|
HESEN HUSEYÎN DENÎZ Baþûrê
Kurdistanê; hêviya sedsalên di nava agir û tofanan de! Pevçûnên bê
dawî. Xwîna bûye lehî. Li ber her darekê cendekek; li kêleka her berekî
hestiyêk; li ser her buhista xakê çengek xwîna ava jiyanê! Jiyaneke nû!
Jiyaneke ji bo kurdan. Jiyaneke bi kurdî! Jiyaneke ku careke din Halepçe
neyên jiyandin! Baþûr
ber bi vejînekê ve dimeþe; li her alî birînên xwe dipêçe! Ji þerê
sedsalan nû derketiye. Ji aliyekî ve westiyaye; ji aliyekî ve kun kunî bûye
laþê wê; ji aliyekî ve tar û mar bûye xaka wê. Gund hatine wêrankirin;
daristan hatine sotin; malbat hatine parçekirin; mirov hatine koçberkirin!
Zarok bê dê û bav; bav bê kur û keç, dayik bê zarok hiþtine; kerr li
korê kurdan sekinandine! Hinek bi lingekî hiþtine; hinek bi destekî;
hinek bi çavekî! Baþûr
xwe nû dike; ji her alî ve. Penaber vedigerin ser xaka xwe; li gundê xwe
dicivin! Di cihê bombe û napalman de darên fêkî û kulîlkan diçînin;
avahiyan bilind dikin; jiyanê ji nû ve diafirînin. Zarokek
li gora dapîr û bapîrên xwe digere, li kolanên gund û bajarên herifî,
yên di êrîþên hewayî de! Zarok mezin bûye; hatiye temenê dê û bavê
xwe yên di têkoþînê de hatibûn gulebarandin. Xak
xwe nû dike. Daristanên çiyê ji nû ve kat û þaxên xwe dirêj dikin.
Ji þewata her sal ber bi zindîbûna hersal ve diçin. Hê bejna wan kin e;
lê belê rengê wan kesk diterise; dizanin ku êdî agir wê bi ser wan de
nebare. Li ber bayê Tebaxê nazdar nazdar direqisin êdî! Mekîneyên
wekî devê hûtan girs û fireh gep bi gep axê vedijenin. Rêkan durist
dikin, avahiyan saz dikin, cokan vedikin, jiyanê ber bi jînbûnê ve
dibin. Li her alî wekî rêzemoriyan mirov di nava liv û tevgerê de ne.
Ev aliyekî Baþûr e. Baþûr a xwe nû dike. Baþûra bi vejînê hildibe! Pirsgirêkên
Baþûr hê hene. Lê hê nû ji bin kêr û xincerên neyaran filitiye! Hê
xwîna ji bedena wê tê ziwa nebûye. Hê birînên laþê wê nekewiyane.
Û hê neyaran dev jê bernedane. Ji her alî ve wekî gurên har li derûdorê
dizîvirin ku lawaziyekê tê de bibînin û êrîþî ser cendekê wê
bikin. Pirsgirêka
herî bingehîn a Baþûr îroj afirandina aboriyeke serbixwe ye. Niha birînên
xwe yên ji þer girtiye dipêçe. Ger bi pêçana birînan re dest biavêje
aboriyê wê serkeftina xwe domdar bike. Li her alî xakên beyar dirêj
dibin û di bin vê xakê de þetên avê diherikin! Avê derxîne ser ruyê
erdê û Baþûr bigihîne þînatiyê. Bila mil bi mil rêz bibin bexçeyên
fêkî û sewze, dar û deviyên li ber xwe dan. Bi
rastî berxwedana deviyên Kurdistanê hêjayê nivîsîna destanekê ye ku
ji ya Gilgamêþ binavûdengtir be. Bi sedê salan, her sal di havîn û
payizê de, ji aliyê neyaran ve tên sotin lê ew her bihar ji nû ve zîl
didin, jiyanê diafirînin! Mirovan Kurdistan terikandin, lê ew li cihê
xwe man. Bi rehên xwe kevir qeliþandin, xwe dirêjî kûrahiya xakê kirin
û xwe jê bernedan, berba nebûn. Deviyên Kurdistanê heq kirine ku tov û
derxên wan li ser her buhist xaka welêt were çandin û Kurdistan tev bibe
dar û devî. Bila vê bihara pêþiya me li Baþûr kampanyayeke pîrozkirina
berxwedana deviyên Kurdistanê were lidarxistin. Bila li ser bîranîna
berxwedana deviyan her mirovekî/e Kurdistanî derxeke deviyê li cihekî
beyar biçîne, av bide û bide jiyandin! Deviyên Kurdistanê ev yek bi
berxwedana xwe heq kirine. Me
di germahiya Tebaxê de, lêgerînek li ser xaka Baþûr kir; Silêmanî,
Hewlêr, Þeqlawa, Dihok, Zaxo, Amediye, Þeladizê…Avaþîn! Newala di
navbera Çiyayê Garê û Metînan de… Kela Sadam li serê pozê Garê,
kela keça wî jî li qûntara Metîna… Niha her du jî kavil bûne! Li
Baþûr bêhna azadiyê tê pozê mirov. Dema mirov çav li alên Kurdistanê
yên berba dibin dikeve wêr û hêviya kurdinî hil dibe. Dema nivîsên
Kurdî li ser dikanan, li kolan û cadeyan dixwîne dilhênikî dibe. Bi
salan e çavên me fêrî zimanên biyaniyan bûne. Navê bajaran bi tirkî,
erebî yan farisî bûn. Niha li Baþûr êdî bi kurdî ne. Hê di vî warî
de kêmahî hene. Dema tu nêzî Zaxo dibî, mirov carcaran þaþ dike bê
bajarekî Tirkiyê ye yan bajarekî Kurdistanê ye! Ji ber ku gelek nav û
lewhayên bi tirkî hene. Lê wê roj bi roj ew jî cihên xwe ji kurdî re
bihêlin. Kurdî wekî lehiya bigre ser xakê, wê hemû hebûnên biyanî
bide ber xwe û xwe li cihê wan bi cih bike. Ev pêwîstî û grîngiyeke
netewî ye. Kurd êdî li nirxên xwe xwedî derdikevin û ji vê yekê ne
ditirsin wekî berê, ne jî didin þermê! Bi zimanê xwe, çanda xwe
helbet wê serbilind bin. Wê nijadperestiyê wekî tirk, ereb û farisan
nekin; lê wê nehêlin ku ew kurdan bihilînin jî. Bi
vê rewþa xwe ya nûavabûnê jî demokrasî û xweþbîniya li nava kurdan
heye, di nava yek dewletên din ên dagirkerên Kurdistanê de nîne. Mirov
li hemberî mafên hev rêzdar in. Kes diziya kesî nake, kes çav bernade
mal û namûsa kesî, kes elaqa xwe bi cil û bergên kesî nayne. Her yek
ji aliyekî ve di pêçana birînan de û di afirandina jiyana nû de
dixwaze bibe kevirekî avahiya Kurdistanê… Baþûr
roj bi roj mezin dibe. Baþûr roj bi roj bi hêz dibe. Baþûr roj bi roj
derdikeve ber çavên neyaran! Neyar tev li derûdorê civiyane û çav
berdane xeml û rewþa wê. Pêwîstiya Baþûr bi hevkariyê heye. Ger Baþûr
xwe tenê bihêle, wê neyar destdirêjiyê li ser bikin. Divê Baþûr dest
bide Bakur, Rojhilat û Rojava. Baþûr bi hevkarî û hevalbendiya her sê
xwiþkûbirayên xwe divê xwe bi hêz bike; ji parîbûn û gepbûnê bike
nanekî yekpar ku kesek nikaribe daqurtîne, li ser hesaban bike! Xwezaya
Baþûr têrav e ku bi geliyên xwe yên kûr, bi newalên xwe yên fireh,
bi dar û berên xwe yên berhemdar gulek ji hîlala zêrîn e. Li Çemêco
ya di qûntara çiyayê Garê de ku ji geliyê Kinyanîþ diherike tê Baþûr,
em li ber zelaliya ava wê rûniþtin. Me li ber sûlava aþê tehînê wêne
kiþand; li ber ava zelal bi têkoþerên azadiyê re sihbet kir; goristana
navendî ya hê nû saz dikin ziyaret kir. Me
li Kela Amediyê temaþe kir. Dîrokeke ji dema serfiraziya kurdan heta roja
me tê wiha serbilind li pêþberî mirov radiweste. Dihok xwe sipartiye
berpal û nizarên çiyan. Dema mirov derdikeve ser gola wê bajar tev di
kefa destê mirov de diterise. Li Silêmanî me ji Çiyayê Ezmîrê temaþeyî,
deþta bê ser û ber kir. Em hatin serdana peykerê þehîd Zekiye
Alkan. Em di ber daristanên ku xwendevanên zankoya Koya çandine re derbas
bûn. Bêhna darên çam bi ser me de fûriyan. Malbatên kurd derketibûn
seyranê; li bin darên ku berê kozikên têkoþeran bûn de, niha dîlan
digirtin, kêfxweþî dijiyan… Kerkûk,
dilê Kurdistanê; di destê neyaran de hê dinaliya. Li her derê cendekên
mekîneyên hatine teqandin, dîwarên hatine hilweþandin, awirên bi tirs
û xov ên li hêviya nediyariyên di her bêhnê û her kêliyê de...
neyar dixwain dilê welatê me hilqetînin ku Kurdistan bê dil bimîne!
Kela Kerkûkê di navenda bajêr de bi hemû êþ û giraniya ji dîrokêhilgirtiye,
li hêviya rojên azad serbilind radiweste... Hewlêr
bi germahiya xwe em pêþwazî kirin! Baþ e ku park lê tên duristkirin;
li nava kolanan birkên avê
saz dikin. Kela wê jî vala kirine, di demeke nêz de ku dest bi
restorekirinê bikin wê Hewlêr xweþiktir bibe… Di
vê gerê de me nexwest em kêmasiyên Baþûr bibînin. Ka bila birînên
xwe bipêçe, hinekî bi ser xwe were; dibe ku ew bi xwe kêmasiyên xwe bibîne
û rake. HESEN
HUSEYÎN DENÎZ
|
copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org