|
BÊDIYAXIYA DEWLETA TIRK SEDEMA ALOZIYAN E
HESEN HUSEYÎN DENÎZ
NÛÇE/ÞÎROVE Doh li bajarekî Elmanya Dusseldorfê girseyên kurd bi deh hezaran hatin gel hev û yekîtiya xwe ya netewî, hêza xwe ya gelêrî, giyana xwe ya azadî û wekheviyê bi coþ, þahî û biryarî þanî tevahiya cîhanê dan. Li hemberî vê pêþketina dawî dewleta tirk a ku hemû hebûneyên gelê kurd ji xwe re kiriye hedef û polîtîkayeke êrîþkarî xistiye rojeva tevahiya xebatên xwe, bêdiyaxiyeke(bêtehamuliyeke) mezin þanî da û firokeyên xwe yên þer rêkir ser çiyayê Qendîlê, gund û wargehên gerîlan bombebarîn kirin. Qasî agahiyên bidest ketine heta niha ji gundiyên li Qada Medya niþtecih in birîndar û þehîd hene. Bi þev ji saet yek û nîvê heta sisê û nîvê þevê êrîþa hewayî bi 8 firokeyan hat domandin. Ji xwe ev demek e gerîlan li hêviya êrîþeke dewleta tirk bû û bi vê armancê amadekariyên xwe kiribû. Lê pêkhatina vê êrîþê ya di rojeke ku gelê kurd li Dusseldorfê meþiya de, rûçikê dewleta tirk ê nêzîkbûna ji kurdan û pirsgirêka kurd re radixîne ber çavan. Bêdiyaxiya dewleta tirk bi vê tenê ne bi sînor e. Destpêkê li hemberî rêberê gelê kurd xwediyê bêdiyaxiyeke mezin e. Ji axaftina wî ya bi parêzeran re jî bêdiyax e. Di her axaftinê de astengî û aloziyan derdixe. Hevdîtina divê her hefte pêk were, ji sedema bêdiyaxiya dewletê bi mehan nayê pêkanîn. Dema pêk tê jî bi hincetên bêdiyaxî sizaya hucreyê lê tê birîn. Radyo, rojname û pirtûkên wî jê tên sitendin. Bêdiyaxiya dewleta tirk didome û li ser DTPê jî tê meþandin. Bi salan e bi bend a ji sedî deh dixwest pêþî li vîna kurdan bigre. Kurd vê carê bi pêngaveke dîrokî lingê xwe avêtin meclîsa tirk. Vê carê jî, ji hukûmetê bigir heta fermandarên artêþê, her kes ji hidama xwe de ket nava liv û tevgerê bê ka çawa bikaribin van nûnerên gel bêtesîr bikin, reþkirin bidin, teslîm bigrin, revandin bidin. Di derbarê partiyê de doza girtinê vekirin. Serokê wê hê li Ewropa ye ku were welêt wê wî rêkin zîndanê. Ev bêdiyaxiyeke li hemberî siyasîbûna tevgera azadiya kurd e. Dixwaze ji kurdan re bêje ku ‘derveyî polîtîka, rêk û rêbazên kuþtin û mirinê ji we re ti rêka çareserî û jiyanê nîne!’ Bêdiyaxiya dewleta tirk li hemberî malbatên gerîlan, li hemberî termên gerîlan, li hemberî hebûna gerîlan û malbatên wan jî di asta jorîn de ye. Rojname dinivîsînin bê ji salên 1990î û vir ve çend sed termên gerîlan nedane malbatên wan. Dîsa tê zanîn bê çawa pêþî li torenên sersaxiya þehîdan tê girtin. Heta malbatek cenazeyê kurê xwe yan keça xwe ji dewletê distîne û vediþêre tiþtek namîne ku bi serê wan nayê. Bêdiyaxiya dewleta tirk li hemberî xwezaya Kurdistanê jî bêsînor e. Daristanên herêma Bestan a li piþt bajarê Þirnexê þahidê vê bêdiyaxiyê ne. Her sal wê bi navê ‘Operasyona li dijî terorîstan’ leþkerên tirk dakevin nava daristanên Bestan, qutiyên neftê di dest wan de qurm bi qurm dirijînin binê daran û agir berdidinê heta ku dibe xwelî. Diyax nakin ku yek ta þîn bimîne. Lê bi rastî berxwedana dar û daristanên Kurdistanê ya li hemberî vê zulm , zordarî û bêdiyaxiya dewleta tirk jî dîrokî ye. Her bihar ji nava xwelî û þewatê dîsa seî derdixînin û katên taze û þîn rêdikin ku bi rojê re hevhembêz bikin. Ev berxwedan wiha bi salan e didome û karaktera têkoþîna gelê kurd û berxwedana gel û gerîlan mirov dikare di vê berxwedana dar û deviyên Kurdistanê de bibîne. Li hemberî hemû êrîþkarî û bêdiyaxiyên dewleta tirk, gelê kurd helwesta xwe doh roja 15ê Kanûnê li bajarê Dusseldorfa Elmanya þanî da. Jin, zarok, zilam, ciwan; keç-xort bi deh hezaran mirov ji her aliyê Ewropa herikîn ser gola berxwedanê. Rengên kesk, sor, zer, alên Kurdistanê, wêneyên rêbertiyê û þehîdan berba kirin. Hatina bi deh hezaran kurdan a gel hev tenê têrê kir ku rûçikê bêdiyaxî yê dewleta tirk di cih de bi bombebarîn xwe eþkere bike. Di her derfetê de KCK banga aþtiyê, çareseriya pirsgirêka kurd a bi rêbazên siyasî dike. Ji bo vê ev salek zêdetir e agirbest beyan kiriye û di rewþa parastina rewa de ye. Li hemberî vê jî dewleta tirk bêdiyaxiya xwe bi zêdekirina operasyonan, bi beyankirina ‘herêma ewlehî’, bi anîna leþkerên xwe ya ser sînorê Baþûr, bi geflêxwarin û çavsoriya li ser Hukûmeta Herêma Baþûr û herî dawî jî bi bombebarînkirina gund û wargehên li Qendîlê kir. KCK, DTP, gelê kurd, rewþenbîr û demokratên tirk, DYA, Hukûmeta Herêma Baþûr, Parlamena Yekîtiya Ewropa tev ji dewleta tirk dixwazin ku pirsgirêka kurd bi rêkên aþtiyane were çareserkirin, çareyeke siyasî jê re were dîtin; ew hê banga þerkarî, teslîmbûn, poþmanî û nijadperestiyê dike. Ev helwest jî dike ku ji her du aliyan zêdetir xwîn were rijandin; alozî, pevçûn û kûrbûna pirsgirêkê bidome. Bi vê sedemê careke din derdikeve holê ku aliyê mazlûm, yê di parastina rewa de, yê aþtî û çareseriyê dixwaze aliyê kurd e; li Duseldorfê ev bang pir zelal hat ser ziman û car din derdikeve holê ku aliyê aloziyê li pêþ dixe, aliyê þer dixwaze, aliyê di polîtîkaya kuþtin û mirinê de israr dike, aliyê êrîþkar û neheq aliyê dewleta tirk e; ev yek jî di êrîþa doh bi þev a li ser Herêma Medya de pir bi zelalî derket holê. Bi vê sedemê divê cîhan tev zanibe ku bêdiyaxiya dewleta tirk a li hemberî pirsgirêka kurd û hebûna kurdan sedema alozî, þer û pevçûnan e. Aramî tenê bi diyaxkirina dewleta tirk a li hemberî hebûna gelê kurd, rêzgirtina ji mafên kurdan re û bi nasîna nasname, çand û zimanê kurdan dikare pêk were. HESEN HUSEYÎN DENÎZ
|
copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org