|
BIKARANÎNA ZIMANÊ KURDÎ
HESEN HUSEYÎN DENÎZ
Di
Ajansa Nûçeyan a Firat ê de nûçeyek grîng heye. Pêwîst e Medya kurdî
vê nûçeyê bixwîne û xwe di pîvanêra wê re derbas bike. Birêz lêkolînêr
Zeynelabîdîn Zinar tev li panêleke li Sitenbolê ya Seyrî Mesel dibe û
di wir de wiha diaxive: ``…Medya
kurdî ji ber ku kurdî xerab bikar tîne, li ser zimanê gel bandûreke
xerab dihêle. Bi taybetî nêr û mêbûna di zimanê kurdî de heye, rast
nayên bikaranîn.`` Lêkolînêr û nivîskar birêz Zeynelabîdîn dibêje: ``
Ger di zimanê we de peyv hebin û hûn ji zimanekî din peyvan distînin,
ev rewþeke pir xetar e. `` Hûn
nûçeya di vê derbarê de dikarin li ser vê lînkê bixwînin: http://www.firatnews.com/modules.php?name=News&file=article&sid=39724 Niha
ev rastiyeke dijwar e ku birêz Zeynelabîdîn dixwaze balê bikiþîne ser.
Medya kurdî di dema biþkivîna xwe de ye. Li her aliyê welêt û cîhanê
derfetên bikaranîna zimanê kurdî yê bi awayê nivîskî û elektronîkî
lipêþ dikeve. Ev wekî erdekî beyar ê bê serûber ku kî bigihêjiyê gîsnê
xwe lê bide û tov bireþîne, wiha xakek amade ye. Lê ev xak çiqasî
amade û berhemdar be, tu çi biçînî, tê wê hilînî. Ger tu îroj
kurdiyek pak biçînî, wê sibe zarokên te bi kurdiyek pak biaxivin û
binivîsînin. Na ku tu guh nedî vê û çi hat ber devê te biçînî, sibê
tê nizanibî bê zimanê te çi bi serê wê de hatiye. Di
zimanê kurdî zaravayê kurmancî de nêr û mêbûn taybetmendiyeke rêzimanî
ye. Ev di hinek zimanên din ên
Hind/Ewropî de jî hene. Nêr û mêbûn bi gumaneke mezin ji demên kevin
ên hîn bandora desthilatiya zilam li ser jinê saz nebibû de tê. Nêr û
mêbûna ziman qasî rêzikek rêzimanî, rêzgirtina ji zayendan re jî bilêv
dike û ziman him bi vê yekê dewlemend dibe, him kibar dibe. Niha
di zaravayê soranî de ev nêr û mêbûn ji holê hatiye rakirin. Di nava
kurdên me yên rewþenbîr de jî nesaxiyek dildariya soranî lipêþ
dikeve. Soranî wekî zaravayê kurdan ê akademîk ango pirtûkî, kurmancî
jî wekî zaravayê gundîtî yan ji rêzê dibînin. Bi vê sedemê
dixwazin rêzikên rêzimanî yên soranî ji bo kurdî bikar bînin. Lêbelê
mirov çiqasî lê dinêre, dikare bi hêsanî bêje ku soranî awayê
kurmancî yê di bin bandûra zimanê erebî de xwe guhertî ye. Cudahiya
soranî û kurmancî di rakirina nêr û mêbûnê de xwe dide der. Di soranî
de þûna zayenda nêr `ê`û zayenda mê `a` notrbûn `î` (ne nêr/ne mê)
hatiye bicihkirin. Bêguman soranî xwe wiha saz kiriye û ev ji bo soranî
bûye taybetmendiyek. Lê mirov vê taybetmendiyê nikare ji bo kurmancî
bikar bîne. Yeke
din, mirov nikare cihê zayendan jî biguherîne. Ji bo zayendek nêr tîpa
mêbûnê, ji bo zayenda mê jî tîpa nêrbûne te bikar anî, te zaravayê
kurmancî kuþt. Lê mixabin li ser ekrana televizyonê û li ser rûpelên
Medya kurdî pir bi hêsanî dikarin vana bikar bînin û kesek zû bi zû
aciziya xwe jî ji vê yekê nayne ser ziman. Niha
mirovên zimanekî bikar tînin, her carê li zanistiya xwe vedigerin û
dixwazin kêmasiyên xwe bibînin, serast bikin û xwe bigihînin bikaranîneke
rastir. Lê kurdên me ewqasî ji xwe razî ne ku wekî bêjin, `Kurd bila
bergerê bikin ku ez bi zaravayê wan dinivîsînim` dilketyê awayê
bikaranîna xwe ne. Tu sîxê di wan de rakî, li xwe nagrin peyveke xwe
biguherînin. Tu dibêjî, `bira ev peyv þaþ e`, dibêje; `ez bi salan e
wiha dizanim`. Xelas! Ku bi salan e dizane, li gorî pîvana wî ew rast e.
Þaþitiya mezin jî ji vir tê. Divê Medya Kurdî ji xwe re
gelek saziyên redaksiyonê saz bike. Ev saziyên redaksiyonê tev bi hev re
di nava danûsitendin û hevpejirandinê de bin. Roj bi roj kîjan rêzik ya
kîjan zaravayî ye, kîjan ragihandin yan weþan çi þaþitiyê dike vana
bipeyitînin û ya rast þanî wana bidin. Ger wiha bikin, dibe ku gumanên
birêz Zeynelabîdîn û gelek kurdên din ji holê werin rakirin, na ku çareseriyek
ji vê re neyê dîtin, bi rastî jî dawiya zimanê kurdî ne xêr e. Niha
wê Medya Tirkî jî bi rêdayîna Dewleta Tirkiyê dest bi weþanên kurdî
zaravayê kurmancî bike. Ew bi zanistî peyveke çewt, peyveke biyanî li
ku hebe, wê rabin wê peyvê bikar bînin. Ger wê demê Medya kurdî xwe
serast neke û wekî niha tevbigere, xetarî heye ku li ber bayê bikaranîna
Medya Tirkî bikeve û di encamê de, her roja bê ji roja din xerabtir be. Divê
ji niha ve kurd vê yekê bibînin û guh bidin ser rexneyên di derbarê
bikaranîna zimanê kurdî û zaravayên wê de. HESEN
HUSEYÎN DENÎZ
|
copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org