|
AQÛBET
WÊ LI SERÊ BIÞAR ESAD BE!
Hesen Huseyîn Denîz
Sazûmanên
li Rojhilata Navîn û bi taybetî li serê gelê kurd û li serê gelên
xwe bûne bela (qeda) di warê xwenûkirin, guherîn û veguherînê de qet
naxwazin gaveke tenê jî biavêjin û rê nadin tovên demokrasiyê li ser
van xakan û di nava van gelan de þîn werin. Weke pola xwe hiþk kirine û
bi rêka noker, saziyên saloxdarî û kurtêlxwaran, xwe didin jiyandin û
temenê xwe dirêj dikin. Li
Rojavayê Baþûrê Kurdistanê di hefteya dawî ya Nîsanê de hilbijartin
hebûn. Aliyê gelê kurd ê bi salan e ji tevahiya mafên xwe bêpar hatiye
hiþtin, bi coþ û hêviyeke mezin xwe ji van hilbijartinan re amade kir û
xwest vîna xwe derbasî meclîsa Sûriyê bike. Bê guman ev yek mafê gelê
kurd ê herî bingehîn e. Ger li Sûriyê meclîsek li ser navê gel heye,
her beþê vî gelî pêk tîne, mafê wî heye vîna xwe, bi rêkirina nûnerên
xwe yên meclîsê derxîne holê. Bi vê sedemê, divê hilbijartin ji
herkesî/ê re vekirî be; her kes bikaribe nûnerên xwe diyar bike, dengê
xwe azad bide û bibe xwedî helwest. Nûnerên werin hilbijartin jî divê
bê ku ti astengî li pêþiya wana werin derxistin, bikaribin di meclîsê
de cih bigrin û nûnertiya gel bi awayekî azad û demokratîk pêk bînin. Gelê
kurd bi van hest û ramanan, xwe ji hilbijartinan re amade kir, qasî bîst
nûnerên xwe derxist pêþ û roja yekem a hilbijartinan bi coþ û hêvî
çû ser sindoqan. Lê ji sedema astengî, sextekarî û geflêxwarinên sazûmana
Baas a di bin seroktiya Biþar Esad de, neçar ma xwe ji hilbijartinan vekiþîne
û protesto bike. Bi vî awahî ev hilbijartin jî bi desthilatdarî û dîktatoriya
sazûmana Baas hatin derbaskirin. Di
qirnê bîst û yekemîn de, di rewþeke ku netewdewletî xitimandinekê
jiyan dikin û sazûmanên dijdemokratîk tev bi hilweþandinekê re rû bi
rû ne de, ev helwesta sazûmana Baas ji amadekirina hatina dawiya xwe zêdetir
ne tiþtek e. Sazûmana Baas ji eþkerebûn û bilindbûna vîna gelê kurd
tirsiya û tê de hilweþîna sazûmana xwe ya nijadperest û dîktatoryal dît. Sazûmana
Baas divê zanibe ku li hemberî pêla demokratîkbûna Rojhilata Navîn ti
hêza kevneperest nikare xwe bigre. Îroj di Rojhilata Navîn de gelê kurd
serkêþiya demokrasiyê dike. Hêza herî nûvar û çalak a demokrasiyê
gelê kurd e. Li Baþûrê Kurdistanê di hilweþîna sazûmana Baas a di
bin seroktiya dîktator Sadam Huseyîn de, gelê kurd weyneke çalak leyist
û ev hilweþîn bi tena xwe pêngaveke demokratîk a herî grîng e. Ji bo
vê bi hêsanî em dikarin bêjin ku “Aqûbet wê li serê Biþar Esad
Be!” Bi vê helwesta xwe ya di hilbijartinan de ku rê li ber gelê kurd
girt, wê ji aqûbeta bi serê Sadam de hatiye nikaribe xwe bifilitîne. Çi
bi destê gelê kurd, çi bi destê gelên li Sûriyê dijîn, çi bi zordayîna
hêzên navnetewî êdî sazûmana Baas jî dikeve pêvajoyeke aqûbeta
Sadam. Ev pêvajo bi vê hilbijartinê êdî dest pê dike. Hêviya gelan
hebû ku li hemberî guherîn û veguherînên demokratîk ên li Rojhilata
Navîn tên jiyandin, rejîma Baas a Sûriyê jî xwe di ber çav re biborîne
û bikeve pêvajoyeke guhertinên pêwîst ên demokratîk. Di vê çarçoweyê
de, hilbijartineke azad û demokratîk pêk bîne, rê bide ku her beþê
gel vîna xwe derbasî meclîsê bike û li ser vî bingehî aþtî û
hevkariyeke civakî saz bibe. Dikarin
bêjin ku ev yek derveyî rêzikên sazûmanên dîktatoryal in. Rast e. Lê
belê ger sazûmanên dîktatoryal xwe bi vîn û xwesteka xwe neguherînin,
nikarin ji aqûbeta Sadam xwe bifilitînin. Sazûmana Sadam bi destê dewletên
Yekbûyî Yên Amerîka nehatiba hilweþandin jî zû-dereng, wê bi destê
gelên Iraqê hatiba rûxandin. Sazûmaneke ku ji xwe re qirkirina gelan û
xwînxwarî kiribe hunera rojane, mafê wê yê jiyanê nîne. Sazûmana
Baas a li Sûriyê desthilatdar jî pêvajoyeke wiha jiyan dike. Hemû mafên
gelan ên mirovî, netewî, demokratîk û pêwîst binpê dike, asteng û
qedexe dike. Dewletên bi vê sazûmana dîktatoryal û paþverû re di nava
têkiliyê de ne, desteka siyasî, aborî û dîplomatîk didinê jî, ji îro
û pê de divê vê helwesta xwe di ber çav re derbas bikin; ji sazûmana
Baas avêtina gavên demokratîk û li ser vî bingehî nûkirina
hilbijartinan bixwazin. Hilbijartinên
li Sûriyê pêk hatin ne dadmend û rewa ne(meþrû in). Bi tevahî bi
zordariya aliyekî li ser aliyê din pêk hatine. Sazûmana Baas a bi salan
e bi hijmareke kêm li ser hijmara zêde a gel þiyandariyeke zordarî dimeþîne,
bi bikaranîna hêza dewletbûnê ya di dest de, ji bo domandina vê rewþa
xwe ya bi yek alî, li ser vîna gelê kurd teroreke dewletê li ba kir û dîsa
xwe derxist þiyandariyê. Ew meclîsa di encama van hilbijartinan de were
sazkirin ne meclîseke dadmendî ye, meclîseke dîktatoryal e. Bi vê sedemê
hemû hêzên demokratîk ên navnetewî divê li hemberî vê bêmafiyê
helwesta xwe diyar bikin û ji sazûmana Baas a Sûriyê nûkirina
hilbijartinan bixwazin. Di serî de dewletên Ewropa yên xwe wekî nûnerên
demokrasiyê dibînin û alîkariyeke berbiçav didin sazûmana Baas a Sûriyê,
ger bi rastî demokrasîxwaz in û ji mafên gelan re rêzdar in, divê van
hilbijartinan nepejirînin û bi meclîsa di encama van hilbijartinan de
were sazkirin re peywendiyan daneynin. Li þûna vê, divê hilbijartin di
bin çavdêriya endamên Netewên Yekbûyî de, bi tevlêbûneke azad a gelê
kurd ji nû ve were çêkirin û li ser sindoqan ji dengdayîna gelê kurd
re ti astengî neyên derxistin, geflêxwarin neyên kirin û ji aliyê kurtêlxwarên
dewletê lîsteyên tarî dernexînin pêþ û dengên sexte neyên bikaranîn.
Aliyê kurd îdîa (doz) dike ku di van hilbijartinan de aliyê Baas lîsteya
tarî derxistiye pêþ, dengên sexte avêtiye sindoqan, kesên kurd ên
çûne dengên xwe bidin bi girtin û avêtina zîndanê tirsandine, gef li
wana xwarine û zor dane wana ku dengên sazûmana Baas bikar bînin. Ev tev
sedemên betalkirina hilbijartinan in. Saziyên navdewletî û navnetewî yên
dadî (hiqûqî) divê li ser van binpêkirinan rawestin û ji dewleta Sûriyê
nûkirina hilbijartinan bixwazin. Ger dewleta Sûriyê vê yekê nepejirîne,
li hemberî sazûmana Baas pêkanîna kirdariyên (mueyyide) aborî û siyasî
ji dewletên xwe bixwazin û bi vî awahî zor bidin sazûmana Baas ku xwe
biguherîne û nikaribe bi fen û fûtan temenê xwe dirêj bike. Sazî
û dewletên vê helwestê li hemberî vê bêmafiya sazûmana Baas a Sûriyê
þanî nedin, divê zanibin ku ew jî dibin hevparê kiryarên vê sazûmana
paþverû û dîktatoryal. Di demên derbasbûyî de çawa ku destek û alîkarî
dan sazûmana Baas a Iraqê û bûn hevparê qirkirina gelê kurd, divê ji
vê serpêhatiya xwe ders derxistibin û bi encama peywendiyên xwe yên bi
sazûmana Baas a Sûriyê re jî nekevin nava pratîkeke bûna hevparê
qirkirina gelê kurd û binpêkirina mafên gelê kurd. Hêviya
me ew e ku her kes li hemberî encama hilbijartinên li Sûriyê di hefteya
dawî ya meha Nîsanê de pêk hatin bi hiþmendî tevbigerin, li hemberî
binpêkirina mafên gelê kurd bê helwest nemînin û ji bo betalkirin û
bi awayekî azad û demokratîk di bin çavdêriya Netewên Yekbûyî de, ji
nû ve çêkirina hilbijartinan hemû hêz û giraniya xwe bikar bînin. Wê
demê wê li Sûriyê jî dawî li sazûmanên dijdemokratîk û dîktatoryal
were û ji vê yekê wê tevahiya gelên Sûriyê û pê re gelên Rojhilata
Navîn û mirovahî qezenc bikin. Hesen
Huseyîn Denîz
|
copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org