Serdozgerê Seddam Hisên di hevpeyvîneke taybetî de

 

 

Ce'fer Musewî:

 

* Sedam bi tenê di þeva sêdaredanê de bi demekê kêm ket li jêr desthilata hikumeta Iraqê.

* Divabû Seddam bi kincên îdamê (kincên porteqalî bihatiba îdamkirin

* Hin kesên din wê bikevin nêv kêþeya Enfalê de wek gunehbar.

* Barzan daxwaza sistkirina kinfê sêdaredanê kir berîya bicîanînê.

* Ehmed Husên Xizirî danpêdan bi gunehên Sedamî kir, lê piþtre li dadgehê ji gotinên xwe lêvebû.

 

Hevpeyvîn: Hekar Findî

 
Ji bo bêtir nêzikbûn û diyarkirina dadgehkirin û sêdaredana Sedam û hevalên wî ku bûyereke dîrokî bû, me xwest xwe bigehînin Dadwer Ce'fer Musewî serokê daxwzkerên giþtî da ku ji mere çendîn nihênî û gavên nediyar diyar biket.
 
- Gelek dibînin ku lezatî di cîbicîkirina sêdaredana Sedamî de hate kirin, tu çawa vê yekê dibînî?
 
* Bi dîtina min çi lezatî di cêbecêkirna sêdaredanê de nehatîye kirin, bi her awayekî biryara cêbecêkirinê bo desthilata cêbecêkirnê vedigere ne ji bo dadgehê, ji ber ku tinê biryar ji dadgehê derdikevin û bicîkirina wê bo desthilata cêbecekirinê vedigere, ew kînga dizaxe bicîbike wê bicîbike lê divê di wê çarûvê de be yê ku dadgehê destnîaþkirî anku ne dijî biryara dadgehê be.
Ji layekê din ve jî bila em li eþ û azarên milêtê Iraqê binerin ku daxwza wan ewbû hindî rojekê zûtir fermana sêdaredanê bê bicîkiri wê baþtir be, evê yekê jî kartêkirina xwe li ser cêbecêkirinê de hebû di baweriya min de.
 
- Li gor yasa iraqê nabe gunehbar bê sêdaredan di rojên hilkeft u cejnên xwe de, lê sedam wek medîtî di yekemîn roja cejnê de hate sêdaredan, gotina te li ser vê yekê cîye?
 
* Ev yasa tu jê dibêjî niha neya karîgere anku ya ji kar ketîye mîna her yasayeke din ku li ser demê rijêma sedam ya jinavcûyî derketibûn ku li demê desthilata berxwext polbirîmer biryara ragirtina wan biryar û yasayan derxistîbû, em jî ligor yasayê kardikin û ji sînorên wê dernakevin , evca ji layê yasayî ve cî rêgir nînin ji bo wê roja têda hatîye sêdarêdan.
 
- Ji layekê din ve hindek dibînin ku lezatî hate kirin ji ber tirsa revandina sedam?
 
* Dibe, vê yekê dûr nabînin ji ber rewþa iraqê ya êmnahîye xerabe ,lewra dibe ku hikumeta Iraqê lezatî têde kirbe ji ber vê yekê.
 
- Helwesta Emrîkiyan cewabû di demjimêrên dawîyê de, nerazîbûneke wan hebû, daxwaza gîrûkirina cêbecêkirinê ji we xwest yan her tiþtekî din?
 
* Nexêr ci nerazîbun ji layê wan ve nebûn, jibîr neke ew layenê Emrîkî cihê desteserkirinê bûn ne cihê birayrê bûn di vê çendê de, belku wan razîbûn û berhevîya xwe da diyarkirin her ji demê hikumeta Iraqê daxwaz ji wan kirî ku Sedam biden dest wan.
Her wesa emrîkiyan berî cêbecêkirinê bi dû rojan sedam agedarkirin ku ew yê wî biden dest Iraqîyan ji bo bicîanîna fermana sedarêdanê her wesa yê tiþtên wî bidin dest parêzerên wî, her wesa jê pirsîne kanê ew dixaze hinek ji kesûkarên xwe bibîne yan parêzerên xwe.
li gor pêzanînên min sedam ev çende jî red kir ji ber ku ew ne diwê bawerîyê da bû ku ewê wî bidin dest Iraqîyan. Lê di roja çêbecêkirinê de demê gotina wan bûye rastî û wî zanî ku yê wî bidin dest iraqîyan ew (mifaci) bû û di wî demî da wî li hawar û qêriyan daye , û çendîn gotin kirîn weke ( ezê we ji tîrorê xelas kem , ezê mîlîiþiyata ji nav bibem) her wesa yê rijid bû ku serkirdekê Emrîkî bibîne , lê berbiprsê zîndanê ew agedar kir ku kesek nîne wî bibîne û sêdaredan jî wê her iþev be çi derfet têde nîne ku guhurînek bikeve biryarê… ve çendê weha li wî kir ku ew bikeve û hay ji xwe nemîne, ji bû vê yekê jî nûjdarek pêtivîbû ku bê li rewþa wî binere piþtî weha lêhatî, lewra nûjdarekî emrîkî li wir berhevbû û 4 derzî li wî dane ta ku ew bicekî bêdeng û nerim u aram bûy.
 
- Bi dîtina te cima sedam ne di wê baweriyê da bû ku yê bê sêdaredan, yan emrîkî wî naden dest iraqiyan?
 
* Ez jî nizanim rastî, lê ya ez dizanim hikumeta îraqê ew ji emrîkiyan wergirt û biryara sêdaredanê li ser wî bicîkir bêyî destêwerdana çi layena.
 
 
- Raste tiþtên wî yên taybet hikumeta Iraqê desteserkirine û nedane dest parêzerên wî?
 
* Ne raste, ji ber ku sedam ne li jêr desthilata hikumeta Iraqê bûye ta hikumeta Iraqê tiþtên wî desteserbiketin belku ew li jêr desthilata emrîkiyan  bûye û Sedam bi tenê di þeva sêdaredanê de bi demekê kêm ket li jêr desthilata hikumeta Iraqê.
 
- Li wî demî anku demê ket li jêr desthilata wede wî tiþteke ji we xwest mîna dîtina kesûkarên xwe yan peywendîkirin bi wan yan her tihstekî din ?
 
* Nexêr tiþtek ji me ne xwest belku beriya vî demî anku di demê dadgehkirnê de jî min bi xwe çendîn cara jêre gotîye kanê tu tihstekî dixazî weke dîtina kesukarên xwe yan peywendîyê biwan re bikî , ji min re got " nexêr" min jî jêre got cima ? wî got " ez naxazim yek li min guhdarî bike".
 
 
 
- Li gor dîtina hinekan li demê sêdarenaê de sedam wek mirovekî peyt xweya dikir, her wesa di demê rûniþtinên dadgehê de jî, erê tu vê yekê cewa dibînî, erê kamîrên TV yan kartêkirna xwe li ser vê yekê hebû yan cewa?
 
* Li demê sêdaredanê de wek min berî niha ji tere gotî 4 derzî bo sedam hatîne danan, ta karî bi wî rengî bê hember kinifê sêedaredanê. Her wesa Sedam weke hevalên xwe yên din xwedan durû bû, di rûyekî de ew di aram û bê deng bûn, di rûyê xwe yê din de ku li hember kamîrên TV an bûn, li deme wan bizanînbaye ew li hember kamîrane yan jî li demê wan dizanî ew ketine di bexþên TV yan de wan dest dida gotina diroþman û xwe wesa didan xweyakirin ku ew bi hêzin, lê me dizanî cewaye û em li hember kêne, bo nimone di demê sêdaredana Barzanî de ku ew gelekî bê deng û nerim bû beruvajî rûnsihtinên dadgehe .
 
- Sedam jî weha bû?
 
* Belê, wekî min berî niha gotî min çendîn cara sedam di zîndana wî de dîtîye û ez pêre rûniþtîme ew berovajî rûyê xwe yê di dadgehê de bû û her kes vê yekê dizane yên ku ew ji derveyî dadgehê dîtine.
 Li demê we ew li derveyî dadgehê didîtin, tu carî wan çi gev yan her renge tirsrandinek yan hewla wê yekê nedikirin ku we bi parey yan her tiþtekî din serdabiben?
 
* Nexêr , tu carî wan nikarîye tiþtekî weha bikin ji be rkû wan dizanî ev yek ser nagire, belkû hinek ji wan digel meda di hevkar bûn, weke nimone ku ev cara yekeîmene ezê bêjim min çendîn hevpeyvînên taybet bi gunehbaran re hene ku wan bi eþkere danpêdan kirîye ku sedam gunehbarekî mezine di der heqê milletên Iraqê de.
 
Her wesa hinek ji wan gotine ku Cuhîyan hindî Sedamî ziyana milletên iraqî nekîrye -li gor dîtina wan-.
 
Her wesa di hevpeyvîneke de min bi Ehmed Husên Xizir serokê dîwana serokatîyê ye berê re eþkere dike kanê çewa rijêma Sedam ziyan li Iraqê û milletê wê kiriye û çewa bi dirindane serederî digel milletê xwe dikir, lê wî berovajî vê yekê di rûniþtina dadgehê da gotinên xwe gotin .
 
- Bidîtna te cima ew weha did adgehê de dihatin guhertin?
 
* Min jî ev yek ji wan pirsî, kanê cima ew di rûniþtinên dadgehê de berovajî gotinên xwe yên li derveyî dadgehê dibêjin, wan got ji bo selmametîya kesûkarên me, her wesa tirsîn.
 
Tev ew hevpevînên min bi wan re tumarkirîne û bi anehîya xwedê di paþerojê de hûnê bibînin û guhdarbikin.
 
- Niha bi ew hevpeyvîn bi te re ne?
 
* Nexêr, lê weke min gotî di paþerojê de emê bidin medyayê.
 
- Li demê sêdaredanê de Sedam bi sîmayekî normal derket mîna cilên wî, çima?
 
* Ev jî þaþitiyek bû ku ne di bû weha çêbibaye, lê weha çêbû, belkû diviya cilên taybet bi sêdaredanê ve li ber kirban ku cilên pirteqalî ne û tûyrkê reþ jî li sêer wî de kirbane. Lê me ne hiþt ku ev yek di sêdaredana Barzan û Bender de çêbibin ku me ew cilên taybet li ber wan kirin û tûyrkê reþ jî me li serê wan kir li gor yasyayên Iraqî.
 
- Di demê sêdaredana sedamî de li pey wê vîdîyoya belavebûy, me dît û guh lê bû ku hin diroþim û gotin hatine gotin, cima ev yeke rûda?
 
* Ev þaþitî bo desteya cêbecêkirinê vedigere ku ew jê berpirsin û ne tu alîyekê din, lê di sêdaredana Barzan û Bender de min ne hiþt ev yeke rûbide.
 
- Hinek dibêjin ku sêdaredana Sedamî ji alîyê mîlîþiyata ve hatîye bicîkir?
 
* Nexêr tiþtê weha nîne, ev piropakindên wan kesane yên ku her kes dizane kanê ew kîne û merema wan ji vê yekê cîye, û ew dengên we guhdarîkirîn jî dengên leþkerên wî cihî bûn.
 
Ketine jûra wan jî bo cihê sêdaredanê vedigere ve bo heza kesokî ku li cem her kesekî heye, bitaybet keskî mîna sedam ku eve serê 35 salane xelkî eþ û azar ji destên wî û rijêma wî dîtine.
 
Di ser kiryarên sedam yên ne mirovatî re ew bi rengekekî gelek mirovatî hate sêdaredan her weke te gotî bicilên xwe yên taybet bû her wesa li demê ne razîbûy ku tûyirkê reþ jî li serê xwe bike zorî lê nehate kirin tinê daxaz jê hate kirin ku li hefka wî bê danîn daku hefka wî ne yê birîndarkirin û êþandin … erê ev yeke li kû derê rûdaye … mirovatî çewaye.
 
- Çima yekemîn kêþe (Dicêl) , her wesa hinek dibêjin ku layenê siyasî yê zale li ser dadgehê pêtir ji layenê yasayî ?
 
* derbarey zalbûna layenê siyasî tiþtekî wesa nîne ji ber ku ger em li gor siyastê çûbanê da em yekemîn car li kêseyeke mîna kêþa Enfalê nêrîn ku pêtirî 182 kesan têde bê seruþinbûne zêdebarî ziyanên din, yan kêþeyeke din ku me sericn û razîbûna hin welatên biyanî kêþabaye, lê weke min gotî em cihekeî yasyaîne û em li gor yasyayê dicin… her kêþeyeke lêkolîn û pêtivîyên wê berhevdibin em li wê dinêrîn.
 
- Guherîna fermana Teha Yasîn Remezanî ji heta hetayê bo sêdaredanê hinek dibînin pêtir siyasî bû ji biryareka yasayî?
 
* Nexêr me wek desteya daxwzkerên giþtî (Id'a 'am) ji despêkê de daxaza sêdaredana wî kirbû, her wesa piþtî derketina biryara wî bi heta hetyaê me daxaza lênêrina vê biryarê ji dadgeha pedaçunê kir û me ev biryar (temîz) kir li gor belge û pêzanînên li berdest ku ew jî maf û erkê meye.
 
- Destêwerdan yan jî kartêkirin, gifaþtinên navneteweyî li ser dadgehê nehatîne kirin çi li ser rêvecûna dadgehê yan pêrabûnên wê yan layekî dî?
 
* Li ser dadgehê nexêr tiþteke nehatîye kirin ne ji layê emrîkiyan ve û nejî ji layê hikumeta iraqê ve , lê li ser hikumetê ez pê nizanim , her wesa her kes jî dizane kanê biryarên dadgehê cewabûn ew kesê ku me belge û girove li ser hebûn gehiþtin mafê xwe û yên belgên û girovên pêtivî li ser wan derneketin ew hatin azadkirin anku her kes li gor belkên xwe hatine dadgeh kirin , ev jî li pey yasayê bû ger em li pey yasayê ne cubane dibe gelek tiþtên din hebane.
 
- Lê hinek dibêjin ku biryarên dadgehê di berhevbûn û di diyar bûn berîya ku dadgeh bi dawî bê û biryarên xwe yên dawîye bistîne?
 
* Ev gotinên mediyayê ne û wan kesên ku em dizanin ew kîne, lê me li hember tevaya xelkê runiþtinên xwe birêvebirine û her belegeyeke li ser wan li ber destê me de bû me ew jî li ser þaþên Tv ji tevaya xelkê re xweyakir.
 
- Çima fermana (biryar) a sêdaredanê ji alîyê desteya seroketiyê ve ne hate imzekeirin?
 
* Biryara cêbecêkirinê ne pêtivî imzaya desteya seroketîyê bû ji ber ku ev kêþe ne di çarçûvê desthilata civata bilinda dadwerîyê de bû belkû di çarçûvê desthilata dadgeha bilinda gunehkarîya bû , eve ji layekî ve ji layekê dî ve li gor disturê iraqê ne di desthilata tu layenekeî de ye ji wan serok komar u desteya serokatîyê bi xwe jî ku wan ew maf nîne tu biryar û fermanan jinav biben û lêborînan ji wan kesan re derbêxin yên ku bi gunehên navneteweyî û terorê tawanbarin.
 
- Çima Sedam bi tinê hate sêdaredan , piþtre Barzan û Bender?
 
* çi yasa li ser vê yekê nînin evca biryara bicîanîne bo desthilata cêbecêkirinê vedigere.
 
- Li ser sêdaredana Barzan û ser jêvebûna wî?
 
* Ez bi xwe di desteya cêbecêkirinê de bûn û min rûdan bi çavên xwe dît ku ezê bi emanet bo te vegêrim.
 
Sêdaredan piþtî demjimêr 2:30 î þevê çêbû, li gor pêrabûnên yasayî Barzan anîn ku bi cilên taybet bi sêdarenê ve bû, min jêre got niha biryara bicîanîne yê li ser te bê xwendin , te tiþtek heye bêjî ku te ji bîra kiribe yan tu tiþtekî dixwazî weke wesyetnameyek yan her tiþtekî din, got "ez bê gunehim" … û her ev gotine çendîn cara dubare dikir û ne tiþtekî din. Min jî jêre got " tu pêtirî her kesî di dadgehê de axifî, û dadwerî pêtirî her kesî dem ji te terxankirbû da kû tu bi peyvî" wî got "raste lê dadwerî gotinên min ne wergirtin û pê nekir". Min jê re got ev bo dadwerî vedigere. Lê ya niha li ser te tu þehadetê bidey… wî bi tirs û leriz þehade xwend, me Barzan û Bender rêkirin ser depê sêdaredanê ku herdûyan cilên taybet bi sêdaredanê ve li ber bûn li demê ketin hember werîsên sêdaredanê tûyrkên reþ li serê wan de kirin , piþtre werîsên sêdaredanê li sitûyê wan de kirin, di wê navberê de min guh li dengê Barzan bû got " hêdî hêdî ma hûnê min bikûjin berîya min sêdarebiden" (ez mendehuþ mam) , min daxwaz ji wî kesê li wir (cêbecêkerî) kir ku kinifê wî sist bike, di demê cêbecêkirinê de wexta herdû ketin xwarê min kinfê Barzan vala dît , yekser min ji wan kesên cêbecêkirinê xwest ku biçin xwarê wî careke din vegerînin serî ( min hizir kir ku dibe ji ber wan kinif gelek sist kirbe lewra ew yekser ketibe xwarê bêy ku stûyê wî di kinfî de ne ma be, ez jî ber bi wî ve çûm lê cêbecêker berîya min gehiþt wê derê û yekser got " mamoste ev bê sere- serê wî jêbûye" min jî jêre got çewa pa ka serê wî? Got "vaye li zawîyê di tûyrkê reþ de ye". Min jêre got ka here bîne … wî serê Barzan di tûyrkê reþ de ji min re anî.
 
Ev hemûye hatîye wênekirin û me peþanî rojnemevana jî kir di demê xwe de lê piþtî ku me tev amîrên wênekirnê ji wan standîn .
 
- Tu vê yekê bo egerekê teknîkî venagerînî?
 
* Nexêr çi egerên teknîkî nebûn, belku xwestekeke xwedawendî bû.
 
- Gûherandina dadweran ew derfet da gelekan ku bêjin destêwerdan di karê dadgehê de hene?
 
* Di despêkê de Dadwer Rizgar Emînî bi xwe biryara destji karkêþana xwe da, nek cîyekî din yan tiþtekî din hebû tinê gifaþtinên mîletî li ser millên wî hebûn ku xelkê jê di xwest ku pêtir yê dijwar û tûnd be di serederîya xwe de digel gunehbaran ku geleki nerim bû, lê wek min gotî biryara dest ji karkêþana wî her bo wî vedigere û wî ev biryar bi bawerî û heza xwe daye.
 
Derbareyi Dadwer Amirî jî wek aþkira ew beþeke ji birêveberiya dadgehê û dadgeh jî binavê milletî ye nek bi navê cihekî ye lê serdederîya wî ne li gor vê yekê bû ku binavê milêtî be, her ev tiþtebûn û ne tiþtekî din bû, her wesa bo zanîna xwendevan dadgeha 60 dadweran bi xwe ve digire û tev jî bi pileya yekê di karê xwe de tên û tevaya jî þiyanên birêvebirina nexweþtirîn curên dadgeha hene, her wesa þiyanên dadgehên navneteweyîjî hene.. Û dibêjim ku çi givaþtinên siyasî nebû.
 
- Derbareyî kêþa enfalê ku rûniþtinên wê gelek dirêj bûn, bi dîtina te di van du mehan de biryara dawîyê wê bê standin yan ne?
 
* Pê rabûnên dadgehê tinê guhdana gotinên bervanan maye zêdebarî lênîrîna desteya idai am û lênîrina parêzeran û piþtre wê biryar bê standin, li pey van pêrabûnana dibe di van dû-sê mehan de bryara dawîye bê dayin.
 
- Bi dîtina te li gor mezinatîya kêþeya enfalê hijmara gunehbaran ne kêmin?
 
* Belê rates gelek kes hene ku kêþeyên wan giredayî keþeya enfalê ne lê jê hatîne vekirin, her wesa hinek perabûnên yasayî hene her dema ew bi dawî hatin weke lêkolîn ….htd. Wê demê wê ew jî bên desteserkirin.
 
- Erê di þiyanên dadgehê de hene ku hin kesên din yên gunehbar divê kêsê de dadgeh bike yan jî ev yeke ne diþiyanene wê deye?
 
* Belê di þiyanên dadgeha iraqî de heye her kesê gunehbar bîne hember dadgehê û wan dadgeh bike.
 
- We tiþtekê weha kiriye?
 
* Belê, hin pêrabûn hatîne kirin û hûnê di vexwednina daxwazkerê giþtî de bibînin ku hin nav û tiþtên din dê bên berçav kirin.
 
- Ger em ji te bipirsîn hestê te çi bû li demê yekemîn car tu ketî hember sedam ankû di yekemîn hevdîtina we de ?
 
* Ez wek serokê desteya daxwazkerê giþtî digel endamên desteyê komvebûm min ji wan pirsî kanê kî ji wan dixaze bi rûlê daxwazkerî rabibe di yekemîn keþeheya ku li hember dadgehê tê nîþandan, rastî hinek birader ji bo selametîya kesûkarên xwe tirsiyan û dûdil bûn lewra xwe ji vê yekê vekêþan, wesa min biryar da ez bibim daxwzker giþtî û, her wesa dadwer Minqiz Fir'ewin û dadwer Mehdî Ebdulemîr jî digel minda bûn.
 
Lê li dûr yekemîn dîtina min digel sedamî bo yekemîn rûniþtina dadgehê vedigere ku min (Istîhlalîye) pêþkêþ dikir ku berîya dadgehkirne tê xwendin.
 
Di wî demî de ez yê bi rojî bûn û rewþa min ya saxlemîyê jî neya baþ bû, ez bi xwe gelek avê vedixwem tiþtê herî nex weþ li bam min ew bû.
 
Bê guman ev runiþtine li cem min ji giringitirîn runiþtinên dadgehê bû ku dadgeheke mêjuyî bû.
 
- Da bên û bîçekê behesê Barzan û þîmyatîyên wî bikeyin di demê dadgehkirnê da! Sererayî tawanên xwe yên nemirovatî de gelek caran xelk dikenand, we çewa ev þimiyatîtîyên wî werdigrtin?
 
* Piraniya caran þîmatî sernica temaþevanan dikêþin, weke ew þerenîxên di perlemanan de çedibin, di vê dadgehê de jî Barzan bi rûlê þimî radibû lewra serinca xelkî li bal xwe ve dikêþa, û ez mendehoþ di mam ji serederîya wî di nêv û derveyî dadgehê de ku berovajî hevdu bûn.
 
- Tiþtê herî balkêþ li cem te çibû di serderîyên wî de?
 
* Piranîya caran di demê rûniþtinên dadgehê de em bi þerdef dicûyin, lê piþtî ku rûniþtin bi dawî dihat da yekser gazî min ket " mamoste Ce'fer ji destûra te, hîvîdikem min divêt gotinekê bi te re bikim ".
 
- Li dûr kêþeyên din ku wê bikevin dadgehê, Lêkolîn gîhaye kuderê?
 
* Komeke kêþeya di destê me dene, em li ser kardikin û ber bi dawîyê ve çune û emê pêþkêþî dadgehê bikin, wek kêseheya serhildnaê ku li ser 15 keþeyan hatîye dabeþkirin ji egerê gelek bûna gunehbaran ku digehe 104 gunehbaran, ji ber vê yekê me ev kêþeye li gor hijmara parêzgehan li hevkir.
 
- Tu dikarî hijmara gunehbaran diyarbikeyi yên ku di tevaya kêþeyan de hûnê wan pêþkeþî dadgehê bikin?
 
* Belê 140 gunehbarin, ku ji gelek pilên çêwaz yên berpirsên rijêma çûyî.
 
- Hinek kes hene çi li ser wan ta niha ji alîyê weve nehtîye kirin û nejî pirs li ser wan tê kirin weke (Seaf û Nacî Sebrî û Erþed Yasîn)?
 
* Her kesê sikala li dijî wî bê kirin û belgeyên pêtivî li ser wî bên emê wî bînin hember dadgehê, em livir serderîyê digel navn nakeyin em serederîyê digel belge û girovên yasayê dikeyin.
 
01.03.2007
 

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org