Amûde …..Rastî li ku be ew li wire

Di vê derbarê de em zêde dûr naçin û di rûperên malperê yên kevin de cîh nagerin, te di van nêzîkan de çendîn nûçên nerast û þaþ di derheqa çendîn kes û alîyan de weþandine, mîna ( hunermendê mezin Þivan Perwer, Pena Kurd, Hîvî Berwarî ,...û gelekin din) .

Ez berevanîyê ji van kes û alîyan nakem, ji ber ku wan bixwe bersiva te bi baþî dane, lê bi van karên te yên nedirost ez nerazî me. Herwesa mixabin navê min jî dikeve tensihta navê te û ez ji vê çendê bêbarim û ez ne digel bîr û bawerên te yên bertesik û þexsîme .

Ez xwe berameberî van kesan þermizar dibînim, lewra li vir daxaza lêborinê ji wan dikim û dibêjim wan:" ez ji van karan bêbarim û çi pêwendîya min pêre nîne".

Tu jî dizanî ev çend mehe ku min çi bizav bo malpera te ya þxsî  neþandine, ji ber ku ez ji wê þopa ku malper di ser de diçe nerazî me …. Ger bêy û bejî çima niha tu nerazîyî? ezê bêjim te mirov di rojek û þevekê de tu kesî nas naket û ya dilê wî nizane ka ji bo çi armancan dixwaze mirovan ji xwe re bikar bîne … Gelek kiryar min ji te ditin, gotinên te yên nerast bihîstin, ji nû de min biryar da ku tekelîya xwe bi malperê re biwestînim.

Bi têkelîya xwe bi te re ez gîham wê çendê ku kar û gotinên te tev de bi çep û çîrin, nivîsên te ne rastin û tu ji xiyala xwe û viyan û armancên xwe yên þexsî dertînî û belav dikey.

Ji ber van û hin sedemên din(ku naxwazim li vira behsa wan jî bikem), bi vê nama xwe ez dest ji karê malperê berdidim, û hîvîdarim ku bi zotirîn dem navê min ji her dû beþenen malpere derxînî. Li ser van karên te yên berî demekê û xebata malperê ya dûrî karê ragehandinê ez nikarim bêdeng bimînim.

Ez xwe gelek þerimizar û nerihet dibînim dema ku min bi dil û can bo malperê karkirye, ku li dawîyê min rastîya malperê zanî û armancê xwedîye wê min ta radeyeke baþ zanîn û ez dereng gehiþtim wê biryarê ku navê min ji nasnama malpereke þexsî bê derxistin.

Ji bo diyarkirina rastîyê bi xwendevanan re tikaye vê nama min biweþîne .

Li dawîye jî dê bêjim:" ez ne yekem kesim û hîvîdarim bibim yê dawîye ku dest ji karê malperê ber didim".

 

Dihok

14.04.004

Hekar Findî

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2004 info@pen-kurd.org