Serokê Komela Kurdi – Libnanî ya Xêrxwazî:
 
- Çûna meya bo Kurdistanê tinê rîklamek bû ji hikumeta herêmê re, û em xistîn medyayê.
 
- Hikumeta herêmê pembû xistine di guhê xwede û hayê wan ji me tune, her wek kurdê libnanê tune.
 
- Tinê Kurdê Libnanê bê xwedî ne.
 
 
 
Hevpeyvîn : Hekar Findî – Beyrût
 
 
  
 
Bihaeddîn Hesen navekê diyar û kesayetîyeka navdar û bernîyase di nava kurdê libnanê da, serokê komela kurdên libnanê ya xêrxwqzî ye, xebata wî jib o bidest veînana mafên kurdan li libnanê diyar û berdewame. Ji bo pêtir nêzîk bûn ji rewþa kurdên libnanê û zanîna arîþe û daxazîyên wan me xwe gehand berêz (Hec biha) yê navdar bi ( Hec Biha) li beyruta paytexta libnanê da ku bo me runahîyekê bidete  ser van teweran.
We berî demekê seredanek anî bû herêma kurdistanê, merem jê çi bû, çewa ew seredana we hatê pêkanîn?
Çûna me ya bo kurdistanê rastî ji bo xatirê harîkarîkirina kurdê libnanê bû, bi taybet ji bo avakirina pertûkxaneke kurdî, dibistaneke kurdî, bingeheke roþinbîrî li libnanê. Her wesa dixazim bêjim ku wan þandibû pê me, ku em seredana kurdistanê biken.
Îroo li libnanê azadîyek heye kun e li Turkîya û ne jî li îranê û surîya heye…. Em dikarîn hind tiþtî bikeyin ku kurdê wan dera nikare bike, lê piþtevanî û alîkarîya madî tune ye ji mere.
Divê seredanê xwede me ji hikumeta herêma kurdistanê xwest ku alîakrîya me biken… me ji wan re got werin kerem biken hûn biken û bila her tiþt li bin çavdêrîya we be, nek li bin cavdêrîya me be, anku em pera naxwazîn em xizmeteke netewey dizaîn.  
 
Îro di libanê de þi’ên cîhanê alîkarîya þî’ên libnanê diken, sinê cîhanê alîkarîya sinê libnanê diken, filehên libnanê alîkarîya filehên libnanê diken, tinê kurdê libnanê bê xwedî ne.
Di sala 2006an de demê li vir þer çêbuy, bi milyona pere wek alîkarî ji libnaê re hatin …. Qed tiþtek ne gehiþt kurdan.
 
Çima?
Em çûn çendîn ciha û layena me daxwaza alîkarîyê kir, anku para me kurdan… gotin herin cem sina bila ew bidin we – ji ber ku em sine ne –lê cihê dilgiranîyê bû ku sina jî li me nêrî jiber ku em kurd bûn…. Ew naxazin kurd beriz bibin belku dixazin kurd berze bibin da ku em daxaza mafê xwe nakeyin.
Ew naxazin kurdan dibistaneke kurdî hebe, pertûkxaneke kurdî hebe, ji ber vê çendê niha tu yê gelek kurdan bibînî ku kurdî nizanin biaxivin, gelek malbatê kurdî yên mezin hebûne berzebûne ji ber vê yekê, ew jî vê  dixazin ku em berze bibin.
Me ev doz ji hikumeta herêmê kir ku alîkarîya me biken jibo dabînkirina van pêdawîstîya. Niha nêzî nîv milyon kurdê rojava ( surîyê) li vir heye her wesa 80 hezarî kurdê libnanê jî heye lê ne pirtûkxanek û ne jî dibistanek kurdî heye… bila bikêmasî ev alîkarîya bikirane lê (me’el esef) tiþtek nekirin.
 
We daxaz ji kîjan layen yan dezgayê herêmê kirîye?
Me gelek hewildan digel gelek cihankirin lê giþ jî ta niha bê mifa bûn.
Me karî em wezîrê roþinbîrî ( Felekeddîn Kakeyî) bibînîn wexta ku ew hatî vira û me rewþa xwe jêre da diyarkirin û wî jî got ezê rewþa we ji serkirdayetîya kurdî re bideme diyarkirin da ku alîkarîya bêt kirin her wesa wî soza dabînkirina dezgayên roþinbîrî jî da me … û seredana me ya bo kurdistanê pêtir ji bo vê yekê bû, lê piþtî ku em çûn û hatîn me zanî merem ji wê çûnê tinê rîklam bû û em xistîn medîyayê.
Her wesa her kesê ku tê vi – libnanê- em jêre dibêjîn lê her wêk min berî niha gotî hemî hewlên me bê mifa ne.
Berî 7-8 mehan kesek binavê ( mihsin se’dûn Gergerî) min dît, mihsin di zankoyeka libnanê de dixwîne nizanim bi dirostî di kîjan war de dixwîne lê ew li vir xwendinekê dike… mêvanekê min hebû û ez çûm cem wî li otêlê û em li wir rûniþtîn û me bihevre axaftin dikir, ew (mihsin) ji me wêve tir rûniþtî bû û rojnameyek di xwend, min lê nêrî ew ber bi meve hat û got hûn kurdin? Me jî jêre got belê em kurdin, got ez jî kurdim navê min (mihsin Se’dûn Gergerî ) ye, ez endamê partî me û endamê perlemanê îraqê me. Me jî jêre got em kêfxweþin kerembike rûne.
Em rûniþtîn û wî li halê û rewþa me pirsî, min jî jêre got ku rewþa me xirabe û wilo ye – wesaye- niha em kurd li vir sal bi sal berze dibin alîkarî tine ye, û xeyrî me hatin kêmnetewe – eqelîyat- hatine libnanê û dewletê wan alîkarî û piþtevanîya wan diken, mizgeft, dibistan, zanînageh, qotabxane .. û htd. Ji wan re avakirine , niha hêz û gotin û mafê wan heye li libnanê … lê li ser me kurdan vîto heye!.
Her wesa ew alîkarîya ku îraqê daye libnanê çi para me têde nebû û tinê þî’e û sine û filehan mifa jê wergirt bila li mafê me kurdan jî bipirsin ew jî xwedan desthilat û biryarin li îraqê.
Me ji (mihsin Gergerî ) xwest ku ew weke endam perleman vê yekê bigehîne mam celal û kak mes’ûd.
Hikumeta kurdistanê nikare 5 hizar dolarî bide kurdên libnanê, lê dikare bi dehan hizar belku bi sedan hizar dolarî bide kesekî ji bo avakirina avahîyekî.
 
Te behsa vîtoyê li ser kurdan kir, ev vîto ji layê kê ve ye?
Ji layê ereba hema ve û niha (me’el esef) ji layê kurdan ve jî çêbûye … wexta ku hikumeta herêmê alîkarîya fileha bike û çendîn kêm netewe – eqelîyat- li herêmê çêkirine û alîkarîya wan dike … ev kêmkirina kurdane u her wesa kurdê wê yê pêtivî alîkarîyê heye nake .. ev vîtoye.
 
Tu gelek xemsarîyê dixî stûyê kurdê baþur – herêma Kurdistanê – çima?
Wexta ku (Cemîl Miho) îcaza – ruxseta – partî dîmokratî Kurdistan / Libnan stendî û anî … lêxist cû dev Mela Mistefa Barzanî û jêr got “ serok min rixseta hizbê anîm, tu dizanî dixazî kî bibe serok, kî nebe serok “ barzanî jêre got got “ here tu bibe serok û çavê we bila li libnanê be ka çawa çavê we li zarokê weye, her wexta ku rojekê min nikarî xebata xwe li Kurdistanê encam bidem ezê bêm Libnanê”.
Her wesa em 24 demjimêran di xizmeta wan debûn wexta ku ew berî bikevin di desthilatê de li îraqê û hikumeta kurdî pêkbînin anku wexta ku eww derbeder û xebata xwe dikirin… em kurdê libnanê þofêrê wan bûn … em zêrevanê wan bûn, me xizmeta wan kirîye wek kur û ji bo kurd û kurdistanê. Ez dikarim navê hinekan jî bêjim wek ( emer botanî , xazî zêbarî, îzeddin berwarî, elî þingalî) û gelekên din. Û niha jî her berpirseke yan kurdek tê em li peyy pêçêbûna xwe alîkarîya wan dikin.
Baþe ger hûn dizanin ku ev semîmiyet û dilsozîye ji vir heye çima hûn tiþtekî bo vir naken nek bo vir belku ji xwe re biken…. Me tiþtek ji bo xwe ne xwestîye, em bo kurd û kurdistanê dixazîn. Me tiþtekî taybet ji xwe re ne xwestîye… ma çi qibhet yan zulme ger kurdê îraqê alîkarîya kurdê libnanê bike … guneha me çîye…
Wan em li piþt guh avêtine. Û pembû di guhê xwe xistine û hayê wan ji me tune, her wesa kurdê libnanê tune (me’el esef).
 
We hewla wê  çendê nekirîye ku hûn Talebanî yan Barzanî bibînin?
Belê me gelek hewildan kirin lê giþ bê encamp bûn.
Min di sala 2006an de barzanî li þame dît. Min rewþa me jêre got û min (mizekereyek) jî dayê, her wesa min jêre got ku niha – wî demî- erd erzane û kerem biken werin van karên pêtvî ji kurdê libnanê re bikin. Got emê dîrase biken. Min jêre got  wexta ku felekeddin kakeyî hatî vira ev çende me jêre gotibû, ev daxaz û me ev daxazî kirbûn û wî gehandibûn te û te jî diwî demî de razîbûna xwe (miwafeqe) da bû diyarkirin ku ev kar bêne kirin lê (emer Botanî û xazî Zêbarî ) ev daxaze bicînekirin… hê ev hewla me jî bê encame.
 
We çi kar jê xwest?
Ji bo hizba rizgarî û perçeka erd bo pertûkxaneke kurdî.
Di vê dîtina me ya bi serok mesûd re li þame nîva axaftina me li ser hizbê bû, her wesa serok mes’ûd jî got “ emê çewa bikarîn hizbê xilas bikin û rûxssta wê bimîne û nehêlîn ku rûxseta hizbê here”.
Min jêre got wexta hûn bixazin hûn dikarin vê hizbê xilas bikin… îro dostê we li surîyê heye û niha ew hukimdare li libnanê bi têlefonekê digel wezareta navxo ya libnanê mesela hizbê saf dibe û ruxseta wê sax dib eve ..  anku emê bikarîn  rûxseta hizbê bizivrîne ve û bi parêzîn.
Her wesa layenekê din jî heye anku rêyeke din ew ji layenê madî ye ku ew jî layenekê giringe û pere ji bo saxkirina wê pêtvîne.
Di wê wextîde ez dû caran çûm cem ( xazî zêbarî) jib o heman meremê anku rûxseta hizba rizgarî nemire..
 
Çi têkelîyên te, berjewendîyên te bi parta rizgarî ve hene, tu van daxaza bo wan dikeyi?
Tinê xizmeteke neteweyî û ji bo berjewendîya giþtî ez van daxaza dikem, lê weke din çi berjewendîyên min yên taybet tuneye… serokê partê ( mehmud ebdulfetah)e û ne ezim.
 
Çima serokê parta rizgarî (mehmûd) van daxaza nake, çima tu?
Ew jî van daxaza dîke, çendîn cara seredana kurdistanê kirîye lê hewilên wî jî bê encam bûn, çi alîkarî û piþtevanî ne stend .. rûxseta hizba partî çû bila ev neçe.
 
Çewa rûxseta partî çû, sedemên wê çibûn?
Ev 20-30 sale rûxseta wê nû nebûye, perê wan jî tuneye, xebata wan tuneye, ev mirine yan ne ?! bi kêmasî ji nûkirina rûxseta hizbê re pere lazime û hin karên din.
Wî wextî suriya ket libnanê û destê wê xort bû li vir û tu zanî surî naxaze îro hizbeke kurdî û ne jî komeleyek kurdî bimîne û hebe… wan jî rolê xwe hebû divê yekê da.
Niha em li komelê desrê zimanê kurdî didîn li cem wan cerîmeye…. Niha ez nikarim herim surîyê û navê li ser sînor heye. Ji ber van çalakîyên komelê.
 
Tu nabînî ku Kurdê libnanê yê dûrî ziman û kultûr û dîroka xwe ya Kurdî ye?
Ratse, lê ev yek jî ji valatîyekê ne hatîye, egerên wê jî bikêmasî nebûna cihekê taybet ku wan li hev bicivîne…
Niha ne holeka me ya taybet ya newrozê heye, û nejî bingeheke roþinbîrî kurdî ku dîrok û rewþenbîrîya kurdî li cem wan sax bike, û ne jî cihek yan bingehekê civakî ku kurdê me lê bicivin, ku de’wetên xwe, þahîyên xwe, ser saxîyên xwe lê biken.  Her wesa ne bûna cihekî ku zaroyên fêrî zimanê kurdî bibin.
Ger ev tiþtê he me habeye  wê milletê me lihev bicivîyane û wê kur û kiçê me kurdan jî li hev bi zewicîyane, nek kurê me here kicheka ereb yan kicha kurd here bi yekî ereb re þû bike.
Îro ji sedî heþtê 80% kurdê me di rêgê de lihev derbaz derbaz dibin nizanin ku ev kurde yan erebe anku hevnasnaken…. Ev jî ji wê çendê ye ku ew li cihekî taybet li hev nacivin.
Ev bûye despêkek belku buye sedemê wê yekê ku kurdê libnanê hêdî hêdî wê berze dibin.
 
Hûn nabinin ku kurdê libnanê dûrî rewþa beþên din yên kurdistanê ye, her wesa têkelîyên we jî em dikarîn bêjîn ku bi wan re nînin?
Em ne dûrî wanin belku ew xwe ji me dûr diken anku ew dûrî menem em gelek xwe nêzî wan dikyin lê ew guh nadin me.
 
Tu rewþ û paþeroja kurdê libnanê çewa dibînî?
Rewþ û paþeroja kurdê libnanê gelek xirabe…. Milletê me yê kurdê libnanê berze dibe…. Yê ku niha di –dijîyê- 'emrê min deye ew bi kurdî di axive, li nifþê nû ttu yê gelek kêm bibînî ku kurdek bi kurdî bi axive. Ez dibînim ku piþtî 10-20 salên din heke ji sedî yek dû bi kurdî biaxivin baþe.
Ez dikarim bêjim ku ji sedî  heþtê 80% ji kurdê me berzebûn… Kurdê Libnanê û yê rojava ku em dikarîn bêjîn nêzî 600 hizarî nê m giþ bê qotabxaneyeke kurdî ne…. zaroyê ji xwendina zimanê xwe yê dayikê bê barbûye.
 
Pirseke din, kurdê libnanê bawername û wezîfeyên wî yên baþ tineye, belkû giþî karker û xizmetkarin, çima ew xwe ber bi pêþ ve naxînin?
Berî her tiþtî kurdên libnanê nasnama wî ya barê kesayetî ( cinsîye) ya wî heta sala 1994ê tinebû, heta vê dîrokê kurdê me nikarîbû bikeve xwendingeha, û wezîfeyan bistîne.
Bo nimûne: mamostayeke kurd li komela kurdî heye, wê xwendina zimanê ingilîzî bi dawî kirîye û niha ew di qotabxaneyeke fermî de ders dide, her wesa ew wergêre li cem (UN)ê jî….. lê berî niha wê nikarîbû ku bawernamekê bistîne û ders bide li cihekî fermî anku bikeve wezifê hikumetê. Her çende ev yeke hê kême.
 
Baþe te gelek behsa kêm xemîya hikumeta herêma Kurdistanê kir, lê çima tu behsa kem xemîya desthilata libnanê nakeyi, bi taybet di demê hilbijartinana de ku gelek soz ji kurdan re tên dan û piþtre tiþtekî ji were naken, her wesa em dikarîn bêjîn ku kurdê libnanê weke ( wereqe Intîxabîye) tê bi kar înan?
Berî her tiþtî em kurd sine ne, em li ser wan hisabin nek wek kêm neteweyek – eqelîyetîyek- cuda û serbixwe.
Berî çend mehekan me biryar da ku em herin cem merce'îyeta ayînî – dînî- û daxaza guhertina desturî bikeyin û me kurdan jî weke kêm netewe – eqeleîyat- binav bikin. Û niha em kurd ji sedî 70-80% xwedan nasnama barê kesayetîne (micenesin).
Ji bo hilbijartina raste soz didin me, sê sal û 11 mehan em kurdin, lê meha helbijartina em sine ne û em birayê wanîn… (me'el esef) giþî wan ji serok, miftî, wezîr,… htd soz didin lê bê mifaye û encamekî wê nine tinê gotine.
 
 
Baþe li vir we hizir li wê yekê nekirîye ku hûn jib o parastina nasnama xwe ya neteweyî û bi dest ve anîna mefên xwe hûn êkgirtinekê dirost naken û yek biryar bistînin, wek hebûna dengekî we … nûnerekê kurdan di civata nûneran de, piþtre bila her yek ji we karê xwe biþûpîne?
Berî çend sala mûxtarekê me hebû… berî sê sala me yekêtî kir, me çar muxtar ji kurda giþî re derxist.
Lê îro hêzên vira çi dikin, sedam çewa dikir ev jî wesa dikin, milyonek pere, rûxseta pêkanîna komela didin vî û yê din û wan ber bi xwe ve vedkiþînin ji bo ku kurdan bê hêz bikin û lawaz bikin.
Em doza wezîfa dikin, doza xizmetê bo kurdan dikin… lê ew diçin wek min berî nuke gotî yekî tînin û çend qiroþ pere didin wan rûxseta komela didin wan û wan dikin zilamê xwe.. lê heke li wan binêrî dê bînî ew û xêzana xwe tinê qazanc dikin nek milletê kurd… ji bo vê yekê jî daxazê ji herêma kurdistanê dikim ku hind kesan rêkin vê derê û bila van kiryara bibînin û lêkolîn bikin.
Ew me naxazin, ji ber em milyonê pera naxazîn, em dixazîn ku kurd bikevin eskerîyê, bikevin wezîfê dewletê, dibistanê me hebe zankoyê me hebe… çima ji giþ kêm neteweyên din re heye tinê ji bo kurdan qedexeye.
Ji bo hebûna nûnerekî kurdan, belê bîr li wê yekê hatîye kirin, lê wek hûn dizanin sîyaseta libnanê li ser binemayê tayifî hatîye dabeþkirin, em kurd li ser sine ne û sine jî ne berhevin ku kursîyekê biden kurdan da ku her kurd bê hêz û bê deng bimînin.
 
 
Lê hûn jî deng didin wan, ne wesa?
Belê em deng jî didin wan.
 
Ger fêda we têde nebe, çima hûn deng di din wan?
Em deng didin wan li ser sozê wan ku ewê alîkarîya me biken, lê piþtre dibin direw….. bo nimûne þandekî libnanê çû emerîka û ewrûpa yekî kurd jî xistin têde piþtre berî herin yekî ereb xistin cîyê wî.
Heke hikumeta me ya kurdî û milletê me alîkarîya me neke, ewê çewa alîkarîya me bikin.
 
Li vir tu nabînî ku divê hûn bi van leyenan re karbikin û mafên xwe bi dest bixin, nek alîkarîyê ji hikumeta kherêma kurdistanê bixazin?
Divêt alîkarî û piþtevanîya me hebe û bêtkirin. Dibêjin dû mirova li hev xistin, yekî li zikê yê din dixist wî di got ax piþtê, yê lê dixist gotî ez li zikê te dixim tu dibêjî ax piþtê, wî got ger piþta min hebaye te li zikê min ne dixist. Îro ger îmkana me hebaye meyê bikarî her tiþtî bikra… ewê ku niha xwe bi çend qurþan difroþin meyê bikiryabane û bila ji kurdan re kar bikirane nek dojminê me wan bikire û wan li pey berjewendîyên xwe bilîzîne.
 
Di dawîyê, ger gotineke te hebe?
Tinê saxî û serketin ji milletê Kurd re dixazin.
 
Supas bo vê delîvê?
Supas bo we jî û zehmeta we .
 

 

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org