Zankoya
Dihok û Çend Gotin
Hekar
Findî, hekarfindi@yahoo.com
Vekirin
û danan Zankoya Dihuk Pêngaveka geleke hêja û di cihê xwe da bû, ku bû
cihê þanazî û dilxweþiya her kesî pêxemet pêtir berhevkirin û
peydakirina kesê pispor. Her wesa bû cihê omêda xelkekî ku hinek pêngavên
pîroz û pêdivî bihavêjîtin di gelek biyavên girêdayî û ne girêdayî
karê zankoyê ve..
Ez
bawerim ne tenê fêrkirin erkê xwendingeh û zankoyane, belku gelek erkên
din jî li ser millên van cihane, ger em bên û behsa zankoyê bikeyin,
digel erekên li ser millên xwendingehan ku ji bilî fêrkirna zanistî, fêrkirin
û serdederîkirna civakî û gelek tihstên dinin jî, wek mînak
(Berhevkirin, wergêran, dabînkirina jêderên zansitî, parastin û pêþxistina
zimanê dayikê, hiþyarkirina hesta neteweyî, berhevkirina mamostayên
pispor di her biyavekî de.
Em
dê bi kurtî li ser hinek xalan rawestîn.
Birastî
gelek kêmasîyên me hene di hemî biyavan de, bi taybet jêder û kesên
pispor û þareza, ev çende jî vedigerîteve bo nebûna cihên fêrkirnê
di wextî de mîna zankoyan yan jî rênedan ji alîyê dijminan, lê niha
em bi xwe ne û tev þiyan jî
hene, çima
em her li ser hizra berî çendeha sala di meþîn, çima ta
niha em xwe pêþve na
exîn ?
Mixabin
çi ji van xalan ên ku me bi kêmasî gotine ji alîyê zankoyên me ve bi
taybetî zankoya Dihok na yên bi cîkirn û çare nebuyne. Belku roj bi roj
berovajî wan xalan serederî digel qotabî û kesên têkilî bi zankoyê
ve heyin tête kirin.
Ne
her tiþt divê bi nivîskî bête kirin anku her tiþt bi biryarekê bête
encam dan, belku divêt her kes xwe di cihê berpirsyaretîyê de bibînit
û bi erkê xwe rabitin.
Çima
ta niha û piþtî borîna pêtir ji 10 salan li ser damezrandina zankoyê...
zankoyê ne kekarîye giropeka mamostayên pispor li pey pêtivîyên xwe ji
gencên milletê me (qotabiyen dercuy ji zankoye bi xwe) peydabiket, baþtirîn
belge jî bo vê yekê hebûna mamostayên biyanî bi rêjeyeka mezin di
zankoyê de. Hebûna mamostayên biyanî di zankoyê de ziyaneke gelek
mezine, lê kes pê hizir nake, Yan jî rêgirtineke li hember gencê Kurd
ji alîyê mamostayên niha ve ku ew ji kursîyên xwe ditirsin.
Her
wesa xemsariya mamostayên zankoyê li ser wergêran û berhevkirina jêderan,
ew mane rawestayî, tinê xwe bi wane gotinê ve mijul dikin û ne tiþtekî
din, ez bêjim ne tenê wane gotin erkê wane.... Niha em pêdivî jêderane
bi zimanê Kurdî, paþroja me dê zimanê me bit.
Tihstekê
dî jî heye, ger hat û mamostayekî pirtukek capkir dê bînî ew bi zimanê
Erebî ye... Erê bocî? ger ew pirtuk bi zimanê Kurdî baye ma mifayê wê
pêtir ne dibû ku qotabîyên me mifayek jê wergirtbaye.... bi dîtina min
nebûna van renge pirtukan baþtire ji hebuna wan...niha em pêtivî
tihstê Kurdî ne.
Ji
bilî bêdengî û xemsarîya mamostayên pispor di biyavê pizîþkî,
yasa, endazîyarî, ku birastî ew bi êk carî bê deng mane û dest valane.
Her
wesa derbarey Kurdîkirina babetên destîþankirî bo xwandinê ku ne tenê
erkê ( Kurî zaniyarîye ) wek tê gotin ji alîyê hin kesan ve
belku divê zanko bi xwe jî di vî biyavî de bê deng nemînit, ji
ber niha buye arîþa here serekî bo qotabiyên zankoyê.
Bo
nimune, ger hat û qotabîyan daxaz ji mamostayî kir ku wana xwe bi zimanê
Kurdî þirove biketin yan bêjîtin, dê yekser mamosta lê vegerîtin (
Nabite Kurdî ka hun bikin Kurdî, ger bikim Kurdî jî kanê jêderên Kurdî
di vî biyavî de û gelek gotinên
din jî yên bivî rengî) û gelek gotinên din yên bi vî rengî.
Erê
paþeroja qotabîyên ku bi Kurdî xandine û erebî baþ nizanin
yan her nizanin dê çibitin li berdestê van renge mamostan.
Li
giþ cîhanê serederî digel qotabîyê zankoyê cêwaze ji serderiya digel
qotabiyê qunaxeke nizimtir ji zankoye bête kirin, lê di zankoya Dihokê
de birastî berovajî vê yekê serderî digel qotabîyê zankoyê têtekirin
û gelek caran jî gelek xiraptire ji serederiya digel qotabîyê qonaxên
amadeyî û navincî.
Divê
bê zanîn ku ast û jîyê qotabiyê zankoyê her renge serederiyekê qebul
nake û ji alîyê deronîve kartêkirnên xwe yên ne baþ hene.
Wek
me berî niha jî amaje pêkirî ku ne tenê wanegotin erkê mamostayî ye,
divêt hinek caran li ser
millet û xaka xwe jî rawstin û li ser biaxivîn, lê cihê daxêye ku di
zankoyeke Kurdî de hesta neteweyî tê paþxistin û bi her rêyekê be
Kurdî û Kurdayetî tê herþinadin. Hestkirina qotabiyê zankoyê bi
millet û niþtîmanê wî tiþtekê gelek pîroz
û giringe ji ber ku ew dê piþtî çend salên kêm xizmeta milletî xwe
ketin.
Li
dawiyê jî dê bi dilekê þkestî bêjin ku mixabin ya mamostayê zankoyê
tenê buye wane gotin bermaber pareyî û ne tiþtekî din … û xwedê alîkarê
me be.
copyright © 2002-2005 info@pen-kurd.org