|
‘AZADÎ’ Bila Navê Min Be! Hesen Huseyîn Denîz Wê,
di navbera çar dîwaran de Bê
hay û bayê xwe ji dinyê Di
þeveke têr þerqîna birûskan de Bi
girî û qarîn çavên xwe li dinyê vekirin Ne
tav dît; ne hîv û sitêrk Ne
þînatî, ne ajal û ne teyr û tilûr Di
cîhaneke spî û reþ de Di
navbera sêzdeh jinan de cîhan nas kir Keskahî
di çavên dayika xwe de Reþahî
di libên zeytûnê de Zer
di porê xaltîka Evîndarê de Sorahî
di lêvên Xwiþka Qumrî de fêr bû Mêr,
tenê li paþ deriyê hesinî dît Her
bi tirs û xov lê nêrî Ji
ber ku li dayika wê dabû, bi darê di dest Û
bi potîna di lingan de Peyva
yekem li ser kaxezê nivîsî “AZADΔ bû; Tevî
ne tamandibû û nizanîbû çawa ye! Danîbûn
navê wê û Peyivîbûn
di guhê wê de Digotin;
“Em û Tu Kurd in!” Gelo
kurdbûn tiþtekî çawa bû? Digotin,
“Em mirov in!” Gelo
çima yên li pey derî ne mirov bûn? Germahî
di sînga dayika xwe de Hênkahî
di þabûna meta Þaristan de Nermahî
di keziyên Gulîstan de nas
kir û mezin bû Leyistika
wê ya herî dizanîbû ‘xweveþartin’ bû Ji
mêrên li paþ deriyê hesin Ji
sayê di dest wan de Xwe
di dawa dayika xwe de winda dikir Nizanibû
çima bi þev rondik dibarandin Dayik,
xwiþk, xaltîk û metikên wê Gelo
çima ken qedexe bû li van ruyên sêvxelatî? Ji
bo çi cîhan tev bi dîwaran hatibû dorpêçkirin? Meh
derbas bûn, demsal û sal zîvirîn Rojekê
mêrên darbidest ketin hundir Bi
çepilê wê girtin û veqetandin Ji
dayik,xwiþk, xaltîk û metikên wê! Tenê
qêrînek ma li ber çavên wê Û
rondikeke gindirî ser hinarka ruyê dayika wê Sêzdeh
awirên daliqandî li pey wê Û
odeyek têr bîranîn... Derî
li ber vebûn û li pey hatin girtin Rondik
digindirîn ji çavan Lê
nizanîbû ji ber çi Dilþikestî
û xemgînî dibû bi borandina hr deriyî Carekê
xwe li derveyî dîwaran û hesinan dît! Mêrek
li ber rawestiyayî bû Bi
bejneke bilind û çavên li ken Digotin;
“Gît, babanin Kucagina!” Lê
tênedigihiþt vî zimanê biyanî Heta
ku mêrê bilind û çav li ken Got:
“Were himbêza bavê xwe!” Gelo
‘bav’ çi tiþt bû? Bi
tirs gavên xwe avêtin ji destê Mêrê li pey derî ber
bi mêrê bilindî çav li ken ve Bi
sedan raman li hev diketin di mejiyê we yê biçûk de Dixwest
bav ne mêr ba û ne þibiya yê li pey derî! Mêrê
bilindî çav li ken Bi
destê wê girt û hilgirt himbêza xwe Ramûsanek
danî ser porên wê Yên
dayika wê bi heft keziyan hûnandî Bi
tîrêjên rojê re rû bi rû hat bi carekê re, Dema
deriyê dawî û mêrê li pey derî Tev
li pey xwe hiþtin Bi
dayika xwe û xwiþk, xaltîk û metikên xwe ve Bi
pêþ de diçû Lê
awirên wê her li pey mabûn Digot,
zilamê bilind: “Jiyaneke nû li ber te ye!” Gelo
jiyan tiþteke çawa bû? Xanî
dîtin; ji hesinan û dimeþiyan! Mêr
û jin dîtin; li kêleka hev û dibeziyan Dar
û ber dîtin; têr pelçîm û dihejiyan Gelo
çima ev li odeya dayika wê tinebûn? Roj
derbas bûn; meh, demsal û sal... Fêrî
cîhaneke nû bû bi xwendin û dîtin Evîn
nas kir, hezkirin û azadî Lê
her dilê wê dîl mabû li gel sêzdeh dayikên wê Rojekê
berê xwe da warê dîwar û deriyan Êdî
neditrsiya ji mêrê li pey deriyan Dema
yek bi yek himbêz kir dayik, xwiþk, xaltîk û metikên xwe Digot:
“Ezê diyarî we bikim, peyva yekem fêr bûm ji we!” Careke
din kesekî nedît Keça
di navbera çar dîwaran de li cîhanê nêriye Dayika
wê her bi lêvkenî ew bi bîr dianî Û
digotin, ‘Bijî jê re!’ xwiþk, xaltîk û metikên wê! Li ser bîranîna keçeke di salên cûntaya
12ê Îlonê de, di zindana Amedê de jidayik bû û bi salan, bê ku ruyê
tavê bibîne di qawîþa jinan de mezin bû. Hesen Huseyîn Denîz |
copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org