"Rêka Stêra " yan "Rêka Paþvebirinê"

 

 

Hekar Findî–Duhok

 

 

Sereray kopîkirina hizra bernamey, dest xoþ bo berhevkerên bernamê rêka stêra... Piþtî dîtina çend xelekên bernamey û guhـ lêbûna gotinên xelkî hez dikem çend gotineka li dur bernamê navibirî bêjim.

Sereray rêklam û dirostkirina navekî bo kenalî (he‌r we‌k gele‌‌k piþikdar dibin tinê jibo deng vedan û lênêrîna temaþevana nek jibo merema program li ser hatîye berihevkirin) merem ji bernamey her wek ji navê wê dîyar ku ew dergeheke bo çendîn kesa ku arezoyên xwe birêka vî bernamey bîne dî, ev bername rêxoþkereke bo wan kesên ta nuke delîve bo wan peydanebûy bikevne di meydana huner û muzîkê da.

Lê tiþtê seyir ewe piranîya wan kesên piþkdaryê divî bernamey da diken bidilekê þkesitî vedigerineve.. Ne tinê jiber ne wergirtina wan yan ne derbazbûna wan bo qûnaxeka dî –Ku tiþtekê nurmale– Belku bi sedemê wan gotinên -cûk þkên- wekî em bi Kurdî dibêjîn.

Raste ne her kesê qesta pirogramî kir yê amade ye û hemî merc û saxletên stiranbêjîyê û hunermendîyê li dev hene... Belku hindek ji wan pêdivî wê çendê ne ku þîyanên wan bêne derxistin û renîn û paqijkirin (seqil) û li ser rêya dirost bêne birêkirin.

Her wisa yên ku kêr bi vî karî jî ne ên nabît bi wî rengî reftar û serederî digel wan bête kirin û paþ ve bêne ladan û hindî ew hene hizir li vê çendê neken yan jî vê bûyerê ji bîr neken. Yê bikêr vî karî nehêt bila bête dûrxistin lê gelek rê hene ku ew pê bête dûrxistin ji bernamey-axiftina xoþ û ne xoþ jidevekî derdikevît- her çend e qûnax bo qûnaxê dê hindek piþkdar hêne dûr xistin ji pirogramî û li dawiyê jî -wek her pirogramekê dî- dê êk bitinê bîte star.

Ev pirogramê binavê (Rêka Stêra) ne gelek yê dûyire ji pirogramê (American Idol) belku kopîyeka sedî sede ji wê bernamê (ji serederîyê û wênekirinê û þêwaz û pêkînana lijna dadvanyê û... Htd) lê bernamê (Rêka Stêra) bi þîyan û ziman û pêçêbûnên Kurdî ye.

Derbarey serederîya divî pirogramî da anku pirogramê (American Idol) da tête kirin raste ya seyre lê piþkdar jî gelek caran bersiva lijnê diden û bigotineka wekî wê yan jî hindek caran wisa bersiv tête dan ku tev berihevbûy bi wî kesê lijnê dikenin û gelek tiþtên dî.

Her wisa gelek caran berihevbûy bi xwe bi dengekê bilind nerazîbûna xwe li hember birîyar yan gotina endamekê lijnê yan lijnê hemyê derdibirin.

Her wisa piranîya caran ger endamek yan dû endamên lijnê dijî piþkdarî rawestan dê yên dî piþtevanyê lêken... Daku bi êkcarî hîvî û hezên wî ne êne jinavbirin.

Eva borî hemî li layekî û layekê dî bila tinê em li astê çivakê emirîkî binêrîn û astê çivakê me.

Lê di pirogramê (Rêka Stêra) da hêriþe ji layê her sê endamên lijnê ve û bê dilovanî axiftin tête gotin.

Bo nimûne evên li xarê çend gotinekin ji bernamey :(

tu bikêr stiran gotinê nayê û bixêr biçî - Rehmê bi xelkî bibe û van stirana li çi ciha ne bêje - Ev stirane tinê bo piþta kustera dibaþin bêne gotin û ne li çi cihên dî -Dengê te ne deng bû, gotinên te jî çi gotin ne bûn - Carekê êkî gotî ye te ku dengê te yê xoþe - çi cara û li çi erda stirana ne bêjî baþ e - Te vêrê kire qesabxane - Hêdî hêdî ma tu hatî ye þerî - Destêt xwe bîne derê ji berîkêt xo, û sehke vêrê, rast raweste).

Ev gotinên li serî û çendên dîtir bi rengekê wisa ne þirîn û req têne gotin ku rastî dil û hestên piþkdara têne þikandin.

Her wisa lijna dadvanîyê niza li ser çi binema hatî ye pêk înan? Jiber hindek jiwan bi çi rengî neyên dadvanîyê ne.

Li dawiyê jî dê bêjîn ku eger ev lijne bikevîte beramber lijneka dî dê çewa dadvanî li ser wan ête kirin... Erê raste ew li wî asitî ne ewê ew xwe pê didene dîyarikirin yan jî....

Her wisa ew piþkdarên têne dûrxistin ji vî bernamey bikevne dibernamekê dî da dê wan her heman encam hebin.... Ne bawerim.

 

 

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org