‘BIN KAYÊ’

 

 Hesen Huseyin  Denîz

 

 

 

Di zimanê kurdî de bêjeyên gelekî têrwate û fêrkar hene. Yek ji vana jî bêjeya ‘Bin kayê’ ye! Bi kurdî dema mirov dibêje ‘Bin kayê’ ma çi nayê bîra mirovan?! Çiqas dek, dolap, komplo, xapandin, bêbextî, xafiltî, durûtî û hwd. hebe, mirov dikare di vê bêjeyê de bibîne.

Niha di roja me de jî li ser serê têkoþîna azadî ya gelê kurd wiha planekî di bin kayê de tê meþandin. Hinek tiþt serî bidin derve jî, gelek aliyên wê di bin kayê de tên meþandin. Bush, Erdogan-Gul, Talabanî, Ehmedî Nejat di vê pêngava dîrokê de, dixwazin qewimîneke wiha bi ser kurdan de bibarînin ku di dîrokê de mînaka wê nehatibe dîtin. Kurd bila ji mezinbûna vê dijayetiyê netirsin, lê divê tedbîrên xwe jî ji dest bernedin. Di sala 2008an de azmûneke mezin li pêþiya gelê kurd e. Hemû dijminên Kurdistanê wê bi hemû hêza xwe bi ser de werin. Armanc; þikandina vîna azadî-rizgarî-demokrasîxwazî ya gelê kurd e. Desthilatdarên cîhanê kurdekî xwedî vîn(îrade) naxwazin.

Di çarçoweya planê bin kayê yê van hêzên desthilat de; wekî tê zanîn di hundir de li ser rêbertiya gelê kurd û partiya wê ya siyasî DTP polîtîkaya teslîmgirtinê, bi jahrdayîn û sizakirina hucreyê ya rêbertiyê û bi girtin, lêdan, îþkence û astengiyên li ser DTPê tê meþandin. Di qada gerîla de, bi operasyon, bombebarîn, topbarîn û zagona poþmaniyê vê yekê dixwazin rêve bibin. Li welatên derve jî, bi astengkirina karûbarên siyasî, aborî, dîplomasî dixwazin encam bigrin. Êdî niha dor hatiye bidestxistina kozikan(mewziyan).

Heta niha tiþta TC- Amerîka- Iraq- Îran bi hevkariya bin kayê kirin tev amadekarî bûn. Bi rêka alavên ragihandinê raya giþtî ya xwe û ya cîhanê amade kirin. Mînak; Sekreterê Giþtî yê Konseya Ewropa li hemberî daxwaza kurdên li ber avahiya Parlamenta Ewropa di çalakiyê de ne, dibêje ku, ‘Hayê me ji rewþa Ocalan heye; em dihizirin ku rewþeke xetar û lezgîn nîne!’

Rêberê gelekî bi komplo radestî dijminê wî kirine, dijmin ew di giravekê de xistiye odeyekê ku di hundirê vê odeyê de sizaya hucreyê dideyê û radyo, rojname, pirtûk di serî de hemû alavên xwendin û ragihandinê lê qedexe dike, nahêle bi zimanê dayika xwe hevdîtinekê bi xizmên xwe re bike, tevî her roj nesaxiyek lê peyde dibe, nayê dermankirin… Bi ser vî halî de Sekreter beg dibêje; ‘Em dihizirin ku rewþeke xetar û lezgîn nîne!’

Diyar e Ewropa jî tev li vî planê bin kayê kirine. Ji wan re gotine ku, ‘di sala 2008an de ji me re dengê xwe nekin; em bi hêsanî bikaribin planê xwe bimeþînin; ger em bi serkevin, emê kurtêlekî biavêjin ber we jî’. Bi vê sedemê Ewropa xwe bêdeng dike. Yan na, li hemberî rewþa rêbertiyê, li hemberî bombebarîna ser Qendîlê divîbû niha wekî ‘kêla demokrasiyê!’ qiyamet rakiribaya. Lê ka!?

Plan qasî diyar dibe ev e; Wê cîhan tev xwe bêdeng bike, heta xwe digihînin encamekê. Niha bi hatina biharê re; ji cerdewan, kesên ji PKKê reviyane, hêzên Îranî, hêzên Tirk, hêzên Amerîkî -zêdetir yên ji nijada kurd, qismek pêþmergeyên erdnîgariyê dinasin wê hêzeke têkilhev damezirînin û bi ser Herêma Medya ve rêbikin. Dîsa Amerîka û Îran ji hewa û ji erdê wê desteka teknîkî û leþkerî bidin, Hikûmeta Iraqê wê desteka lojîstîkê bide. Bi vê operasyonê wê bixwazin hêzên PKK û PJAK ji zemîna wan biherikînin. Alavên wan ên giran wekî bendavên elektrîkê, çapxane, nexweþxane, çapemenî, trempêl, jenerator, depoyên qût, avahiyên xweparastinê, dibistan û hwd. ji bo demekê be jî bidest bixin, birûxînin, ji bikaranînê derxînin û bi vî awahî sazûmana jiyanê ya ku gerîla li Herêma Medya saz kiriye hilweþînin. Piþt re ku ji herêmê hêzên xwe vekiþînin û careke din PKK û PJAK were tê de bi cih bibe jî, herî kêm heta sê-çar-pênc salan wê nikaribe xwe bigihîne sazbûna îroj pêk aniye. Ger bikaribin hîmê PKK û PJAK ji zemîna wê bileqînin, wê bixwazin di navbera Îran-Iraq û Tirkiyê de bi çekên kujêr –çi kîmyewî, çi asayî- tine bikin, herî kêm darbeyeke  ku wê ji rewþa bikaribe têkoþînê pêþ de bibe dûr bixînin.

Dema ku vê yekê bikaribin li ser gerîlan bimeþînin, di warê gel de wê partiyeke din li þûna DTPê bixin dewrê. Ji niha ve amadekariyên vê hene. Bi vî awahî wê bixwazin pirsgirêka kurd bi rêbazekî bin kayê bikin pirsgirêkek di destê MÎT,MOSSAD,CÎA û xayinên kurd de. Armanca hevkariya Amerîka, Iraq, Îran û Tirkiyê ya li ser Qendîl û PKKê ev e. Gelê kurd ji bo tine nebe, divê li hemberî vê komploya bin kayê li ber xwe bide.

 

Hesen Huseyin  Denîz                                                

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org