|
|
Wekî
min niyasî û dîtî
Çend gotin li dor "Muntezer Elzeydî" û reftara wî
Hekar
Findî, hekarfindi@yahoo.com
-
-
-
- Ew
reftar û kiriyara di hola kongirên rojnamevanî ya civata wezîrên îraqî
ve hatîye encam dan ji layê "Muntezer El-Zeydî" ve her
demildest ji layê gelek kes û dezgehan ve bi kiriyareka mêrçakî û
neteweyî hate binavkirin û “Muntezer El-Zeydî” weke þêr û
piling û çendîn nasnavên dî hate binavkirin.
- lê
piþtî min baþ li wan dîmena nêrî û li wan nasnava û gotarên piþtevanîyê
guhdarîkirî, min fer dît têbînîyên xwe yên berovajî wan binivîsim
.
- Bo
zanîna xwendevanan berî demekê kêm ez û "Muntezer El-Zeydî"
û çend rojnamevanekên dî bi hevre piþkdarî xoleka rojnamevanî û
ragehandinê bibûyîn... ku ew jî bu yek ji sedemên nivêsîna vê
gotarê.
-
- Wek
min niyasî û dîtî
- Wekî
min berî nuke daye diyarkirn, em bihevre piþkdarî xoleka rojnamevanî
û ragehandinê bibuyîn û li wêrê têkelîyên me bihevre ccêbûn
û me hev naskir, divê derbarê de dixazim hindek tiþtan li ser
kesayetiya wî bideme diyarkirn wek min dîtî û niyasî.
- "Muntezer"
kesek bû gelek xwe radgirt û xwe mezin didît, xwe bi kesekê binav û
deng didît her wekî wî bixwe çendîn cara ji mere digot, wî hez ji
binav û dengîyê jî dikir her wekî gelek cara behs û pesna kar û
bizavên xwe dikir û bikarekê mezin li qelem didan.
- Kesekê
netewe perist bû, dijî boçûnên dîmokrasî bû, tinê ew digel wan
boçûnên dîmokrasî bû yên ku wî li gor hez û rêbaza xwe didîtin
di dirostin. Û dijî desthilat û serkirdên îraqa nû bû.
- derbareyî
helwîstê wî hember kurdan jî, ew yek ji wan kesa bû yên ku dijî
Kurdistanîbuna kerkukê bû ku me çendîn cara danustandin jî li ser
vê çendê kirîne.
- Hevalên
digel wîda karkirîne û ez wan diniyasm, gotinên min yên berî nuke
pesend diken, belku zêdetir jî...lê gotineka dî heye ku hindek dibêjn
"Mutinezer" keseskê (bê deng û nerim) bû lê bi dîtina
min ji encamê têkeliya min digel wî ev bê dengî û nermiya wî ji
xwe mezinkirnê û xwe ragirtinê bûye nek ji camêriya wî bûye.
- Muntezerî
digel rêkxirawa qotabiyan li ser demê rijêma jinavçûya îraqê
karkiriye û wan salan bi salên xoþên jiyana xwe dihjmêrîtin.. her
wek hevalekê wî dibêjît, ku dinivîseka xwe da li dor vê reftarê
belavekiriye.
- Berî
mehekê ez û çend rojnamevanekên îraqî hatîne mêvankirin di
bernamekê têlevizyona (El-Misteqbel) ya libinanî da, Muntezer jî
digel me da bû, dipirseka bernameyî da ku ew ji çi kar yan reftar yan
her tiþtekî di jiyana xwe da þerim dike? wî weha bersiv da ( ez nabêjm
jiber subehî demê ez dibme berpirsekê mezin dê li dijî min bikar înin).
- Gelek
tiþtê dî jî heye lê niha ne demê wane.
-
- Sedemên
vê buyerê
- Ger
em bên û baþ li wan dîmena binêrîn û van pirsan bikeyn çima
didawîya kongireyî da anku piþtî îmzakirnê? çima bi taybet di wî
demî da anku ne berî hîngê? çima derbirîn û nerazîbûn bi vê
kiriyarê û ne birengekê dî?
bi dîtina min "Muntezerî" ev kiriyare encam da tinê ji bo wê
yekê ku binav û deng bibît û bibîte kesekê neteweyî û mêrçak
di cavên netewe peristên 'ereb û þofînî da her wesa di çavê wan
kesên dijî îraqa nû, anku çi meremên dî wî nebûn... ew di demê
îmzakirnê da yê berhev bû, boçî ne razîbûna xwe dijî siyasetên
emrîkî bi gotin yan jî di arastekirina pisiyarekê da dernedibrî….
yan jî bila gehþtiba rêzên (berhngaryê).
-
- Lê
ger wî di demê îmzakirnê da ku “Boþ” li hember wî bû ev
kiriyare encam da baye da rêwresmên îmzakirnê têk çin yan gîrû
bin, lê dibît wî li wî demî hizir dikir kanê çi kiriyar encam
bidet da ku binav û deng bibît nek rêkê li kiriyarên emrîkî û
peymana emrîkî – îraqî bigirît.
- Boþî
çi gotinên wisa negotin ku hestên wî têk bidet yan jî wî bêþînît,
ji vê çendê jî bo me diyar dibît ku tinê merema wî ew bû ku xwe
weke kesekê netewe perist û nîþtîmanî bidete diyarkirn û xwe
binav û deng biket.
- dibît
ew kesekê netewe perist û þofînî bît lê sedemên serekî yê vê
kiriyara wî binav û deng kirn bû berî her tþtekê dî, ji ber ev di
derûnê wî da ya diyar û aþkira bu her wek min ew niyasî.
-
-
- Rêzgirtin
li karê rojnamevanîê û li wî cihî
- her
wek aþkira ew weke rojnamevanek berhevî wan rê û resman bibû, ewî
bi vê kiriyara xwe hemî pirensîb û merc û xasletên rojnamevanîyê
ji dest dan û binpêkirin û xwe weke kesekê sade da diyarkirn û
reftar encam da.
Ewî dikarî bi arastekirna pirsekê yan her gotineka dî ya nerazîbûnê
hest û hizrên xwe derbibrît nek wê reftara dûr ji karê rojnamevanîyê...
wî bi vê kiriyarê xwe ji karê rojnamevanîyê dûr xist û ji mavên
rojnamevanîê bê bar bû, belku bi vê kiriyara xwe ew weke her
hevwelatiyekê sade lêhat ku li ser cadeyekê ev renge kiriyare encam
dabaye.
- Her
wesa wî pîþeya xwe ya rojnamevanîyê bo karekê nerewa bi karanî,
ku ev jî berovajî pirensîbên karê rojnamevanîyê ne û guneheke di
derheqê karê rojnamevanîyê da.
- piþtî
vê buyerê min êkser peywendî bi hindek rojnamevanên dî kir ku di
heman kongire da peþdar bibûn, wan ne razîbûna xwe liser vê kiriyarê
diyarkirn û ev kiriyare bi kiriyareka zarokan wesfkirin .. her wesa
gotin mafê dezgehê ragehandina civata wezîrane ku ji niha pêve her
renge serederiyekê digel meda biken.
-
- Ew
bi destîriya hikumeta Iraqê û weke rojnamevan nek weke (Berhngar) beþdarî
van rê û resman buye…û ev kiriyare li ser hikumetê têde hjimartin
berî liser wî, anku wî hikumeta Iraqê jî þermzar kir bi vê
kiriyarê ku hember mêvanên wê encam da.
- Ev
reftara wî dijî dabunerîtên civakî ye jî ku bivî rengî serederî
û pêþwazîkirin li mêvanan bête kirin.
- Jî
layê yasayî ve
- Ev
reftara wî encam day ligor yasayê zêdegavî û serpêçî ye û dê
liser vê kiriyara xwe hête sizadan.. ligor madê (223) ji yasa sizaya
Iraqî ya sala 1969 serederî dgel digel tête kirin, ku zêdegavî
kiriye liser serokê welatekê biyanî di demê serededaneka fermî da,
ku zisayê wê digehîte ta 7 salan zîndankirin, Her wesa dibît ligur
madên (225-226) ku sivikirin bi serok komarî yan jî nûnerekê wî
yan bi hikumetê û dezgehên wê bête kirin, ku sizayê wê digehîte
ta 15 salan zîndankirin.
her wesa madeke din jî heye ku dost û layengirên wî vî madeyî tîne
meydane ku we jî, madê (227) ku sizayê wê zîndankirine ta 2 sala,
her wesa madekê dî jî tînin ewjî madê (413) ku ta salekê bête zîndan
kirin… lê madên ew tînin nayên goncandin bi taybet madê dawîyê,
ligor vê reftarê madên (223 u227) pêtir têne guncandin û bi taybet madê
(223-225-227)... lê li dawîyê dadwer û dadgeh biriyara dawîyê
diden.
-
- Gotinên
piþtgirîyê
- Rrastî
piraniya wan beyaniname û gotinên piþtgirîyê yên bo "Muntezerî"
derketîn û hatîne gotin cihê pêkenînê ne … wek di piraniya wan
beyaniname û gotinan de hatiye ku azadkirina wî ya (êkser) dixazin..
ez nizanim ev buyere li kîjan welatî rûdaye û ew kes ne hatiye
desteserkirin belku êkser hatiye azadkirin, niza ev kese liser binemayê
çi yasa vê daxazê diken û ya kîjan welatî.
- Her
wesa wan desteserkirina wî bi desthilata Iraqê ya nû bi desthlateka
diktatorî binavkirin, ez nizanim ger ev reftare digel desthlata berê
ya Iraqê hatibakirin da çi renge reftar û desteserkirin hênekirin..
erê kesûkarên wî hemî ne dihatine sêdaredan û kirêtkirin û wêþandin
yan jî ez þaþim.
- Her
wesa nerazîbûna xwe liser reftarên zêrefanên malkî diyarkirin …
erê boçî tinê dê bi cavekî li buyerê nêrîn û diyarkeyin ku zêrefanên
malkî zêdegavî kirîne û zêdegaviya Muntezerî ji bîr diken (erê
kîjan zêdegaviye) û ger ne ev desthilate baye û ne ew dîmokiratiya
Boþî baye yaku înaye îraqê da çi zêdegavî hênekirin ji layê zêrevanan
ve.
-
|
|
|