BILA DÎROK DUBARE NEKE

 

 HESEN HUSEYÎN DENÎZ

 

 

 

 

Qasî tê zanîn dîroka kurdan ji roja roj heta îroj bi du aliyan hatiye: aliyek, berxwedan, aliyek xiyanet!

Dibêjin ku di têkçûna dewleta Medya de xiyaneta Harpagos weyneke sereke leyistiye. Harpagos serokartêþê Medî ye. Di navbera wî û Key Astiyag de alozî heye. Ew jî ji  bo tola xwe ji Key Astiyag hilîne, tev li leþkerên xwe derbasî aliyê Persan dibe û artêþa Medan têk dice. Keyitî dikeve destê Persan. Dema Harpagos bi leþkerên persan re tê qesrê ku Key Astiyag dîl bigre an bikuje; Key Astiyag li gorî nivîsandinên Heredotos wiha dibêje:

‘Ger te dixwest ji min tolekê vegrî, bila li þûna min tu bibayî Key. Lê niha bi vê xiyaneta xwe, te kir ku Med bi sedsalan bindestê biyaniyan bimînin.’

Ev peyva Key Astiyag gelekî grîng e û ji  bo roja me jî xwediyê grîngî û nirxekî giranbuha ye. Kurd ger li hemberî hev dixwazin têkoþîneke serdarî û qariyerê bimeþînin, bila piþta xwe nedin biyaniyan; ji bo xwe li hemberî hev bihêz bikin, bila biyaniyan dawetî welatê xwe nekin, xaka xwe ji wana re pêþkêþ nekin.

Dema birêz Barzanî di civîna çapemeniyê de gotibû; ‘Ê me çong li ber kesî danaynin!’ bi rastî min nirxekî mezin dabû vê peyvê. Lê piþt re ev peyv bi cih nehat û berûvajî vegeriya. Hukûmeta Herêmê çong li ber tirkan danîn. Hîn wê çiqasî din jî deynin ne diyar e. Tirk bi çongdanînê tenê têr nabin. Niha wê bêjin, ‘dê ka pêlava me ramûsînin!’. Yê ku çong danîbe, wê pêwîst bimîne vê yekê jî bike. Em vê jî liyaqî kurdan û serokên kurdan nabînin. Rêka kurdan ne rêka çongdanîna li ber dagirkeran e. Rêka kurdan divê rêka berxwedana li hember zordar û dagirkeran be.

Rêka serok û rêberên kurdan divê ne rêka Harpagos be. Xiyanet divê êdî bi tevahî ji ser xaka Kurdistanê were rakirin. Hûn bi çi hiþ û aqilî bang li Tirkan dikin, dibêjin; ‘dikarin li PKKê bidin!’ Ma ne eyb û þerm e? PKK kî ye, Tirk kî ne? Ger hûn nizanin ez ji were vebêjim. PKK tevgereke Kurd û Kurdistanî ye. Azadiya gelên Kurdistanê dixwaze. Ji bo her çar parçeyên Kurdistanê hêz û rêxistineke ewlekarî û rizgariyê ye. Tirk kîne? Tirk hêzeke dagirker, zordar û xwînmijên Kurdistanê ne. Tirk û dewleta Tirkiyê dijminên kurd û Kurdistanê ne. Bi navê kurd û Kurdistanê çi hebe, li kîjan parçeyî hebe dixwazin ji holê rakin. We çek û pêþmerge birin ser sînor ku qaþo li hemberî tirkan xaka Baþûr biparêzin, lê niha hûn bi van çek û pêþmergan dor li PKKê dipêçin û cerdewaniya artêþa tirk dikin. Ma ev di kîjan qanûna kurdinî û welatparêzî de heye? Hûn qût ji ser PKKê dibirin. Bînin bîra xwe; di sala 1983an de jî we qût ji ser gerîlayên PKKê birî bû. Zivistanekê sax bi beruyan xwe xwedî kirin dîsa teslîm nebûn û hatin heta îroj. Ma çima hûn ji xwe re ji dîrokê ders dernaxînin? Yanî bi birçîhiþtinê hûnê PKKê ji rê bibin? Qey PKK rojekê, salekê birçî nemaye? Ji xwe ew polîtîkaya bi birçîhiþtinê bi ser yekî de biçe, ji binî ve polîtîkayeke îflaskirî ye; li hember PKKê encam nagre. Hûn û AKP li hember gel dikin, bi vî awahî dixwazin gel teslîm bigrin, lê biborin þoreþger bi vê yekê teslîm nabin. Ger teslîm bibana wê li zîndana Amedê teslîm bibana, ger teslîm bibana wê li çiyayên Botanê teslîm bibana, ger teslîm bibana wê li Lolanê 1983an de teslîm bibana, ger teslîm bibana wê li wargeha Etrûþ a ku we ambargo danî ser teslîm bibana… Vana jibîr nekin û hesabê xwe þaþ nekin.

Ji kerema xwe re vê rastiyê bibînin û dost û dijminê xwe li gorî wê hilbijêrin. Tirk ti caran ji we re nabin dost. Lê PKK her ji were dost û hevalbend e. Di demên borî de we dîsa dest da tirkan û hatin ser PKKê. We bi sedan kuþtî dan û bi sedan kes ji PKKê kuþt. Çi bi dest we ket? Tirkan carekê tenê jî ji we re got, ‘spas’? Na! Berûvajî ji we re got, ‘serokeþîr, serokçete’ û hebûna we nepejirand. Xwest xaka we dagir bike. Xwest we û birayên we berde hev. Xwest kurdan bi destê kurdan qir bike. Hûn jî niha careke din çong li ber vê daxwaza tirkan datînin erdê. Ji kerema xwe re wiha nekin.

Em bang li we dikin ku hûn ji bo tevahiya kurdan bibin rûmeteke domdar, ne bibin rûreþiyek.

Mam Celal çend sal temenê we maye, bila ev temenê maye di rêka yekîtiya kurdan de were serfkirin, ne di rêka pevçûna kurdan de. Ger bi rastî xwîneke kurdinî di rehên we de digere û agirê welatparêzî dilê we disojîne, tevahiya rêxistin, tevger û partiyên kurd bînin gel hev, konferans û kongreyeke Kurdan lidar bixin. Yekîtiya netewî saz bikin û stratejiyeke netewî diyar bikin. Ji bo azadiya her çar parçeyên Kurdistanê ev pêwîst û grîng e. Ev bar di stuyê we de ye. Ger hûn yekîtiya kurdan saz nekin, berûvajî bibin sedema pevçûneke din a di navbera kurdan de, wê dîrok ti carî li we nebore û we bi rûmet bi bîr neyne. Lê ku hûn yekîtiya netewî saz bikin û aþtiya kurdan, aramiya kurdan pêk bînin, kurdan bikin hêz û bigihînin stratejiyeke netewî ya rizgariya giþtiya Kurdistanê, wê dîroka kurdan heta roja qiyametê, we bi rûmeteke mezin bîne ser ziman û nirxekî giranbuha bide we. Edî hilbijare li ser we dimîne.

Kek Mesûd îroj serokê herêma Baþûrê Kurdistanê ye. Mirov ti carî ji bo milê xwe rizgar bike serê xwe nade ber kêrê. Ji bo berjewendiya Baþûr mirov nikare her sê parçeyên din feda bike; ji ber ku berjewendiya parçeyekî tenê, di rastiya Kurdistanê de çênabe. Berjewendiya li ser teslîmbûn û çongdanînê ne liyaqî we ye. Gel ji we hêviya rêbertiyeke demî dike. Gel ji we daxwaza sazkirina yekîtiya netewî dike. Gel ji we hêviya pêþengtiya her çar parçeyan dike. Lê hûn li hemberî geflêxwarineke dewleta Tirkiyê hindik maye ku bi PKKê re bikevin nava pevçûneke din a birakujî. Ger dîsa dîroka we ya pevçûna bi partî û tevgerên kurd re dubare û sêbare bike hûnê çawa bikaribin li ruyê gelê kurd binêrin?

Mafê we ne li vî gelî û ne li we heye ku careke din þerekî birakujî bidin pêþya gelê kurd. Mafê we nîne xwe radestî dewleta tirk, an faris, an ereban jî bikin. Yek mafê we heye; ew jî di rêka azadî û rizgariya Kurdistanê de berxwedan e. Derveyî vê hemû rêk li we heram in.

Em hêvî û daxwaz ji we dikin ku bi hiþmendiya netewî tevbigerin. Dostaniya tirkan ne we rizgar dike, ne jî gelê kurd. Hê ku hûn di serê rêka þaþ de ne ji kerema xwe re vegerin ser rêka rast a yekîtiya netewî. Bi hemû hêzên kurd re li hev rûnên. Stratejiyeke netewî xêz bikin û ji bo rizgarkirina tevahiya parçeyan têbikoþin. A ku we bi rûmet bike ev e. Hevalbendiya bi tirkan re we bi rûmet nake.

Bila dîroka kurdan dubare neke. Bila þerekî birakujî careke din rû nede. Bila kêfa tirkan, ereban, farisan bi destê we li kurdan neyê. Bila dîrok ji bo we nebêje; ‘dest dan dijminên gelê xwe û birayên xwe têk birin!’ vî navî bi pey xwe nexînin. Bila dîrok ji bo we wiha binivîsîne; ‘Cîhan tev bi ser wana de hat, lê dîsa jî çong li ber dijmin û dagirkerên Kurdistanê nedanîn. Pêþengtî ji gelê xwe re kirin. Yekîtiya hemû rêxistin û partiyên kurd, ên her çar parçeyî saz kirin û xwe gihandin stratejiyeke netewî. Di bin ala netewî de tev bi hev re têkoþîneke bê hempa dan û biser ketin.’

Belê ya liyaqî we ev e, ne hevalbendiya dagirkerên Kurdistanê ye. Bi dijayetiya PKKê zanibin ku Tirk we li ser serê xwe danaynin. Roja ku PKK têk biçe, wê tirk we ji xwe re bikin cerdewan, xulam û kole. Wê demê wê li navsera çiyan hêzeke ji we re bibe piþtqewînî jî tinebe. Hûnê li çongên xwe bixin, lê wê kar neke. Wiha li xwe nekin. Dest bidin PKKê û ber bi serkeftina dawî ve bimeþin. Rêka bi rûmet a li berjewendiya giþtiya Kurdistanê ev e.

 

HESEN HUSEYÎN DENÎZ

 

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org