Dibêjn li darstanekê li demê werzê zivistanê befir li çûka
bû û hejî dibarî, sermayeka bê nimûne bû. li her dera
daristanê rewiþ xirab bû, giyanewer bi birs û lerza sermayê
ketibûn.
Mezine giyanewerên ruîvî û gurgan kombûnek kirn u biriyar dan
ku heweka desteserkirnê encam biden u bu pêkînana vê meremê kom
komên hevalên xwe bêxine nav rêyên daristanê û her
giyanewerekê hatin û çûnê biket yan bikevîte di rêka wan da
desteserbiken.
Li aliyekê daristanê þêrek dirêka xweda diçû, lê ji niþkekê
ve hind xwe dît yê dinav komeka rûvîyan da.
Berî þêr ji wan pirsiyar biket ka ew çi diken, ser komê rûviya
gotê: Ha mam ji kîve û bû kîve? þêrî gotê
minê gotiba we hûn li
vêrê çi diken? Ser komê
rûviya lê vegêra û
gotê: Ezê ij te pirsiyar
dikem bersvê bide? þêrî gotê
welat welatê mine ez paþa me ne hûn ij min pirsiyar diken ez ji we
pirsiyar dikem kanê hûn çi diken? Serok komê rûviya gotê: Bo me
biriyara hatî her giyanewerekê bibînîn dê desteser keyin. þêrî
gotê: çewa?!
kê biriyar daye? û ji bû çi merem, tiþtê wisa nîne, kê
gotî ye? Eve çi biriyare qed nabît. Serok komê
rûviyad gotê: Gelek dirêj neke tuyê desteserkirî, ka were da biçîne
þikeftê dev meznê me (Çirto)y. Bi her awayî þêrê me birne dev
(Çirto)y.
Di wan dema da (Virto) mezinê gorga
hat, ji wê koma rûviya pirisî ka çi heye çi nîne. rûviya
gotê: Gortiyek me yê hey û (Çirto) yê
vekolînê digel diket. (Virto) çû dev
(Çirto)y di þikeftê ve,
lê demê bi jûr ketî û dîtî þêr girtîyê
wane, gotê eve çiye? ne wisa jî!
þerme, eve paþayê me ye mezinê meye, baþî û xizmeteka baþ ya bû
daristanê kirî, bila biçîtîn azadke.
Mezinê rûvîya (Çirto)y
gote þêrî: Dê here vê carê min tu azad kirî
bo xatira (Virto)y, lê hatin û çûnê nekey heta em biriyarê dideyin.