Li Bakurê Kurdistanê:

Gereke em li zimanê xwe xwedî derkevin

 

 

Hekar Findî–Duhok

 hekarfindi@yahoo.com

 

 
 
 
Ez bi xwe ji baþûrê Kurdistanê me, li ser ziman gelek caran gotin û danûstandin dihêne kirin ku em xwe li zimanê xwe nakeyine xwedan. Berî demeke min li ser rewþa zarava kurmanciya jêrin û bi taybet devoka Badînan nivîsandibû, lê vê carê ezê li ser rewþa zimanê Kurdî bi giþtî li bakurê Kurdistanê binvîsim ji ber gelek sedeman.
 
Ziman nasname û þengistê her netewekê ye, hebûn û nebûna ziman man û nemana zimanî kartêkrineke mezin û girîng li ser çarenivîs û paþeroja her milletekî heye. Em zêde behsê girîngiya zimanî nakeyin, ji ber ku piraniya kesan bi rolê zimanî di pêvajoya kemîlîna her milletekeî da dizanin.
Lê li vir emê çend gotineka belkî dîtina xwe li ser rewþa zimanê Kurdî li bakurê Kurdistanê têde derbaz dibît, bêjîn.
 
Zimanê Kurdî di nava zimanên cîhanê da zimanekê herî kevnare. Sererayî wan hewl, rêgirtin û qedexekirinên ji layê dijminên milletê me ve ku bi serde hatine, hêjî zimanekî ser xwe û bi milyona mirov pê diaxavin û dinivîsin. Her wesa hêj dewlemendiya xwe ji dest nedaye.
Lê ev wê çendê nagehînit ku xemsarî û piþt guh avêtin ji layê me ve tune, ku ev jî binêþe û egerê nivîsnandina vê mijarê ye.
 
Berî demke kêm bi seredanekê ez çûm bakurê Kurdistanê, di vê seredanê de hem kêfxweþbûm û hemjî xemgîn.
Kêfxweþî û dilþadiya min ji wê yekê hat ku min ew beþa Kurdistanê dît û hin sedemên din.
Lê xemgîniya min jî ne xwedî derketin û lawaziya hest bi berpirsayetiyê hember gel û welatî ji aliyekî ve û rewþa zimanê me tê de derbaz dibît, hat.
 
Bigiþtî ger em bên û dever-dever anku herêm-herêm lê binêrin yan bigerîn, emê bibînin ku hin herêm hene ku zimanê xwe yê dayikê ji dest dane, li hember wan jî li gelek deveran berovajî wê çendê ye, lê bi dîtina min rewþa metirsîdar di astekî bilind de ye.
Berî ku em zêde bikevin nava vê mijar û rewþê, fere bêjim eva ku em dibêjîn ne li sertaserî bakur tê bicîkirin…
 
Di vê seredanê de me çendîn dever dîtin û em lê geryayîn. Êca ev dever çi deverên tirka bin yan jî yên Kurdistanê bin.
Li gor dîtina xwe em rewþa ziman bi vî rengî li ser çend giropekan parve dikeyin:
- Gelek Kurd hene zimanê xwe yê daykê(Kurdî) ji dest dane, û yek peyva Kurdî yan her gotineke Kurdî jî nizanin, belku nasnama xwe ya Kurdî ya neteweyî jî ji dest dane. Rastî ev çende merev pir pê têþe û xemgîn dibe.
Mixabin, piþtî sedan salan ji xebat û berxwedanê û qûrbanî danê bi hêsanî yek xwe bi Kurd nezane, an jî zimanê xwe yê zikmakî ji dest bide, ev cihe dilêþan û xemgîniyê ye. Li vir em dibêjîn:” erê ew xebat û qûrbanî ji bo çi û ji bo kê?”.
- Yên ji van baþtir ewin yên ku bi tirkî dibêjin em Kurdîn. Ev jî tinê peyva (Kurmanc) bi mebesta Kurd dizanin, bêjin. Ev jî niþanên baþiyê ne hember yên berî niha me gotîn.
- Paþan, giropeke din tê ew jî ewin yên ku zimanê wan pir tevlîhevî zimanê Tirkî bûye, anku pir peyv û gotinên Tirkî ketine nava zimanê wan… lê her çewa be ev jî baþe, ji ber ku ew hêjî bi Kurdî xeber didin…
- Giropa din, yaku herî baþ ewe ku hêjî bi Kurdî diaxivin di rûniþtin û kombûnên xwe de û ziman û gotinên wan pir zelal û pakin, lê ev jî kême.
 
Li ser van giropên me diyarkirîn, girînge bêjîn ev kîj nifþin û çînên civakî ne:
- Nifþê kal û çîna ne xwendewar û yên di bajêrên Kurdan de kar diken, zimanê wan zelal û pake. Her wesa di nava xwendewarên li Kurdistanê jî dixebitin yan jî ji malbatên xebatker Kurdperwrein dîsan wan jî zimanê xwe ji dest nedane.
- Nifþê ciwan(law – xort), çîna xwendewar, karker (bi taybet yên li bajarên mezin û geþt û gozarî yên Tirka) kar diken, ziman ji dest dane yan jî tevlîheviyeke ecayêb di ziman de çêkirine.
- Nifþê nû, anku zarok, yên ku li bajarên mezinên Tirka yan jî di malbateke karker da be wan zimanê xwe ji bîra kirine. Pêxemet wê yekê ku da bikarin jiyana xwe li wan deran bibene ser sererayî hebûna hijmareka zor ji Kurdan li wan cihan. Lê egerê serekî xemsariya malbatên wane bi dîtina min.
 
Li gelek ciha, me dît û bihîst çendîn xort û ciwanên Kurd bi Tirkî bi hevre dipeyvîn(mixabin), lê dema dizanîn ku em Kurdin bi Kurdî (evca cî bi zimanekî lenger yan normal) bi mere dipeyvîn, lê di dema arastekirina gotineke bo hevdû dîsan werdigerand Tirkî.
Yan bavek heye bi kurmancî dipeyve, lê zarokên xwe fêrî Kurdî nekirine, bi bihaneya xwendina wan bi Tirkî bû, dost û hevalên wan li derveyî mal Tirk bûn yan Tirkî zan bûn ….. lê ji bîra kir ku di malê de wan hînî zimanê wan bike.
Yan Kurdek zimanê xwe ji dest didet bi bihaneya wê yekê ku zimanê fermî û yê karî Tirkî ye….
 
Li vir em dibêjîn bila Tirkîzan bin, lê bila zimanê xwey ê zikmakî jî bizanin û pê biaxivin pêxemet hebûn û mana ziman û mayîna nasnama netewî.
Lewra fere ji zarokan heya ciwan, jin, kal, xwendevan û kesên berpirs di vî biyavî de anku rewþa zimanê Kurdî de karbiken û zimanê xwe sax û zindî bikin û her tiþtê bikeve ser millên wan, pêkbînin.
 
Bila ji niha pêve em pêkve xebat bikin ji bo:
- Zarok divê ji aliyê dê û bavan ve bên hiþyarkirin û perwerdekirin. Wan hînî zimanê Kurdî bikin, girîngî û buhayê zimanê wan ji wan re bêjin ji bo paþerojê.
- ciwan xwendekar û karker divê ji bo zimanê xwe buha danin û biparêzin û xebat bikin ku zimanê xwe ji bîra nekin û ji dest nedin pêxemet hinek bihaneyên bê þengiste, bila hewil biden ka çewa ew þareza ne di axaftin û nivîsandina zimanê Tirkî de, bila wesa xwe hînî zimanê Kurdî jî bikin. Ev ne tiþtekî pir zehmete lê tinê hezkirin jêre divê.
 
Bila çi kes þaþ famneke ku zimanê dayikê merev kêm dike, yan paþ ve dibe, belku merev mezin dike di çavên herkesî de.
 
07-09-2009
Duhok
 

 

 

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org