|
BANGA
STRATEJIYA NETEWÎ -Hûrnêrînek ji Qada Medya-
HESEN HUSEYÎN DENÎZ
Pêwîstiya
kurdan bi lezgînî, bi lidarxistina kongreyeke netewî û xêzkirina
stratejiyeke netewî heye. Ger ev pêk neyê, kurd ber bi pevçûneke din a
navxweyî ve tên ajotin… Bi
hevdîtina serokwezîrê tirk Tayip Erdogan û serokê Amerîka George Bush
re, pêþî ji bo demekê be jî li ber dagirkirina Baþûr hat girtin, ango
daxwaza dagirkirinê ya dewleta tirk, bi beramberî hinek sozdayînan ji bo
demekê hat lipaþxistin. Lêbelê niha xetereyeke ji vê mezintir rû da.
Ger wiha bidome di demeke nêz de wê hêzên kurdî bihev kevin. Li
Washingtonê, diyar e di
navbera Amerîka, Tirkiye û hukûmeta Iraqê de hevpeymaneke dij-PKK hatiye
pejirandin. Ji xwe ev hevpeyman bi hinek xalan eþkere jî kirin. A grîng
ew e ku hukûmeta herêmê çiqasî tev li vê hevpeymanê ye, çiqasî ne
tevlê ye. Diyar e Amerîka, Tirkiye û hukûmeta Iraqê dixwazin hukûmeta
herêma Kurdistanê bi tevahî tev li vê hevpeymanê bikin. Rayedarên hukûmeta
herêmê jî qala ‘makenîzmaya çar alî’ dikin. Dixwazin ew jî tev li
vê makenîzmayê bibin. Gelo ji bo dengê aliyê kurd bînin ser ziman
dixwazin tev lê bibin, an ji bo çeperê temam bikin dixwazin ew hîn ne
zelal e. Hukûmeta
herêmê li hemberî geflêxwarinên tirkan di nava dudiliyekê de ye. Ev
dudilî rê nade ku bibe xwediyê siyaseteke rast a netewî. Di dil xwe de
dihizire ku bi hinek tawîzdayînan wê bikaribe hêrsa tirkan rawestîne û
xwe ji ber diranên wan bifilitîne. Hukûmeta
herêmê dizane ku tirk ti caran bi yek-du tawîzdayînan têr nabin. Ger
carekê te memik xist devê tirkan, heta xwîn jê biherike wê bixwazin bimêtin.
Kî vê taybetmendiya tirkan nizane? Û ger tu sed salan memikê bixî devê
tirkan, lê carekê tenê jê vekiþînî, ew keda her sed salên te, wê bi
avê re biçe û wê lanetê li te bibarînin; nan û avê tirkan wiha li
ser kaba wan e. Ev jî tê zanîn. Niha
hukûmeta herêmê ji bo dilê tirkan xweþ bike ango li gorî xwe ji bo hêrsa
wana rawestîne hinek gavên þaþ diavêje û bi ser birayên xwe de diçe.
Ger avêtina van gavên þaþ bidomîne, dibe ku roj were careke din bi PKKê
re bikeve nava þerê birakujî. Vê yekê jî êdî di vê pêngava dîrokî
de, ne gelê Bakur dikare rake, ne gelê Baþûr, ne jî gelê Rojava û
Rojhilat. Girtina
buroyên PÇDKê, dorpêçkirina herêma Qendîlê û astengkirina çûnûhatina
herêma Medya ya Qada Parastina Rewa, qedexekirina çûna rojnamevanan,
girtina endamên PÇDKê, birîna rêka qût, dorpêçkirina wargeha penaberên
kurd ên li Mexmûrê, destûrdayîna firokeyên þer û kifþê li ser çiyayê
Qendîlê tev xwekiþandina nava þerekî bi PKKê re ye. Gav bi gav tevna vê
tê hûnandin. Rêka ji herêma Soran derbasî herêma Behdînan dibe, ya di
binarê Qendîl re diçe, ji aliyê PDK û YNKê ve hat girtin. Li ser vê
yekê jî PKKê ji bo ewlekariya xwe, bikaranîna vê rêkê li mekîneyên
derveyî herêmê qedexe kir. Firokeyên þer ev hefteyek e li ser ezmanê
Qendîlê tên firandin. Li dijî vê PKK daxuyanî da ku ger ev firoke fira
xwe bidomînin wê werin lêdan. Çekdarên PDK-YNK dixwazin peymana di
navbera PKK û wan de ku piþtî þerê 2001ê hatibû xêzkirin îhlal
bikin. PKK li hemberî vê derbasî rewþa parastina xwe û destkeftiyên
xwe dibe. Ger ev gavavêtinên beramberî bi vî rengî werin domandin, kî
dikare bibe kefîl ku sibe di navbera hêzên kurd de pevçûnek rû nede û
ev yek kêfa dijminan neyne? Tevgera
Barzanî li dijî sazûmana Îran û li dijî sazûmana Baas a Iraqê bi deh
salan þer da. Di vî þerî de gelek êþ kiþand, gelek zor û zahmetî
jiya, gelek xwîn û can da. Tevgera Barzanî ev têkoþîn di rewþeke
parastina rewa de da. Xwe li hemberî desthilatdarî, dagirkerî û
zordariya sazûmana Baas diparast. Wê demê ew jî ji aliyê sazûmana Baas
û alîgirên wê ve wekî ‘terorîst’, ‘çete’, ‘dijmin’,
‘qatil’, ‘xayîn’ û hwd. dihat binavkirin. Ma di rastiyê de
tevgera Barzanî terorîst û çete bû? Bê guman na! Ji bo azadiya gelê
xwe û rizgariya welatê xwe bi derfetên pir kêm li ber xwe dida. Ji bo vê
xaka Bakur, Rojhilat û Rojava herî zêde tevgera Barzanî bikar anî.
Rojekê tenê jî kurdên Bakur, Rojava, Rojhilat ji tevgera Barzanî re
negotin; ‘Bira, wê Îran, Tirkiye, Sûriye me qir bikin; ji bo xwedê, ji
xaka me derkevin, biçin ser xaka xwe!’ Berûvajî,
kurdên Bakur, ên Rojava ên Rojhilat xaka xwe, dilê xwe, mala xwe, derfetên
xwe tev li ber tevgera Barzanî vekirin û ji bo Baþûr rizgar bibe bi can
û malê xwe destek dan vê tevgerê. Îroj tevgera Barzanî bi ser ket. Bû
xwedî hêz û hukûmet. Divê nan û ava wê ne li ser kaba wê be. Divê
wan rojên tengezariyê, wan rojên parastina rewa, wan rojên xakên her sê
parçeyên din bikar dianî, wan rojên kurdên her sê parçeyên din xwîna
xwe, malê xwe, canê xwe ji bo wana feda dikirin jibîr nekin. Di
vî bingehî de erk û berpirsyariya hukûmeta herêmê ne çavqurmiçandina
ji tirkan re ye, ne jî xwetirsandina ji wan e. Û bi vê yekê ne pirsgirêka
Baþûr çareser dibe, ne jî ya Bakur. Em
wiha bihizirin ku bi çend tawîzdayînan
hêrsa tirkan kêmekê hat daxistin. Niha di navbera PKK û dewleta
tirk de þerekî didome heye. Tevî agirbesta PKKê beyan kiriye, artêþa
tirk her roj operasyonan lidar dixe, gelê kurd qir dike. Li hemberî vê
gerîla pêwîst e xwe biparêze. Ma dema hêzên Sadamê xwînxwar bi ser pêþmergeyên
Barzanî de dihatin, Barzanî digot, ‘Çekên xwe deynin, þer nekin û
teslîm bibin!’ Na!
Wê demê kî bi çi sedem û wêrê vê yekê ji çekdarên PKKê dixwaze? Çekdarên
PKKê pêwîst in di pîvanên parastina rewa de li ber xwe bidin û erk û
berpirsyariya her kurdî heye ku vê berxwedanê rewa û mafdar bibîne. Ji
ber ku aliyê êrîþkar, aliyê neheq, aliyê zordar aliyê dewleta tirk e.
Di þerê di navbera PKK û dewleta tirk de wê sibe jî, duzbe jî kuþtî,
birîndar û dîlketî çêbibin. Ji her du aliyan jî wê çêbibin. Tê
zanîn ku dema ji PKKê kuþtî, birîndar û dîlketî çêdibin, ne hukûmeta
herêmê, ne hêzeke din bang li dewletê nake û nabêje ‘þer rawestîne!’.
Lê dema leþkerek ji dewleta tirk tê kuþtin, birîndar dibe yan dîl
dikeve qiyametê li ser serê PKKê radikin. Ev bi tena xwe bêmafî û bêdadiyeke
mezin e. Çima qey gerîlayên PKKê ne zarokê dayika xwe ne, ne mirov in
ku dema ew tên kuþtin kes dengê xwe dernaxîne? Ger
sibe li cihekî din ê Bakur bi dehan leþkerên tirk werin kuþtin, wê
dewleta tirk dîsa artêþa xwe bixe nava liv û tevgerê û ji hukûmeta
herêmê daxwaza êrîþkirina ser PKKê bike. baþ e, gelo wê demê wê
hukûmet çi tawîzê bide dewleta tirk ku hêrsa wê rawestîne? Hûn
dixwazin ku PKK bê qeyd û þert çek berde, dev ji þer berde û xwe tine
bike. Ger di salên berya 1990î de dewletek an hêzekê ev yek ji tevgera
Barzanî bixwesta, wê bipejirandana yan kirasê xwe biçirandana? Gel
û tevgerên Rojhilata Navîn û di serî de jî hêzên kurd û yên tirk
PKKê baþ dinasin ku PKK tevgereke têkoþer e. Kadro û mîlîtanên PKKê
li hemberî zilma cûntaya 12ê Îlonê di navbera çar dîwaran de jî serî
nedanîne. PDK li gel YNK û li gel artêþa tirk bi ser çekdarên PKKê de
çûne, lê bi ser neketine. Herî dawî YNK bi desteka Tirkiyê xwe
ceriband dîsa bi ser neket. Xeta Bêrîtan mînaka herî balkêþ a
berxwedana mîlîtanên PKKê ye. Mîlîtanên PKKê heta guleya xwe ya dawî
têdikoþin û ji bo dîl nekevin destê neyar xwe di zinaran re diavêjin
kevandeya þehadetê. Kî dikare piþta hêzeke wiha xwedî biryar û vîn bîne
erdê? Rayedarên
hukûmeta herêmê jî gelek caran di axaftinên xwe de vê rastiyê tînin
ser ziman û dibêjin, ‘Di demên borî de em bi ser PKKê de çûn lê me
pê nikarîbû, niha em qet nikarin!’ Wekî
din em dikarin vê pirsê jî bikin. Çima hûnê bi ser PKKê de biçin? Þûna
hûn bi ser PKKê de biçin, çima hûn PKKê nakiþînin gel xwe? Her kes
dizane ku dermanê tirsê û dawiya tawîzdayînan nîne! Heta
kengî wê kurd ji dijminên xwe bitirsin û ji bo dilê wana xweþ bikin,
birayên xwe bikujin? Êdî ji vê siyasetê re bes e! Li þûna vê, rêka
rûmeta kurdinî heye. Ew jî sazkirina stratejiya netewî ye! Ji
bo kurdan îroj xêzkirina siyaseteke stratejiya netewî pêwîst e. Ger hûn
dixwazin PKK çek berde, þer rawestîne, xwe tine bike jî, ev yek, bi zorê,
bi tengavkirinê çênabe. Hûn
çiqasî bi ser PKKê de biçin wê ew jî ewqasî li ber xwe bide, tedbîrên
xwe bistîne û xwe bihêztir bike. Dibe ku di encama vê serdeçûna we de,
PKK tengav bibe û ji bo destkeftiyên xwe biparêze êdî ew bi ser we de
were. Wê demê gelo hûn dikarin bibin kefîl ku gelê Baþûr destekê
nede PKKê û dawî li þiyandariya we neyne. Rojane
dakevin nava gelê Baþûr û binêrin, bi gel re biaxivin, guh bidin dengê
gel; li Baþûr sedî sed sempatiyeke mezin li hemberî PKKê li pêþ
dikeve û bi lez vedigre. Wê rojê karmendekî ji Bakur digot; ‘Ez çûm
ku dolaba mekîneya xwe çêbikim. Yê tamîr dike ji min pirsî ku ez ji
Bakur im, min got erê. Got; Tu PKK yî? Ê min jî kêfa min hat, min got
erê. Got, wê demê ez pere ji te nagrim.’ Gelek
mînakên wekî vê tên ber guhê me û ev nîþaneya bilindbûna sempatiya
ji PKKê re ye. Li
aliyê din, gelê Baþûr ji siyaseta hukûmeta herêmê gelekî nerazî ye.
Dibêjin, ‘Pêþmerge û derdorên nêzî hukûmetê bûn milyarder, her
yek ji xwe re avahiyên bi milyonan lêdikin û gel ji birçiyan re
dinale.’ Divê hukûmet zanibe ku bi vî rengî gora xwe bi destê xwe
dikole. Gelê ji hatina darayî sûd û par nagre, tev li derûdora PÇDK û
PKKê kom dibin. Dibe ku vê yekê îroj eþkere nakin, lê dilê wan bi PKKê
re ye. Ev di teqîneke sibeyî de, wê li beramberî hukûmeta herêmê
rabe. Ger gerîlayên PKKê dakevin kolanên Hewlêr û Silêmanî kîjan
rayedarê hukûmetê dikare bibe kefîl ku wê girseyên gel destekê nedin
wan û bi wan re çek hilnegrin û bi ser sazûmanê de nemeþin? Rastiyeke
din jî heye ku hukûmeta herêmê îroj bi saya PKK li Baþûr aramiyekê
dijî. Parastina sînorê di navbera Baþûr û Tirkiye û Îranê de di
destê gerîlayên PKK û PJAKê de ye. Herêma Parastina Rewa Qada Medya,
binarê Qendîl tev di destê PKKê de ye. Bê guman PKK bi hêza xwe hatiye
li vir bi cih bûye. Ne hukûmeta herêmê ew vexwandiye, ne jî bi cih
kiriye. Qendîl çiyayekî Kurdistanê ye; PKK jî tevgereke Kurdistanî ye;
hatiye li ser xaka welatê xwe bi cih bûye. Rastî ev e û divê her kes ji
vê rastiyê re rêzdar be. Di
rewþeke wiha de, bi ser de PKK parastina sînorên hukûmeta herêmê jî
dike. Niha ger PKK li Qendîl, ji Zelê heta Xakurkê bi cih nebûba, gelo
hukûmeta herêmê bi deh hezar pêþmergeyî jî wê bikarîba ewlekariya
van sînoran bigirta? Asêbûna
çiyayê Qendîlê tê zanîn. Di dema desthilatiya sazûmana Baas de hemû
rêxistin, tevger û partiyên Baþûr ên kurdan di vir de xwe parastine. Hîn
jî cihên wan ên binerd û sererd diyar in. Dîktatoriya Sadam tevî hemû
hêza xwe nikarîbû wana ji van çiyan derxîne û têk bibe. Ev çiya her
dem bûne parazvanê têkoþerên azadiyê. PKK îroj li vî çiyayê têkoþîna
azadiya gelê xwe dide. Em wiha bihizirin ku we PKK ji vê derê derxist. Wê
kî were li vî çiyayî bicih bibe? Di
serî de wê Îran hêzên xwe yên îslamî yên li dijî Amerîka biherikîne
vê derê. Ji ber ku nêzî Îranê ye, wê desteka lojîstîk û alavên leþkerî
bide wan, wana perwerde bike û rêbike ser Baþûr û Iraqê. Tirkiye li
aliyê xwe, ji Xakurkê bigir heta Heftanînê wê komên xwe yên faþîst
di bin navê tevgera Turkmen de bi cih bike, perwerde bike û rêbike ser Baþûr
û Iraqê. Sûriye wê çiyayê Bêxêr û Garê tije terorîst bike û rêbike
ser Iraqê… Wê demê Amerîka xwe hilavêje jî nikare ji bela vana sukra
xwe bifilitîne. Îroj
George Bush bi hêsanî li kêleka Tayip Erdogan rûdinê û dibêje; ‘PKK
îs a terorîst organîsation, enemy of Turkey, enemy of Iraq, enemy of
USA!’ Birêz
Bush ji kerema xwe re tu dikarî bêjî bê PKK çima dijminê te ye û bi
çi kiryara xwe ji te re bûye dijmin? Dema leþkerên te bê çek destê
xwe li ba dikin û dadikevin kolanên Silêmanî û Hewlêr zanibe ku bi
saya PKKê ye. Te hat Iraq dagir kir, PKK li pêþberî te xwe nekir asteng.
Tu dibêjî ‘Ez demokrasiyê tînim Rojhilata Navîn’, PKK jî tevgereke
demokrasîxwaz e, wê demê çima dibe dijminê te? Tu
dibêjî; ‘Ez dost û hevalbendê kurdan im. PKK jî tevgereke kurd e û
Kurdistanî ye. Çima tu dostê beþek kurd î û beþek kurdên din ji xwe
re dijmin beyan dikî? Amerîka divê siyaseta xwe ya li ser kurdan di ber
çav re derbas bike. Temam berjewendiya Amerîka rê nade ku ji Tirkiyê
veqete, yan bi tevahî bigre pêþberî xwe. Lê sirf ji bo dilê tirkan xweþ
bike ku aliyekî kurdan terorîst beyan bike û wekî dijmin bibîne, ev
siyaseteke þaþ e û di vê siyasetê de bi ser nakeve. Ger Amerîka dostê
kurdan e, herî kêm qasî hevalbendiya bi kurdên Baþûr re dike, divê bi
kurdên Bakur, Rojava û Rojhilat re jî bike. Bila dîsa hevalbendiya xwe
bi tirkan re, farisan re, ereban re bimeþîne; lê bila kurdan jî wekî
dijmin beyan neke. Ger jê were bila pirsgirêka di navbera kurdan û tirkan
de, di navbera kurdan û farisan de, di navbera kurdan û ereban de bi rêbazên
aþtiyane, siyasî û demokratîk çareser bike. Bila berjewendiya xwe ya bi
Tirkiyê re jî biparêze, lê bila ya bi kurdan re jî bide ber çav. Na ku
aliyê tirk tevî neheq û zordar e, bigre gel xwe û aliyê kurd tevî mazlûm
û mafdar e terorîst û dijmin bi nav bike, divê zanibe ku di vê polîtîka
û kiryarê de bi ser nakeve û nikare hevalbendiya kurdan rê ve bibe. Ji
bo Amerîka ya herî baþ pêkanîna aþtiya di navbera kurdan û dagirkerên
parçeyên Kurdistanê de ye. Ji bo vê divê dostaniyê bi PKKê re jî
bike, bi PJAKê re jî bike, bi PYDê re jî û bi PÇDKê re jî bike. Tenê
wiha dikare pirsgirêka Kurdistanê û ya Rojhilata Navîn çareser bike. Na
ku ew jî ji bo dilê tirkan xweþ bike, bi ser PKKê de were wê çi bibe? Dibe
ku hinek wargehên PKKê bombebarîn bike, dibe ku çend PKKyiyan þehîd jî
bixîne. Dibe ku çend rêvebirên wê birevîne radestî Tirkiyê jî bike.
Ev tev bi awayekî teknîkî mumkun in. Lê hêza vê yekê bike, divê
encamên wê jî bide ber çav. PKK bi van pêkanînan naqede. Ji hêza xwe
bikeve jî tine nabe. Berûvajî wê zêdetir gel biherike aliyê PKKê,
ciwanên kurd wê zêdetir bixwazin tev li refên PKKê bibin. Dibe ku di
serdeçûneke wiha de, hijmara çekdarên PKKê hilpeke 50 hezarî jî. Dibe
ku gelê Baþûr, Rojava, Rojhilat, Bakur tev rahêjin çekan û biherikin
çiyan. Wê demê ne Amerîka dikare li ber vê pêlê raweste, ne Tirkiye
û ne jî Hukûmeta Baþûr. Ji
bo vê ji Amerîka re ya herî baþ, bidestxistina dostaniya PKKê ye, ne
beyankirina dijminbûna wê ye. PKK ji vê yekê re vekirî ye û amade ye.
Li ser bingehê çareserkirina pirsgirêka kurd, PKK ji hevalbendiya hemû hêzan
re amadebûna xwe beyan dike. Divê ev beyan li ber çav were girtin. Berûvajî
beyankirina dijminbûna PKKê wê pirsgirêkên heyî çareser neke, zêdetir
û kûrtir bike; ji pevçûnên nû re rê veke. Ger PKK qadên di dest de,
ji hêzên li dijî Amerîka têdikoþin re veke, wê demê wê Amerîka çi
bike? Amerîka ger îroj li Iraqê rojê sê çar kuþtiyan dide, wê demê
wê sîh-çel kuþtiyî bide. Ji bo vê divê þukrana xwe pêþkêþî PKKê
bike ku qadên di dest de ji ti hêzên din re nake warên êrîþkirina ser
Iraqê û berûvajî sînorên Iraqê diparêze. Ji
bo hukûmeta herêmê jî ev rastî wiha ye. Hukûmeta herêmê li kêleka vê
qenciya PKKê, deyndarê gelê Bakur e. Divê ked, xwîn û canên gelê
Bakur di oxira Baþûr de daye bibersivîne. Bi rawestandina têkoþîna
Bakur, ne xaka Baþûr rizgar dibe, ne jî hukûmeta herêmê bi ser dikeve.
Ger Bakur þîv be ji tirkan re, Baþûr jî paþîv e. Kî bêje ez vê yekê
nizanim, ew xwe dixapîne. Roja ku PKK ji holê were rakirin, roja din hukûmeta
herêmê li holê namîne û Baþûr ji aliyê Îran û Tirkiyê ve wê were
dagirkirin an teslîmgirtin. Bi
vê sedemê siyaset û helwesta herî baþ û rast guhdayîna banga xêzkirina
stratejiya netewî ye. Divê di serî de PDK û YNK bi PKKê re werin gel
hev û vê stratejiyê gengeþe bikin. Ger
li Bakur, li Baþûr, li Rojhilat, li Rojava têkoþîn wê were
rawestandin, an wê were bilindkirin divê bi stratejiyeke netewî were tayînkirin
û diyarkirin. Ne bi daxwaza birêz Ocalan, ne bi daxwaza birêz Barzanî,
ne bi daxwaza birêz Talabanî, ne bi geflêxwarina Tirkiyê, ne bi êrîþkariya
Îran ne jî bi têkilhevkirina Sûriyê û ne jî bi xwesteka birêz Bûsh
tenê, siyaseta kurdan êdî nikare rê ve biçe. Kurd êdî divê ji xwe re
siyaseteke stratejîk a netewî xêz bikin. Stratejiya
kurdan çi ye? Kurd ji bo her parçeyî çi dixwazin? Kurd ji bo tevahiya
Kurdistanê çi dixwazin? Kurd li Baþûr dixwazin çawa bijîn? Kurd têkoþîna
Bakur, Rojava, Rojhilat dixwazin çawa bibin serkeftinê? Kurd di navbera
xwe de dixwazin peywendî û danûsitendina xwe li ser çi esasan saz bikin
û rê ve bibin? Kurd ên li her çar parçeyî wê têkiliyên xwe bi hêzên
dagirker re li ser çi esasî bimeþînin? Kurd bi Amerîka re, bi Ewropa
re, bi Çîn, Kore, Japon, Rûs û dewletên din re çawa bidin û bistînin? Di
qirnê 21emîn de siyaseta kurdan çi ye, daxwaza kurdan çi ye? Kurd wekî
netew çawa dixwazin xwe bînin ser ziman? Wê nûnerê daxwazên kurdan kî
be yan çi rêxistin be? Kurd wê parçeyî bimînin an bibin yek? Kurd wê
bihevkevin an hev xurt bikin? Di
van mijaran de tev pêwîstî bi hatina gel hev, li darxistina kongreyeke
netewî û di vê kongreyê de jî pêwîstî bi diyarkirin û sazkirina
stratejiyeke netewî heye. Dema Kongreya netewî hat lidarxistin PKK, PDK,
YNK û tevahiya partiyên kurdan tê de bi cih bûn, li ser qedera Kurdistanê
gengeþe kirin, gihiþtin biryarên pêwîst, stratejiya xwe xêz kirin û
Konseyek a rêvebirina vê stratejiyê damezirandin, êdî li ku derê þer
tê rawestandin an tê bilindkirin, ew di bin berpirsyariya wê kongre û
konseyê de ye û ti kurd li dijî wê dernakeve, berûvajî wê destekê
bide serkeftina wê. Na
ku ji bo selameta kurdan ev yek neyê kirin û her yek xwe serok, rêber û
berpirsyarê doza kurdan bibîne û ji bo berjewendiya malbata xwe, eþîra
xwe, parçeyê xwe, çîna xwe, partiya xwe bixwaze têkoþîna parçeyekî
din, çîneke din, partiyeke din rawestîne, ev yek wê rê li ber alozî,
tengezarî û pevçûnên nû yên navxweyî û biratî veke. Piþt re bila
kesek nebêje, ‘Ya me nizanîbû, me texmîn nedikir, ji destê me
nedihat, em ne amade bûn, kesî ji me re negot’ û hwd. Roj
ne roja alozî û pevçûna di navbera kurdan de ye. Roj ne roja
rawestandina têkoþîna azadiya parçeyên Kurdistanê ye. Roj ne roja
xwetirsandina ji hêzên dagirker û zordar e. Roj roja hevgirtin,
berxwedan, têkoþîn û yekîtiya di xeta stratejiya netewî de ye. Kurd
tev dest bidin hev, di stratejiyeke netewî de xwe bikin yek, hêza xwe
bikin yek, artêþeke netewî ya ji sed hezar gerîlayî saz bikin û nav di
xwe de bidin, bang li cîhanê bikin û bêjin; ‘Em kurd in. Em azadiya
xwe û rizgariya welatê xwe dixwazin. Yan cîhan wê me wiha bipejirîne,
yan jî emê çong li ber ti kesî daneynin! Ti hêz wê nikaribe me kurdan
careke din berde hev û ji bo xerakirina vê lîstikê em kurd di kongreyeke
netewî de tên gel hev, em stratejiya netewî xêz dikin, em eniya netewî
vedikin û ala berxwedanê li ser her buhist xaka kurdan diçikînin!’ Wê
demê hûnê bibînin ku gelê kurd bi milyonan, bi we re wê rabe ser
lingan û azadiya heq kiriye bi dest bixe! Rêka
rast ev e, ya pêwîst e were kirin jî ev e û ya herî bi rûmet, ya di dîrokê
de cih bigre jî ev e! Bijî ji wan kes û hêzên ji bo azadî û rizgariya
gelên Kurdistanê di damezirandina kongreya netewî û xêzkirina
stratejiya netewî de bibin xwedî erk û weyn û berpirsyarî hilgirin ser
milên xwe re! HESEN
HUSEYÎN DENÎZ
|
copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org