|
BIRYARDAYÎN Hesen Huseyîn Denîz
Dilop
bi dilop razandin bedenên xwe Ser
rêka bêmirinê, di 14ê Tîrmehê de Çar
canên ciwan Di
navbera çar dîwaran de Ne
mal, ne milk, ne berjewendî Daxwaza
wan bû tenê jiyaneke bi azadî Ne
zilm, ne zordarî, ne dijberî Dixwestin
bijîn bi hev re gel tev bi aþtî Sal
82, faþîzma 12ê îlonê Li
zindana Diyarbekrê Di
nav derabeyên zengirtî de Çar
çirûskên tovên nûjiyanê Dijminek
xedar, devbixwîn û zilmdar Îþkence,
lêdan, înkar û tinekar Ne
rêk, ne çare, ne derman Her
der reþ û tarî, her der asê û girtî Bêdengiyek
berya mirinê Tofanek
berya erdhejê Zindiyên
mirî, miriyên kujêr Sayên
har, du ling û çar ling Pêwîstî
hebû bi vînek jîndar Bi
berxwedanek vîndar Bi
rabûnek serhildar Bi
tolhildariyek kurdewar Çar
can, çar canan Çar
kelehên berxwedan Vîna
azadxwaziya gelan Bo
felata rûmetê biryar dan Nîvê
serkeftinê ye biryardayîn Di
dema hêvî diqede de Dibe
çrûska jiyanê Soz
û biryardayîn a berxwedanê Xeyrî,
Kemal, Akîf, Elî Dilop
bi dilop laþê xwe kirin zindî Bi
firîna warê bêmiriniyê Bûn
germahî û coþa dilê vî gelî Li
ser rêka wan bû lehî Serhildan
û berxwedana gelê Medî Hilweþiyan
dîwar û derabeyên kevnare Jiyanek
bi rûmet destpê kir li Kurdistana me. DI
PÊNGAV Û PÊWÎSTIYÊN DÎROKÎ DE, YA HERÎ GRÎNG BIRYARDAYÎN E! Di
dîroka mirovahiyê de gelek rûpelên bi êþ û jan hene. Dagirkerî û
desthilatiyan gelek zilm û zordarî li ser mirov û gelan meþandine. Roj bûye,
xwîn wekî lehiyê herikiye û çem û robar sor bûne. Roj bûye cih û
war tev li zar û zêçên tê de dijîn hatine sotin û li cihên wan kelehên
zilmê saz kirine. Hinekan dîwarên bilind û stûr ava kirine, bi derabeyên
hesin kirine zîndan û mirov tê de heps kirine; hinekan jî welat tev
kirine zîndan û welatî tev kirine hepsî… Di
dîroka gelê kurd û tirk de roja 12ê Îlonê herdem van rûpelên têrxwîn
û qirêj ên dîroka deshilatdarî û dagirkeriyê tîne bîra mirov. Bi
hatina 12ê Îlonê re Kurdistan kirin zîndaneke servekirî; lê dîsa jî
kîna dilê wana hênik nebû û li Diyarbekrê di zindanê de zindaneke din
saz kirin. Xwestin di vê zîndanê de kurdbûnê teslîm bigrin û bi xwe
bidin xiyanetkirin. Xwestin serkeftina li vir bi ser bixin, bikin bingehê
serkeftina li tevahiya Kurdistanê bidest bixin. Di
sala 1980yî de, ji aliyê serokartêþê tirk ê wê demê Kenan Ewren ve,
cûntayek leþkerî, dest danî ser meclîsa Tirkiyê û þiyandarî bidest
xwe xist. Li Kurdistanê ji qeymeqamtî û þaredariyan bigir, tevahiya
saziyên dewletê ketin bin rêvebiriya leþkeran. Ji aliyê artêþa tirk
ve Kurdistan ji nû ve hat dagirkirin. Operasyonên girtin û kuþtina
kurdan heta her gundî hatin berfirehkirin. Di encama vê pêla dijkurdayetî
de, bi hezaran mirovên kurd ên di her temenî de dîl hatin girtin. Gelek
ji vana di odeyên lêpirsînan, ên xwedî derfet û mercên pir xerab de,
di lêdan û îþkenceyên bê hempa re hatin borandin. Di encama van kiryarên
xerab de, bi sedan mirovan jiyana xwe ji dest dan ku hê jî kes ne aqûbeta
wan dizane, ne jî gorên wan dinase. Yên ji van odeyên lêpirsînan filitîn,
bi rewþeke nîvmirî anîn zîndana Diyarbekrê. Li vê derê di bin
fermandariya Esat Oktay Yildiran de, polîtîka û pêkanînên teslîmgirtinê
li ser girtiyan bi hemû rêk û rêbazên hovane meþandin. Ji
bo ev rêbazên hovane ji aliyê nifþê kurd ê ew roj nejiyane ve were zanîn,
tenê saetek dema ji wê zîndanê dixwazim raxînim ber çavan: “…Serê
Sibata sala 1982an bû; piþtî pêncî û þeþ rojên me yên di odeyên Lêpirsînxaneya
Mêrdînê ya ku ji govên pez vegerandibûn cihê lêmayînê qediyan þûn
re dest û çavên me girê dabûn û berê me dabûn zîndana Diyarbekrê.
Ji xwe di wan 56 rojan de bi þev û roj çavên me girtî û destên me girêdayî
bûn. Rojê kêm kêm du sê saetan dora îþkenceyê dihat me. Dema hijmara
me kêm dibû ev du sê saet hildikiþiya û dema hijmara me zêde dibû
dadiket. Bi sipî û dûpiþkan re cara yekem li wê derê naskirina me çêbibû.
Dema em gihiþtin zîndana Diyarbekrê jî hê þûna gezên wana
dixuriyan… Bi
ketina salona hucreyan a zîndana Diyarbekrê, qerdiyanan destên me û çavên
me vekirin. Demeke kin wiha dinya li ber çavên me tarî bû. Piþt re hêdî
bi hêdî her tiþtek li cihê xwe rûniþt. Dîwarên spî, lempeyên
ronahiyên wan tûj, erda þil, derabeyên hesin, qerdiyanên dest bi jop!
Li pey derabeyan reþahiyên bê liv û tevger! Dema
çavên me girtî bûn ji qîrdayînên qerdiyanan me ji xwe re digot, gelo
çima dengê vana ewqasî qebe ye! Dema çavên me vebûn, me dît ku her
yek ji wana qasî nihîtekî girs û bilind bûn. Hinekan jop, hinekan darên
stûr ên 5X10 cm. hilgirtibûn dest xwe. Em dorpêç kirin û xwestin em
cilên xwe deynin. Gotin ku wê me saxtî bikin. Yên nexwestin cilên binî
deynin, bi dar û jopan laþên wan sor û þîn kirin. Piþtî her kes þilfîtazî
bû, leþkerek ku þûþeyekî neftê û darikekî serê wî pembo lê pêçayî
hat. Pembo di þûþeyê neftê(îspîrto) de dakir, bi heste agir berdayê
û yek bi yek bin çengên me þewitandin. Bi kizirîna muyan re agir digihiþt
goþt û di cih de janê dida ser kezeba te. Ger yekî bixwesta qîr bidaya,
di cih de jop û pehîn bi ser de dibariyan. Yên ku diranên xwe digivaþtin
û nedixwestin bi qîrdayînê kêfa dijmin bînin, agir zêdetir di bin çengê
wî de dihiþtin ku jana dide zêdetir be û pêwîst bimîne deng derxîne… Piþtî
vê cilên me danîbûn erdê tev di nava ava li erdê gol bûye de dan û
piþt re zor dan me ku em xwe li nava wê avê dirêj bikin. Dema em li nava
avê dirêj bûn, bi potînan hilkiþiyan ser piþta me û xwestin em xwe bi
erdê re bixijiqînin. Pê re jî bi dar û jopan bi awayekî rasthatinî li
her derê laþê me didan. Dawî leþker tev ji lêdanê westiyan û berê
me dan hucreyan. Derî vekirin û her hucreyekê sê-çarek ji me dehfandin
hundirê wê. Hundirê hucreyan ji xwe berê miþt dagirtî bûn. Bi ketina
me re di hundir de, li ser lingan jî rê nemabû. Girtiyên berê xwe bi
ser hev de qijilandin ku rêka me çêbibe. Dema em ketin hundirê hucreyê,
me dît ku qasî bi ser pêlavê bikeve hundirê wê tije av e. Lê em di
wir de fêr bûn ku ew av û ava li salonê me xwe li ser dirêj kir û bi
erdê re xijiqand, ava ji destavan derdiket der ve bû. Qerdiyanan bi zanistî
destav xitimandibûn ku ava tev li pîsiyê derkeve hundirê hucreyan û ji
wir were salonê. Wê þevê heta sibehê em wiha li ser lingan di nava wê
pîsiyê de man. Roja din û roja din jî halê me ew hal bû…” Di
zindana Diyarbekrê de yek mafê girtiyan hebû; înkarkirina nijada xwe û
dûrketina ji mirovbûna xwe. Çawa ku rayedarên Tirkiyê di her demê de
kurdbûnê wekî tawanekî herî mezin dibînin û tenê rêka tirkbûnê li
ber mirovan vekirî dihêlin; di zindanê de ev polîtîka bi îþkence û lêdan
xwestin derbasî pratîkê bikin. Ji her kurdê girtî re digotin, ‘Hûn
Apocîn ne!’ û dest bi îþkenceyê dikirin. Mirovên
girtî bi mehan dernexistin dadgehê, hinekan bi salan ruyê dadgehê nedîtin.
Dema derdixistin dadgehê, digotin, ‘Gerek hûn sûcê li ser we înkar
nekin! Hûn nebêjin em kurd in! Hûnê bêjin em tirk in û em poþman in!
Ger hûn wiha nebêjin, zanibin ku wê cendekê we were zindanê!’ Di
hucre û qawîþan de bi darê zorê sirûdên nijadperestî yên tirkî bi
girtiyan didan xwendin. Yên nexwendana derdixistin salonê û bi dehan
qerdiyanên wekî nihîtan diketin ser bedenê wî yê ji tî û birçîbûnê
ji hal de ketiye. Di hundirê nîvsaetekê de cendekê wî nîvmirî
dixijikandin hundirê hucre yan qawîþan… Piþtî
berxwedana Mazlûm Doxan a di 21ê Newrozê de, di þeva 18-19ê Gulanê de
çar canên bedew laþên xwe dabûn ber agir û bibûn xeleka duwem a
berxwedanê. Niha pêwîstî bi servekirina xelekeke din hebû. Lê ji bo vê
pêwîstî bi biryardayîneke xurt hebû. Him bi çalakiya Mazlûm, him bi
ya Çaran peyama berxwedanê hatibû dayîn, lê dijmin qet gavek tenê jî
ber bi mirovahiyê ve neavêtibû û nehiþtibû pêla berxwedanan deng bide
derve. Ji bo vê pêwîstî bi çalakiyeke domdar a ku bikaribe dengê xwe
bide tevahiya zîndanê û derve hebû. Divîbû vê carê çalakî domdar
baya ku bandoreke berfireh çêbikraya. Ev jî bi razandina laþê xwe ya
ser rêka mirina bêmiriniyê dikarîbû bi ser biketa! Bi
vê armancê mîlîtanên PKKê Xeyrî Dûrmûþ, Kemal Pîr, Akîf Yilmaz,
Elî Çîçek û çend hevalên xwe biryara destpêkirina Rojiya Mirinê
didin. Heta ku jiyana xwe ji dest didin wê zad di qirika wan re neçe xwarê!
Yan wê dijmin îþkenceyê rake û mafê xweparastinê ji wan re binase;
yan wê heta mirinê biçin û bi pey wan re nifþeke din û yeke din
were… Di
derketina dadgehê de vê biryara xwe ji heyeta dadgehê û raya giþtî re
eþkere dikin. Dema vedigerin zîndanê vê mizgîniyê bi peyva, ‘Em bi
ser ketin!’ radigihînin hevalên xwe. Ji ber ku dizanin biryardayîna çalakiyeke
wiha bi tena xwe serkeftineke herî mezin e. Di pêngav û pêwîstiyên dîrokî
de, ya herî grîng biryardayîn e! Biryardayîneke ji dil û xurt nîvenîv
serkeftin e û qasî serkeftinê bi nirx e. Serkeftina çalakiyê girêdayî
xurtbûna biryarê ye. Di rewþên wiha de bêbiryarmayîn ji xwe mirin bi
xwe ye! Çalakiya
di roja 14ê Tîrmeha 1982an de dan destpêkirin bi biryarîbûneke mezin
heta meha Îlonê domiya. Ji hefteya yekem a Îlonê þûn re þehadeta
lehengên Çardehê Tîrmehê destpê kir. Tevî hemû hewildanên Esat
Oktay yên teslîmgirtin, poþmankirin û vegerandina ji ser biryara çalakiyê,
çalakgerên 14ê Tîrmehê bêhnekê tenê jî di biryara xwe de sistayî
nejiyan û her zêdetir xurt kirin. Di
vê pêvajoya rojiyê de, bi taybetî di hefteyên destpêkê de, her roj
sifreyên ser tije xwarinên cûrbicûr ên bêhnxweþ anîn danîn ber
deriyê hucreyên rojîgiran ku vîna wana biþkînin. Dem bi dem ew bê av,
bê çixare hiþtin ku tengav bikin. Dem bi dem ew bê xew hiþtin ku lawaz
bixin. Bi propaganda psîkolojîk xwestin wana sist bikin. Lê dagirkeriya
tirk bi ti awayî bi ser neket. Roja ku bedenên rojîgiran rakirin nexweþxaneyê
jî, dermankirin nepejirandin û di biryara xwe de bi heterî (israr)
tevgeriyan. Dawî
bi þehîdbûna her çar çalakgerên leheng dagirkeriya tirk pêwîst ma,
bi çalakgerên din ên hê di rojiyê de ne re, li ser maseyê rûnê û þertên
wana bipejirîne. Ev çalakî ji aliyekî ve ji wan kesên ku dibêjin;
‘Dewleta Tirk bi PKKê re li ser maseyê narûnê!’ re wekî dersekê
ye; ji ber ku di zîndana Diyarbekrê de pêwîst ma rûnê û þertên
girtiyan jî bipejirîne. Li ser rûpelê her du aliyan destxet kirin ku
careke din li girtiyan îþkence neyê kirin û girtî li dadgehan bikaribin
parastina xwe ya siyasî bikin. Li
ser vê peymanê çalakiya 14ê Tîrmehê destpê kiribû bi dawî bû;
serkeftin a girtiyên azadiyê û ya gelê kurd bû. Dijmin di polîtîkaya
xwe ya tirkkirinê de bi bin diket û kurd careke din di xwedîderketina li
nasnameya xwe de bi ser diketin. Çalakiya
14ê Tîrmehê di hundirê zîndanê de jî bû çavkaniyeke wêr û biryarîbûna
berxwedanê ku tevahiya dîlên di zindanê de jê hêz bigrin û di
salvegera wê de serî hildin û bi tevahî polîtîka û pêkanînên qirêj,
dijmirovî û xwînxwarî yên dewleta tirk têk bibin. Esat Oktay jî piþtî
vê têkçûnê ji ser erkê hat girtin, cihê wî hat guhertin û li
Stenbolê bi awayekî nasnameya xwe veþêre jiyana xwe domand ta ku mîlîtanên
PKKê di hundirê otobusekê de gule reþandin ser mejiyê wî û tola
girtiyên Zîndana Diyarbekrê û gelê kurd vedan… Îroj
gelê kurd li ser rêka çalakgerên zîndana Diyarbekrê ên canên xwe
dilop bi dilop razandin ser agir û mirina ji bo zindîbûna bê dawî, ber
bi azadî û serkeftinê ve dimeþe û ev meþa gelê kurd heta bigihêje
bidestxistina tevahiya hêvî, daxwaz û xeyalên çalakgerên zindana
Diyarbekrê yên xelek xelek dest dan hev, wê bê navber bidome. Serkeftin
wê bibe ya gelên mazlûm û ya gelê kurd ku ji tevahiya gelan mazlûmtir
e. Hesen
Huseyîn Denîz |
copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org