|
ÞEHÎD ARAM ZIMANÊ DILÊ GEL BÛ
HESEN HUSEYÎN DENÎZ
Gora
Aram li Amedê wê bibe Akademiyek çand, huner, zanist, ziman û dîrokê.
Ji bo wê divê Aram ne di goristaneke giþtî de, li ser xakeke berfireh
were bicihkirin û li derûdora wê xakê AKADEMIYA ÇAND; HUNER; ZIMAN; WÊJE
Û ZANISTÊ YA KURDISTANÊ were avakirin. Kurdiya
Aramê Tîgran pêk dianî, bawer nakim ku hozan an hunermendekî din karibe
ewqasî ji dil, pak, zelal û dewlemend bikar anîbe. Aram þehîdekî çand,
wêje û zimanê kurdî ye. Ew welatparêzekî ji dil
ê bi dilsozî bi ku bi xaka rehên wî di kûrahiya wê de bûn ve
girêdayî bû. Bi helbestên wî hestên mirovan ên welatparêzî hil dibûn.
Aram çû ser dilovaniya xwe, lê wê ti carî nemire. Ewê her dem di vîn
û wîjdanê gelên herêmê de û di têkoþîna azadiyê de, di hemû kar
û xebatên hunerî, çandî, zimanî û wêjeyî de bijî. Bê Aram wê
jiyan qet ne xweþ be; lê berhemên ji me re hiþtine û deng û awaza wî
ya li ber guhê me dilore, her dem wê jiyanê bixemilîne ku em bikaribin
diyax bikin… Di
dîroka Kurdistanê de, di her pêngavê de nirxên giranbuha hatine
afirandin û ev wekî xelekekê gihiþtine hev, ev xak ji her alî ve
parastine û gelên li ser vê xakê jiyane bi xwe re heta roja me anîne.
Ger Zeredeþt, Manî, Ehmedê Xanî, Feqê Teyran, Cegerxwîn, Meyremxan, Ayþe
Þan, Mûsa Anter û bi sedan zanyar, hunermend, hozan, nivîskar li ser vê
xakê ji nava dilê gelên li ser vê xakê dijîn, nehatibana afirandin pir
zahmet bû ku îroj mirov bikarîba qala hebûna kurd û Kurdistanê
bikraya. Di erdnîgariyeke ku du hezar sal in azadî nedîtiye û her dem di
bin nîrê desthilatdariyê de jiyan meþiyayî de, hebûna van nirxan ji bo
vê xakê û gelan bûye ava jiyanê. Îroj gerîla li navsera çiyayên
Kurdistanê bi mîratê van nirxan dikare li ber xwe bide. Ger ev nirx ji me
re mîrate nemabana, me dê ji bo kîjan nirxan gerîlan derxistibana
navsera çiyan? Aram
xeleka dawîn a ji van nirxan bû; ku di van rojan de çû ser dilovaniya
xwe. Hunermendên wiha ji dil, bi rastî û sedîsed hunermend her roj û
her gav dernayên holê. Ev zêdetir berxwedan û zimanê dilê gel in, ên
xaka Kurdistanê ne. Gel û xak bi derxistina van nirxan dixwaze xwe bîne
ser ziman, tiþta di dilê xwe de bilêv bike, derxîne der, bi cîhanê
bide bihîstin. Wekî dareke fêkî ku her sal bi dayîna fêkî dixwaze tovên
xwe biweþîne û jiyana xwe bidomîne, ev jî tovên jiyanê yên daxwaza
jiyîna Kurdistanê ne. Kurdistan
warê dîroka gelan û ya çanda niþtecîbûna mirovahiyê ye. Rast e ku
Aram wekî nijad Ermenî ye; lê ew di heman demê de Kurdistanî ye û bi vê
sedemê di malikên giyana wî de êþ, jan, coþ û kêfxweþiya hemû gelên
li ser vê xakê jiyane heye; ji Hîtît û Kardûkan bigir, heta Medî, Aþûrî,
Sumerî, Persî, Ermenî hemû gel di dilê helbestên wî de dijiyan û xwe
dianîn ser ziman. Bi vê sedemê Aram ne kesayetek netewî, ew kesayetek
navnetewî ango enternasyonal bû. Ew bi rastî demokrat, pêþverû, ronakbîr
û qibleyek çand, ziman û hunerê bû. Aram
xwestiye di dilê Kurdistanê de were çandin. Ev daxwazek pir hestedar e.
Aram li Amedê wê ji nû ve þîn were; kat û þaxan vede, kulîlkan bide
û fêkî û tovên xwe biweþîne. Gora
Aram li Amedê wê bibe Akademiyek çand, huner, zanist, ziman û dîrokê.
Ji bo wê divê Aram ne di goristaneke giþtî de, li ser xakeke berfireh
were bicihkirin û li derûdora wê xakê AKADEMIYA ÇAND; HUNER; ZIMAN; WÊJE
Û ZANISTÊ YA KURDISTANÊ were avakirin. Tenê bi avakirina vê
AKADEMIYÊ þaredarên Amedê dikarin li yaqî daxwaza Aram bin. Ger Aram
xwestiye were Amedê ev ji bo wan rûmetek
e, divê li vê rûmetê xwedî derkevin. Ne ku wî bibin di du metre ax de
bi cih bikin û li mala xwe rûnên. Ger wiha bikin, wê di serî de xwe
vala derxînin. Gora Aram divê
Akademî be. Ger wiha bibe wê Amed di warê nirxên Kurdistanî de hilpekîneke
dîrokî bijî. Ger vê yekê nebînin heyf e ji wan re. Bi
rêzdarî Aramê Tîgran, hozanê nemir, þehîdê qirnê 21. bi bîr tînim,
ji malbata wî û hemû gelên li ser xaka Kurdistanê jiyane û dijîn re
sersaxiyê dixwazim. Aram nirxê giþtiya mirovahiya modernîteya demokratîk
e; bi vê sedemê serê demokrasiya gelên cîhanê sax be. Dîsa Aram li
ber dilê rêbertiya gelê kurd jî nirxekî pir giranbuha bû; bi vê sedemê
serê rêbertiya gelê kurd jî sax be. HESEN
HUSEYÎN DENÎZ
|
copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org