|
Yasa Karê Rojnamevanî û Rawstiyanek Hekar
Findî–Duhok Derkirina
yasa karê rojnamevanî li kurdistanê hijmar 35 ya sala 2007ê ji layê
perlemanê kurdistanê ve kar û pêngaveka pîroz bû, lê her pêngavek
di biyavekê wekî rojnamevanîyê da, bê goman dê pêþberî dîtin
û têbînî û gile û gazindan bît. Daku
gelek dinava pêþekîyê da neçîne xwar û babetê xwe yê serekî
jibîr nekeyin, dê êkser ber bi naveroka yasa navbirî ve çîn û dê
layenên wê yên erênî û nerênî zêdebarî xalên hevdij yan ewên
ne pêdvî bi kurtî û ligor dîtina xo weke rojnamevan û mavperwer
diyar keyin. Pîrozî
û xala here giring derkirina vê yasayê ye, ku eve dê binecihkirin û
bicihînana yasayên dî yên sizayî têxîte layekî heke hat û di çarçûvê
vê yasayê da cih hate dîtin, ji ber ku wek rêsaya yasayî bo me
diyardiket ku (taybet ya giþtî dihelweþînît) Layenên
Erênî Li
gor vê yasayê û bi taybet li gor madê êkê, birga çarê, mafê
derkirina weþana bû her kesekî hatiye diyarkirn, anku bo her kesekî
heye belavkiriyekî derbêxît. her wesa li gor birga pênçê ji heman
made daxstina rojnaman jî hatiye qedexekirin. Li
cihekê dî, xaleka dî ya erênî tête pêþ, wek madê heftê, birga
pênçê, ku rojnamevan jî weke fermanberekê mîrî hatiye hjmartin û
her zêdegaviyek yan dest dirêjiyek di derheqê wî da bête kirin, dê
mafên wî wekî fermanberekê mîrî bin beramber yasayê. Paþan
xaleka dî tête diyarkirin ku bi dîtina min xaleka gelek giringe bo
dabînkirn û parastina mafên rojnamevanî beramber wî dezgehê lê
kardiket, ev çende jî di birga heftê ji heman made da hatiye ku
dezgehên ragehandinê pêgîr diket li ser dabînkirna hemî mafên
rojnamevanî li gor yasayên karpêkirî û girêdana girêbesteka
pesendikirî jilayê sendîka rojnamevanan ve. li vîre em diþêyîn pêjîn,
ku piraniya rojnamevanên me bê girêbest kardiken, çi mafên wan
liser dezgehên wan nînin ji layê yasayî ve, lê ji bo karîgerîkirina
vê xalê fere rojnamevan û sendîka rojnamevanan bi rijdî karbiken û
vê xalê bêxine diwarê karkirinê da û karîger biken. Paþan
çend mafekên dî bo rojnamevanî hatîne dabînkirin di birgên (heþt
û nehـ
û dehـ)ê
da ji heman made, ku li gor vê yasayê heke hat û rojnamevanî çi
destiwîrîyên nurmal ji dezgehê xwe wernegrtin , muçê heyvekê bo tête
dan. her wesa yasa dezgehan jî pêgîr diket ku mezaxtîyê çareserkirina
rojnamevanî ji layê tendirostî ve bi stûyê xwe ve bigirin egehat û
li demê karkirinê yan di rêiya karî da ziyan û nexoþî gehþtê. Xaleka
dî ya erênî ewe ku bi aþkirayî reng û þêwazê sizayê li ser
rojnamevanî tête sepandin hatiye diyarkirin ku ewjî serbjêrî
(xirame) ye. Layenên
Nerênî Xala
nerênî ya berçav û giring ewe divê yasayê da ku cî siza bo wî
layenî nehatîne dan ewê dibîte rêgir beramber nedana pêzanînan bo
rojnamevanî, vê yasayê mafê dana pêzanînan daye rojnamevanî her
wek di yasayê da hatiye (mafê rojnamevanî ye pêzanînên girêday
hawlatiyan û yên peywendî bi berjewendiya giþtî ve heyin bidest bêxît). Dîsan
hindek amaje û xalên tirsnak diyasayê da hene wek di madê heþtê,
birgên êk û dû da tête dîtin, ku d birga êkê da hatiye
diyarkirin, ku li demê pêrabûnên yasayî beramber rojnamevanî têne
wergrtin, sendîka dê ête agehdarkirin, paþan di birga dûwê da têt
û diyardiket ku nabît vekolîn digel rojnamevanî bête kirin her wesa
cihê karê wî û mala wî bêne piþiknîn kirin bêyî biriyara
dadwerî û bo neqîbê rojnamevana yan nûnerekê wî heye divekolînê
da berhevbît. Tinê
rawestiyaneke serpê, mebest ji bo pêrabûnan çiye? erê ma girtinê
(tewqîf)ê jî bi xwe ve nagrît ev peyva hinde berfrehـ
wesa hatiye sepandin ku tinê sendîka dê ête agehdarkirin ewjî piþtî
pêrabûn têne encam dan. erê mifa jê çiye? Derbareyî
birga dûwê, dibêjîn li gor hemî yasa û rênimayan û di pêþiya
wan de jî destor mafê parastina mal û ciha diket, ku nabît bîyê
biriyara dadewrî çi mal yan cih bêne piþiknînkirin. xala dî ya
giring li vêre ewe ku hatiye (bû neqîbê sendîkayê heye), anku eve
nekiriye merc ku divêt neqîb yê berhevbît, belku tinê têda hatiye
(bo wî heye). Her
wesa hejî gotinê ye ku hindek xal pêdivî bi amajekirinê nebûn ku bêne
diyarkirin û nivîsîn di yasayê da, lê wek diyar wan yasadaneran
mebest pê hebûyîne ku ji layekî ve yasayê pê dirêjbiken û ji
layekê dî ve jî rojnamevanan pê serdabiben. wek madê dû di brga sê
da amaje bi mafê nihênîkirin û nediyarkirina jêderên rojnamevanî
hatiye dan û paþan êkser têt û di dete diyarkirin ku heke yasayê jê
xwast wî mafê nihênîkirin u nediyarkirinê namînît. dîsan û bi
heman mebest û armanc û gotin lê bi þêwekê kurt tir ev çende di
birga sîyê da ji madê heftê hatiye dûbarekirin. Hevdijîyên
di Yasayê da Madê
dû, birga sîyê mafê nihênîkirin û nediyarkirina jêderên
rojnamevanî didet, lê êkser û li diwîvra têt û dibêjît ( lê
heke dadgehê berovajî wê xast), anku ew mafê nihênîkirinê namînît,
li vêre fere bêjîn, kî dê vekolînê li ser rojnamevanî veket û pêdaçûna
wê skalayê ket? erê ne her dadgehe? eger mafê nihênîkirinê
beramber dadgehê nebît, erê ew maf boçî hatiye dan? weke din
rojnamevan diþêt hember her kesekî yan dezgehekê dî jêderên xwe
nihênî pêlît, lê ya giring dadgehe, anku fere yan bila mafê nihênîkirinê
nedabayê, yan jî jinavbirina mafê nihênîkirinê nekirba. Layenên
Nediyar û Veþartî Madê
dûwê birga dûwê, dibêjît mafê bidestveynana pêzanînan heye li
gor yasayê, erê kîjan yasa? heke hat û ev yasa ye hate binpê kirin
wek nimûne hindek birgên wekî (heft, heþt, nehـ
dehـ)
j madê heftê, erê çi sizayek bo wan dezgehan heye? yan bo kê heye
sikalayekê dijî wî dezgehî tomar biket? berovajî wê çendê ku li
çend cihan bi aþkirayî maf daye ziyanvêkeftî û daxwazkerê giþtî
sikalayê tomarbiket. Bi
giþtî û bi rengekê rûn û aþkira desteserkirina rojnamevanî divê
yasayê da nehatiye sansor kirin yan qedexekirin, her çende amaje jî
bi sizayê desteserkirinê ne hatiye kirin. lê fer bû ev çende hatiba
rûnkirin û aþkira kirin, lê hindek made û birgên wê amajê dikene
desteserkirinê, lê ne bi rengekê rastewxwe, zêdebarî têbînîkirna
me ya liserî ku ew yasaya bê bihaye ewa siza ji bo binpêkirina wê
nebît. Pêþniyar
û Rasparde Li
dawîyê fere hindek pêþniyar û raspardeyan bideyne diyarkirin, ji bo
wê çendê ku li demê rastvekirin û pêdaçûna vê yasayê tête
kirin li ber çav bêne wergrtin, ji wan: -
Fere ew peyv û birgên hatîne dûbarekirin, bêne ladan. -
Ew xalên nediyar û veþartî, pêtir
bêne rûnkirin û aþkirakirin. -
Pêdvî ye sizayek bo wî layenî bête danan ewê dibîte rêgr di rêga
rojnamevanî da li demê bidestveynana pêzanînan. -
Fere ew kiriyarên hatîne gunehkirin (Tecrîm) anku ewên rojnamevan pê
gunehbardibît baþtir bêne rûnkirin û diyarkirun, anku bêne pênasekirin,
da ku ji bo destinîþankirin û pênasekirina wan nevegerîneve ser
yasayeka dî. -
Fere navê piþka parêzeyî ku binavê (Piþtevanî - Hesane) bête
guhertin û ew peyv liser nemînît, ji ber ku çi piþtevanî û parêzeyî
têda nîne, tinê dumahîk birge nebît ku bi sadehî û sivikî renge
piþtevaniyeke.
|
copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org