ARTÊÞA TIRK VEKIÞIYA; WÊ KÎ HESAP BIDE

 

 

 HESEN HUSEYÎN DENÎZ

 

 

 

Artêþa Tirk bi sedema tinekirin an lêdana darbeyeke piþtþikandina PKKê, di roja 21ê Sibatê de ketibû xaka Baþûrê Kurdistanê. Him ji aliyê amadekariyên leþkerî, him ji aliyê daxuyaniyên fermandar û rayedaran ve diyar bû ku armanca vê ketinê, ne lidarxistina operasyonekê, dagirkirina 10 kîlometre xaka Baþûr bû. Ger artêþa Tirk ew deh kîlometre xaka çiyayî bidest xistiba, dikarîbû ji wê derê bandûra xwe û dagirkirina xwe heta Kerkûk û belkî Mûsilê jî vegirta. Lê di dawiya hefteya yekemîn de, hêzên artêþa tirk pêwîst man ji Baþûr paþ de vekiþin. Hêzên têkoþerên kurd rê nedan ku dewleta tirk bigihêje armanca xwe. Niha pirsa sereke ev e: Wê kî hesabê vê ketin û derketinê bide?

Serokwezîrê Amerîka George W. Bush mirovekî qaþo hiþmend e! Di destpêka operasyona dagirkirinê de got: `Heta artêþa Tirk bigihêje armanca xwe wê bi hundir ve biçe!`

Ev dihat wê wateyê ku wê hêzên artêþa tirk heta berwarên Silêymaniyê bi hundir ve biçûna!

Di nîvê rojên operasyonê de, W. Bush devê xwe guhert û got; `Divê leþkerên tirk destê xwe zû bigrin û bi lez bigihêjin hedefên xwe û vegerin.`

Roja ev gotin hat gotin, wezîrê parastinê yê Amerîka Robert Gates diçû Enqerê ku di derbarê rêkirina leþkerên tirk ji Afganistanê re hevdîtinê bike.

Di roja 28ê mehê de Robert Gates destvala ji Tirkiyê vegeriya û Bush dîsa daxuyanî da got; `Divê Tirkiye leþkerên xwe bi lez ji Baþûr vekiþîne!`

Lê pê re jî Bush diyar kir ku, `PKK dijminê dewleta tirk, ê Amerîka û yê hikûmeta Baþûr e!`

Madem PKK evqasî dijminê we ye, Bush beg, te bihiþta bila artêþa Tirk di Qendîlê re derketiba, te çima xwest paþ de vekiþe?

Du sedemên Bush ên paþdevekiþandina artêþa tirk hebûn:

Yek; Destûra ketina artêþa tirk a herêma Baþûrê Kurdistanê, bi beramberiya hinek bazaran hatibû dayîn. Ji xwe di wan rojan de Tayip beg diyar kir ku li ser vê mijarê bi ti hêzê re bazar nekirine. Madem te bazar nekiriye, çima tu pêwîstiyê bi daxuyaniyeke wiha dibînî?

Dîsa hatina wezîrê parastinê Robert Gates çima di van rojên ketina leþkerên tirk a xaka Baþûr de pêk hat, çima ne di demeke din de? Amerîka destûr da Tirkiyê ku bikeve xaka Baþûr, lê beramberiya wê jî xwest ku leþkerên xwe yên þerkar rêbike Afganistanê. Hikûmeta Tirk ji sedema ku hêzên li Afganistanê li dijî Amerîka þer dikin musliman in, nexwest leþkerên xwe rêbike. Artêþa tirk jî ji xwe diyar kir ku leþkerên wê yên þerkar di þerê li hemberî PKKê de jê re lazim in û bi vê sedemê nikare rêbike Afganistanê.

Amerîka bi vê paþdevegerandinê careke din hat lîska tirkan û bûyereke din wekî ya tezkereyê a di dema destpêka dagirkirina Iraqê de jiya. Ji xwe di daxuyaniya W. Bush de jî ev diyar e: `Tirkiye bila bi lez leþkerên xwe vekiþîne!`

Sedema dudan ji vê kambaxtir e.

Di hesabê W. Bush de wê artêþa tirk biketa xaka Baþûr û heta Qendîlê wekî agirê li pûþ bimeþe rê bistenda. Li ber çavên wan artêþa tirk di NATOyê de artêþa duwemîn mezin e. Hemû alavên wê yên leþkerî yên teknîkî nû kirine. Alavên xwediyê teknîka kujêr dane dest. Tanq, top, balefir, kopter, termal, çekên giran, ên sivik, cilûberg, xwarin û vexwarin, perwerdehî tev dane artêþa tirk. Ger bi van amadekarî û alavan berê xwe bide kûderê divê feteh bike! Bi ser de Amerîka saloxên kifþa rojane û ya vêgavî jî danê û got, `Dê niha kiþ!`

Artêþa tirk jî herçiqasî hêza PKKê dizanîbû û þerkariya gerîlayên PKKê dinasî jî, bi gumaneke mezin pêwîst ma ku dest bi vê operasyonê bike. Sedema pêwîstmayîna wê jî hebû. Yek; ewqasî nav di xwe de da, zirtên xwe kirin, got, `rê nadin min, ger rê bidin ezê biçim ser PKKê wiha, wiha bikim, biqedînim, fîlan, bêvan...` Amerîka û hikûmeta Iraqê jî got; `Fermo, were tiþta tu dixwazî bike!`

Ji xwe di roja duwem a operasyonê de wezîrê derve yê Iraqê Hoþyar Zebarî ev yek pejirand û got; `Me rê da artêþa tirk ku were li PKKê bide, lê ew pirên gundan bombebarîn dike!`

Du; bi gumaneke mezin firokeyên Amerîka yên kifþê ku ji roja çûna Tayip Erdogan a Amerîka û lihevdûhatina wan a di derbarê dayîna saloxa teze ya vêgavî de li ser Qendîl difiriyan û salox didan artêþa tirk, rewþeke wiha xêz kirin ku hêzên PKKê ne liser hev in, lawaz ketine an nikarin þer bikin an li ser erdnîgariyê ne serdest in. Bi vê sedemê fermandariya tirk tevî rewþa berf û sermayê, fermana operasyonê da. Di dil wan de, wê gerîla di bin konan de, di þikeftan de, di kûrahiya geliyan de û di warên germ de bigirtana û bikuþtana. Lê dema derketin ser girên zozanan ên qasî bejnekê berf li ser e û gerîla li wê derê ew pêþwazî kirin, ji xwe ji wê gavê ve êdî fermana têkçûna wan derdiket.

Ji ber van sedeman artêþa tirk di Baþûr de, li hemberî gerîlan teqinî. Di þerê 8 rojan de bi meþ û bi kopteran li ku daketibû, li wir ma û gerîla rê neda wana ku gavekê pêþ de biçin. Leþkerê hatiye operasyonê dema nikaribe bi pêþ de biçe, ji xwe ev bi serê xwe ji bo wan têkçûnek e. Ji ber ku dema pêþ de neçe, yek; wateya hatina wan namîne, du; leþker dikeve nava psîkolojiya têkçûnê û dest bi parastina xwe dike, giyana êrîþkarî vedimre, sê; xwedîkirin û moralîzekirina wî leþkerî dibe pirsgirêk.

Ji xwe ji ber vê sedemê di roja çaremîn a operasyonê de, artêþa tirk beþek leþkerên xwe yên li qada operasyonê derbe xwarine paþde vekiþand û hêzên teze, yên neketine þer rêkir þûna wan ku vê neyêniyê ji holê rake. Lê wê jî kar nekir.

Tevî van, artêþa tirk û hikûmeta tirk di berdewamkirina operasyonê de israr kirin. Sedema vê jî hebû: yek; artêþa tirk negihiþtibû ti hedefên xwe û berûvajî derbe xwaribû. Du; herçiqasî ji raya giþtî veþartibe jî leþkerên tev li operasyonê bibûn, hêza gerîla û lawaztiya xwe dîtibûn û ji ber vê heta serkeftinek bidest nexistana êdî ji wan leþkeran mêranî çênedibû. Sê; gelê Baþûr jî ev têkçûna artêþa tirk dîtibû û wê tirsa xwe ya ji artêþa tirk biavêta û dilê wan ji bo gerîlan lêbidaya. Çar; wê raya giþtî ya Tirkiyê bipirsiya û bigota, `Kardeþîm madem gîrdîk niye çikiyoruz, madem çikacaktik niye giriyoruz?`

Ji bo vê, ger ne sed kuþtî, sêsed kuþtî jî bidana, fermandariya artêþa tirk û hikûmeta Erdogan alîgirê berdewamkirina operasyonê bûn. Ji ber vê yekê, di axaftina banga ji netewê re ya Erdogan de, zirtdayîna artêþa tirk û kiþkirina berdewamiya operasyonê hebû. Lê hîn ev axaftin nekiriye, artêþa tirk bi fermana W.Bush ji baþûr vekiþiya. Min di serî de got ya Bush qaþo hiþmend e: dît ku artêþa tirk ketiye çiravekê û nikare derkeve. Niha li Baþûr piþtî ku artêþa tirk derbe ji dest gerîlan xwar, wekî pêlewanê ji teqatê bikeve her hewl daba, wê dîsa gêrî erdê bûba. Bush ev yek dît. Pisporên wî yên leþkerî jê re gotin ku: `Birêz Bush, te rê da artêþa tirk ku bikeve Baþûr, bi vê sedemê serkeftina wê dibe serkeftina me, lê berûvajî binketina wê jî wê bibe binketina me. Gelo tu buhaya vê binketinê dizanî?`

W. Bush nû têgihiþt ku bi destê xwe mala xwe xera kiriye. Artêþa tirk her roja bimîne wê bêtir têk biçe. Wê demê bi lez bang kir û got; `Zû ji Baþûr derkeve hîn ku te ez jî bi xwe re têk nebirime!`

Bi vê bangê re hêrsa xwe ya li dijî PKKê jî wekî bêje; `Tu çima têk neçû? Te çima li ber xwe da û ez vala derxistim?` veriþiya û beyan kir ku PKK dijminê Tirkiyê yê Amerîka û bi ser de yê Iraq û Gelê Baþûr e.`

Çima ev daxuyanî da?

Ji bo pêla erênî ya serkeftina PKKê bikaribe daxîne xwarê. Ji ber ku serkeftina PKKê bi xwe re piþtgiriya gelê Baþûr ji Bakur re, ji gerîlan re anî. Wan xwe amade kiribûn ku artêþa tirk li hemberî PKKê li Zapê biserkeve û hêzên YNKê jî pê re ji paþ de lê bidin, Îran jî xwe ji Rojhilat de berde ser û di nava xwe de biperçiqînin, daqurtînin, tine bikin.

Lê gerîlayên PKKê ev planê xayinane yê W. Bush vala derxistin. Ji bo wê ew W. Bushê heta doh digot PKK dijminê Amerîka û yê Tirkiyê ye, vê carê Iraq û Baþûr jî bi ser vekir ku bandûra PKKê ya li ser van deran çêbûye bikaribe sivik bike. Qaþo hiþmend e ya, pêþiya xwe dibîne û wiha tedbîran digre.

Vekiþîna artêþa tirk a bi fermana Bush, li hesabê artêþa tirk jî tê. Bi hêsanî di raya giþtî ya Tirkiyê de wê bikaribin binketina xwe veþêrin. Herî kêm wê bêjin, `em bi pêþ de diçûn, lê Amerîka nehiþt. Ger bihiþta em niha di Qendîlê re derketibûn!`

Ev bûyer, danûstendin, xirûcira qewimiye tev di hundirê hefteyekê de pêk hat û bi dawî bû! Lê mesele bi vê naqede. Niha dor tê hesapdayîna vê hefteyê. Amerîka wê ji Tirkiyê hesabê vê bixwaze.

Wê bêje: `Keko min pêlî prestîja xwe kir, min dev ji dostaniya bi kurdan re berda û min rê da we ku hûn werin Baþûr serkeftinê bidest bixin. Lê we ez rûreþ derxistim û hûn bi bin ketin. Ka hesabê vê bidin!

Artêþ wê bixwaze vî hesabî biavêje ser hikûmetê û bêje; `Wele esasî ezê biser biketama, lê hikûmetê wiha kir ku ez hîn befr nehiliyaye bikevimê û min zahmetî kiþand. Ger hikûmetê ewqasî bi lez û bez tezkereya derveyî sînoran dernexistiba û negotiba êdî înîsiyatîf a artêþê ye, ezê li hêviya hilîna berfê bimama û wê demê min wiha têkçûn nedijiya.`

Hikûmet wê bêje; `Ya artêþ beg ma te hiþê xwe xwariye? Te digot hikûmet destûrê nade ez biçim Baþûr, min jî destûr ji te re derxist û da dest te. Min ji te re pere veqetand, min ji te re firoke kirîn, min te bi çek kir, min zikê te dagirt, min îhaleyên Baþûr tev dan OYAKê, ma tu hîn çi dixwazî? Sedema binketina te tu bi xwe yî û te em jî bi xwe re bi bin xistin, êdî ezê bi çi ruyî ji Dogû û Guneydogû dengan bixwazim û belediyan bidest bixim? Ka hesabê vê bide?

Pê re ji xwe Talabanî diçe Enqerê û him artêþ û him hikûmet wê bi ser de biçin, bêjin: `sedema serneketina me tu û Barzanî ne! Ma dema em ketin Baþûr we çima ji paþ de li PKKê nexist ku hêza wê biba du beþ û rê li ber me vebûba?`

Talabanî jî wê bêje; `Bavo we em jî bi xwe re hetikandin. Madem we bi PKKê nikarîbû, çima hûn hatin Baþûr û we ew li ser serê me sor kir?`

Pê re her sê wê guneh biavêjin ser Barzanî. Ji xwe Talabanî li hincetekê ye ku desthilatiya Baþûr ji dest Barzanî derxe û bide dest zilamên xwe. Wê her sê bi hev re bêjin. `Barzanî destekê dide PKKê, sedema têkçûna me ew e!`

Pê re Îran jî wê tev li van gengeþeyan bibe; Îran hêzên xwe anîbûn ser sînor ku PKK qaþo lawaz bikeve ew jî para xwe jê bistîne. Lê PKK bihêztir bû û niha ev yek wê tirs û xovê  bixe dilê artêþa Îranê. Wê wiha bihizire ku, `Ger artêþa tirk nikare piþta PKKê biþkîne, xwelî li serê min be, ezê çawa pê karibim?` û bi vê hizrê wê ji Tirkiyê re bêje, ka hesabê operasyona xwe bide, madem te bi PKKê nikarîbû çima te xwe lê rakiþand û ew bihêztir kir?`

Ji xwe heta wê demê di hundirê Tirkiyê de hikûmet û mûxalefet we sed bavî ji hev çêbikin. Bahçelî û Baykal wê hikûmetê tawanbar bikin, hikûmet jî artêþê û hêzên nijadperest tawanbar bike.

Wê raya giþtî ya Tirkiyê jî dest bi hesappirsînê bike û bêje; `Ka em çima ketinê, çima derketin? Me çima 27 kuþtî dan(fermî evqasî dipejirînin). Ma em li malka xwe rûniþtibana ji me re ne baþtir bû? Qe ne me 27 kuþtî nedidan!` ji xwe ji niha ve di kesayeta Bulent Ersoy de ev lêpirsîn dest pê bûye. Tev dibêjin,  `me çima ev kuþtî dan?`

Hîn jî wê bipirsin bê ka di van 8 rojan de artêþ û hikûmetê çi biser xist?

Generalê tirk Yaþar beg dibêje,` me binesaziya gerîlan xera kir, me ew ji kirina pêngava biharê paþ de xist!`

Wey li vê derewê be! Ger bi rastî we wiha kiriba, dema we leþkerên xwe paþ de vekiþandin, gerîlan wê nikarîbana kemîn li ber leþkerên we danîbana. Ji ber ku li gorî gotina we li qada hûn tê de, divîbû yek gerîlayê bikaribe çekê biteqîne nemaba. Gerîlayê derbe xwaribe û binesaziya wî hatibe rûxandin, fermandarê wî hatibe kuþtin, bê qût mabe çawa di wê berfê de manewra dike, tê pêþiya te û kemînê diavêje û tu revî revî xwe ji destê wî difilitînî? Ma wê hesabê vê ji te nebipirsin?

Belê di þerê 8 rojan de, wê her hêz ji hêzeke din hesap bipirse. Amerîka ji Tirkiyê, Tirkiye ji Amerîka, Baþûr ji Iraqê, Iraq ji Tirkiyê, Tirkiye û Amerîka ji Baþûr, Baþûr ji Tirkiye û Amerîka, artêþ ji hikûmetê, hikûmet ji artêþê, mûxalefet ji hikûmetê, gel ji artêþ û hikûmetê… welhasil tev wê bi hev kevin.

Ka bê kî wê çiqas hesap bide nediyar e. Lê tiþtekî diyar heye; tev jî di meseleya pirsgirêka kurd de, wê nakokiyên hev ji nedîtî werin, bi hev re bikevin nava bêdengiyekê. Her çiqasî di paþ deriyan de dest bixin qirika hev jî, dema werin pêþberî kurdan wê tev xwe bikin yek laþ: navê wê: Mîlî Mûtabaqat e!

`Eman bila aliyê kurd bi lawazayima me nehise ku me têk nebe!`

Lê vê carê artêþa tirk bi bin xwe de kir. Hikûmeta Erdogan bi xwe de rêt! Amerîka jî serkilek mezin ji xwe berda! Ka bê kî qûna vana biþo, xwe çawa ji vê bînê pak bikin, êdî kes nizane!

Bi hatina biharê re artêþa tirk wê bixwaze careke din xwe li Baþûr biceribîne. Sedem jî ev e: gûrûra wê qebûl nake ku têk biçe. Wê bêje;`Wê demê berf û serma bû ez þikestim, niha hewa xweþ e, ka careke din ez xwe biceribînim!`

Wê careke din bi piþtgiriya Amerîka xwe biceribîne. Heta wê demê, wê di warê hesappirsîna ji hev de, zêde kêr û xinceran di hev re ranekin. Lê ku wê demê jî têkçûnê bijî, wey li serê wan be! Wê demê yek ji wana wê bibe kêr, yek bibe penêr û bi hev kevin. Serkeftina aliyê kurd a ji îroj ve serî daye der jî, wê demê wê vebirî bibe.

Dema artêþa tirk di pêngava xwe ya biharê de jî hezîmeteke wekî ya van heþt rojên dawiya Sibatê bijî, wê ev êdî bibe destpêka serkeftina aliyê kurd a di qada leþkerî de. Heta niha artêþa tirk di warê leþkerî de bi hêzên PKKê re serbiseriyek dijiya. Ne artêþê bi gerîla dikarîbû, ne jî gerîla dikarîbû artêþê têk bibe. Lê bi vê þikandina vê operasyonê rewþ hat guhertin. Gerîla di mûxarebeyeke grîng de serkeftin bidest xist. Ev nayê wê wateyê ku wê gerîla bi tevahî zora artêþa tirk bibe. Lê divê mirov vê serkeftinê jî biçûk nebîne. Ger di þer û pevçûnên di rojên pêþya me de jî, gerîlayên PKKê bikaribin vê serkeftina xwe dubare bikin û bi ser de mayînde bikin, esas serkeftin wê demê wê derkeve holê.

Ger di hamleya artêþa tirk a piþtî vê de, gerîla dîsa piþta artêþê bîne xwar, wê demê di hundir de (li Bakur) wê bikaribe pêngaveke wekî ya 2003yan ku qereqolên artêþê dan ber xwe û ew revî revî rêkirin qijleyên wan bide destpêkirin. Vê carê ku gerîla bigihêje qonaxeke wiha, wê bikaribe parçeyên xakên azad li Bakur jî bi ser Qada Medya ve zêde bike. Îroj li Baþûr Qada Medya azadbûneke çawa dijî, li Bakur jî wê qadên wiha derkevin holê û wê demê wê Kurdistan gaveke din nêzî azadî û rizgariyê bibe.

Bi hêviya wan rojan!

HESEN HUSEYîN DENîZ

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org