Li Dor Bizava Rewþenbîrî Li Dihokê
Zarê Kurmancî û Rolê Cihên Berpirisyar


Hekar Findî, hekarfindi@yahoo.com




Me çend berhêm wergêrayine ser zarê xwe? Me çend jêder ji xwendevanê xwe re peydakirîne? Me ta çi rade zarê xwe daye niyasîn bi xelkekî re ku zarekê zengîne? Gelek caran hewla wê çendê tête kirin ku zarê kurmancî bête ladan û piþt guh avêtin, ya baþtir ewe em bêjîn ku gelek caran hewil û daxaz têne kirin ku zarê kirmancî li xwendingehan nehête xwendin û bête duîrkirin ji dam û dezgehên fermî.... rastî ne tiþtekî seyre jiber ev hewil û bizave ne yêt îro ne û ne dê yêt subehî jî bin belku dê di berewam bin.... û jiyan wesa ye her layek dixaze ew li pêþîyê be.
Li hember van hewla her car dê çend beyannamên nerazîbûnêî derkevin zêdebarî çend dengên gelek kêm ku her tim tinê mirov wan divê qadê de dibîne, belku em dikarîn bêjîn ku ne birengekî pêtivî berevanî ji parastina vî zarî tête kirin. her kes ji me li chê xwe û bi tinê wekî her babetekê dî dê nerazîbûna xwe diyarket, - gotinêt hêrve û wêve pê nevên - lê kes ji me nabêjîtin çima ev hewle? Em çi bikeyin? Divêt em bikarî rê li van tev hewil û bizava bigrîn nek tinê bi gotinê.
Di vê nivîsê da dê behsê çend layenekên peywendîdar bi vê kêþî ve keyin û xemsarîya wan zêdebarî ber çavkirina çend xalekan ku bi dîtina min giringe ku kar li ser bête kirin.

Yekêtîya Nivîseran li dihokê....

Caran Yekêtîya Nivîseran li dihokê cihê kurdayetî û berxwedanê bû belku qotabxaneka hesta kurdatî û zimanê þirînê kurdî bû, raste roj tên û diçin her tiþt xwe li pey rojê diguncînît lê digel hemî guhurîna hinek tiþt wek xwe dimînin û bi çi renga nahêne guhertin.
Lê niha rolê Yekêtîya Nivîseran neyê diyar û berçave -belku çend kesên kêm têne bin- weke din tu kesan hay ji bizav û çalakîyên wan nîne, her çende karê wan ne tinê çapkirina pertûkane, yan pêkanîna semînarane sereray destxweþîyê... lê hind kar û erkên mezintir û girngtir liser millên wane ku wan her xwe li wan babetan ne kirîye xwedan jî... weke parastina zarê kurmancî, yan haydana xelkî liser zarê kurmancî.

Semînarên ji alîyê Yekêtîya Nivîseran ve têne pêkanîn …. çend pirs û bersiv:

Wek - em çend kes - dizanîn çendîn semînar ji layê Yekêtîya Nivîseran ve têne pêkanîn, lê kî lê berhevdibît? Li pey gotina endamekê desteya rêvebera yekêtîyê, tev endamên wan ku jimara wan ji (200) kesa diborît zêdebarî dezgehên ragehandinê û çendîn cihên dî têne daxazkirin ku berhevbibin – evca çi bi rêiya E-mail ê be yan mesic û daxwaznama be – le sereray vê hemîyê di her semînarekê da tinê nêzîkî (20) kesan lê berhevdibin, ku piranîya wan jî ne endamên yekêtîyê ne ... li despêkê dê bînî bidehan rojnamevana qesta hllê kirin û ber sîngê kurgêrî pirî mayik û tûmar bûn lê piþtî dehـ deqan dê bînî hol vala bû ew mayik û tûmar jî 'erdî da'îran! lê semînarên berpirsan berovajî vê çendê ne ku hol pir dibît tinê ij bo xwe þirînkirnê nek ji bo wan gotinêt perpirs dibêjît, û heta ku cenabî seydayî bi dilê xwe xilas nebît jî yek jî ji holê dernakevît neke seyda ji wan tore bîtin...erî eger çiye?!
Endamên Yekêtîya Nivîseran.... wek me berî niha diyarkirî ku hjmara wan pitirî (200) endama ye rastî hijmareka baþe... lê çend jivan endama dikarîgerin û rolê wan yê berçave?! çend jiwan bidrostî nivîserin? çend ji wan di diyarin û xelkek wan weke nivîser dinîyasît.... bersv ya diyare û pêtivî gotinê naket!
bi kurtî kesê hay ji bizavên Yekêtîya Nivîseran nîne? Ji ber endamên wan bixwe li bizavên wan berhevnabin evca çewa xelkekê dî dê berê wan kevîte wêrê.
 
 
Senterên Rewþenbîrî...

Piraniya wan xalên me li serî diyarkirîn li ser senterên rewþenbîrî ên ku pirî bajêra buyîne têne gotin û di dirostin ji ber ku rastî ne dengê wan û ne jî rengê wan di diyarin, belku em diþêyîn bêjîn (navekê giran û þarekê wêran)...
raste hindek bizavên wan hene lê ne di astê pêtvî dane, belku divêt rolekê baþtir ew bigêrin ew dikarin berê gencê me bidene xwendina kurdî, ziman û rewþenbîrîya kurdî li ber wan þirîn biken wan bêxne di xizmeta milletî da û gelek erk û karên dî li ser millên wan hene.

Nivîser û Berhem .....
Pertukên li mevera me çap û bela ve dibin...

Ji bo endametiya (her dezgehekê rewþenbîrî) bi sedan nivîser û rewþenbîr û helbestvan û... htd hene, lê ji bu karê giring û bi mifa bidehan nivîser û rewþenbîran nabînî.... bila lê binêrîn ka rewþa wergêranê li devera me çewaye? çend pertûkên bi biha ku bibin jêder hatîne berhevkirin yan wergêran bu zarê kirmancî.... berovajî zarê suranî ku bisedan belku piraniya pertûkên dikevne ber destê nivîser û rewþenbîrên wan êkser têne wergêran bu zarê suranî ku rastî chê destxweþîyê ye.

Her divêt em qet behsê mamostayên zankoyê nekeyin?! jiber ew dipîrozin û tinê kar û role wan muçe wergirtine.... û bila vekolîn û jêderên zanstî jî .........
Divêt her tim kar divî warî da bête kirin û bê rawestan jiber her zimanek û zarek pêtivî nûkirnê ye jiber rojane guhurîn di cîhanê da peyda dibin, fere zarê me jî xwe digel van guhurîna biguncînîtin, mîna her zar û zimanekê dî ka çewa xwe nûdiket û peyv û zarvên nû dinav xwe da peyda diket... fere em jî wesa bikeyin ger ne dê bêjîn wextekî zarek hebû (bila kes nebêjîtin çi de'weye) bila li rewþa ziman û zarên cîhanî binêrin ka çewa ziman û zar zindî dimbînin û ka çewa hindek jî berze dibin.... sererayi zengîniya zarê me peyvên ne kurmancî ketîne dinav zarê me da, bi egerê xemsarî û piþt guhavêtina taybetmenda.


Pertûkên bi zarê kurmacî têne çapkirin .. kî wan dixwînît?
Ez ne bawerim ku ev pertukên çap dibn 30% jî têne xwendin, jiber naveroka wan pertûkan nayê hezkirin ji laywê xelkî ve anku ne babetekê girnge li dev xelkî, raste li her derê her texek pûyîte bi babetên xwe didet û texên dî gîrinngîyê pê naden lê ne bivî rengê em têda diborîn... piraniya caran ew pertûk tinê jlayî nivîseran ve têne xwendin û nek ji layê her xwendevanekî ve, yan mamostayên zankoyê ( ku her wan hay ji bzava rewþenbîrî ya dezverê nîne) .
Li kîrê têne belavkirn? kî dikirît? liser endamên wî dezgehê çap diket têne belavkirin zêdebarî dezgehên rewþenbîrî û mîrî paþan rêjeka kêm il bazarî tête berçavkirn – sereray jimara çapdanê ya kêm - ger ev pertûke tinê li ser wan cihan bêne belavkirin bi dîtina min çap nebin baþ tire çunkî merem ji çapkirnê ne binav û dengkirina kesaye belku peydakirina hizrekê ye li dev xelkî yan hiþiyarkirina wan li ser babetekî yan rûnkirina babetekî ye yan zêdekirna pêzanîna ye.... evên dikevine bazarî jî ez ne bawerm ku 10 ji sedî jî ew têne firutin ji ber egerên berî nihu me diyarkirîn û gelekên dî weke ne pûytedana xelkî bi xwendinê ji layekî ve û ji layekê din ve jî ne þarezayîya wan di zarê kurmancî da.... ku ew jî vedgeyrîte ve her bu cihên peywendîdar ku ta niha ne þiyaîne zarê daykê li ber xelkekî þirîn biken.

Berhemên bi zarîê kurmancî çap dibin piranî helbest û çîrokin, berovajî yê bi zimanên î tîne çapkirn ku heme curin.... raste fere dîrok û kelturê me bête diyarkirin bû milletên din lê ya fertir ewe ku hemî babet bo xwendevanê kurmancî jî bêne berhevkirin peydakirin. kar di berhevkirina pertûkên zanstî jî da bêtekirin da ku xwendkar û xwendevanê me yê kurmancî ji pêzanîn û pêzanên nu bê bar nebe.... ger berovajî vê çendê dê tev dergeh û rê li hember xwendkar û xwendevanê me yê kurmancî dê digrtî bin, ji layekê din ve jî dê rê xweþbîtin ku zarê me yê kurmancî bête dûr xstin ju xwendin û bi karanîna fermî.


Ragehandin û Rojnamevanîya Deverê.....

Dezgehên me ên ragehandinî dikarin dû demjimêra ahengekê veguhêzin lê nikarin semînareka fer li dor zimanî û giringîya wî bu temaþevanê xwe veguhêzin.... dikarin bernamekê stirana yan her bernamekê dî yê dûr ji zanîn û fêrkirnê pexiþ biken lê nikarin bernamekî berhev biken li ser giringî û pûtedana xelkî bizarê xwe û pexiþbiken.
Ta niha ew kovar û rojnamên li devera me têne derketin.... ka bila lê binêrîn li kîrê têne xwendin? erê nek tinê li devera Badînan têne xwendin û kesê ji derveyî Badînan ageh jê nîne, berovajî belavkirîyêt devrêt dî, erê çima em xwe fêrî zar û zimanên dî dikeyin ma ne ji ber hebûna babet û jêdaran her wesa xwedîderketin li kêþe û arîþeyên xelkî ye yan jî tþtekî dî ye..?
Lê binêrin ta niha ajanseka dengûbasan bi zarê kurmancî nabînî berovajî zarê suranî ku her dera piþka kurdî lê hatevekirin dê bînî bizarê suranî weþana xwe despêkir... erê eve jî ne xemsarî ye ji alîyê dezgeh û rojnamevanên me ve.
Berî demekî semînarek ji alîyê sendîka rojnamenivîsêt kurdistanê bo berêz biþar kîkî li dor yasa karê rojnamevanîyê hate li darxstin ku mxabin hijmareka here kêm ji rojnamevana lê berhevbibûn, erê ger rojnamevan bixwe berevanîyê ji mafê xwe neken erê kî dê berevanîyê ji mafê wan ketin, ger rojnamevan bixwe li hilkeftên xwe amade nebin dê kî li hilkeftên wan amadebin?!
Her wesa semînarek jilayîyê yekêtîya nivîseran ve bo berêz mû'eyed teyib li dor zimanî hate li darxstin, û bizavên gelek nivîserên dî jî weke berêz Reþîd findî ku þarezayekî zimanî ye û bizava wî û hevalên wî ya xurte divî warî da lê bo kê... ger ragehandina me giringîyê bi bizavên wan nedet û naveroka wan bo xwendevan û bînerên xwe li ber çav neken ma bo çîye?

Me çend zarê xwe parastîye?

Bi dîtina min em bixwe zarê xwe dimrînîn û na parêzîn, bo mînak: weke her dîwaneka me ku yek kesê biyanî jî lê bîtin dê yekser ziman yan zarê xwe guhurîn û xwe li ber dilê wî þirîn keyin yan jî dê deyine diyarkirin ku em ziman yan zarê wî dizanîn lê bila kes weke me ne axvîtin.
Zêdebarî ne pûyîtedana me bi zarê me li gor xalên me li serî diyarkirîn.... erê salane çend berîkanên edebî yan berîkane yan fîstevalên piþtgirîyê bo ziman û edebê deverê têne encam dan.
Yan li xwendingehan çend pûyîte bi zarê kurmancî tête dan bi her rengekî, yan li her dezgehekî kar ji bu wê yekê tête kirin ku berî xelkî bikevîte zar û zimanê wan... li dawîyê jî daku em di rast bîn... dibêjîn sererayî van xalên me li serî diyarkirîn û yên me ne diyarkirîn jî.... kar tête kirin lê ne li astê pêtvî ye, lerwa hêvî dikeyin ku pitir kar divî warî da bête kirin. parastina zarê daykê ne dujminatîya zarekê dî ye belku li dawîyê mil bi mil zimanê me yê þirîn zengîn û zindî dike.

 

 

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org