|
12 Û 11
HESEN HUSEYÎN DENÎZ
Îlon dîsa hat; birînên mirovahiyê dîsa der bûn. Ji xwe Îlon bi serê xwe meheke ketina hizna payizê ye. Bi ser de kirinên di meha Îlonê de ji bo gelên Kurdistanê û yên cîhanê rojên reþ anîne. Yekê Îlonê qaþo roja aþtiya cîhanê bû! Ka kê di wê rojê de destê aþtiyê dirêjî hev kir? Rayedar û siyasetmedar derketin ser dik û kursiyan, bang û qêr kirin, lê bi vala vala! Kê gavek ber bi aþtiyê de avêt, di vê rojê de? Kê got; ‘Wele ev xwîna di nava gelê min de dirije rawestînim? Îsraîl ji milekî ve, Tirk ji milekî ve, Îran ji milekî ve, Amerîka ji milekî ve, hizbên xwedê ji milekî ve, wey li wî be bê, kî zêdetir bikaribe kuþtinê çêbike û xwînê birijîne! Ew wiha çû, derbas bû; aþtiya qet pêk nehat, a di yekê Îlonê de hat bîra mirovahiyê, hat jibîrkirin û çû. Niha 11ê Îlonê tê. Wê di serî de dewletên desthilatdar û pey re hêz û rêxistinên desthilatdar derkevin ser dik û kursiyan û biqêrin. Qaþo lanetê li terorîzmê bînin, lê di heman demê de, ew bi xwe, wê leþkerên xwe, tanq, top û firokeyên xwe rêbikin ser gelan û terorîzma herî mezin bimeþînin. Êêê, ger dewlet bike ew maf e, ger rêxistinek bike ew terorîzm e! Dê were ka ji ceh veqetîne! Ger hinekan gotiba, ‘Bavo, kî kujêriya ne rewa bike ew dibe terorîzm!’ bawer kin yek dewleta desthilatdar a nedibû terorîst nedima. Lê mixabin ew desthilatdar in, dikarin lîsteyên terorîzmê çêbikin û kî li hesabê wana nehat navê wan bixinê û ragihînin cîhanê. Çawa be sa goþtê sayî naxwe. Dema yek singekî dikute, yên din jî cuherekî pê vedike. Kê bûyera 11ê Îlonê çêkir hê jî ne diyar e! Ûsame Bîn Laden kî ye, ew jî ne diyar e. Amerîka ew ji bo çi derxist holê, ji bo çi mezin kir û ji bo çi wekî dijmin bi nav kir, bawerkin ew jî ne diyar e! Di 11ê Îlonê de kê xisar dît, kî bi ser ket, ew jî ne diyar e! Dîsa kê kêfa xwe anî, kî pê êþiya ew jî ne zelal e! W. Bush çiqasî ev roj kiribe hincet û gotibe, ‘Yan hûn bi me re ne, yan hûn li dijî me ne!’ û þer li tevahiya hêzên dijberî xwe dabe destpêkirin jî, derket holê ku bi dijberê xwe yê doh re, îroj hevdîtinan dike, hevpeymanan destxet dike. Ka þîna 11ê Îlonê? Ka te yê tola wan bistenda? Tu çima îroj bi Îranê re li hev rûdinê? Dema tu bi Îranê re rûniþt çi wateya soz û peyva te ya roja bûyera 11ê Îlonê qewimî dimîne? De ka werin ji Amerîka bipirsin û bersiveke ku bi rastî çavê we dagre bistînin! Ew jî wê bi lez biçe û were jibîrkirin. Ne kesek dibêje; ‘Heyra ka em vê rojê bikin roja lihevhatinê’ û ne jî kesek dibêje; ‘Ka em ji kujêrên 11ê Îlonê hesap bipirsin’. Her hêz, kê ji bo berjewendiya xwe bi kêrhatî bibîne, wê ji xwe re wê hêzê bike armanc û bi pê re bimeþe; dixwaze 11ê Îlonê pêk anîbe, dixwaze neanîbe. Gotineke kurdî heye dibêje, Lawo ma bavê te siwariyan kuþt an peyayiyan kuþt?’ Yê din bersivê dide, dibêje; ‘Kuþt! Êdî kê kuþt, kuþt!’ yanî lê nepirse, piþtî ku hatiye kuþtin. Ev jî bûyera 11ê Îlonê ye, kê kir, kir! Lê nepirse, ya grîng berjewendiya rojane ya Amerîka ye. Sedam jî harbûyekî bi destê Amerîkayê bû. Bi destê xwe har kirin û bi destê xwe haþ kirin. Xweda ye; dixuliqîne û dienciqîne! Diafirîne û dimirîne! Berê gel dadiketin kolanan, diqêriyan, digotin, ‘Kahrolsûn Amerîka!’ Niha dibêjin, ‘Allah razi olsun bû Amerîkadan. Îyî kî Iraqi vurdu bîze îþ sahasi açildi. Yoksa fîrmalarimiz hep batardi walla. Bû Amerîka Turk ekonomîsînî kurtardi!’ Hûn dixwazin bawerkin, hûn dixwazin bawer nekin ew tirk ên di pirsgirêka kurd de dibêjin ku Amerîka PKKyî desteklîyor, Amerîka turke duþmandir! Di hundirê xwe de û di navbera xwe de wiha dibêjin. Ma OYAK li ser piþta Baþûrê Kurdistanê nebû milyoner? Lê artêþa tirk hê jî her roj gef li hukûmeta Baþûr dixwe. Dê were ji hev safî bike. 11ê Îlonê jî wiha derbas bû; em hatin 12ê Îlonê. Qaþo Abdulah Gul bû serokomarê Tirkiyê û wê were li Kurdistanê bigere. Hinek dibêjin ka bê Abdulah Gul wê ji bo pirsgirêka kurdan çi bêje. Em kurd bi rastî jî hingî ewqasî dilpak in, êdî ev dilpakî ji me re dibe xeþîmtî. Abdulah Gul serokomarê Komara Tirkiyê ye. Komara Tirkiyê bi sazûmana 12ê Îlonê rê ve diçe. Hukmê 12ê Îlonê hê ji holê ranebûye. Cûntaya Kenan Ewren hê þiyandar (îktîdar) e. Rûçik û cil hatine guhertin, bes (bîrûbawerî) zîhniyet nehatiye guhertin. Ma Abdulah Gul dikare çi bêje? Dikare wê sozê bide ku xerabiyên cûntaya 12ê Îlonê derxîne ser ruyê avê? Bila pirsgirêka kurd çareser neke bavo, me ji wî qebûl e; tenê bila saziyeke dadmendiya rastiyan durust bike. Ev sazî bila bê tirs bikaribe bûyerên 12ê Îlonê lêkolîn bike û bide dadgeheke bê alî. Piþt re jî bila gel li gorî tawanên derketine holê gunehbaran darezîne! Wê birêz Gul bikaribe vê yekê bike? Tobe heram be! Ê yekî nikaribe vê bike wê çawa destê xwe bixe bin sêla tije bizot!? Li Tirkiyê ji bo tu pirsgirêka kurd çareser bikî, divê destpêkê tu hukmê 12ê Îlonê ji holê rabikî. Kî xwediyê wê hêzê be, wa ye aþ, wa ye qeraþ, fermo zadê xwe lê bixin! Wê 12ê Îlonê jî wiha bibore; artêþa Tirk dîsa li Kurdistanê operasyonan lidar bixe, daristanan biþewitîne, tozên jehrî birijîne ser têkoþerên azadiyê, di odeyên lêpirsînan de cendekên mirovan bêjîn bihêle, li kolanan mirovan birevîne û nebedîl bike; pê re jî wê biqêre û bêje: ‘Bu awrûpa dewletlerî PKK terorîzmîne destek veriyor!’ Ê Tirko wele terorîzma herî mezin tu li ser serê gelan dimeþînî! Dê were vê yekê bi desthilatdaran bide pejirandin! Di meha Îlonê de baþ e ku rojeke ne reþ a berxwedanê jî heye. Hûn dizanin Îlon rastî þehadeta berxwedanvanên 14ê Tîrmehê yên zîndana Amedê tê. Di roja 14ê Tîrmehê de bedenên xwe razandin ser mirinê û di meha Îlonê de gihiþtin þehadetê. Li ser bîranîna þehadeta wan, piþtî þehîdbûnê bi salekê li zîndana Amedê, di roja 5ê Îlonê de erdhejeke bê hempa çêbû. Bi kurdî dibêjin ku xwê þîn hat! Bi rastî rojeke wiha ecêb di 5ê Îlonê de li zîndana Amedê hat jiyandin. Qasî çar hezar (dibe ku zêdetir jî be) girtî yên di zîndana Amedê de, li hemberî hemû kirin û îþkenceyên 12ê Îlonê serî hildan. Heta wê rojê jî berxwedan hebûn, lê kito kito bûn, bes di 5ê Îlonê de tevahiya zîndanê rabû ser pê. Bi yek dengî qêriyan, bi yek sozê li ber xwe dan. ‘Bimre Îþkence! Rûmeta me ya Mirovî wê îþkenceyê têk bibe!’ Bi sedan ketin rojiya birçîbûnê, bi dehan agir berdan bedena xwe, lê ji ya xwe daneketin û bi ser ketin. Ev jî rûxweþiya meha Îlonê ye! 12 û 11 ê Îlonê di dîroka mirovahiyê de wê hê gelekî were gengeþekirin û nirxandin. Lê heta ku hukmê her du rojan betal nebe, wê mirovahî bêhneke rehet nikaribe bistîne. Ew jî tenê bi hêza gel a xwe zane kirye, xwe bi rêxistinkirye û derbasî çalakiyê bûye dikare pêk were. HESEN HUSEYÎN DENÎZ
|
copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org