|
AGIR BI TIRKITIYÊ KETIYE?
HESEN HUSEYÎN DENÎZ
Hikûmet,
mûxalefet û gelek derdorên din dibêjin ku; `Gelê kurd çima ewqasî bi
coþ û kêfxweþî çûye endamên PKKê pêþwazî kiriye?` Rasterast hesûdiya
vê yekê dikin. Li dij derdikevin û dibêjin; ``bila dubare neke!`` Ev
çawa hikûmet, mûxalefet û derdor e ku li hemberî coþ û kêfxweþiya
gel bê moral dibin, dikevin nava xem û xovan û kêfa wan direve? Divê
bêjin; `Mala we ava. Hûn
pir bi coþ in. Her
dem wiha bi coþ bin!` Dibêjin; `Hûn çima dikenin û direqisin?` Ji
xwe Erdogan dibêje; `Bila kêfa xwe di mala xwe de bînin!` Gelo
bila di kîjan odeya malê de kêfa xwe bînin? Di salonê de? Nabe! Dibe ku
cînar bibînin. Li ber pacê jî nabe. Dîsa dibe ku hin kes wana bibînin;
bikeve warê propagandaya rêxistinê!
Di odeya razanê de qet nabe! Guhê dîwaran heye. Te dît dema coþiyan
û keniyan deng çû dîwêr! Wê çawa bibe? Wê demê tenê dikarin di serþokê
de kêfa xwe bînin. Dengê avê baþ vekin ku dengê coþa wan neçe kesên
din. Bi
rastî yan ev Erdogan ehmeq e, yan jî gel ehmeq dibîne. Gel coþ û kêfxweþiya
hêviya xwe ya ji bo aþtiyê diyar dike, ew dibêjin; `Çima gel wiha
dike?` Ma bila gel bigrî? Bêje, `Wey li min pepûkê lawo, hûn çima ji
çiyê daketin? We þerê xwe bidomanda. Ma çi ji we re lazim e aþtî. Dev
ji aþtî maþtiyê berdin. Bombeyan li xwe bipêçin û wiha dakevin
werin.` Wê
demê jî wê hikûmetê bigota, `Teror heye!` Bi
rastî ne sar li vana tê, ne jî germ.` Tu ne dikarî li pêþ vana bimeþî,
ne jî li paþ vana. Tu þer dikî, dibêjin, `Teror heye, dixwaze me parçe
bike.` Tu aþtiyê derdixî pêþ; `dibêje bila nekenin, di mala xwe de
diranên xwe nîþa bidin!` Dê
were vî kerî di vî borî re biborîne! Ev
90 sal in, we li gelê kurd kurditî qedexe kir. We
axaftina bi kurdî lê qedexe kir. We cilûbergên kurdinî lê qedexe kir.
We dîrok û çanda kurdî lê qedexe kir. Niha jî dor hatiye coþ û kenê
bi kurdî. ``Tu nikarî bi kurdî bicoþî, tu nikarî bi kurdî bikenî.
Divê kenê te, coþa te li mala te, di serþokê de be!` Baykal
ji aliyekî ve, Bahçelî ji aliyekî ve, serokartêþ ji aliyekî ve,
Erdogan û Atalay ji aliyekî ve dibêjin; `DTP þow dike. DTP divê pêþiya
gel bigre`. Wê
demê divê DTP milyonek maskeyên madtirþ û çavbirondik çêbikra û li
ser gelê ji Hewlêr, Dihok û Zaxo heta Silopî, Cizîr, Nisêbîn,
Qoser… û Amedê rêz bibûn belav bikraya. Herkesî ev maske bidana ber
ruyê xwe ku ken û coþa wan diyar nebûba. DTP çima ev yek nekir? Çima
maske peyde nekirin? Çima ev maske li ser gel belav nekir? Gelo ma nizanîbû
ku ken û coþa bi kurdî sûc e? Divîbû ev ken û coþ veþartiba, nehêlaba
ku kesekî dîtiba. Ji ber ku ev yek pêk neaniye, li hemberî zagona bingehîn
a 12ê Îlonê sûc kiriye. Divê polîs êrîþekê bibin ser meclîsê,
DTPyîyan desteser bikin û heta gelê kurd tev bigrî, hesap ji wana
bipirsin. Çawa rê li ber vedikin ku gelê kurd bicoþe û bikene? Ma
ev tê pejirandin? Qey ev dewlet li ber golikan e? Qey pîvazan diçîne? Dozgerên
li Amedê jî qaþo `bêqanûnî` kirine. Ta ji Amedê rabûne, çûne ser
tixûb pêþiya gerîla û penaberan. Çûne ber lingê wan û ew li wê derê
pêþwazî kirine. Haho, girûra tirkitiyê binpê bû! Divê di derbarê
wan de jî doz were vekirin. Sûcê wan dikeve madeya `Yardim, yataklik û sûç
ve sûçlûyû ovme ve koruma` Dozger
ji gerîlan re gotiye, `Hûn serbest in, nameyên we anîne, ku derê
dixwazin, dikarin bibin bidinê.` Ev
jî li gorî zagona bingehîn sûc e. Divîbû dozger neçûbana ser tixûb.
Çar panzêr rêkiribana deriyê Xabûrê. Jin, zilam, ciwan tev li zarokan
ew kesên ji Mexmûr û Qendîlê hatibûn, bi pey panzêran ve girê daban
û heta Amedê bixijiqandina. Ger heta Amedê sax bimana, êdî li wê derê
îfadeya wan bigirtana û yekser bixistana goreke komî. Çi karê wan heye,
werin berdan, dakevin nava gel, dê û bavê xwe himbêz bikin! Ev tev sûc
in. Ji bo vê divê di derbarê dozgeran de jî doz were vekirin. Bi
ser de Atalay û yên din gefan li DTPê û gelê kurd dixwin, dibêjin; ger
koma ji Ewropayê were, bi vî awayî were pêþwazîkirin, wê destûrê
nedin. Divê gel neçe pêþiya wan. Yên biçin jî nereqisin, necoþin,
nekenin, neqêrin. Ev
zîhniyet tê zanîn bê çi zîhniyeteke faþîst û nijadperest e. Ev zîhniyeta
kujêriya Ceylanan û Uguran e. Ev zîhniyeta Kuþtina Anter û Denîzan e.
Ev zîhniyeta qirkirina Zîlan, Koçgirî, Agirî û Dêrsiman e. Ev zîhniyeta
înkar û îmhakirina 90 salan e. Ev zîhniyeta Kemalîzm, Tûranîzm, îslamîzm
û siyonîzmê ye. Ev
zîhniyet têk çû. Di awirên gelê bi coþ herikî ber deriyê Xabûrê
de têk çû. Ev zîhniyet di lêvkeniya zarokên di hembêza dayîka ji
Mexmûrê daket nava milyonan mirovên kurd de têk çû. Ev zîhniyet di
terisîna bibûkên çavên bi milyonan kurdên coþa xwe dan der de têk
çû. Ev zihniyet di qêrînên zarok, dayîk, ciwan û zilaman de yên
banga aþtî, azadî, wekhevî û demokrasiyê dikirin de têk çû. Hûn
têk çûn, ey zihniyeta kevnare. Bihêlin bila gel coþ û kêfxweþiya xwe
bide der. Ger ji we tevlêbûn nayê, qe ne li pêþiyê nebin asteng. Bi
dehê salan e we rê neda ku bibûkên çavê vî gelî terisîneke bi coþ
û lêvên wan kenekî azad bibîne. Îroj nû nû dibîne. Ji kerema xwe re
xwe ji ber bidin alî. Li pêþiyê nebin bend û asteng ku hûn li ber
lehiya wê neçin… HESEN
HUSEYÎN DENÎZ
|
copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org