Serpê ji Libnanê… 4

Seyir…Tevlîhev

 

Berhevkirin : Hekar Findî

hekarfindi@yahoo.com

 
 

 

 
Her wek me berî nuke jî birengekî amaje da azadiya kesokî û giyanê rêzgirtinê, lê dixazim careka dî vegerime ve ser vî babetî lê birengegê dî.... sererayî hebûna azadiya kesokî anku her kes li dûv bawerî û dîtina xwe jiyana xwe derbazdiket û serederîyê digel wî regê djiyanê diket yê wî bawerî pê heyî û dixazît.

Dixazim bi kurtî hindek ji wan tiþtê seyir yê ber biçavên min keftîn diyar bikem.
- Li hindek cih
ـ û devera demê min seredana wan dikir, min wisa hizir dikir ku ezê li welatekî ewrupî, ne li welatekê 'erebî me, lê beramber van cihـ devera hindekên dî jî hebûn ku 180 nimra berovajî wan bûn.

- Li cihên þevbêrî û gazînoyên wan da xêzaneka pêgîr (miltezim) hember kur û kiçên ku bu keyf û xweþîyê hatîne û li êk cih rûniþtîne, û demê xwe derbaz dikin.

- Keçeka rapêçayî û pêgîr û yêka bi serûberekê modrên bi hevre digerin û heval û dostên yêkin.

- Zêdebarî piropakindên siyasî li ser dîwara, rêklamên bazirganî jî pirin, eve jî bûye sedemê wê çendê ku li gelek ciha kaxezeka nivîsî hatîye hilawîstin yan jî li dîwarekî hatiye dan ji layê xwedanên wî cihî ve ku çi tiþt li vêrê ne hête dan, bu nimûne  ( rêklam li vî cihî ne hêne lêdan - 'edem lesiq al-î'lanat hûna) , her wesa ( lêdana rêklama qedexeye, cihekê taybete – memnû' lesiq al-î'lanat, mekan xas). her wesa ev diyarda he gehþtiye wê radê ku ta cihên pîroz jî jê xilas nebuyîne wek mizgeft, dêr, bo nimûne wek me ev nivîse li ser kaxezeka A4 bi dergehekê mizgeftekê ve dît ku hatbû nivêsîn ( lêdana rêklam û belavoka li ser dîwar û dergehên mizgeftê herame û nabît – lesiq El-î'lanat û El-menþorat 'ela codran we abwab alcam' heram we xeyîr cayiz).

- Di cergê beyrutê da, û li cada (hemra) ku cihـ anku taxekê pêþkeftî û modrêne... bazarê wê (bi hemî cure cihên karî ve ) li demê þevê gelek zû dihate girtin, dinav bera demjmêr 8-9 hemî di hatine girtin, tinê ger dikaneka biçûk (ew jî ku hindek xurt lê xirve dibûn) di ma vekirî. lê hember vê girtinê gazînoyên þevbêriya li vî demî di keftine karî ta berê spêdê.

- Di nav vê gêleþoka rêklam û piropakndên siyasî da li ser dîwara, tiþtekê dî jî heye ku fere bîjîn, ew jî hindek kes hene ku hayê wan ne siyasetê û ne jî ji bazganî yê heye, belku wan xemeka dî ye, li ser dîwarekî ev agedariye li ber çavên min ket ku seyekê berze bûyî, û wênê (sey) jî têdaye digel destinîþankirina padaþtekî bu wî kesî ewê dibînît, erê ma eve ji wê ya me berî nuke behis lê dikir seyrtir nebû?!.
 
 
04.03.2009

Beyrut

 

 

 

   

 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org