Endamê Komeleya Nivîskarên Kurd Hemîd Dilbihar hatiye girtin

 

Kurtejiyana wî û jiyana wî ya wêjeyî:

Di sala 1976’an de li Çolemêrgê ji dayîk bû. Dibistana pêþîn, navîn û dibistana amadehiyê (lîse) li Wanê qedand. Dema xwendina xwe ya bilind Zanîngeha “Yuzuncu Yil a Wanê” di zankoya perwerdehî di beþa Dîrokê de didomand. Ji ber sedemên siyasî ji dibistanê hat avêtin. Her wiha þûn de ji ber heman sedeman nikarî mafê xwe yê zanîngeha Akdenizê jî bi kar bîne. Ji ber sedemên siyasî gelek caran hat girtin û çend caran di girtîgehê de raza.

Helbest û nivîsên wî di serî de di rojnameya Azadiya Welat, Kovara W, Tamara, Kîbele, li gelek weþanan de hatine weþandin. “Ji evîna te dilê min bû jîngeha evînê”, “Ji evîna te ez bûm jînperest” ku ji du cildan pêk tê. Herî dawî pirtûka wî ya helbestan ya bi navê “Ezîzam” di nava weþanên Azadiya Welat de derket.

 

Sedemên Girtina Wî:

Ji ber ku di mîtînga li ser ziman ya ku ji aliyê TZP Kurdî ve li Êlihê (Batmanê) hatiye lidarxistin axiviye û bi cil û bergên neteweyî mafê perwerdehiyê yê zimanê Kurdî parastiye hatiye girtin.

Li gorî ku dozger îdîa dike; bi cil û bergên neteweyî û bi axaftinên xwe “piþtgiriyê daye terorê, li gorî zagonan pesnê sucdaran daye…” û her wekî din.

 

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org