Tevlîhevîyek seyir di rojnama (Al-Taaxî) ya PDK de

Hekar Findî

hekarfindi@yahoo.com

 

Ger em bên û li rewþa Îraqê ya îro binerîn, tev kiryarên ku li Îraqê çêdibin, weke kiryarên tîrorîstî tên li qelem dan û dîtin. Hemû partiyên ku niha di desthilatdariya Îraqê de, cî digirin ew jî van rudanan bi rudanên terorîstî dibînin û di dezgehên xwe yên ragehdandinê de jî, li dijî wan kar dikin û rastiya wan xweyadikin.

Ger em û li cihana rojnamegeriya deverê(herêma baþûrê Kurdistanê), binerîn dê bi sedan kovar û rojnameyan bînin ku her yek li pey rêbazekê diçe. Lê tiþtê gelek seyr dê ew bit ku ger em bên û rojnameyeka rekixstineka siyasî (ku niha ew jî di desthilata Îraqê de cih digire), piþîtîvaniyê li wan kiryarên tirorîstî bike!!..çawa? niha hunê bizanin.

Da ku em gelek li we berze nekin û dirêj jî nekin, emê yekser gotina xwe ya serekî bikin.

Ji bo min gelek seyir bû dema ku min berî çend rojekan li cihekî rojnameya (Teaxî [1]) ya  roja 22.6.2004an de, dixwend û min tevlîhevyek intîke tê de dît, tevlîheviya wê jî ev bû:

Rojnma navbirî di rûpelê xwe yê pêþîn de, nûçeyek li ser rewþa awartê li Îraqê weþandîye ji bo desteserkirina Terorîstan li Îraqê …. Min berdewamî da xwendina wan nûçan û per-per ez çûm di nava rûpelên rojnamê de …di perê 8 an de û ji niþka ve çavê min bi (serxweþiyekê ket  - Xembarî) ket ku bi fontekeke mezin û di cihekî berçav û mezin de, hatiye weþandin. dibe ji ku ji xwîndevanan re nav û nîþanê wê ne tiþtekî gelek seyir be, lê  piþtî min naveroka wê xwendî ez ecêbgirtî mam.

Ez niha kakilê naveroka wê agehdariyê jî li vira dinivîsim, ji bo ku xwednevan bi xwe jî dadvanîyê li ser bikin:

„ Hoza Cibur xembariya xwe radigehînit bi hilkefta þehîdbûna kurê xwe yê mêrxas (……), ewê ku di roja 20.6.2004 an de hatî þehîd kirin, dema ku bi kiryareke leþkirî li dijî hêzên dagîrker radibû.“

Gelo ev renge kesên wiha, þehîdin? erê ma ne kesên wiha bûn yên ku berî çend rojekan çend xurtên Kurdan ku di nava  leþkirê Îraqê de bûn, piþtî kûþtina wan, bi awayekî hovane, ew kirêtkirîn.

Erê li vê dawiyê ma bi sedan Kurd bi destên çepelên ereban nehatine wendakirin û kûþtin. Kuþtina ku dûr bû ji hemû pirensîbên exlaqê mirovanetiyê.

Ev ne cara yekemin e ku rojnameya navbirî van renge þaþtiya dike. Lewra ji min ne gelek seyir bû, weke mînak: Li bîra min e ku berî çend mehekan jî wan di perê rojana xwe yê pêþîn da, nûçeyek weþandibûn û di wê nûçê de kiryareka terorîstî bi kiryareke þehîdkirinê, dabûn diyarkirin.

(Belê…Dibe ku em þaþ bin û ew rast bin û birêveber û nivîserên nûçe û agahdariyên wiha mebest pê hebin!!, lê çi renge mebest? Nayê zanîn û ez bixwe tiþetekî tê nagehim!)

Di vir de em dikarin bêjin ku ew xizmeta dujmin ji mirovî re dike jî yê bi vî rengî be.... li pey pêzanîna min piraniya nivîser û karmendên rojnama navbirî erebin ….erê gelo ma Kurd biryane!?, erê ma Kurd jî nizanin an jî nikarin vî karî encam bidin?!!.

Herwesa wan di eynî cih de û di rûpelê hemberî wê de, karîkaturek li dijî terorê weþandine…  Seyir di vir deye ku her perekê rojnamê di aliyekê cihanê de ye û siyaseteke diparêze!!!.

Erê gava ku rojnameyek tiþtekî wesa diweþine, ma gelo ew razîbuna wan dide xuyanîkirin?

Erê ma baþtir nebû ku di þuna wê de ew kefxeþiyekê biweþinin û bêjin ku terorîstek hatiye kuþtin? …. Ez jî ji wan re dibejim ku em ne xembarin, belku em kefxweþin ku neyarên mirovahiyê bên kûþtin.

Li dawîyê jî dixazîn ku rojnameyên me piçekî li xwe vegerin û li kiryarên xwe hiþyar bin.ji ber ku ev xeletiyên wiha di dirokê de tên tomarkirin.

Ji yezadnê mezin dixwazim ku rojekê ji roja berê zûtir partîyên Kurdistanê hemû bibin yek û tev dojminên Kurdan li hemberî doza me serþûr bibin. Hîvîdarim bi yektiya hemû Kurdên Kurdistana mezin re, xwîna þehîdên Kurdistanê jî vala bi erdê de neçe. Bila babetên girîngtir ku di xizmeta mirovahiyê de bin, bibin babet bo rojnameya Teaxî da ku peran pê bistîne.

[1] Rojnameya Partiya Demokrata Kurdistanê ye niha ew bi zimanê Erebî li bajarê Bexda derdikeve. Berî azadkirina Îraqê ew bi zimanê Kurdî li bin navê "Birayetî" li paytexta baþûrê Kurdistanê (bajarê Hewlêrê) derdiket.

Nav û nîþana rojnamê wihaye: www.altaakhi.com.

 

 

Rojnameya Teaxi

 Hijmar 4256

 Roja 22.6.2004 an

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2004 info@pen-kurd.org