|
BERDÊLEKE
GIRAN
Hesen Huseyîn Denîz
Li
gorî nûçeyan, pêþmergeyên kurd ên Baþûrê Kurdistanê derbasî
Bexdayê dibin ku li hemberî þîî û suniyan alîkariyê bidin hukûmeta
Iraqê. Di stratejiya nû ya Amerîka ku ji bo Iraqê pejirandiye de, ji xwe
hukûmeta Bush 21 hezar leþkerên din rêdike Iraqê. Lê diyar e ku ji van
leþkeran zêdetir wê bixwazin weyneke grîng bidin pêþmergeyên kurdan.
Bi tevlêbûna pêþmergeyan wê kurd berdêla rizgarbûna ji
desthilatdariya sazûmana Sedam, bidin rêvebiriya Amerîka. Hinek dikarin bêjin
ku, ‘her destkeftiyek berdêleke xwe heye!’ rastiya vê gotinê heye; lê
ji bo vê destkeftiyê ji xwe kurdan bi dehê caran berdêl dabûn: Enfal,
Halepçe, sirgon, koçberî… tev ma ne berdêlên azadiyê bûn? Li
Baþûrê Kurdistanê ji dîroka þerê cîhanê yê duwemîn û vir ve, ji
bo azadî û rizgariyê xwîna bi sedhezaran kurdan rijiya. Bi sedan gund wêran
bûn, bi hezaran malbat ji hev parçe parçe bûn, bi sedhezaran canên jin,
zarok, zilam, pîr, ciwan ketin ser xakê û bê gor man; bi hezaran mirov
seqet bûn, parçeyek ji laþê xwe li cihên nediyar hiþtin. Gelo ev tev
ji bo berdêlbûnê ne bes in ku niha xwe ji dayîna berdêleke din re amade
dikin? Pêwîst
e di vê mijarê de rayedarên kurd ên li Baþûr bi hiþmendî tevbigerin.
Ji qasî dagirkirina Iraqê û vir ve, heta niha, kurdan xwe tev li þerê
navxweyî nekirin û bi parastina herêma xwe bi sînor man. Vê yekê him
ew di herêmê de kirin xwediyê giraniyekê û him kirin hêzeke berbiçav.
Ji aliyekî ve jî rê li ber þerekî bi gumanî yê di navbera kurd û
ereban de derkeve digirt. Lê niha bi çûna pêþmergeyan a Bexdayê ev rewþa
erênî ji holê radibe. Pêþmergeyên li hemberî ereban bikevin þer, bi
vê çalakiya xwe re, li pêþiya Ereban wê mafê kuþtina kurdan vekin.
Ereb wê wiha bifikirin; ‘Li gorî ku hûn ji Kurdistanê tên ser xaka me
û me dikujin, em jî derfetê bibînin, dikarin werin ser xaka we û we
bikujin!’ Ev jî ji bo kurdan û ji bo selameta tevahiya Iraqê xetariyeke
pir mezin e! Rêvebiriya
kurdan çiqasî di ferqiyê de ye nizanim, lê bi vê pêngavê destê
kurdan dixin nava agirekî har. Heta niha di þerê xwe yê li hemberî
Ereban de mafdar bûn û erebên demokrat an azadîxwaz jî ev mafê kurdan
rewa didîtin. Ji bo vê di navbera ereb û kurdan de þerekî navxweyî,
ango etnîkî derneket û bi salan bi hev re jiyan kirin û hê jî jiyan
dikin. Kurd di þerê li hemberî zordariya sazûmana Baas de her dem mafdar
bûn û ereban nikarîbûn bigotana, ‘hûn ji ber çi li hemberî me çalakiyan
li dar dixin, mirovên me dikujin?’ ji ber ku þerê kurdan þerê rizgarî
û azadiyê bû û di zagonên navnetewî û yên gelemperî de þerê gelên
bindest her dem rewa û mafdar e. Lê niha rewþ bi tevahî cuda ye. Kurd
gihiþtine azadiyeke berbiçav û di herêma xwe de xwediyê mafên xwe yên
mirovî û netewî ne. Hinek pirsgirêkên mane, yên wekî federasyonbûn,
an dewletbûnê jî bi rêkên diyalogê dikarin çareser bikin. Di vê demê
de tiþta kurd bikin, ne ku bi cînarên xwe re bikevin nava þer; berûvajî
vê, weke kelayeke aþtiyê, xwe di warê aþtî, demokrasî, azadî û yekîtiya
kurdan de kûr bikin û di warê aborî û avakirina welêt de nûkirin û
xurtbûnekê jiyan bikin e. Ger
pêþmerge derbasî xaka ereban bibin û li wê derê dest bi kuþtina wana
bikin, wê ew jî di her derfetê de bixwazin tola xwe ji kurdan hilînin û
çalakiyan li ser cih û warên lawaz ên kurdan pêk bînin. Wê demê kurdên
di nava ereban de jiyan dikin, destpêkê jiyana wana dikeve nava xetariyeke
mezin. Kurdên li Mûsilê, kurdên feylî yên li Bexdayê dijîn, ji niha
ve divê tedbîrên ewlekariya xwe bistînin. Pey re kurdên parçeyî
disekinin û nêzî warên ereban in, ewlekariya jiyana wana namîne û her
dem wê ereb bixwazin êrîþan bibin ser wana û qir bikin. Ji vana jî di
serî de herêma Þengalê û Mexmûran tê.
Ger di çend mehên li pêþiya me de ereb li ser van warên kurdan
qirkirinên berçav pêk bînin, bila kes þaþ nemîne û zanibe encama
çûna pêþmergeyan a Bexdadê ye. Pê re wê komara Tirkiyê jî hewl bide
zêdetir Kerkukê tevlihev bike û bi destê rêxistinên xwe yên saloxdarî
çalakiyên tevlihevkirinê û yên kurd û tirkmenan berdin hev wê li dar
bixîne. Heta ku derfetê bibîne wê bixwaze destdirêjiya xaka Baþûrê
Kurdistanê bike ku destkeftiyên li vê derê yên kurdan têk bibe. Kurd wê
careke din pêwîst bimînin azadiya xwe û destkeftiyên xwe biparêzin û
ji bo vê dibe ku þerekî giran derkeve pêþberî wana. Bi vê sedemê;
divê were zanîn ku pirsgirêka Iraqê bi bikaranîna pêþmergeyan çareser
nabe û wê zêdetir aloziya heye kûrtir û berfirehtir bike. Ji bo Amerîka
ne xem e ku þerek di navbera kurd û ereban de derkeve. Heta ku kurd xwe
bidin ber û bikaribin di derheqê wê de derkevin, Amerîka dikare bi tevahî
parastina hukûmeta Iraqê dewrî kurdan jî bike! Kurd û ereb bi hev re þer
bikin û ew jî berjewendiyên xwe bimeþînin. Wê wiha bihizirin ku, ‘Ji
dêleva leþkerekî Amerîkî jiyana xwe ji dest bide bila yekî kurd an
ereb ji dest bide!’ Ev polîtîka her dem zêdetir li hesabê Amerîka tê
û wê were. Em hêvîdar in ku rayedarên kurd gelê xwe nekin rewþeke
wiha. Ji ber ku ketina rewþeke wiha ji bo kurdan tê wateya ketina nava þerekî
bi sedê salan bidome. Xaka Amerîka û gelê wê ji herêmê gelekî dûr
e; lê kurd di herêmê de ne. Amerîka dema bixwaze dikare leþkerên xwe
li firokeyan swar bike û bibe, lê kurd nikarin vê yekê bikin. Ji bo vê
pêwîst e kurd bi cînarên xwe re nekevin nava þerekî xwînîbûnê! Bi
vê sedemê polîtîkaya rêkirina pêþmergeyan û tevlêkirina wan a þerê
li Iraqê ne rast e û di demeke kin de ger encamên Amerîka dixwaze bi
dest bixe jî, di demeke dirêj de wê zirareke mezin bide ewlekarî û
berjewendiya gelê kurd. Hêviya me ew e ku rayedarên kurd, rewþenbîr û
demokratên kurd vê rastiyê bibînin û li gorî wê tevbigerin. Berdêla
heta niha hatiye dayîn bes e û zêde ye jî; ji niha û þûn ve dayîna
berdêlên nû pêwîst nake. Gelê kurd divê di herêmê de nebe hêzeke
leþkerî ya diçe ser cînarên xwe; berûvajî wê pêwîst e bi pêçana
birînên xwe yên ji enfalê û ji Halepçeyê mane dakeve. Xaka Kurdistanê
di van þeran de westiyaye û wêran bûye; pêwîst
e destpêkê ev werin dermankirin. Gelê kurd di van þeran de pirr mexdûr
bûye; destpêkê divê ev mexdûriyet
were borandin. Ji her alî ve pêwîstiya gel û xaka kurdan bi xwenûkirin
û jinûveavakirinekê heye, ne bi ketina nava þerekî nû! Hesen
Huseyîn Denîz Nivîskar
û endamê PEN-KURD 18/Çileya
Paþîn/2007
|
copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org