|
|
Êkemîn
xola rojnamevanî û ragehandinê
Ji
peymangeha lêkolînên îraqî li Beyrutê derçû
Hekar
Findî – Beyrut
 |
Bi
berhevbûna nûnerê baylozxana îraqî li beyrutê û hijmareka
mamostayên zankoyê, êkemîn xola rojnamevanî û ragehandinê ji
"Lêkolînên îraqî" Peymangeha Lêkolînên Stiratîcî
li Beyrutê derçû.
Li
rêkeftî 21 -11 -2008 ê û piþtî borîna dû meha li ser despêkirina xolê li
avahyê pemangehê rêwiresmên derçûnê birêveçûn di despêkê
da pêþangeheka fotografî bo rojnamevanên piþkdar hate vekirin û
piþtir e çendîn peyv hate xwendin wek peyva peymangehê ku ji layê
rêveberê peymangehê ve hate xwendin û peyva nunerê baylorzxana îraqê
li Beyrutê her wesa peyva serperþtê xolê, di tev peyva da amaje bi
rolê rojnamevana yê giring û pîroz hate kirin di gehandin û dîyarikirina
rastyê da û giringîya durketina rojnamevanî ji sîyasetê. Piþtire
bawernamên derçûnê li ser rojnamevanên piþkdar hatine belavkirin. |
Divê
xolê da, ku êkemîn xola rojnamevanî û ragehandinê ye ku ji aliyê
peymangeha îraqî ya lêkolînên stiratîcî li Beyrutê ve tête rêkxistin,
sîh (30) rojnamevanên îraqî bi tev çîn û neteweyên xwe ve ji çendîn
dezgehên rojnamevanî û ragehandinê yên curawcur piþkdar bibun...
| Kursê
xwandinê yê vê xolê pêkhatî bû ji wanên tîyurî, wek (nivêsîna
dengubasên sîyasî... Þer... Helbijartin... Werzþî, nivêsîna
raporta, çewanîya pêkînana hevpevîna, rojnamevanîya niterinênê,
çewanîya veguhastina daxûyanî û dengubasên baregayên serokatyê
û gelek babetên dî) . her wesa rahênanên piraktîkî wek
(Berihevkirina raportên nivîskî û berhem înana raportên dengî
û têlevizyonî, rahênanên dengî û gelek rahênanên dî), her
wesa çendîn babetên curawcur yên girêday karubarên îraqî ve
wek rewþa êmnahîyê û yasa gazê û rewþa afiretê û çendîn
babetên dî.
Wane
û rahênanên vê xolê ji layê mamostayên pispor
û þareza
ve dihatine pêþkêþikirin ku ji zankoyên Libnanî û îraqî û
Emirîkî û Misrî û çend welatekên dî, zêdebarî piþkdarbûna
kesayetyên îraqî yên berinîyas û xodan serbor ku babetên girêday
îraqî pêþkêþdikirin.
Ji
layê madî ve ev xole ji layê bayluzxana Hulendî li Beyirutê û
Hikumeta Herêma Kurdistanê û Hikumeta îraqê ve hatibû piþtevanîkirin. |

|
Hêjay
gotinê ye ku peymangeha îraqî ya Lêkolînên Stiratîcî li sala 1993
ê li Lenden hatîye damezirandin, niha baregayê wê yî serekî li
Beyrutê ye, zêdebarî pêkînana xolên rahênan û pêþvebirin û pîþxistina
þîyanên kesayetî hijmareka
pertukan jî gehandîne çapê.
|
|
|