|
Bîranîna Þehîd Huseyîn Denîz
HESEN HUSEYÎN DENÎZ
Cangorî
(Þehîd) Huseyîn Denîz di sala 1992an de, di roja 9ê Tebaxê de, li Serêkaniyê
(Ceylanpinar) ya Ruhayê ji aliyê çeteyên Hizbûlkontra yên Tirk ve, bi
çavdêriya polîsên dewleta Tirkiyê hat gulebarandin û di roja
10/Tebax/1992an de jiyana xwe ji dest da, tev li refên þehîdên têkoþîna
azadiya Kurdistanê bû. Huseyîn
Denîz, xwarziyê Mûsa Anter bû; ji gundê Sitilîlê (Akarsû) ya girêdayî
Nisêbînê bû; lê jiyana wî li Serêkaniyê, li metrepolan û li zindanê
derbas bû. Huseyîn,
pênûseke xurt a wêjeya kurdî bû; rojnameger, nivîskar, mamoste û
endamê PENê bû. Ji bo lipêþxistina zimanê kurdî, wêje û çanda kurdî,
hewildan û xebatên wî yên grîng ên wekî berhevkirina biwêj û gotinên
pêþiyan, amadekirina ferhanga zazakî-kurmancî û bi dehan nivîsên din
hebûn. Qasî vê nasnameya xwe ya nivîskarî, di rojnameyên kurdî û
tirkî de bi sedan nivîsên wî hatine weþandin. Li
gel vê yekê, dema tevgera Apogerî li Ankara nû dest pê dike, bi rêber
Apo re peywendî datîne û dibe mîlîtanekî pêþeng. Di
hatina tevgera Apogerî ya Kurdistanê de, li Serêkaniyê, li Sêwerekê û
li Omeriyan weyneke pêþeng dileyize û di perwerdekirina kadroyan de
mamostetiyeke çalak dimeþine. Di
salên Cûntaya 12ê Îlona 1980yî de, zêdeyî çar salan li zîndana Amedê
dîl dimîne û ji endamtiya PKKê tê darezandin. Li
ser þehîdbûna Huseyîn Denîz, xalê wî Mûsa Anter, li ser gora wî
wiha dibêje; -
“Xwezî ew guleya berdan te, li min ketiba; li þûna te ez ba ma!” Wekî
bîranîna hemû cangoriyên têkoþîna azadiya Kurdistanê bîranîna þehîd
Huseyîn Denîz jî, di têkoþîna azadiya gelê Kurdistanê de dijî û pênûsa
wî di wêje, nivîskarî û rojnamegeriya kurdî de her wê bilive, qet
raneweste! Þehîd
bê mirin in! MALBAT
û HEVALÊN WÎ
|
copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org