AGIRBEST DIDOME, LÊ ÞER RANAWESTE

  

 HESEN HUSEYÎN DENÎZ

 

 

 

Ev salek zêdetir e (ji 1-ê Cotmeha 2006-an û vir ve) aliyê kurd li hemberî aliyê tirk agirbesteke yekalî beyan kiriye û doh (22 Cotmeh 2007) jî Serokatiya Konseya Rêvebir a KCK diyar kir ku ev agirbest hîn jî didome.

Ji roja ku KCK agirbest îlan kiriye heta îroj, rojekê tenê jî artêþa tirk li qijleyên xwe rûneniþtiye û bêhna xwe venedaye; operasyon li ser operasyonê li dar dixe. Kurdistan tije leþker, cerdewan û tîm kiriye. Ser sînorê baþûr tije tanq, top û kamerayên termal kiriye. Her roj guleyên topan bi ser Baþûr de dibarîne. Ji xwe li Bakur qiyamet e. Jiyan ji gundiyan re nemaye. Zozan li koçeran qedexe kirine. Kesek bi þev nikare ji mala xwe derkeve. Bi awayekî rasthatinî mirov tên girtin, kuþtin û îþkencekirin.

Bi ser vî halî de, bi hemû teknîka kujêr bi ser gerîlayên di rewþa parastina rewa de ne tên. Dema ku gerîla li ber xwe dide jî aliyê tirk qiyametê radike. Dibêje, ‘Wey PKKê bigrin bila li ber xwe nede!’ Bang li birêz Barzanî û Talabanî dike, bang li Amerîka dike, bang li yekîtiya Ewropa dike… Welhesal kî were ber, bang li wan dike û dibêje, ‘Dest û lingê PKKê girêdin ku ez werim lê bidim!’

Dema gotin tê zirtkirinê tu dibêjî, ‘Ez dewleteke bi navûdeng im, bi hêz im û kesek nikare bi min!’ Dema tu tê ser gerîlan û bi xafiltî, bi çekên kîmyewî, an bi jahrdayînê wana qir dikî jî dîsa dicoþî û pesnê xwe vedidî. Lê dema ku gerîla li ber xwe dide û darbeyekê li te dide, wê demê wekî zarokê memik ji dev bikeve tu didî ber girî û qîrdayînan û xwe diavêjî dawa Amerîka û Barzanî û Talabanî, dibêjî; ‘Hewarê, PKK li min dide, dest û lingê wî girêdin û bidin min!’

Tu bi xwe kesekî naecibînî. Li gorî zîhniyeta te, Talabanî û Barzanî ‘serokeþîr û serokçete’ ne! Te hîn serokbûna wan nepejirandiyî! Te hîn hukûmetbûna wan qebûl nekiriyî! Di dema firehiya xwe de tu wana bi pênc qirûþî nahesibînî. Lê dema dikevî tengezariyê, xwe diavêjî ber lingên wan.

Divê mirov di gotin û kiryarên xwe de durist be. Þerm e, tu dewletekî xwediyê dîrokek 700 salan î. Hinekî giran be, hinekî bi rûmet tevbigere. Destpêkê serokbûn û þiyandariya Barzanî û Talabanî daqurtîne, qebûl bike û rêz jê re bigre, piþt re li ber wana bigere. Na, him tê bêjî ku ew serokçete û serokeþîr in û him tê bêjî, ‘PKK li min dide, werin di hawara min de!’

Divê dozgerên Tirk di derbarê Bahçelî, Baykal û kesên wekî wan de doza rûmetî vekin. Çi mafê wan nîne ku dev biavêjin rêberên kurdan. Bila sînorê xwe bizanibin. Yanî ku hûn rayedarên dewleteke mezin û bi hêz bin, ev nayê wê wateyê ku mafê we yê kirina heqeretê heye. Wê hinek derkevin pêþberî we û pozê we bigihînin erdê.

Çalakiya gerîlayên HPGê ya li hemberî leþkerên dixwestin bikevin xaka Baþûr pir di cih de û encamgir bû. Ger di wî çiyayî de gerîlan tinebana, niha ji mêj ve tirk di deriyê Birahîm Xelîl re herikîbana Kerkûkê û Baþûr dagir bikrana. Dîsa ger di wî çiyayî de gerîlan tinebana, niha hêzên li Iraqê tevlihevî, teqîn û kuþtinan lidar dixin wê tije wan çiyan bibana û aramiya Kurdistanê jî ji aloziya Bexdayê aloztir bikrana. Ger îroj hinek aramî li Baþûrê Kurdistanê heye bi saya ewlekariya gerîlayên li Herêma Medya (di navbera sînorê Tirkiye-îran-Iraqê) de bi cih bûne ye. Roja ku gerîlan ji vê derê derkevin wê hêzên îslamî yên girêdayî Îran, hêzên îstîxbarî yên girêdayî Tirkiyê, hêzên din ên girêdayî Sûriyê û hemû hêzên bixwazin li ser Kurdistanê hesaban bikin, wê biherikin vê derê û wê demê wê kurd nikaribin li mala xwe bi hêsanî bijîn.

Hebûna gerîlan li her çar parçeyên Kurdistanê ji bo ewlekarî û parastina destkeftiyên kurdan û hebûna gelê kurd e. Ger di destê kurdan de hêzêke parastinê tinebe, di 24 saetan de dewletên dagirker wê qira kurdan bînin. Vê yekê jî herî baþ birêz talabanî û Barzanî dizanin.

Ger Tirkiye dixwaze dev ji siyaseta kuþtin û mirinê berde, ev her du serokên kurdan diyar dikin ku amade ne alîkariya wana bikin. Na ku Tirkiye di siyaseta xwe ya kuþtin û mirinê de israr bike, ma xwedê ji wana sitendiye ku zarokên gelê xwe, bi destê xwe teslîmî dijminê xwe bikin?

Bi rastî rayedarên Tirkiyê ji ber hestên nijadperestî hiþmendiya xwe winda kirine. Ji birêz Barzanî û Talabanî desteserkirin û teslîmkirina rêvebirên gerîlan dixwazin. Kuro ma herkes rayedarên Sûriyê, yan yên Yewnan, yan yê Kenyayê ne ku hûn çi bêjin bi ya we bikin û þoreþgeran bixin destê xwînxwaran? Ew carekê bû, di dîrokê de, ji we re li hev hat û Amerîka û Îsraîl rêberê gelê kurd da dest we. Amerîka jî, Îsraîl jî niha poþman bûne ku ev qencî bi we kirine, lê ji dest wan çû. Ne Amerîka, ne jî Îsraîl careke din nakevin kêmasî û þaþitiyeke wiha. Ji ber ku hûn tirk nan û ava we li ser kaba we ye. Ger yek her roj memikê bixe devê we û rojekê bi þaþitî be jî ji devê we vekiþîne, hûn di cih de tû dikin ser ruyê wî û hemû memikdayîna wî ji nedîtî tên. Berê van dewletan ev ruyê we yî sexte nas nedikirin, lê niha û bi taybetî ji tezkereya 12ê Adarê û vir ve baþ nas dikin. Her wiha Mam Celal û Kek Mesûd jî vî ruyê we yê berjewendîparêz û xwînxwar baþ dinasin.

Her du serokên kurdan ji we re dibêjin ku, ‘Keremkin projeyeke siyasî ya çareseriya pirsgirêka kurd deynin holê, bila xwîna tê rijandin raweste!’ Hûn dibêjin, ‘Na! Emê bi tanq û top bi ser we de werin û hûnê destê xwe li hemberî me ranekin, wekî pezê qurbanê serê xwe dirêjî ber kêra me bikin!’

Te hiþmendiya xwe winda kiriyî. Destpêkê biçe bêhna xwe vede, bila hiþê te were serê te, piþt re were qada siyasetê!

PKK agir rawestandiye, diyar dike ku heta êrîþek neyê ser, wê ew bi xwe êrîþî derekê neke. Ev daxuyanî bi tena xwe têrê dike ku li Kurdistan û Tirkiyê êdî xwîn nerije. Lê na, artêþa tirk tevahiya dewletê û hêzên nijadperest daye pey xwe û þûr girtiye dest xwe dibêje, ‘ezê îla qira kurdan bînim’.

Wê demê kurd jî wê parastina xwe ya rewa bikin. Tu ne bi ser gelekî de wiha bi siyaset û teknîka kujêrî werî, tu bi ser pisîkekê de jî wiha werî, wê ew pisîk xwe gijî nava serê te bike, li ber xwe bide.

Ka tu artêþa xwe paþ de vekiþîne, ji Kurdistanê derxîne û rêka kirina siyaseta azad li ber kurdan veke, zimanê wan û nasnameya wan binase, mafê jiyandina hemû çandan di zagona xwe ya bingehîn de bixe bin ewlekariyê, tê bibînî ku yek dilop xwîn li Kurdistan û Tirkiyê narije. Na ku tu vana nekî û bêjî ‘bila barzanî û talabanî bibin cerdewanên min û biçin Qendîlê ji min re nêçîra gerîlan bikin,’ bibore tu wê xewnê careke din nabînî. Tu dixwazî herkesî tev li þerxwaziya xwe bikî, ji ber vê yekê tevî agirbest didome jî li welêt þer ranaweste û sedema vê jî tenê û tenê siyaset û helwesta þerkar, êrîþkar a dewleta Tirkiyê ye. Dewlet bila sûc neavêje ne ser Barzanî, ne ser Talabanî ne jî ser PKKê; sedema þerê li Kurdistanê dimeþe dewleta Tirkiyê bi xwe ye. Ger dewlet were ser rêka çareseriya siyasî, di 24 saetan de wê rewþa aloz cihê xwe ji aramiyê re bihêle.

 

HESEN HUSEYÎN DENÎZ

 

 

 

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org