TEHSÎN
TEHA: Ew Dengê Herdem Zîndî
Hekar
Findî,
hekarfindi@yahoo.com
Serkirde
û rêber di dîrokê de tenê kesên siyasî û leþkirî nîne. Belku dîrok
hinek ji van serkirdan bi zulim û zor dide nasîn lê çi caran dîrokê
rewþenbîr, zana û hundermend bi navê zalim û zordariyê ne dane
nasandin. Berevajî desthilatdarên siyasî û hakimên sitemkar, dîrokê
mirovên ku dikevin nava vê çînê bi paktirîn mirov li qelem dayine.
Gelê
Kurd ji wan netewaye yên ku bi sedeha rewþenbîr û hunermend jê rabûne
, lê birastî hunermendên Kurd taybetmendiya xwe hebûye. Ji ber ku zêdebarî
karê xwe yê hunerî bûye dengê millête xwe û keftîye di nava qada
xebata neteweyî de.
Nimuneyên
wiha di vî warî de pirin. Hunermendê mezin Tehsîn Teha yeke ji wan
hunermendên ku jiyana xwe terxankir ji bo doza milletê xwe. Ew bi kul û
kovanên gelê xwe re jiya û mir.
JIYANNAMA HUNERMEND TEHSÎN TEHA
![]() |
|
JIYANNAMA
TEHSÎN TEHA YA HUNERÎ:
Jiyannama
T. Teha ya hunerî vedigere bo çaxê zarokatiya wî. Ew salên ku hê 8-9
sal bû. Tehsîn ji temenê zarotiyê bi zarvekirina starnbêjên wî serdemî
radibû. Stranên hunermendên mîna Mihemed Arifê Cizîrî, Hesenê Cizîrî....û
hwd, þev û rojan li ser zimanê Tehsînê nûgihþtî bûn. Ev pêngava
yekê bû ku wî di qada hunerê da da destpêkirin.
Yekemîn
ezmuna wî ew bû ku li Mangêþkê/Duhok mîkrofon girt destê xwe û
strana (Xezal Xezal) ya hunermendê mezin Mihemed Arif Cizîrî bi dengekî
bilind stirî.
Li
sala 1958 ê strana (Eþkera Nakim ) berhev kirîye ku ji peyv û awazên wî
ye. Lê belê ev stran nehate tomarkirin heya ku derfet jêre çêbû ku li
sala 1973 ê bo radioya Kurdî li Bexda tomarkir. Lê pêwîste ev rastî jî
bê gotin ku yekemîn strana wî ya bi navê (Derdu) li sala 1961an li îzgê
Kurdî li Bexda hatîye tomarkirin ku ew jî sranek fulklorî ye. Li pey wê
re stranên: Dengê Porê, Bila Ez Bimrim û ... hwd li radiyoya Bexda tomar
kirine.
Tehsîn
Teha ji ber hestên xwe yên neteweyî li sala 1966 ê hatiye zîndanîkirin
li zîndan (Xeif El-sede) li Bexda û ji vê mêjoyê û pêve neþîya(nekarî)ye
strana bêjît.
Ji
ber rûdav û eger(sedem)ên siyasî heya sala 1970 ê komeka stranan bo êzgê
dengê Kurdî(radioya Bexda) tomarkirin. Stranên mîna: Gula Min Werîya Bi
Tinê, Çav Belek, Amêdîkê Bilind e, Bîka Behdîna, Rabe Cotyar, Dilêrên
Welatî û hwd ji wan berhemên wî yên hêjane ku di wan salên tejî rûdanên
siyasî de, çêkirin.
Di
salên 1960an da komeka stranên neteweyî berhevkirin, lê ji ber sedemên
siyasî ew stran nehatine tomarkirin û ji vê yekê Tehsîn Tehayê
hunermend rêbaza xwe ya di gotina stranê da gûhert ji bo ku li ser gotina
stranê berdewam be û rêbaza wî di gotina stranê da bo rêbazek (remzî).
Ew li ser vî zarî û vê rêbaza nû berdewam bû heya sala 1991 ê.
Hindek ji wan stranên ku bi (remzî) gotine, evin: ( Bihêre Distar, Min Tu
Nevêyî, Ey Felek, Bîka Kurda, Karwanê Me, Xewin).
Ji
encamê têkelîya wî bi hunermenda re, wî karî komeka hunermend û
stranbêjan mîna Gulbihar, Eyþe Þan, Seîd Gabarî, Salim Helebî,
Erdewan Zaxoyî, Elbirt Nayîl û gelekên din li dor xwe kombiket.
Hunermendê
xwedê jê razî Tehsîn Teha li sala 1985 ê dest bi vehûnandina hozanê
kirîye û gelek stran ji hozanêt xwe jî gotîne. Herwiha gelek stran bo
îstgeh û têlevizyona Kurdistan tomarkirîne û hinek ji wan jî li derveyî
welat tomarikirîne.
Hunermend
Tehsîn Teha serederî bi van hozanvanan kirîye û hozanêt wan kirîne
stran: Dr.Bedirxan Sindî, Feysel Mistefa, Dr.Nafî' Akreyî, Rêkêþ Amêdî.
Zêdebarî van, hozanêt babê xwe (Teha Mihemed Selîm ) û herwesa hozanêt
xwe jî kirine stran.
Tehsînê
nemir, hunermendê têrnestrî, roja 28/05/1995 ê gîyanê xwe li nexweþxaneka
welatê Holenda ji dest didet û digehîte cîhana nemiran.
Li
dawîyê dê bejîn: Tu her dê mînî stêreka geþ di esmanê hunerê Kurdî
da û hizar silav li te bin Tehsînê deng xweþ.
copyright © 2002-2004 info@pen-kurd.org